Alanê Hajo
Proses yek ji pirtûkên Kafka yên
herî binavûdeng e. Kafka li Pragê di 3.7.1880î de hate ser rûyê dinyayê û di 3.6.1924an de li Nemsayê mir. Çek dibêjin ew çek e, jiber ko ew li welatê wan bûye û li wir jiye, Alman jî wî dixine yê xwe, ji ber ko wî berhemên xwe bi almanî nivîsîne, lê ya rastî ew bi xwe cihû bû. Dive em ji bîr nekin ko welatê Çekan hê ji þeþsed salî ve, berî bûna Kafka, beþek ji Impratoriya Nemsawî bû û weke ko em dizanin jî zimanê wê impratoriyê almanî bû û zimanê çekî dihate perçiqandin. Vêca nexerîb bû, ko wî bi almanî nivîsîbe.Sedemên ko ez ajotime ber bi xwendina Kafka û pirtûka wî Proses ve, ji nav sedemên din, navdariya wî di rexnegirtina li civakê bû, taybetmendiya wî û navûdengê ko pê ketibû.
Pirtûka Proses li ser kermendekî payebilind e, ew jî li bankekê kadrike. Cihê bûyeran di seranserê pirtûkê de naye diyarkirin. Karmend di baþtirîn salên jiyana xwe de ye. Bûyer bi awakî tîr destpêdikin û yekser diçine ser naveroka pirsê. Karmend zû dikeve rewþke bêhêvî, çaxê Josef K. , ew jî navê wî ye, beyaniyeke ciwan ji xew þiyar dibe û dibîne, ko du kesên ji binî ji re nenas di mala wî de ne. Ew herdû li ya xwe siwar dibin û dibêjin, ko ew ji aliyê dadegehekê ve hatiye girtin, ev dadegeh jî ji binî ji Josef K. re nenas e. Ev bûyer hê ji destpêkê ve bi tevayî xerîb û bê bingeh xwiyadike, bi taybetî dostê me Josef K. wilo hizir dike. Ew tore dibe, lê ji ber ko dikare weke berê jiyana xwe ya rojane berdewam bike ew nema vê pirsê ji dil digire. Ew weke berê diçe karê xwe û bi xwe ve mijûl dibe. Piþtre mirov dirame, de erê ew bi çi hatiye tewankirin, lê ev ta dawî jî hiþkere nabe. Dibe ko ji xwe ev tiþtê baþ be, ji ber ko mirov pêwist dibe bi xwe birame, da bigehe encamekê. Erê, rast e Josef K. weke ko dizane bi þahî jiyana xwe didomêne, bê ko serê xwe bi bûyerê biêþêne. Lê zû bûyer her diçe tevlîhev û aloztir dibe, gelek kesên din dikevine nav hûnana bûyerê û têkiliyên lehbok yên wan kesan bi Josef K. re derdikevin der. Wek nimûne yek ji van kesan berdestîka Josef K. ye û cîranenke wî ya bi navê zerî Burstner e, ko ew bi awakî mijane dilketiyê. Rûreþî zû berdewam dikin, wî dixwazine dadegehê ko bi cihekî genî
tê pesindan, li wir mirov bi zorê dikare bêhna xwe bikiþêne. Sîstema dadegehê dûrî aqilan aloz û hîrarkî digere, wek nimûne tikes nizane kî yê dadgerê sereke ye û herewha bingehên prosesê ji tawanbarên din re jî nezelal in. Josef K. parêzerekî (advokatekî) ko mamê wî bijartibû ji xwe re digire. Parêzer pîrekî qure ye û ji Josef K. re bêkêr xwiyadike. Kesên di pirtûkê de ji bilî Josef K. tev genî xwiyadikin, rebenên bêçare bê viyan in, ew diçin xwe bi wanên mezin þahîk dikin, ji ber ko ew goman dikin dê ev yek parîkina bigehêne wan. Ewên mezin bi xwe jî rebenên ko yek hizira bikêrhatî di serên wan de nîne. Pesindana kesên ko cih di çîrokê de digirin, bêsinciya wanî rûþistî, keysperestiya wan ko dikarin ji bo berjwewndiyên xwe pêl her tiþtî bikin, dihêle ko dilxelênek bi xwendevanan re çêbibe. Bi tenê Josef K. têdigehe ko ev nexweþiyke giran e û dixwazxe serî li ber hilde, lê hêdî hêdî ew nasdike ko ev tiþtekî pir bi dilêþ e. Proses berdewam dike û her diçe Josef K. ji aliyê psîkî ve dihêrive. Bi rengekî ji rengan ew bi nexweþiya wan dikeve, lawaz dibe, nizim dibe û dikeve sewiyeta wan. Her kes li wir weke ko karmend bin xwiya dikin, di nav wan de, yên ticaran ne li bîrê, wek nimûne neqiþvanek û çend pûþtên ko bi temenê xwe gelekî piçûk in. Dawî her tiþt berbi þaþîtî û xirabyê ve diçe, karê Josef K. li bankê, têgehiþtin û girêdana bi rastiyê re û pirsa hatina dadegehê, ew nema li ser sedema tawankiria xwe jî hizir dike.Di deriyê ber dawî de ji pirtûkê ew bi korfelaqiyeke ji aliyê dadegehê ve baþ plankirî pêrgî keþayê dadegehê tê. Keþa li ber xwe dide, da ko bi alîkariya serpêhatiyekê jê re armanc û mebesta proses û dadegehê þirove bike. Pirtûk bi vî rengî tewa dibe: Josef K. weke sewlekê tê gurandin û tiþtê dawî ew dibîne bê çawa celad wî bêrûmet dikin.
Di despêkê de dema Josef K. li ser xwe bû simpatiya mirov dikiþande bi ser xwe de, lê di dawiyê de bi tenê dilê mirov pê diþewitî.
Mebesta pirtûkê ji prosesa dadegehê mezintir e. Weke ko ez têgehiþtim, ew dixwaze du tiþtan bibêje:
Ya pêþî ji ber ko Josef K. bodîle û kelêj e, wî mafê xweyî jiyanê windakiriye. Yê hêjayî jiyanê dive biserketî be û di ser sînorên rebenî piçûk re be. Lê dadegeh e, ya ko wî dixe nav vê rewþa aloz de. Dadegeh dikare derbibire bê di jiyanê de bextê her kesekî çi ye, lê ji ber sînordariyê ew gelek caran ji guh tê avêtin.
Ya dudyan dibe ko ew parodyaya (zalîkirina qeþmerî) bi tevayiya civakê be û bi pêvajoya nexweþ ya ramana wê be. Dive mirov di qalibên civakê de be, yan na, wê civak wî biperçiqêne. Ev jî dike ko hin serê xwe dideynin û ew jî dibine yek ji nav garanê, yê vê neke tê hêrtin û avêtin.