Hunermendekî kurd

Xelîl Ebdulqadir

X.Ebdulkadir

Di 1955an de ji dayik bûye

Pêþangeh:

1975 - li navenda kultûrî li Laziqiyê/Sûrï

1977 - li navenda kultûrî li Palmêrayê/Sûrî

1982 - li navenda kultûrî li Hisiçayê/Sûrî

1982 - li muzexaneya Helebê/Sûrî

1991 - li galeriya Joschen Heleb/Sûrî

1992 - li navenda kultûrî ya Espanyayê/Sûrî

1996 - li Herford/ Elmanya (hevbeþ)

Xewn meydana kêfxweþiya min e; bi alîkariya wê xewnê mirovatiya xwe belav dikim. Xewn þiyanek vekirîye; bi alîkariya wê hestên xwe wer-digirim da ku hemî tiþtên ku di hiþê min de genîbûne, biteqînim. Ti carî rol ji bo mirovê hunermend, da ku dî-menê rawestîne, ne-hatine nîgarkirin. Lê her û her xewn derbasî vê cîhana miþt sosret û wêran û êþ, kiriye; lewra bi qaçaxiya xewnê hatiya sûc-darkirin.

Yê ku belg û ferhengên zorbazan çirandine, hergav hunermend e. Lewra tablo bi xwe di hinavên hunermend de hiþyarî û raperîna zemînê ye, tablo wî dehf dide da ku xwe berde kûrahiya hinavên xwe, û da ku ew tablo bi xwe jî tenhatiya wî bimije.

Ji ber ku min bi xwe peyivîn winda kiriye; lewra jin pitepit û xirecira min e. Rengekî gulgulî û bo keskekî bejî gumeguma hetavê ye. Lerza zemîna bêav û babelîska ji pirsê ye. Rûyê wê tarawgeh e û piyê wê çequlekî yasemînê ye.ku çavên min dest bi hêsran dikin bêriya wê dikim, û bajar jî termekî bêdeng e; ez dê çawan li çavên germ ên di çeþnê germahiya hetavê û xweþtama nên de, bigerim?

Ez bi xwe li zimanekî windayî ku þîniyên kesên di tabloyên min de berhev bike, negeriyame, Dudilî û lerz û bêzarî ye. Xwekuþtin jî wek bejna wêranê ye; wêrana ku hev-rêtiya me dike. Ez dê çawan bikaribim, bê poþmanî, þîniyekê bi mezinahiya zixtan pêþkêþ bikim?

a ku vî warî ji lawaziyê rizgar bikim, çirayên Dza-roktî û bêrîkirinê vê-dixînim. Bi avê nîgar dikim da ku xwîn û xweþî biherikin, bi avê stiranan dikim werzên qolinca za-yînê. Rûyê yara xwe nîgar dikim.., çûka ji rengên zuhayiyê, wexta ku berbi min ve tê, bi bîna ewran dagirtiye.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST