Dewleta Dostikî
F.Mustefa
Sultanê Selcûkiyan þandeyekê dihinêre cem Nasir Eldewle, da ko tizbiya bapîrê xwe Nesir Eldewle û þûrê Mîr Mûsk(11) wek diyarî ji Sultên re biþîne. Nasir Eldewle jî vê daxwazê napejirîne û daxwazê bixwe jî hem wek bêrûmetiyeke þexsî û hem jî kêmasiyeke niþtimanî dibîne. Herwiha Nasir Eldewle ji bo vê helwesta çewt a Sultan þandeya wî dest vala bi ser wî de vedigerîne.
Wexta ko Sultanê Selcûkiyan ji alî þandeyên xwe ve li ser helwestên Mîrê Dostikiyan têt agahdarkirin tore dibe; û torebûna wî jî gurtir dibe dema ko dibihîze, ko Nasir Eldewle ne tenê tizbî û þûr diyarî wî nekirine lê xutbeyan jî nema ne bi navê Sultanê Selcûkî û ne jî bi navê Xelîfeyê Ebasiyan dixwîne; lê bi navê xelîfeyê Fatimî dixwîne.
Di bin bandora van bûyeran de û bi piþtgiriya xelkên li dora Sultên, yên ko bi çavnebarî û zikreþî li dewleta Dostikiyan temaþe dikirin û çavdêrî û bendewariya hilweþandina wê jî dikirin, Sultanê Selcûkiyan Melekþah dest bi êrîþa xwe dike û hêzên giran berbi sînorên Dostikiyan ve dihinêre, û bi alîkariya hemî dewlet û mîrekên navçeyê (nêzî sala 1083 PZ) welatê wan dorpêç dike.
Li beramberî êrîþa Selcûkiyan û alîgirên wan, Kurdên Dostikî þiyan sirûdeke bêmînak di qada berxwedanê de birêsin û pêdariyeke lehengane ji bo parastina sînorên dewleta xwe biafirînin.
Lê piþtî ko abloqe û dorpêçkirin dijwartir dibe Mîrê Dostikiyan digel çend girgirên dewletê berê xwe dide paytexta Selcûkiyan Asfehanê da ko, hem guftûgoyê û hem jî lêbûrînê ji Sultên bixwaze; reng e bi vî awayî bikaribe welatê xwe ji sosret û ji malkambaxiyên þerî bi dûr bixîne.
Li Asfehanê Sultanê Selcûkiyan xwestiye bi Mîrê Dostikiyan re bigihêje peymanekê ko bikaribe dewleta Dostikiyan di nav xwe de dabeþ bikin; lê Nasir Eldewle vê pêþneyara Sultên bi þûn de vedigerîne û jê re dide xuyanîkirin ko li ser bostekê ji xaka Dostikiyan bazar nayê kirin. Ev helwesta Mîr a li dijberî Sultên di bin bandora namekê de ko nû ji wezîrê xwe yê fileh (Ebû Salim Eltebîb) wergirtibû, hatibû çêkirin. Di nameyê de yê wezîr dide þirovekirin ko em dikarin sînorê xwe biparêzin û hetanî çend salan jî li dijî êrîþê rawestin.
Piþtî salekê; yan jî piþtî dorpêçkirina dijwar û hovane ya ko salekê sax dirêj kir û ajot, keleh û sûr û asêgeh û gund û bajar û çeperên Dostikiyan yeko yeko, bi dû hev de, hilweþiyan û dawiya wê jî Miyafarqîna paytext dikeve destê leþkerên Selcûkiyên êrîþker.
Ko bajar hatin dagîrkirin Selcûkiyan dest bi kiryarên dirindane û wêrankirina dezgeh û vemayî û þaristanî û talana aborî, kirin, û ya ji tevî xerabtir ew e ko Selcûkiyan di cuh de fermana kuþtinê û dîlkirin û talanê bi karanîn, serjê-kiringeh û xwînrijandin û bobelatên bêrûmet bi serê Dostikiyan anîn; bi taybetî bi serê Kurdên Fileh ên ko di bin siya perên Dewleta Dostikî de bi aþîtî û dilþadî û aramî dijiyan; û bi dilsojî xizmeta dewletê dikirin.
Xala herî balkêþ a vê berxwedanê jî ew e ko di sala dorpêçkirinê de ti tevlihevî û nakokiyên navxweyî di navbera Dostikiyan de neqewimîne digel ko Mîrê Dostikiyan li Asfehanê bû û nikarîbûye vegere û serkêþiya gelê xwe bike .
Nûçeya herîfîna Dewleta Dostikî digihêje Asfehanê û Sultanê wê yê ko dilê xwe bi Mîrê Dostikiyan diþewitîne û dixwaze barê têkçûnê ji ser milên wî sivik bike lewra ji Mîrê Dostikayan dixwaze ko mîrlikekê ji bo desthilatiyê li derveyî welatê Dostikiyan ji xwe re hilbijêre. Nasir Eldewle bi van gotinan bersiva pêþniyara Sultên vedigerîne: Ji bilî singoyekî (herbayekê) ko aniha di sînga min de daçikiya ti tiþtî naxwazim. Hin ji dilxwazên Mîrê Dostikiyan ên ko li civata Sultanê Selcûkiyan ê ko bi zimanê erebî baþ nizanîbû; ji Sultên re revakirin û gotin: Ew Herbayê dixwaze padîþahê me!
Bi vî rengî Nasir Eldewle dibe xwedanê gundê Herbayê(13).
Hilweþîna Dewleta Dostikî
Em dikarin hilweþîna yekemîn a sala 1084 an PZ a dewleta Dostikî ji ber van sedeman ronî bikin:
1- Dolmendiya dewleta Dostikî.
2- Jeografiya balkêþ û stratejî ya dew-letê.
3- Jihevketin û neyekbûna mîrlikên Kurdan (Rewadî, Salarî, Dostikî) li
hem-berî êrîþên Selcûkiyan (14).
4- Hêzariya leþkerî ya Selcûkiyan û piþgiriya hemî dewletên dîtir bo wan.
5- Neþarezayiya Nasir Eldewle di warê siyasî de, digel ko niþtimanperwer bû .
6- Dadperweriya dewleta Dostikî û jiyana bê olperestî ya hevbeþ a di navbera hemî olan de, hem ne li gorî kêfa olperestên hundir bû û hem jî deshilatên derûdorê ji veguhestina vê forma xweþik û lihevhatî ditirsiyan.
7- Neþandina tizbiya Nesir Eldewla û þûrê Mûsik bo Sultên û nexwndina xutbeyan ji alî Mîrê Dostikiyan bi navê Sultanê Selcûkî.
8- Nirxandina þaþ a wezîrê fileh Ebû Salim Eltebîb a li ser þiyana berxwedanê.
Bi vî awayî mirov dikare sedemên têkçûna yekemîn a sala 1084 an a dewleta Dostikî bîne zimên. Lê belê di wê wexta ko Nasir Eldewle li (Herbayê) dijiya, Melekþah dimire, ew jî vedigere welatê xwe û bi alîkariya gelê xwe hemî keleh û bajar û asêgehên Dostikiyan ji destê Selcûkiyên ko piþtî mirina Melekþah bi þerê di navbera Teteþ birayê sultan û Birkiyarok daketibûn, vedigerîne. Lê wek me berê gotibû, lawaziya Nasir Eldewle ya siyasî û helwestên wî yên dijminatiyê li beramberî Selcûkiyan bi taybetî li dijberî Teteþ û neavakirina peywendiyên tekûz bi Birkiyarok re, bûne sedemên herifîn û têkçûna diwemîn û ya dawîn a dewleta Dosyikiyan, ko li ser destê leþkerên Teteþ, ko di sala(1086)an bi xwîn rijandin û kuþtin û talan û bi hovîtî û þewitandina her tiþtî ji nû ve welatê Dostikiyan dagîr dikin, û bi vê dagîrkirinê, piþtî 104 salan, helbesta dewleta Dostikî ya kurd bi perdeyê têt nixumandin.
Têbînî:
1- Bad: Dibêjin ko en nav ji bê hatiye. Ango mîna bagerê êrîþê dibe ser dijmin û vedigere, wek ko Ebdulreqîb Yûsiv di pirtûka xwe ya li ser dîroka dewleta Dostikî de dibêje.
2- Li ser vê xalê dîrokzan ne wek hev diramin. Hin dibêjin ko di destpêkê de Wan vekiriye û hin dibêjin ko Ardêþ e.
3- Di pirtûka Dîroka Miyafarqîn a Ebû Elezreq Elfariqî de hatiye zelal kirin.
4- Ibin Elesî Elcezerî, Elkamil Fî Eltarîx, cildê 3 yan.
5- Elmeqeryosî, Tarîx elislam Elsiyasî (beþê diwem). Elfariqî(Dîroka Miyafarqîn).Ebdulreqîb Yûsiv(Dewleta Dostikî), vê xalê bi cî dikin.
6- di pesindana Nesir eldewla de
7- Ibin Elesî û Elfariqî û Ibin Kesî Eldîmeþqî vê diyardeyê diçesibînin.
8- Wek Ebû Salim Eltebîbê wezîr.
9- Elfariqî û Ebdulreqîb Yûsiv.
10- Dibêjin ko bihayê tizbiya Nesir Eldewle 200 000 dînarê bîzantî bû. Û þûrê Mûsik þûrê Mîrê kurdê Botî Mûsik bû. herwiha dibêjin ko deve li ser wî þûrî dimeþiyan, reng e ev ji ber panbûna þûr bi xwe tê.
11- Elfariqî û Ebdulreqîb Yûsiv.
12- Herba gundekî mezin e li nêzî Bexdayê dikeve.
13- Liserrawestaneke taybetî bo vê xalê pêwist e. Reng e siyaseta navxweyî ya dewleta Dostikî ya li dijî olperestiyê, hiþtibe ko, mîrlikên kurdan ên olperest dûrî wê herin.
Çavkanî:
1- Ibin Elesî(Elkamil Fî Eltarîx - cildê sisiyan).
2- Ebû Elezreq Elfariqî(Tarîxa Miyafarqîn).
3- Ebdulreqîb Yûsiv(Dewleta Dostikî).
4- Ehmed Emîn Zekî(Elîmarat Elkurdiye Fî Elehd Elislamî).
5- Daîret Elmearif Elislamiya, Cildê 9 an.
6- Merwan Elmûdewer (Elermen Ibre Eltarîx).
7- Jan Mikêl(Jugrafya Elislam Elsiyasiya , cildê 4 an).
8- Ibin Kesîr Eldîmeþqî(Elbîdaye welnîhaye, Cildê 3 yan).