Jack Lindsay
wergêr Zagrosê Hajo
James Harold Edward Aldridge li Ausrtalya, li White Hills, Victoria, 10ê hezîrana sala 1918an hatiye ser rûyê dinyayê. Perwerdebûna wî li Swan Hill High School û li Londonê li School of Econo-mics bû. Dina Mitchnik sala 1942 ji xwe re anî û Xwedê du kur dane wan. Li Melbourne di Herald û Sun de ji salên 1937 û 1938 dini-vîsand û li Londonê sala 1939 di Daily Sketch û Sunday Dispatch de jî dinivîsand. Ji Aus-tralian Newspaper Service re di salên 1939-44 de Li Ewropa û li Rojhilata Nêzîk nûçeguhêzê cengê bû û sala 1944 li Tehranê nûçeguhêzê Time û Life bû.
Xelatên ko wergirtine:
Xelata Guardian ya pirtûkên zarokan sala 1987an
WEŞANÊN JAMES ALDRIDGE:
Çîrok:
Goodbye Un-America (Ji Amerîrkayekê re Oxir Be). London, Joseph, Boston, Little Brown, 1979.
Çîrokên Kurt
Gold and Sand (Zêr û Qûm). London, Bodley Head, 1960
Çîrokên kurtî necivandî
"The Black Ghost of St.Helen" (Cinê Reş yê St. Helen) di After Midnight Ghost Book (Pirtûka Cinê Piştî Nîvê Şevê) de, James Hale, London, Hutchinson, 1980.
Leystikên Şanoyî
One Last Glimpse (Awireke Dawî), Prag 1981.
Leystikên televizyonî
Nivîsandina sînaryoya xelekên leystika Robin Hood
Berhemên din
Lêkolînên rexnegîrî:
My Brother Tom (Birayê Min Tom): My Other Self (Xweya Minî Din), di Orana (Sydney) de, sibat 1989, bi destê Michael Stone.
<I/
Dema James Aldridge weke nûçevanê cengî ji Australya derket, ew hê gelekî ciwan bû, û vê rastiyê jî bi kûrayî şûna xwe di rengê nêzîkbûna wî de, ya ber bi pirsên ko li ser kardikir de, hişt. Wî têkoşîna Yûnaniyan dît û wî du pirtûk nivîsandin. Bingeha herdû pirtûkan yekser li ser ezmûnên wî ji wê têkoşînê dirûniştin. Li vir metodên wî bi giranî di bin bandora Hemingway de bûn, lê ew pirtûk bi tazebûna xweyî jîr ve û bi dilsoziya pêşkêşkirinê ve, ew dûrî hema zalîkirinê(imitation) bûn. Ew hîn dibû çawa çîrokên bi bûyeran dixijmijîn ava bike, hîmê çîrokan didanî ser pêşveçûnên dîrokî, yê ko wî bi xwe berî her tiştî baş nasdikirin, û di heman wext de wî çîrok bi kêşeyên kesane ve û bi têkoşîna lehengên xwe ve girê dida. Di pirtûka di pey re de, ya ji komeke çîrokan bû, bandora Hemingway şikest. Tiştê ko ew ji xwendina xwe hîn bûbû êdî bi metodên wî re û bi dîtinên wî re hatibû stirihandin. Çîrokan dane xwiyakirin bê çawa ew dikare hevsarê bûyerên aloz û pirtexlît bi hostayî bi dest xwe bigire û bi awayekî ewle dûrdîtinên ji rengê xisletên neteweyî di formeke hevgirtî de, bide nasandin. Wî ji kehniya pisporiya xwe ya ji dema şer ve, çaxê ko ew nûçevanê cengî bû, kişand û wî Diplomat (The diplomat) nivîsand. Diplomat karekî azwer e, ji radeya bilind e, ew Yekîtiya Sovyêtê û herêma Kurdan li bakurê Mezopotamyayê dide ber xwe. Ew bi hostayiyeke mezin dikeve nav cîhana diplomasiya têkel û li hev herbilî, ya dinyaya piştî cengê de. Ew mijarên ko bingehên wan di pirsa Kurdanî neteweyî, ya çetin de ne, heyber dike. Aldridge weke çîroknivîsekî siyasiyiyî giring derdikeve meydanê. Wî xwe hişkere kir, ko ew dikare li ser mijarên siyasî, yên aloz kar bike, bêyî ko hingavtina pirsên mirovî, yên hîmî winda bike. Girêdana têkoşîna bi kul ya lehengên, ko dixwestin cîhana, ko xwe tê de weke leystikvan dîtibûn, nasbikin; hiştibû ko kûrdîtinên siyasî di Diplomat de ji tengkirina arzan dûr bibin. Bi vê yekê tiştê ko bihayê hunerî da vî karî, li derveyî hemû encamên taybetî, bi gera li rastiyê ve girêdayî bû, ew danasîna wê gerê bi xwe bû.
Di Nêçîrvan (The hunter) de, Aldridge bi devjêberdana mijarên mezin xwe dîse nû dike, û di karekî ko yekser bi ezmûnan ve girêdayî ye, diçe Kanadayê. Mijara wî vê carê cîhana nêçîrvên bû, pêwendiyeke rûbirû bi xweristê re bû, û di vî karê wêjeyî de wî şanî me da, ko ew dikare jiyana fîzîkî ya xurû bêne ber çavan û bi gewd bike.
Lêbelê dibe balkêş be, ko dema wî berê xwe ji cîhana xweristê guhert, wî ne li jiyana rojane ya di civakeke taybetî de meyzand. Her çilo be, cengê ew stiriha û ew kire romannivîsê kêşeyên neteweyî, yên mezin, yên heyama me. Helbet babetên wî ji rojnamevaniya wî zan, lê di guhartina ko babet dibe xeyal de, ew ji rojnamevaniya sînordar bihûrtibû û wî karîbû derbas bibe nav kûraniya pirsên mirovaniyê. Ew li kêşeyan bi gotinên mirovê, ko bi rastî hene dinere û ew ji binî bê guneh e, eger wî totikin bi xeyalê xwe çêkiribin, da nûneriya hilwestên neteweyî û sisyasî bikin.
Ew careke din berê xwe dide Rojhilata Nêzîk, di Heroes of the empty View (Lehengê Dîtina Vala) de, di I Wish He Would Not Die (Xwezî Ew Nemiribana) de, û di The Last Exile (Sergona Dawî) de, ew danûstandinê ne bi pirseke wilo dûr re weke pirsa Kurdan dike, lê ew bi problema cîhana erebî re dike, ji çavkehniya taybetî ji Misirê diwêrive. Geklek têkeliyên rûbirû û çavkehniyên agahdariyan alîkariya wî kiribûn, lê tevlî simpatiya wî bi Ereban re, wî ne pirs yekalî dikirin, ne jî karê xwe dikire çerxa dîtinên taybetî de. Çîrokan tişt zelal dikirin û têgehiştina mirov li ser ademîzadê ko ketiye nav xirûcirên mezin de bêhtir dikirin. Di karên wî yên dawî de, ew dîse pirsên li ser Sovyêtistanê bilind dike, lêbelê ne bi wê hêz û serketina hunerî ya di Diplomat de, yan jî ya di pirtûkên li der Rojhilata Nêzîk de. Ewê zor be ko mirov bikaribe tiliha xwe bi romannivîsekî hevdem ve bike, yê ko bêhtir rûbirû bi kêşeyên siyasî yên paş cengê ve di qada navneteweyî de bi serfirazî mjûlbûbin, simpatiyeke germ ji bo kesên wî li ser wan nivîsiye, daye hev, bi, di berxwedana dawî de, xatirxwestineke bi rastî hunermendî bû.