Xwekuþtina nameyekê

Þahînê Bekirê Soreklî

Di vê sibeya yekþemê adara 96’ an de nameyekê xwe avêt nav ava çemê Danûbê û nema hat dîtin. Du rojan berê karmendekî postexaneya bajarê Augsburg, Siegfried Hubert, ew di çav xwe re kiribû û xistbû beriya xwe. Karmend bi kêmasî çar caran zerfên li ser navê Fraulein D. F. hatinê rêkir vegerandibûn welatê ew jê dihatin ji ber ko çi jimar û navên kolanan li ser wan nebûn. Li gel wê jî name, ev bûbûn çar-pênc car, di nav zerfeke nû de car din dighiþtin postexaneya vî bajarê almanî. Da ko li ber kesekî din wê nexwêne, Siegfried di þefaqa vê rojê de li gel segê xwe derket seyraneke li kêleka çêm, li nêzîkî avê name ji beriya xwe hanî der û li ser îskemeyekê daniþt, bi armanca ko wê bixwêne. Bi çirandina kêkeja zerfê, vekirina rûpelê û xwendina " Meine sehr Geliebte D. " re bayekî qebe ko ji niþka ve kes nizane ji ko hat kaxez ji nav tiliyên wî hanî der û bi firan xist. Hema bi çend metroyan ji wî wê de nameyê xwe bi ser ava çem de berda, peyvên di xwe de dan helandin û wenda bû.

Di êvara eynî rojê de peyakî li Australya xwe avêtibû nav ava çemê Parramatta. Di nexweþxaneyeke bajarê Sydney de nameyeke bi van peyvên li jêr di cizdanê wî de hatibû dîtin: Delala min, di þevreþiyê de bang li min meke. Guhên min nema dikarin pêlên dengê te di tarîtiyê de ji hev vereþînin. Eger di nav sepeta te de dilê te beza lêbixe û ber bi yê min biqaqije xwe çeke nav ava çemekî xwe digihîne deryayê. Giyanên me dê rojekê di binaniya ava wê de xwe bigihînin hev û ew gihîþtina hev û din re bibin beþekî ji ava bi gemara mirovan hatî kujtin. Berdilgirana min, mêjiyê min bi mûyê ji ber kulavên odeya bavê min manî hatiye dagirtin, canê min bi çardeh hezar rêzên ji hemî aliyên cîhanê bi çolê ketinî hatiye sînorkirin û giyanê min ber bi qederê radikiþe. Di kûraniya þevên jiyanê de bi þopa ezê xwe dikevim da ko rastiya wî ji binê kûlika van rojan derînim lê hew diniherim roj helatiyê û rîsê ji ber teþîrêþên dunyaya me mayî xwe berdaye nav giyanê min û ez jî wek hemdemên min bi pê wan qaqilan xistime ko mirovên sedsala me xwe pê mijûl dikin. Di nav tamarên mêjiyê min de hespine lîwankirî hene ko dixwazin bidin xarê û xwe bigihînin dera kesek negihîþtêyê lê sindifan ew di nav dîwarên serê min de qeyd kirine. Xwe dispêrim tengearmancan û dibêjim xwe, roj bi roj ber bi pêþ biçe, hemî jiyanê meke yek gewremebest. Wan volkanên di mêjî û dilê te de razanî vemejîne, yan erê, dawiya te dê bibe wek ya bi saxî hatinê sûtandin.

Rinda min, nameyên te yên xortaniyê di quncekî garaca me de, di nav naylonekî reþ de veþartî dinalîne. Ev bîst û pênc sal in, dibêjim, ezê wan di dawiya hefteyê de ji nav wan textikên kifikîn azad bikim lê hefte dibin heyv û meh dibin sal û dem dibe jiyanek, û ditirsim rojekê li wan bigerim û hew bibînim ko miþkan ew ji xwe re kirine zad e, yan þîdariyê peyvên tê de helandine û nameyên te jî wek te bi ber bayê qedera xewnokî ketine. Çelenga min, xortekî bîst û sê salîn çar þevan li nik te þilf û tazî di nav lihêf Graz de hat êþkencekirin da ko sozên xwe neþikêne û tu qîz li diya xwe vegerî, û salan rapê hev kirin û rojekê ji rojên wan tu bi girî hatî pêrgîna wî û te gote, xweziya wî û ne segbavekî ji mirovan tu kiribûya jin, û te ew bi van peyvan birîn kir û benê ko hûn kiribûn yek qetiya û jiyanê dîwarekî qalin xist navbera we û we hev wenda kir. Bedewa min, li þikeftekê digerim ko mirovan ji min biparêze û min ji wan, li çiyayekî digerim ko min bighîne ew bilindiya ez li pê, û ji dîwarên girtîgeha civakê dipirsim, çima weqa çax ji bo va razana bêyî kelk, çima ewqas kat ji bo va xwarina ko dibe pîsîtî, û qîrîneke ji asîmanê heftan dikeve nav guhên min yên ji dengan aciz bûnî, dibêje, tu xuda nînî. Çima jiyan weqa kurt e, rojên wê bi bêsûdbûnê dagirtî ne, mirovên di nav de weqa bi sînor û bêyî sînor in ?!

Þêrîna min, dixwazim bi vî zimanî, bi van gotinan, bi vê kurtenameyê xwe bigihînim canê te, lê bila di hucreyên mijiyê te de guman xwe nelipitînin, meke ji min re behsa evînê. Eþqa di dilê min de wekî deryaya Atlantîkê ye, bêyî ser û bin e, heye ko îroj evîndarê te bim, lê mebe xwediya min. ez ji xwedîlêderketinê westa me, naxwazim kesek li min xwedî derkeve, bila hema li segan xwedî derkevim.

Kevnehevala min, ji min hez bike di wê êvara em tê de rastû hev têyên de û ji bîr bike di þefaqa ko em tê de xêtir ji dixwazin de. Meke ji min re gotina eþqa ebedî. Bimre her tiþtê ebedî.

Xweþika min, Têye bîra te dengê zengilên kilîseyên Viyena, kulîlkên li dorhaliyên ew kelaya li ser girê Graz?! Wîne bîra xwe, wekî ko ez deng û kenê te tînim bîra xwe, hêstirên te, tama xuha giyanê te, bêhna bin çengên te, û ew germahiya nav çaqên te ko min bi nexweþiya mêlankoliye dixin, ew lêvên te, ew ciwanmemikên te û tevahiya tuyê te.

Hingiva min, te digot em ê yekemkurê xwe wek Saþa bi nav bikin, te digot, û þoreþê xewnên me yên pozbilind bi ber leheya xwe xistin û bi rê ve ava leheyê miçiqî û di nav qûma sehara ya mezin de þoreþ ji tîna mir. Û bi encama vê yekê þorþgêrên bejî hatin holê û dahol û zurneyên gundiyan, tenekeyên zarokan û hacetên mûzîkê yên japonî cîhê sîmfoniyên Beethoven girtin û çanda þoreþê ket sikranê û þoreþa çandê di zikê dayê fetisî.

Ya ez jê pir hez dikim, çiqa çak bû ko me çi gustîrk nedan hev dîn, ko evîna me bi bûyîna çi Saþayan nehat kujtin. Dûrbûn û wendabûna me hêzê didin va evîna di nav dilên me de vêketî. Kujerê evîna me dê zewac bûya. Hîva min, di nîvê þevê de, dema tu ji ber xurexura mêrê xwe direvî derve, li stêrkên di paþ ewrên Ewropayê de xwe veþartinê bigere, heye ko tu yekê ji wan bibînî. Kincên li xwe biçirîne, xwe ji bandora salan li giyanê te kirinî biazadîne û ber bi stêrkê bifire, da ko em di nav þewqa wê de xwe li ciwantiyê vegerînin û di nav agirê wê de biþewitin, da ko em qederê bikujin û nemînin, û eger em li dû nemanê dîsan vegeriyan nav rotîna rojane, nizimtiya jiyînê û gereka mirovan, li ber yezdan bigere ko bila hebe, û eger hebû, bila diyariya pêþkêþî me kiribû di katê de ji me bigire, da ko em nebin dîlên jiyînê.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST