Ne xwe, gerek, cilûbergine paqij û alavine guhdariyê ko li wê derê li bazaran nînin û tûtineke Emerîkanî peyda bike, ji cihekî dûr tê, tu kesî jê nepirsî û ne jî tu kes lê geriya, çunkî xwendevan e dêmek parastî ye, û hilbijartina Moskovayê bixwe, ji boyî wergirtina zanînê, parastinê xurtir dike, beþdariya giyan bo " madiyetê " ye. De em herin cem partiya herêmê, cem nûnerê cîgirê komîteya herêmê wisa ligorî belavokên Oktoberê; meha azadiya nû. Partî dikare ji Bêkes re li ser lîsteya xwe bûrsekê peyda bike, lê peydakirina pasportekê çetin e: Ha va þikestina xort a pêþîn li vir dest pê dike. Nijada bineêla wî ya ko li bajarine dûrî dilê welêt dijî tu carî nediramiya ko dê rojekê ji rojan hewcedarî pasportekê bibin. Dûrtirîn cî ji bo wan gundên ko li ber destê alavên veguhestinê bûn; ligor qonaxên xwe: Ker, Qantir, Erebane, Kemyon. Hd. Lê li ser rêça Moskovayê gir û çiya û gol û derya peyda dibin.
Berê ji bo nijada Bêkes dijwariya rêwîtiya salekê, wek nimûne, dikarîbû bi awayê xweamadekirinê, hinekî sivik bibe; hetanî ko mirov lawaz û ji seqem û germê çerm qemirî jî bigihîþta. Lê li ser rêça Moskovayê sînorên welatan hene, pasvan û newbetdarên bej û derya û esman hene, ji bo derbasbûna wan deriyan kaxezên bi mohran mohrkirî û belgeyên fermî pêwist in.
Hêvî nehat birîn. Di her yasayê de kunek ji bo bi dizî lêzîvirandinê heye. Bêkes bê pasport e çinkî di stûneke taybetî de, ji stûnên defterên dewletê " METÛM " hatiye nivîsandin, ev peyv jî kurtkirina nehênî ya hevokeke rewanbêj e: " Li daîreyên nifûsê ne mûsecel e ", ango: tunebûna belgeya yasayî ya birana (burhana) hemwelatiyê ye. Dêmek, çi biran li ser hebûna Bêkes nîne ji bilî belgenameya MUXTARÊ taxê, ev belgenameya ko xwe biçirîne nikare jê re ji bilî kaxeza " Ixrac Qeydê " ya ko cî û rojçêbûna wî destnîþan dike, bi destxîne. Ne xem e.
Moskovayê li ber dest e, Bêkes jî ji xwe heye, dêmek dê xwe ji kuna cî li cî bizîvirîne. De em berê xwe bidin Beyrûtê. Hûn pasportekê dixwazin? Hêsan e. Fermo: Pasporteke Bulgarî, nîv nazik, sext e lê bi zîrekî, digel tembînameyekê ji partiyê. De berbi rêça esman de, Dê Bêkes biqîre.
Moskovayê ya wî ye. Kurd e û pasporta wî Bulgarî ye. Tu kes bi hûrbînî li ser vê pirsgirêkê ranewestiya: Bêkes bi pîroziya navnetewîbûnê hatiye nixumandin, aniha, li xeniyê xwendevanên nijad yekbûyî dimîne, xwendevanên ko dê derfetine, ko qet nema careke dî dubare dibin, bi dest wan bikevin, dê keçên por zer bi hêsanî û li bin perên dilovaniya çînî rakiþînin zeviyên evînê. Lê Bêkes, wek gelekên dîtir, kêfa wî ji dilbijandinên serberdayî û wisa hêsan re nayê, ji bilî beþekî ji laþê wî çunkî girêdana dilê wî bi jinê ve gerekî pêgirêdana "pîrozmendî" û "qedexekirina" ko li wê derê, li ber dergehên dilbijandinê, têkçûne, ye.
Ha va ye, nexwe Bêkes, mêya xwe dît. Keçeke qubrusî ye, þiyar e, çetin e, di xweþî û nexweþiyê de li ser ko sira xwe pêþkêþî mêrekî tenê bike hatiye bi þîr vekirin; hetanî ko bilalûk li ser bêvilan û li paþ guhan xuyanî bikin, ango hetanî pîrîtiya dûr û kûr. Demekê hevaltiya wê kir, piþt re ew ji xwe re kir jin. Hê li Moskovayê li ser rûniþtekên xwendinê bûn, lawek jê re anî, ji bo bi navkirina wî hevdû rakiþandin. Wê navê wî kir " Valantîno"( evînbaz û dildar û mehrebanê maçan), wî jî navê wî kir" canda". Dayikê kurê xwe danî mala bavê xwe, li Qubrusê, û vegeriya pasporta mêrê xweyî xwendevan, û bi zanistiyên kîmyayê û amadekirina dermanan mijûl bû, Bêkes jî serberdayî bi zanistiyên dehênana televizyonî mijûl dibû, hemî behreya xwe ji bo pêkanîna filmekî li ser helbestvanê kurd ê bêmînak " Cegerxwîn" terxane kir. Cegerxwîn helbestvanê ahengên kurdan, tu stiraneke kurdî nikare xwe ji peyvên wî yên sade, miþt girî, miþt þadî, hêsan, yên li ser hemî zimanan, rizgar bike. Lêbelê peyvên wî yên dîtir jî li hevûdû digerînin, peyvên wî yên nehênî,: Peyvên Cegerxwînê þoreþgêr, peyvên Cegerxwînê çînperest, peyvên Cegerxwînê ko baweriya wî bi çarenûsên gellan û bi xweþiya piþtî pevçûnan, dihat. Hevalê Nazim Hikmet û Poul Elward û Aragon e. Jiyana xwe, wek" Mellayekî" misilman î zana, þîretvan, mamostayê xwendin û bilêvkirinê, bi ezmûneyên hiþyariyê, dest pê kir, û niþkêve piþta xwe da þaþik û cubeya xwe, û li bin perên rêbaza madî bû rêberê birayetiya mirovayetiyê. Dijminên wî pir dibûn, dikandaran nema tiþt difrotinê û silava wî nema vedigerandin. Lê belê helbestên wî yên evîndariyê tu carî ji " mihraba" stiranê qutnebûne: " Ez kevok im, kevoka reþ im, li ser bana...", ji bo kurdan dibe çavkaniya yekemîn a sloganan: " Ez kurd im, bejin bilind im...", " ez sor im ". Pêþî Moskovayê bi dilþadî wek sergomgehê hilbijart, piþt re berê xwe da Siwêdê, hetanî mirina xwe bi destpakî xewna Vladîmîr Îlîç Lênîn diparast.
Bêkes ligel kamêraya xwe ya sînemayî berê xwe da " Cegerxwîn", li hawirdor maseya wî, pênûsên wî, kaxezên wî, dengê wî, wêneyê wî, digeriya. Li jêr sîbera zilamê girs î xweþik çûn û hatina li bexçe jî ji bîr nekiribû, zilamê ko eger keçên wî bi cilên xwe yên kin li kolanê diyar bibûna, kurd û reþên bavên xwe ji ser hiþê xwe diçûn. Ha va ye, mebesta min Bêkes e, dawiya dawî, serencama xebata wî belgekasêtek e ; ko piþtre dê li ser camên qalind ên televizyonan li Moskovayê û li hin welatên Ewrupayê, wek silaveke bêdeng bo, her ko miletekî bi kêfxweþiyê kerixî bînin bîra xwe, bê weþandin.
Xwendin bi dawî hat, Bêkes û jina xwe têra xwe zanîn wergirtin, lê, dê Bêkes vegere kûderê? Pasporta wî ya ko "sosyalîzmê" çavê xwe jê girtibû, li welatekî dîtir bi hêsanî dikare bê naskirin. " Jinê! De berî min her welatê xwe û tiþtekî bike" ji jina xwe re got. Jina bejinzirav û peyv lezok berî wî çû. Mizgînî jê re hat: Dê Qubrusê pêþwaziya wî wek mêvan li cem jina wî, bike. Carcaran, pêdivî û erkên mirovayetiyê bi awakî bê mînak zelal in, bi taybetî eger gêwilê " Wezareta hundir " a welatekî bixwaze.
Bêkes rêça derketinê ji xwe re peyda kir- Ango ew pasporta ko ji kaxezekê pêk tê û rê dide derketina bêveger. Nexem e. Bêkes li balefirxaneya Larnakayê peya bû. Jina wî û kurê wî ew wegirtin û bi hev re li Nîqosya çeleng berê xwe dan " Hêlîna malbatî "; Nîqosya payedar û bajarê dawîn ê dabeþkirî di herêmên nijada mirovî de.
Hemî gihiþtin hev, ser seran û ser çavan. Lê anuha gerek civana ligel kar bê nijandin. Zanistiyên bikaranîna kamêraya sînemayî dilerizin. Li Qubrusê yên ko alavên veguhestina wênekêþana bi bizav, hildigirin, pir in, hevbeþekî wek bêkes wisa bêbelge û ko ji niþkê ve hatiye, dê çima ji wan re gerek be? Derfet nîne. Bêkes bi yewnanî û rûsî û erebî û kurdî pir baþ dipeyive, û bi ingilîzî çinivinê dike û çar gotinên fransî û du gotinên Elemanî û bi îtalî jî " Roj baþ " dizane. Lê, derfet nîne. nexwe ka em herin li karxaneyên ko li ser van tixûban belavbûne bipirsin, ka em herin ji firoþgehan û ji enbarên firotinê bipirsin; ka em herin li wan deverên ko karkerên gelên rexê rojhilatî derya sipî bi dizî û bêferman dixebitin, bipirsin. Lêbelê Bêkes ji ber mafê rûniþtina xwe ya pîroz eger kar bibîne dikare mafê kar bi hêsanî wegire, li vir di navbera rewþa wî û rewþa wan karkerên " Ne qanûnî " cihêwaziyeke mezin heye; karkerên ko her pênc þeþek bi hev re xaniyekî kevnî herifî li ser " sînorê kesk " ko çeperên pasvanan li bakur û li baþûr ji hev cihê dike, kirê dikin. Gerek li vir, gerek li wir, û karekî ji tunebûnê çêtir li karxaneyeke boyaxê peyda dike: Bîna terbentînê a ko mirovan sergêj dike û peþkên boyaxê ko ne þerwal û ne jî gumlek ji wan difilitin, û demjimêrên bi hevûdû ve girêdayî ji sibehê hetanî êvarê û hilgirtina bermîlan berbi alavên tevlihevkirinê de. Hîvî nîne. Salek, dusal, sêsal, çar, pênc, heywax li ser windabûna dema wergirtina zanistiyên Moskovayê.
Bêkes biryar da ko vê rêça xwar a " qedera madî " hinekî serrast bike. Rûs, piþtî têkçûna sistêman, bi awakî pir balkêþ tên Qubrusê, Kompanî, firoþkar, jinên xwefiroþ, dîlangerîn, mafya.
Nexwe derfeta kar li ber Bêkes firehtir dibe. Rojname ragihandinan belav dikin û bi lavlav wergêrên ko yewnanî û rûsî dizanin, dixwazin. Kompaniyên seyranê ji dayik dibin û diteqin, wek teqîna daniþtûyî ya li Afrîkayê ko li wir, bi birçîbûnê û bi mirina ji birçîbûnê çareser dibe.
Dê Bêkes digel çar zimanan berê xwe bide wan. Dê bi rûsî ligor reseniya Pûþkîn û rewanbêjiya bilindgoyên soviyêtan û devoka haþkirina derveyî bi zimanê Þêrnomerdîn bi wan re bipeyive. Dê li vir kî mêvanên we bin? Ma Ereb in? Fermo va erebiya min jî ya bi rêziman û ya bêrêziman, fermo devokên baþûr, û rojhilat û hin ji devokên rojava jî. Û ji bo kesên ko bi yewnanî dipeyivin Bêkes xawenê aqilê berxwedana analîza Berêz Kosta Afîgalo ya di rojîna " Gîtîros " de, ye.
Karmendên ko pisporiya wan bi van herdû zimanan girêdayî ye, di cî de, bixêrhatina Bêkes dikin. Daxwaza me tu yî. Piþî bixêrhatinê, þêweyê ziman û axaftinê têt guhertin, têt guhertin da ko hêjayî rewþa kompaniyan be: Miaþekî hindik, lê serê her bikirekî( Zibûn, kund) jî tiþtek jê re dimîne. Baþ e, pêwist e Bêkes xwe ji boyax û terbentînê rizgar bike. Pêwist e îca gerefêtekê û çakêtekî xweþik û þerwalekî ûtîkirî li xwe bike. Dê kurê wî mit û mat lê temaþe bike û bibêje: " Tu yê bi cilên baqij biçî kar?". Erê dê Bêkes bi cilên paqij biçe û dê bejna wî ya dirêj dirêjtir bibe. Lêbelê di vî karî de; karê ko Bêkes dê serê her bikirekî perana bi destxîne, ji bilî çend rojan nadomîne. Tev derew û xapandin e. Þarezayiya rûsan rê nade Bêkes ko sûdekê ji bikiran qezenc bike. Na. Pêlewan in. Baþ e, kompaniyên mezintir hene, di anonsa mezin de bi payedariyeke eþkere ji dayik dibin, lê ji dil jê re dibêjin: Kaxezên daxwaza kar bîn, digel kaxezên pîþe û zîrekiyan, digel kaxezên cîgehê perwedebûnê, digel yên hebûna te, anuhayî û paþroja te, û yên baþbûna rabûn û rûniþtina te, belgeya rûniþtina xwe ya qanûnî, û belgeya jinanînê, û madam tu biyanî yî tika ye tu yê kopiyakê ji pasporta xwe jî bînî.
Hemî daxwazên wan dikarin bi awakî ji awayan peyda bibin, lêbelê kopiya pasportê? Hey hawar!
Ma tu bê Pasport î? Tu çawan derbasî vî welatî bûyî? Tu çawan ji welatê xwe derçûyî? Çi? Tu bê hemwelatî yî?!!!?!!! Te li Moskovayê xwendiye? Te çawan li Moskovayê xwendiye? Na. Li me negir, daxwaznameya te nayê pejirandin.
Bêkes boyax li paþ xwe hiþt. Peymanek bi kompaniyekê re imzekiribû lê ew xapandin, dest vala derket. Va ji nû ve li anonsan digere. Bêhêvî dibe, berê xwe dide baylozxaneya welatê xwe: " Ez dixwazim mirovên xwe bibînim ". Jê pirsî: " Tu çawan ji welat derketî, madam te mafê derketinê wernegirtiye tu nikarî mafê vegerê jî wergirî".
Wexta ko min romana xwe " Hozanên taristanê " ya ko di sala 1985 an hatiye weþandin, nivîsandibû, min navê Bêkes ji bo qehremanê wê hilbijartibû. Bêkes navekî kurdîyî navdar û naskirî ye, lêbelê wê wextê ez pêrgî tu kesî nebûbûn ko bi rastî navê wî Bêkes be, hetanî ko ez rastî kirîvê xwe yê ko bi deh salan ji min biçûktir e Bêkesê Têlo, hatim. Bêkes jî pirsgirêkeke dîtir e, pirsgirêkeke ko palpiþta wê pirsgirêka qederiyane ye ya ko min di " Hozanên taristanê "de ji bo Kurdekî bi karanîbû. Carcarann danê sibê, bêsoz tê cem min, pêwist nake ko min agahdar bike, çinkî ji du salan û vir ez bixwe serokê yên bêkar im. Ji malê dernakevim. Her li metvexê rûdinêm û bi sê tiþtan mijûl dibim: Zanistiyên vegotinê û angoyan, û kaxezine sipî ji bo bi destxistina buhayê kirîna nên, û ferhengine xwarinçêkirinê da ko li ser agirê wan xêzine ji xwarinê bo jin û kurê xwe amade bikim.
Çifteya min a nêçîrê jî li teniþta min e. Ji pencereya metvexê, nêçîra balendeyên ko li ser darên miyoborosê datînin, dikim. Ma gelo kesên tenik dê ji min bixeyidin? Ma gelo helbesta tenik a ko þahiya vî gerdûnê tenik e dê ji min tore bibe?
Hesreta her çûkê ko di vê navçeyê re, bi bilindahî bifire ew e: ko çawan neketiye nav destê min. Ev balende, seet dehê sibehê, di bin zimên de pir xweþ e, kirtekirta hestiyên wî, bi xweþî, di nav diranên kursiyan de, pir xweþ e.