Aso
Kamîran HersanKevir bi kevir, tenhatiyê li ser milên xwe hildigirim..
Kêlîkan dinejinînim..
Êþê vêdixim,
û silavê li rondikan dikim..
Dema min winda bû,
li paþ girên bêrîkirinê xwe veþart.
Wek avê bi ser qûma tenhatiya min de rijiya..
Sînotên rojan sergerdan bû
Çurîskek , ronahiyek diyar bû û ber bi nemanê çû..
Yê ko þîniya terr ji labîrênta çavên çiniye, ez bûm.
ji destên te yên ko di asoya hiþê min de avjeniyê dikin
Wek hetavê tu ji zeviyên hevdîtina min winda bû..
bi ewran û bi mijê qirêj bûm
Wek asoyê ko keskesorek jê diket
û çûk diþikiyan
pîr bûm.