Ji dîmenên Cenga Mezin

TOPA SULTANÎ

Sebrî Botanî

Bi gotina apê xwe bikin, hûn poþman nabin, werin herin Wanê û Gola Wanê, herin Bedlîs û Tetwanê, herin Qars û Erdehanê, herin Nemrûd û Sîpanê Xelatê, herin Agrî û Araratê... Herin ji xwe re çiyayên bilind û þaþikspî, kelehên mezin û dêrîn bibînin. Her kelehek ji van kelehan hezar tiþtan dibêje. Li hindav û nêzî Wanê û Gola Wanê kelehên mezin û dîrokî hene, du keleh ji van kelehan li raserî lêva golê ne, herdu jî li ser tatên pan û mezin hatine nijandin, mîna bajaran e û jêrê wan þkeft in, her þkeftekê çend dergehek hene. Ko mirovekî þareza wan dergehan dibîne, di cihê xwe de þaþ dimîne û bi çirîset ji xwe dipirse: gelo vekirî ne an daxistî ne?!

Di van þkeftan de nawîskên kolayî hene û bi dîwaran ve jî dergehên daxistî û pencerokên corcor û ne wek hev hene, piþta wan jî tat e. Li ser banên du þkeftan nîþgehên wek hev û yek endaze hene. Lê ko hûn diçin vê geryanê, an vê geþt û sêranê, Adilcewazê ji bîr nekin. Ya ko li ser qeraxê bakurê rojavayê golê dikeve, da hûn wêneyên kevnar û entîk li ser nehîtên keviran bibînin. Herweha pêvî ye hûn dêra Axtamarê jî bibînin, ya ko li ser giraveke golê hatiye avakirin. Herin, li xwe nekin derengî, hemû dîmenên devera Wanê delal û spehî ne. Herin ji xwe re wan hemû keleh, þkeft û nawîskan bibînin, da hûn biponijin û hiþê we bi paþ ve vegere. Dastan, efsane û çîrokên berî hezarên salan bîne bîra we, ko hemû di binyat de, hindî, kurdî, ermenî, farisî, aþûrî, grêkî û azerî ne û di nêvþêniyê devera Wanê û yê hawîrê gola Wanê de belav bûne. Giyabûk, Xewna Þivanê Koçer Badoþê Çeleng, Hespê Xidir, Elyas û Tajîyê wî, Mîrê Maran, Mîrê Cinan, Keça Mîrê Cinan, Kelagameþ, Kurê Zalê Zêrîn, Pîra Miroxwer, Memê Alan, Xec û Siyamend, Koroxlî, Topa Sultanê Îslamê û hwd; ko heryekê ji bûyerekê an ji xeyala kesekî peyda bûye. Ji gotina Mela Cemîlê Batûvî, ta ko zimanê kurdî ji aliyê dewleta Ataturk ve nehatibû qedexekirin, nav û naverokên van hemû dastan û efsaneyan di mal û dîwanxaneyên kurdan de, nemaze di dîwanxaneyên beg û axan de, dihatin bihîstin. Sê ji van efsaneyan xwemalî ne, yanî li devera Wanê afirîne, Giyabûk, Xewna Badoþê Çeleng û Topa Sultanî. Heçîkê efsaneya Giyabûkê ye, ji gotina giyanasê mezin Hevindê Habil, dendikek ji tovê wî giyayê nazik û pîroz, di nêv pirça serê dayika me Hewê de ji behiþtê hatiye ser dinyayê. Lê heçîkê Xewna Badoþê Çeleng e, çîroka wê dirêj e û pir bi sam û çirîset e jî, guhdar bi bihîstina wê sewdaser dibe. Ev herdu efsane kevintirîn efsaneyên vê dinyayê ne. Em dê nuha dev bi gotina efasaneya Topa Sultan bikin, ew topa ko despêka wê bi derewan hatibû afirandin, bi devê sofî û derwêþan hatibû pîrozkirim û xelkê nezan pê hatibû xapandin. Lê piþka dûmahîkê hemû rastî ye û pirr kesan ew top û hem bûyera wê bi çavên xwe dîtine. Gelo çiman ev çîroka rast û derew hatiye ji bîr kirin, êdî ji sala 1917an ve ti kes navê wê lêv nake!

Çu kesî nedizanî û nuha jî min ne bawer e kesek bizanibe, ka kengê û ji zemanê kîjan Sultanî ve topeke mezin, ker û lal, li ser çiyayê Zer raserî gola Wanê swar kiribûn. Êdî ji hingê ve, nav û dengê vê Topa Sultanî bi saya "telqîna" hindek ji þêz û melayokên me kurdan, welat dagirtibû, her sofiyekî, her derwêþekî û her murîdekî, bi navê þêxê xwe bi fermana wî, tiþtek gotiye û ji cem xwe jî berdaye ser.

- Cin dadigrin û firîþte diteqînin.

- Xelata Xwedê ye ji Sultanê Îslamê re þandiye.

- Kilîla karkirina wê bismilaya devê sultan e.

Êdî bi vî awayî sal bi sal û nifþ bi nifþ bawerî pê anîne û di hizra wan de bûye wek rastiyekê. Ev rastiya bêbinyat bûbû qajik di devê xelkê nezan de û wan jî mîna derwêþ û sofiyan bi serê þêx û bi goristanên meþayixan sûnd dixwarin ko ev Topa Sultanî bi bismilaya devê sultan kar dike. Goya her bi saya vê topê ye ta nuha ev rexê dewleta Alî Osman maye parastî.

Lê ev gotinên hîç û pûç bê bersiv nediman, pir kesan digotin derew e. Hunermendekî gotibû ko "bismila" her "bismila" ye, çi ez bixwînim, çi sultan, an kesekî dîtir, ma gelo ferqek heye? Ji ber vê gotina wî, derwêþan ew bi dar û biviran kuþtibûn. Yekî cuhû jî gotibû ko "Ev Topa Sultanê me bi makîneyeke biçûk kar dike, ew makîne di qotiyekê de ye, ew qotîk jî di hundurê gustîlkekê de ye, ew gustîlk di tiliya sultanê me ya qilîçkê de ye. Di tengasiyan de çi gava ko sultan hez bike, sefa gustîlkê radike û niklokê wê ê bi mengene badide, hingê bi hêza magnetîze ji Stanbolê, dê ew topa li ser çiyayê Zer, karê xwe bike. Ev gustîlk ji sultanekî bo sultanê di pey wî re dimîne. Cudahiya di navbera gustîlka sultan û gustîlka Silêman Peyxember de ew e ko ya Silêman Pêxember diyariya mîrê cinan bû, lê ya sultanê me karê destê hostayekî dinyayî ye."

Hingê, piþtî bihîstina vê gotina zilamê cihû, þêxekî navdar û xwedî "keramet" xwe neqayil kir û çavên xwe nuqandin û hûrik hûrik xwe ponijand, paþê navê Xwedê anî û got:

- Gelî musulmanan! Evî zilamê cuhû viyaye bi wan gotinên xwe ên þaþ û derew rastiya dînê me vajî bike. Ev gotinên wî ji rastiyê dûr in, rastiya vê topê "Îlmê" wê li cem Xwedê ye.

Ji Xwedê û qencên wî pêve kesek dî pê nizane.

Piþtî vê gotina xwe, þêx çavên xwe vekir û serê xwe hejand û got:

- Lê belê ez dikarim bibêjim ko ev Topa Îslamî, ya ko li ser çiyayê Zer e, ji hêza "qudretê" ye, ya leþkerê "lem terew" bi xwe ye.

Êdî Nefiyê Erzeromî, þaîrê navdar û zimantûj li hember van gotinên þêx bêdeng nema û got: - Ey xelkê nezan û gêj, guh nedin þîretên vî þêxî, ser û binê wî bela ye, ew patoxwerê Þêx Yehya ye. Heydê werin, rastiya vê topa xaqanî ji devê min bibhîsin; barûta wê ji teþna sultanê me ye û dagirtina wê bi destê Þêx Yehya ye.

Ko evî þêxê xwedî derwêþ û xwedî "Keramet" ev gotina Nefî Erzeromî bihîst, pir xeyidî û nivîsek dirêj bo Þêx Yehya nivîsand, herçî xirab e, çi rast, çi derew, wî di derheqê Nefî Erzeromî de danî ber destê Þêx Yehya. Hiþ di serê Þêx Yehya de namîne û demdes diçe Babul-Alî û sultan agehdar dike:

- Ey sultanê musulmanan! Ey xaqanê bej û avê, bizane ko Nefî Erzeromî xezeba te û ya Xwedê jî li xwe helalkir. Gerek e sezayê xwe bistîne, da kesek dî çav li wî neke.

Sultan jî diranên xwe disîrikîne û demdes biryara kuþtina Nefî dide û dibêje: Wî kafirê ehmeq Nefî Erzeromî, hêdî hêdî bi eþkencê bikujin.

Wilo kirin jî. Dibêjin di ber kuþtina xwe re Nefî gotiye:

- Ez mirovekî bextewer im, çunkî ez di hemû jiyana xwe de dijminê zor û sitema sultan û derewên þêxên sextekar bûme.

------------------------------------------------------------

çirîset = heybet, saw

pêvî = pêwist

patûxur = Nanê hiþk yê ko di tenûrê de diþewite.

demdest=yekser


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST