Li ser romana Zeviyên Soro

Azad Ehmed Elî

Gava min romana Zeviyên Soro xwend, min hêvî dikir ko ezê zû dawiya wê bînim, da wek xwendevanekî ez hin têbîniyan li ser avahiya wê ya hunerî bidim xuyakirin. Lê mixabin xwendina vê romanê di nav destên min de pir dirêj kir û dem bir. Dawiyê li spêdeke havînî roman li ber serê min bû, ez jî li serê bên razayî bûm, ez nizanim çawa, bizinek bi pêpelûkan ve derketibû jor, bêhna Zeviyên Soro kiribû, hatibû qap cûtibû û çend pel jê xwaribûn!

Çima ez van peyvên jor li ber çavên xwendevanan diraxim? Çi hevbendiya van gotinan bi vê kurtelêkolînê ve heye? Ez dixwazim bi kurtî di pêþiyê de bibêjim:

Çi çîrok hebe gava xwendevan nekiþêne hundirê bûyerên xwe, gava xwendevan bi kêf û dilbijîn nexwaze wê bixwîne, ew hemî dibe nîþana xavîtiya çîrokê. Ew dide xuyakirin ko bûyer ne germ in, yan jî ne hiþk bi hev re hûnandî ne.

Bi rastî- wek xwendevanekî gundî- min di bûyerên Zeviyên Soro de ti kiryar û aliyên nuh nedîtin. Ti jiyanên hunerî û avakirî ji min re nehatin xuyakirin. Ji ber ko xêzên stûr , yên bûyerên romanê ev in:

Gundekî Kurdan li bakurê Kurdistanê ye, li devera Serhedê ye. Navê gund Tendûrek e. Navê axayê gund jî Ûsiv e. Sed mal gundî hene. Di bin sîbera axatiya Ûsiv de cotyariyê dikin. Dem derbas dibe. Ûsiv axa dixwaze traktorê bêne gund û zeviyên di destê gundiyan de pê hilke û bajo. Ev kiryar dibe egera dijminatiyê di navbera cotyar û Ûsiv axa de. Raberzîn û daberzîn çêdibin. Þer di navbera wan de çêdibe, germ dibe. Soro, Mîro û hin gundiyên din dikevin zindanê. Gundî didin xuyakirin, ko zevî yên wan in. Lê ti qoçan û kaxez li ser vê yekê di dest gundiyan de nebûn. Piþtî demekê Soro û Mîro ji girtîxaneyê têne berdan.

Dîse rikeberî di nav gundiyan û Ûsiv axa û berdestî û xulaman de peyda dibe. Þevekê Sîno û kesên din fîþekan di pencerê re diberdine Ûsiv axa, lê mixabin ew birîndar dibe û mêhvanê wî, xwediyê traktorê tête kuþtin. Piþtî demeke ne dirêj Ûsiv axa dirabe ser lingan, ji xwe re traktorekê dikire. EW kirîn dibe egera þer pêketinê. Soro seroktî û serkêþiya gundiyan dike. Kurê Ûsiv axa di bin dar û çowan de tênine ber kuþtinê. Qumandar û walî aliyê Ûsiv axa digirin. Piraniya gundiyan zindan û bindar dikin. Cotyarên gund avokat ji doza xwe re digrin. Lê di wê demê de cendirme bi dizî alîkariya gundiyan dikin. Kevala bûyerên romanê dide xuyakirin, ko axa, walî û qumandar li alîkî ne û cotyar û cendirme li aliyê din in. Ev tabloyeke bêrê çêkirî ye. Li dawiyê kurê Ûsiv axa bi ser xwe ve têt, sax dibe. Girtiyên gund têne berdan. Cotyar xwe dikin yek, nahêlin ko axa zeviyan bi traktorê hilke. Êrîþî traktorê dikin, bi ser mala axê ve diçin. Kufletê axê ji gund derdixin. Mala wî didin barkirin. Gundî bi ser dikevin. Axa bi lez ji gund direve, sixêfan dike, fortan dike, dide xuyakirin, ko dê zû vegere.

Romana Zeviyên Soro çîrokeke ne tenê li ser gund û gundayetiya Kurdan e, lêbelê ew bi xwe jî bi rengekî gundîtî hatiye nivîsandin! Çima?

Berî her tiþtî mirov tê de hûr avakirina hunerî-dramî nabînit. Ji ber ko piraniya romanê wek tomarkirinê ye, wek fotokopîkirina jiyana gundê Tendurekê ye. Ti guhertinan li rêveçûna wê jiyanê nake. Ango ti tûjcudayî di navbera peyva gundiyekî û diyaloga hundirê romanê de tine. Hestek bi xwêner re peyda dibe, ko nivîskar ti bêjingkirin û guvaþtin li bûyeran nekirine. Bûyeran welê rast bi rast dinivîse, serpêhatiyên Serhedê tomar û kopî dike. Her çi ko nivîsandina bûyerên romanê ew bi xwe bûyerên jiyanê bin, bêyî ko nivîskar tevgerê bike, ji bo guhertina wan salox û serpêhatiyan ber bi bûyerin wêjeyî-dramî ve, beloqkirin û tûjkirin nehatine kirin, di derheqa wan serpêhatiyên siruþtî û normal de ti spehîkirin çênebûye. Li gundên Kurdan, li hemî gundan herdem ev rewþ li dar e. Vêce çima tenê çîroka vî gundî dê bibite roman? Careke din ev e pirs.

Ji ber vê tevî mirov diþiye bibêje ko:

Nimûnekirina bûyer û kesan gelekî sist e. Ji gelemperiyê, ji nêrîna tevayî û giþtî nivîser negehaye radeya çêkirina nimûneke wêjeyî taybetî. Ew wek bi navê gundiyan tevan dipeyive. Welê jî dixwaze hest û rewþa hemiyan bi hev re bide xuyakirn...

Mixabin nivîskar di nav rêza gundiyan de nikarîbû ji gelemperiya fikrî xwe bigihîne nimûnekirina taybetî. Ji ber vê yekê û berî wê jî ji ber doza kopîkirinê, roman dimîne li tixûbê serpêhatiyên gundên Kurdan û gelekî çetin e, ko derbasî zeviya wêjeya hunerî bibe.

Li gor baweriya min roman ne tenê li ser çêkirin û ristina bûyerên jiyanê ava dibin. Lêbelê ya pêdivî û giring ew e, ko gelek ta, pir xêzên romanê ji nik nivîskar bin. Ew tayên ji tûrê xewn û teswîra nivîskar bi xwe hûnandî bin. Ew deziyên ji wir derkevin dê çîrokê geþtir û xweþtir bikin. Radeya hunerî ya bilind, ya romanê ji wê cudayî û jihevdûrkirinê çêdibe, ew veqetandina di navbera serpêhatiyan û çîrokên folklorî û romana hunerî de. Romana li ser zeviya drama û bingehên bûyerên taybetî avakirî, helbet dê zimanê wê cihê be ji zimanê jiyana rojane.

Bêgoman piraniya huneriya romanê di zimanê çîrokbêjiyê de tête dîtin û pir bi hunerê çîrokbêjiyê ve girêdayî ye. Ew hunera ko binavê (hunera vebêjiyê) têt binavkirin çiqasî nivîskar xwe ji dava diyologê xilas bike, dê hewqasî xwe nêzîkî hunerê çirokbêjiyê bike. Di romana kurdî de pêdivî ye, em ji bîr nekin ko astengeke din heye, ew asteng girêdayî ye bi dema çîrokbêjiyê ve. Dema çîroknivîsîn li cem nivîskar tête xuyakirin û veqetandin ji dema bûyeran û li gor hevbendiyên herdû deman di rîsê çîrokê de valahiya romanê tête avakirin. Wek nimûne di Zeviyên Soro de gelek dem bi kar hatine û dema çîrokbêjiyê tevlî dema bûyeran bûye. Carna dema bûrî bi kar têt, carin din dema niha. Wek: ‘Niha traktor diþewite’, ‘Niha þik tevî hêviyan bûbû’ r.97. Di gel ko di diyalogê de dem ne wisa xuya dike, çiku piþtî her peyvekê dinivîse ‘Soro got’. Di rîsê dema çîrokê de ‘bû’ li dijî ‘got’ tête berçavkirin, li cihekî din dinivîse: Wan salan heft hezar û pêncsed paqnot, gelek pere bû’ r.67. Li vir basa dema bûrî dike, ango dema nivîsandina çîrokê ji dema çêbûna bûyeran vediqetîne û dûr dike. Ji ber vê yekê nivîskar xwe ji romanê derdixe der û li derveyî bûyeran diraweste. Di gel ko li pir deverên din di nav bûyeran de dijî...Ev hemî dibin egera tevlîhevkirinê. Roman seranser bi yek awayî bi rê ve naçe û nayê ristin, nemaze ko pirê caran yekser diket nav rûpelên çîrokê... Bi rastî gelek eger û binas li dijî bilindbûna radeya hunerî ya romanê gihan hev: Peyvên pir gundî û rojane, bikaranîna peyvik û gotinên taybetî ‘herêmî’, pirkirina kesan di romanê de, li dawiyê dirêjkirineke bêtixûb ya çîrokê û basa doza kurdî û li çend deveran þoreþa Þex Seîd hatiye kirin. Dîse wek kamêre ji ser romanê here ser meseleyên din. Îdara Dewleta tirk: ‘Civatê de tiþtên wilo, bi cure cure hatine qisekirinê. Lê belê ne erd didane gundiyan, ne jî eþîrên koçer li gundan dihatine bicîkirinê... ya rastî hukumatê neheqî dikir û ewê jî bi xwe re rehetî nehanî’ r.141.

Digel vê hemiyê jî em nikarin paþdemana romanê, ji aliyên hunerî ve tenê bikin binasê nivîskar. Û giring e gava em romana kurdî bixwînin, em wê li gor romana cihanî nepîvin...

Dîse ez dibêjim û bawer dikin ko romana Zeviyên Soro karekî mezin e. Ji ber ko romana Zêviyên Soro li demekî hatiye nivîsandin, li wî çaxî huner dihat sarkirin, û mirov bi kotekî dihatin sorkirin! Lê tenê xwezî berî bîst salan bihata nivîsandin û belavkirin...û her û her nivîsandina bi kurdî têrkirina wêjeya kurdî ye û rengînkirina kevala hunerê miletekî kêmhuner e.

 

*Zeviyên Soro. Nûrî Þemdîn. Weþanxana Kurdistan. Stockholm 1988-313 rûpel.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST