Salvegera 20an a koçkirina

Seydayê Mele Ehmedê Namî

Gotina malbata seydayê Mele Ehmedê Namî

Samî Namî

Êvara we bi xêr!

Þeveke weke vê þevê ji min re bûbû xewnek û mabû keserek di jiyana min de. Loma, min pir dixwest û hêvî dikir, ko þeveke halo bibe rastiyek, û ez bi çavên xwe bibînim. Min, weke ko dixwest bîranîna pêncsaliya koçkirina bavê xwe pêk bînim, lê nehate milê min û dost û hevalan. Hêviyên min mane bi bîranîna dehsaliyê ve, lê ew jî weke pêncsaliyê bi sarî derbas bû. Ez mame li benda pazdesaliyê ve, lê wê jî bi bê his û dengî keserên min pirtir û hêviyên min melûltir kirin. Wilo, bîstsaliya koçkirinê hat. Ez bi tirs bûm, ko ew jî weke yên berê, sar derbas bibe, êdî ew keser ji dilê min dernekeve û ew xewna min nebe rastiyek. Lê, saya Xwedê û serê xortên hêja va ye, em bîranîna bîstsaliya M.E. Namî di vê þevê de pêk tînin. Bi vê bîranînê jî Namî, di demê de, zindî dibe. Zindîkirina wî jî di riya çalakiyên rewþenbîrên Kurd re, yên ko Namî yek ji wan bû, rû dide.

Erê, berî M.E.Namî ristevan be, ew nûnerê rewþenbîriya kurd bû, nivîskarê kovarên Ronahî û Hawar bû. Lewra, ez xwe þad û bextiyar dibînim, ko rewþenbîrên Kurd, xwedanên kovarên kurdî û nivîskarên wan barê vê bîranînê hilgirtin û ev þev li dar xistin. Ez bi navê xwe, bi navê malbata M.E.Namî spasiya beþdar û amadevanên vê þevê dikim. Hêvîdar im hûn bi xweþî û þadî, ne tenha vê þevê, bi hev re bidomînin, lê nûnerên rastiyê bin ji rewþenbîriya kurdî re. Cihê behwerî û serbilindiyê bin, ne tenha di kar û barên xwe de, lê wilo jî di têkilî û danûstandinên xwe de... Û dîsa sipas.

Kurtejiyana M.E Namî

Nîgar Namî

Bi reþkirina hin rûpelên bêzar, em ne desthilatê ronîkirin û berçavkirina pileya rewþenbîriya Namî ne. Lê em xwe, bivê nevê, derbarî danasîna kurtejiyana wî dibînin.

Hozanê Kurd, Cegerxwînê nemir, di dîwana Pirîsk û Pêtî de pesnê Namî di helbesteke xwe de bi vî rengî dide:

Namî, me ji nameya te zanî

Seyda yî ji bo melayê Xanî

Belê, Namî navnîþanê torevaniyê bû, ko mele Ehmedê kurê Mehmûdê kurê Evdulla li xwe kiribû û nivîsandinên xwe bi vî navî dixemilandin. Di jiyanê de jî bi navê mele Ehmedê Namî dihat naskirin.

Mele Ehmedê Namî di sala 1906 an de li gundê Erbetê, qeza Nisêbînê çavên xwe li cîhanê bel kiribûn, û ji sînga diya xwe Xedra Firþik bûbû. Namî destnivîsek bi navê Çiko li bîr im li þûn xwe hiþtiye. Gelek bîranînên xwe di vê destnivîsê de diraxe. Wilo jî li ser kurtejiyana xwe radiweste. Tê de dibêje:

Di sala 1906 de, heyva gulanê li gundê Erbetê hatim dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadar bûne. Ango, bi bîna gul û sosinan, bi dengê þalûl û bilbilan, bi dîtina roja jîndaran, bi hingivtina (destdana) berê dayikeke Kurd û li tamkirina þîrê bustanê wê dayikê tamdar bûne.

Paþê, ez bi dergûþeke darî ji darên çiyayên Kurdistanê li ser erd û di bin azmanê wê de, bi destekî kurdî, hatime hejandin... di himbêza dê û bavê dilovan de, bi delalî, hatime xwedîkirin...

Ez pêncsalî bûm bavê min havîna sala Berfa giran (Berfa sor) li bajarê Mêrdînê çû rehma Xwedê û li wê hate veþartin. Dema bûme heftsalî diya minî dilovan bi dilþadî û xweþî bi destê min girt û ez birim xwendinê...spartim seydayê gund... Lê, sed mixabin, piþtî destpêka xwendinê, pir li min nebûrî diya min jî dest ji min kiþand, çû rehmetê, ser da xewa þêrîn, xewa yekcarî, bê hiþyarî.

Piþtî mirina diya min, metika min ez û mala min ji gundê me yê kevin Erbetê rakirim û birim gundê Girhesin, yê ko mala wê lê bû. Piþtî ko min dê û bavê xwe, yên dilovan bi yekcar winda kirin û ji nav heval û hogirên xwe derketim û çûme gundê biyanî nenas, ji metika xwe pêve min kesek nas nedikir. Hertim bi kul û derd bûm, diljar û perîþan bûm. Þev û rojên min, pirê wan, bê xew û xwarin derbas dibûn. Min baþ dizanî, ko metika min hê ji dê û bavê min ji min re dilovantir e, zîziya dilê min agadar bû.

Metika min hê ji diya min bêhtir qedrê ilm û xwendinê dizanî... ji min re tim digot: ‘Kurê min, dive tu bixwînî. Her xwendin e ko insanan serfiraz dike. Xwendinê gelek jar kirine serdar, xwendin bi dest herkesî nakeve’.

Bi vî dengî, Namî cih û warên xwe di bin barê jiyana zor û sitem de, bi metika xwe re, diguhertin. Wilo, ji Girhesin xwe guhestin gundê Letîfiyê. Ji wir xwe li gundê Kertiwênê girtin. Piþtî xêzvêzbûna þerê cîhanî yê yekemîn berê xwe dan gundê Darê, serkaniya xwendinê. Li wir Namî li xwendinê vegera. Piþtî Quran xitim kir li Kertiwênê vegera, lê metika wî nehiþt payiza wê salê bê xwendin di ser re derbas bibe, gava ew þiyande Darê û ji nû ve bû feqe. Namî dibêje:

Min dest bi xwendina kitêba seydayê Xanî Nûbihara Biçûkan kir. Piþtî ko min kitêba Seydayê Xanî Nûbihara Biçûkan timam kir, min dest bi xwendina kitêbên þerîetê kir.

Namî sala 1920 an di gel seydayê xwe mele Brahîm û çend feqehên hevaldersê xwe, ji Darê çûne bajarê Mêrdînê. Çûna wan ne ji bo xwendinê bû, lê heryekî destek çek ji xwe re çêkirin û li seydayê xwe mele Ubêdulla vegeran. Destûra xwe jê xwestin, ko herin nav Aþîtan dibistanekê vekin. Wilo, Namî û çend hevaldersên xwe, bi serkêþiya seydayê xwe mele Brahîm berê xwe dane Girê Siwêr. Li wir cih girtin û xwendina xwe kirin. Piþtî pênc salan Namî vedigere Tilminarê. Ji wir dadikeve Amûdê. Çend roj derbas dibin, dîse hildikiþe gundê Kercosê. Ji wir diçe Êstilê. Li Êstilê mirina bavê seydayê xwe mele Brahîm dibihîze, tê serxweþiya wî, lê seyda nema dil dihêle ko bi þûn de vegere. Piþtî du salan ew û çend hevaldersên wî bi seydayê xwe re diçin gundê Tilþeîrê û dibistanekê li wir vedikin. M. E. Namî li gundê Tilþeîrê cih digire, dest bi jiyana xwe ya civakî, torevanî û kurdewariyê dike. Rola rewþenbîrî bi kovarên Ronahî û Hawar re girê dide.

Dibe yek ji dostên nêzîk ji rewþenbîrên dema xwe re û di nav wan de mîrê rewþenbîriya kurdî di sedsala bîstan de Mîr Celadet Bedirxan. Wilo jî dikeve nav kom û komelên Kurdewariyê. Piþtî demeke dirêj, xwe ji gundê Tilþeîrê, diguhêze bajarê Qamiþlo.

Dawîjiyana xwe, bi malîtî, li wir berdewam dike. Di 11. 12. 1975 an de, piþtî nexweþîke dûdirêj diçe ser dilovaniya Xwedê.

Xwedê wî bi dilovaniya xwe þa bike... û spas bo guhdariyê.

 

Bîranîna Namî

Seydayê Tîrêj

Sivik rabe dilê xemgîn silavê min bi dûr mek

Ji Qamiþlo tu rê bigire here Taxa Qidûr Beg

Li ber kêla serê Namî tu rûnê ey dilê jar

Bi wî dengê xwe yî zîz tu bikî qîrîn û hawar

Bi qasî berk û darên Cûdî û Þingal û Torê

Silavê min tu lê ke ko bila rabe ji gorê

Dizanim ew bi hesretiya welat çû ji neçarî

Eva bîst sal buhirtin ew di gora teng û tarî

Ji xwer carek binêre li çar hawêrê gerdûn

Qiriktalî demên reþ ko çiqa dîtin hemî çûn

Eva roja me ya rohnî ji hêla reþ bi derket

Þiyar bûye ji tamara xewê bê çarê milet

Divê em ranezên îro bikin kar û xebatê

Veger ey Ehmedê Namî ji riya çûn û nehatê

Dem û dewra te ye Seyda tu bigrî xam û defter

Bidî ber þiîr û helbestan li meydanê her û wer

Bi wan þiîrên xwe yî taze li ser pozê neyara

Wekî bilbil bikî qîrîn li ser lat û zinara

Keç û xortan tu serxweþ kî bi marþên xweyî di cengîn

Berî bidine neyaran ew digel wê ala rengîn

Berî nedine hevûdû ew bi ceng û kuþtin û þer

Çiko dersa neyar e ew ne dost e hem ne rêber

Þerê xwe bi xwe ji me re dike ziyanê qet ne kar e

Ko ev xwîn tê rijandin tev ji bin destê neyar e

Çi bêjim ez gelek heyfa mi tê li xwîna ciwana

Hezar ax û keser Seyda ji destê van nezana

Li ber çoganê tazî û eyran û tirk û laz in

Di meydana þeg û holan wekî gogê dibazin

Divê em haj xwe kin îdî gelek þerm e mexabin

Divê ko em nebin alet di destê pîs û dijmin

Riya rast û dirust û qenc bira her kes dibînî

Riya xwar û xerab û þaþ me ji hevdû dûrdixînî

Eger em guh nedin dijmin bi rastî em bibin yek

Bi sîh û pênc melyonê kurd emê gogê bibin þeg

ji hev re em nebin sersot di dev maþka neyara

Bi koça miletê xweyî kurd emê bigihêjine wara

Zeman dostê me ye îro ko em çi bikin dikarin

Di bin destê neyaran de çima em dîl û jar in

Emê gazina ji kê kin tim ji dostê me tê serê me

Emê çawa xwe azad kin ko dijmin rêberê me

Gelê bindest li dinyayê bi dilzozî xwe parast

Ji kurda ez bi hêvî me ji rêça xwar berî bidine riya rast

Ko daxwaza me pêk bê em nemînin bend û kola

Ji karwanê dem û wextê nemînin em li çola

Li dunyayê bibin em jî xwedanê tac û þewket

Dema ko em herin gorê nemînin dil bi hesret

Di esmanê welatê me stêrka me xuya be

Bela ala me jî îro di nêv ala dera be

Çiqa bêjim xelas nabin kul û derd û xemên dil

Bi zincîrê me ew barê giran berdaye ser mil

Tu car milet ji bîr meke xebata bavê Samî

Hezar rehmet ji dev Tîrêj li ser gora te Namî

 

Helbest

Dildarê Mîdî

Seyda li te mizgînî ko em dara berû ne

Bahoz li me dide û ji cih em neleqandin

Qurmê me ji rengê sekehan çûye di xakê

Lewra evî bayî ji me yek nehejandin

Çendî bi barê berf û bahoz kom be li ser me

Yek çiqlî û katik ji me qet nayê þikandin

Hingê kelem pir bûn lê îro em teht û lat in

Çerxa felekê va li ber me hate tewandin

Pir þa be Seyda êdî tu carek mebî xemgîn

Kula di dil de vaye bi topa tê peqandin

Ew jan û evîn derbû birîna ko di navê

bi bîna barûdê bi carek hate kewandin

Vaye li alîkî ji welêt em bûne komar

Navê me di neqþa cîhanê tê neqiþandin

Him li aliyê dîtir binêre li deþt û zozan

Bejna çiyê çawa bi xwînê tê xemilandin

Tehtan diguvêþin îro deþtan diverêþin

Hembêzdikin wan bi hêsanî têne mijandin

Lo Seyda tu meyza bikî li rewþa cîhanê

Doza me îro bi çi rengî tête bijartin

Hindik maye ez xweþ bawerim peymana Lozan

Ji ser masê rabe bi destan bête çirandin

Ev ne hidik e qet li ba min çawa dibînî

Kelha sîtemê hino hino tê herifandin

Xweþ xweþ tu binêrî bi hûrî li nava dijmin

Þerm û fehêtê wî bi carek tê hilweþandin

Êrîþê dibê bi firokan ser komê leþker

Her kes dibînê kito kito tê þewitandin

Ma qey ev çi ye ne hêza þoreþgerê kurd e

Dû vê bahozê kirin qiç û ew vegerandin

Ez hêjî dikarim bibêjim bubhure Seyda

Xama min zuha bû li vir ew hate sekinandin

 

Mele Ehmedê Namî û þevbiwêrkên Qudûrbegê

KEÇA KURD

Di pey qonaxa Xoybûnê re, piþtî çira canpakiya Celadet Bedirxan di bîra qederê de vemirî, qonaxeke nû dest pê kir. Di rewþeke nû de, nemaze di pey sala 1957an re, piþkojên têkoþerî û xebatgêriyê li ser sînga xebatgêran dipiþkivîn û di kuncikên tarîþevan de bi destên hiþyariyê çira pêketin.

Di nav tevgera wê serdemê de du nifþan karê welatperwerî dikirin:

1- Nifþek ji xortên xwendevan û rewþenbîrên dilêr, ko xwîna wan li nav mista wan bû... û bi serfirazî bûne pêþengên tevgera kurdayetiyê û barê mezinî kar hilgirtin û çira xwenasîn û hiþyarkirinê bi duhnê bîr û baweriyên kurdperweriyê di mala her kurdekî de pêxistin...

2- Nifþê diduyan: Bavên xortan, ew kes bûn, ko zaroyên xwe ji pêsîra xakperwerî û xebatgêriyê têrþîr kiribûn û kurdîtî di xwîna wan de çandibûn û hê jî diçandin. Vê civata han ji rûbarê Xoybûn û ji kehniya Celadet vexwaribû û bi wê avê dara bîr û baweriyên xwe di zeviyeke nû de av dida. Melbenda serekî ya vê tevgerê bajarê Qamiþlokê bû, di asmanê wê de li nav bahoza sitemkariyê, keskesora xebatgêriyê ji herdû rexên Ceqceqê ve kevan girtibû û dibin vî kevanî de, nemaze li Tara Qudûrbegê zengilê dilovanî û hiþyariyê di guhê her maleke xewaro de, lê dida. Û di hundurê vê xebatgehê de destek melayên mizgefta welatnasî û xebatgêriyê bi can û bi þevbiwêrkin taybetî ji bo, vekolîn, xwenasîn, helbest û dîroka Kurdan, li dar dixistin. Ji vê civatê ev kesên han têne bîra min:

Seydayê hêja Mele Ehmedê Namî, Mele Tahir, Mele Ehmedê Þûzî, Mele Hesenê Hiþyar, Mele Ehmedê Tûj, xalê min Mele Silêman û destek ne mela jî, ji wan: Evdê Têlo, Ezîzê Zazî, Eliyê Zazî û bavê min Emerê Evdile.

Li gel ko ez biçûk bûm jî, lê dostaniya min bi çendekan ji wan re hebû, wek: Mele Ehmedê Namî, Mele Ehmedê Þûzî, û Evdê Têlo... Seydayê Namî yek ji endamên wan þevbiwêrkan bû. Li gora ko min ew nas kiribû, ew mirovekî hest tenik zimanxweþ bû, gotûbêjên wî ji ewrên hezêkirinê dibarîn û li ser gula hevaltiyê xunav digirtin. Bi herkesî re, bi biçûk û mezinan re ji bergeþa xebatgêriyê dixwar. Hevalekî dilovan û gelekî li bavê min nêzîk bû. Ji bo bavê min ew dihate mala me û bi min û Berzo re jî civat digirt û bi zarê xwe yî þêrîn tevna rewþenbîrî û kurdayetiyê çêdikir. Guh dida wan helbestên Berzo, yên lawaz û seretayî û gava carekê Berzo çend malik ji helbestên xwe li ser tembûrê bi awazên kurmancî ji Seyda re gotin, gula Namî, geþ bû, çeng nebûn pê bifire. Wî dixwest Berzo di dilê xwe ke. Piþtî rojekê diduyan hunermendê hêja Mihemed Þêxo hate mala me û dev li ken got: ‘Seydayê Namî tirsek kire dilê min, wî hiþt ko çogên min biþkin, hingî wî pesnê Berzo da. Min got: ‘Seyda te ji pêþî ve bigota ko Berzo ye, ez neditirsam, min got ka ev hunermendê mezin kî ye?!’

Du caran bi Seydayê Ehmed Namî re, cara pêþî û ya dawî, wek du kat û du niviþtokên pîroz di nav gurzegulên bîranînên min de heta sax im, dê her bimînin.

Min rengên "alê" ji helbesta Cegerxwîn û bi têgehiþtina zarokî nas kiribûn, belê min li tu cihan ala pîroz nedîbû. Cara pêþî ko ez çûme mala Seydayê Namî li wir min ala Kurdistanê dît, li wir çaxa ko di zîndanan de neynokên xebatgêran hildikirin û tirsek bêhevta hebû, li nav dilê mêzerekê bi tevnî ala Kurdistanê hatibû çinîn û bi dîwarê xanî ve hilawistî bû. Namî di wê civatê de bihayê serfirazî û naveroka rengên alê bi hevrîþmê gotina xwe ji min re bi dar ve kir.

Cara dawî, ko di pey re, Seydayê Namî bi pîrî li pey Xwedayê xwe çû. Gava ez ji baþûrê Kurdistanê vegereham, ew nexweþ bû, wê þevê ez bi bavê xwe re, çûme serdana wî. Ew ji nav cihê xwe rabû, çeng bû devê derî, destê min weha bi germî girt û berneda, wî dixwest ji germiya destê min dilê xwe ji rûbarê þoreþa kurdî tijî ke, bi kelgermî ji min re got: ‘Tu li ba min muqedes î, tu du car muqedes î, carekê ji bo ko tu çûyî û te ziman û edeba kurdî xwend, û careke din tu muqedes î, ji ber ko te hevpiþkî di þoreþa kurdî de kir’. Ev gotinên ha ji kûrahiya dilê wî derdiketin. Dilovaniya Namî ji kêþa wî re hiþtibû, ko pirpirîka canê wî rojê sed carî di agirê kurdayetiyê de biþewite. Xwendin û nivîsandina ziman û helbestên kurdî li ba Namî û hevalên wî karekî pîroz bû, ji lewra em dibînin, ko þevbiwêrkên wan herþevî bûn û ji berhemên wan þevbiwêrkan, wan civat û tevgeran, ev herdû pirtûkên Namî bûn:

1-Agirê Sînema Amûdê

2-Daxwazname

Herweha nivîsên mele Hesenê Hiþyar, ko rûpelên pirtûkên wî bêjimar in û ji hemî rengan gul û biþkojên welatê xwe kom kirine. Û wek ez dizanim ji kesên wê civatê Evdê Têlo jî li ser dîroka Kurdan û kelepûriya Kurdan dinivîsî, herweha helbestên Mele Tahir jî gelek hene. Kesên di wê civatê de û di wan þevbiwêrkan de hevpiþkî dikirin, hemiyan xwe bi xwendin û nivîsandina helbesta û mêjûya kurdî mijûl dikirin. Þevbiwêrkên wan jî bi vî rengê xwarê bûn. Ji piþtî nîvro karê wan dest pê dikir. Civatên berdîwaran hebûn û yek ji wan civangeha li nêzîk mala me bû, ko dîwarê qapanê bû. Ew lê rûdiniþtin û dengûbas kom dikirin û ji wan kesên di vê civatê de xuya kirîbûn bavê min Emerê Evdile û xalê min Silêman bûn û navê ‘"îzaa berhêtko’ li vê civangehê kiribûn.

Li þevê civîna taybetî dest pê dikir û her yekî ji wan çeltekê got û bêjan vala dikir. Hin bi nizm û nermî û hin bi hiþkî li derya meqerisiyê siwar dibûn, pêl tevlihev dibûn, nimz û bilind dibûn, ta li dawiya þevê þapa gotinan li zevîka rastî û dilovaniyê radiwesta. Destê biratiyê dihejandin û li nav kolanên Qudûrbegê li ronahiya çirîskên hêviyan belav dibûn, da þeveke din li ser çengên daxwaz û hestin nû, da li civaneke nû çira þevbiwêrkeke nû pêxin... Li dawiyê du pêþniyarên min hene:

1- Hêja Osman Sebrî: Ez dibînim ko me kêmahiyek mezin li beramberî wî kiriye û ya rast ew e, ko em þevbiwêrkekê ji bo vî mirovê xebatgêrî pir hêja li dar xin

2- Em karekî bikin, da em bikaribin bi dilovanî rewþenbîr û nivîskaran di bin sîwana berjewendiya ziman û toreya kurdî de, kombikin.

 

Ehmedê Namî Þivanê derdan

KOVARA ZANÎN

Ga dimire, çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.

Bêguman, dema ko mêr an çi mirov be, di jiyana xwe de, tiþtekî hêja bike, wê navê wî bi wî karî ve bê girêdan. Gelek kesên hêja hebûn ko di jiyana xwe de pir westiyan, dijwarî û taliyê jiyana wan vegirtibû. Lê dîsa jî, ev kes di cihê xwe de ranewestan, jiyana xwe ne wek kesên normal berdewam kirin, lê bi danekî pir hêja û giranbûha xwe bi cî kirin. Lewra navê van kesan jî, di mêjiyê her mirovî de ma.

Ev kurtegotina jorî min di hejmara yekê de, ya kovara me kovara Zanînê de belav kirbû, dema me gotar li ser seydayê Palo nivîsîbû. Ev gotinên han li bejna seydayê me yî nemir Ehmedê Namî jî tên.

Seydayê Namî weku me li ser xwendiye û me berhemên wî di kovarên kurdî Hawar û Ronahî de dîtine; mirovekî ta bi hestiyên xwe kurd bû. Derdên gel û welat ti carî ji bala wî nediçûn, ta ko di malikek ji malikên xwe de ew xwe dike þivanê derdan. Di hejmara 30î, ya kovara Hawarê de, helbestek bi navê "Diljaniya Haco Axa" nivîsiye û van gotinan tê de dibêje:

Haco tu bi navê kurdewarî

Razayî li benda efwa barî

Emrê te meger gihabû þêstî

Nazdarê welat tu zû nivistî

Namî bes e, ey þivanê derdan,

hêja bi xweþî dikî xeberdan.

Helbet kovara Zanînê nemerdî di derheqê vî seydayê canfîda de nekir, ev seydayê welatperwer û xwediyê marþ û sirûdên niþtimanî û neteweyî û di hejmara 7an de li sala 1993an gotarek hêja bi destê dostê Zaninê mamosta Elî Þemdîn belav kiribû. Ev çend malik ji wê sirûdê ne:

Birayên delal hûn werin xortino

Buhuþta welat de’m herin merdino

Eger hûn neyên van e keç em meþîn

Bese koletî serfiraz de’m bijîn

Welat çav li rê bendewarê me ye

Ciwan herine pêþ dem û dewra we ye

Çend rawestgehên berbiçav di jiyana seydayê Namî de hene, ez dixwazim wan ji we re bibêjim:

-Seydayê Namî hiþ û bala xwe dabû fêrkirin û pêþketina keçên kurd, ev kesên ko nîvê milet in. Ji ber vê wî rabû dibistanek li ser girê Tilþeîrê ava kir. Mirovên paþverû, yên di wê demê de pir enirîn û êrîþî seydayî kirin, ta hinan ev gotinên beloq gotibûn: ‘Namî, konê þeytên li ser girê Tilþeîrê vegirtiye’.

-Rawestgeha diduyan û ya herî hêja ev bû, dema seydayê Namî berî mirina xwe ev gotina dilbiêþ gotibû: ‘Hêvîdar im ji xortekî kurd, roja welat azad bibe, ew bilez bê ser gora min û mizgîniyê ji min re bîne, da ko êdî ez bi xweþî li goristanê razim’

Bêguman wê gelek rawestgehên hêja yên ko mirov serê xwe li ber wan bilind dike hebin.

Berhemên seydayê Namî ev in:

Daxwazname, Agirê sînema Amûdê, Ferhenga kurdî-erebî û hin tiþtên din.

Bi van çend gotinên seyda ezê gotara xwe bixemilînim:

 

Welatê min, bi te ez bûme dîndar

Evîna te ji lawînî kirim jar û birîndar

Gelek wek min di vê rê de fenabûn

Hemî jî bêgoman þêrê çiya bûn

Nebe xemgîn weke Namî ciwanî bê miradî

Bijî herdem welatê min bi þadî .

 

Dil bi êþ im

Salihê Heydo

Halaneke pir xurte ko ez îro dibînim

Lewra dil bi êþ im

Jana wê gelek dijwar û kûr û pir yeman e

Cergê diguvêþim

Xîzîn bi mi ket îro ji cawbir û erînan

Wek topê qumêþim

Rengê ard û hevkîngê bi destêr tême hêran

ez di hundirê êþ im

Herdû gawirên kevra li ser min va digêrin

Hestî diterêþim

Heyanî di hêranê de jî hildipekim ez

li rûyê qerêþ im

Ev halê min e her ko serî rakim ji bo heq

þûrê xwe dikêþim

Bi kuþtin û bi qirkirinê mi zora herkesî bir

Ez têde li pêþ im

Her carekê fermanek li cîhanê ko rabe

Tim jê ez bi bêþ im

Doza min li dara bi stirî geryaye îro

Rengê hevremêþ im

Di nav çavê neyaran de wekî durî diyarim

Þojin û dirêþim

Doza min li piþta min di tûr de pê digerim

Rengê derewêþ im

Parsê dikim ez pê pê li her deryî dixînim

Daxwazê tewêþ im

Dosta qewirandim îro digotin de siktir

Qey rengê kelêþ im

Berjêr diçim û dîsa li jora xwe dinêrim

Yan jî ez li kêþ im

Nawestim ebed çavê min jî qet naþikin jê

Bi gavên xwe li pêþ im

Çendî jî ko dijwarî bibînim paþ de naçim

Çimkî xwedî kêþ im

Behwer bikî pir nêzîk e ko rojê bibînim

Ewran biqelêþim

Ev îbek û merwend û zilindara ko min xwar

Ji nava xwe verêþim

Da agir û burkanê dil û canê xwe derxim

dijmin bitevêþim

Ez kurd im li kurdistanê þînhatime îro

ne ji erdê Hebêþ im

Heyanî ko ez negihême encamê diceng im

Þerqê difelêþim

Tevna ko neyara li dora min honaye îro

ez wê vedirêþim

 

Kovara Pirs

Royarê Amedî

Guhdarên hêja!

Dema we xweþ be. Bi navê kovara Pirsê, em bo amadekirina vê þeva rewþenbîriyê spasiya we dikin.

Pêkanîn û vexwandina kovarên kurdî cihê serbilindiyê ye, nemaze ko zîlana vê vexwandinê

bîranîneke rewþenbîrî ye -bîranîna bîstsaliya koçbûna rewþenbîrê Kurd M.E. Namî ye.

Em pir kêfxweþ in, ko îro bîranîna seydayê Namî bû sedema karekî hevbeþ. Em weke kovar hêvîdar in

û amanede ne, da karên hevbeþ berdewam bibin.

Di roja rojnamegeriya kurdî de, kovara Pirsê û çend kovarên xwîþk þevek li dar xistibûn. Di wê þevê

de kovara Pirsê çend pêþniyar berçav kiribûn. Emê îþev jî hin ji wan pêþniyaran bînin zimên:

1. Lihevrûniþtina berpirsiyarên kovaran bo peydakirina atmosfêreke baþ ji bo avakirina bingehin saxlem yên dan û standinên kultûrî.

2. Damezirandina hin komîteyan, wek:

komîta arþîvkirina çalakiyên torevanî.

komîta bikaranîna durust ji termên kurdî re.

Bila bîranîna seydayê Namî bibe sîmbola karên rewþenbîrî, yên hevbeþ, bo daxuyakirin û pêkanîna

erkên rewþenbîrên kurd. Sipas

 

Helbest

Seydayê keleþ

Namî te ji nameya xwe da me

Bi pêþ ve dida te hunera me

Îþev te di bîra xwe de tînin

Rewþen te dida her devera me

xort vane li ristên te bi kêfin

Wan guftûgotan ruhnî dida me

Rast e tu li cem me pir buhayî

Serdar e li koþik û sera me

Rêka te vekir bo me xelas e

Em tê ve diçin tim kedera me

Rabe ji gorê seydayê namî

Hiþyar me bike ji vê xewa me

Ta kengî ji vê xewê þiyar bin

çûna te gelek zerar giha me

Milet va ji hev tev bûye perçe

Dijmin jî wiha tiþtek neda me

Îro jî tevlihev em ne xwedî ne

Serhiþk û ezî bûye bela me

Em tev de li hevdû berizî ne

Qet qet va dibî bend û bera me

Lêdan û bi kuþtin em diçin hev

Dijmin vemrand find û çira me

Ser rake ji axa Tel Þiîrê

Beyhûde diçin kar û keda me

Seyda de rabe em dest bidne hev

Wê gel guhbidî þop û gera me

Ger em ko bi hev re rast û rind bin

Wê gel xwe bidî ber vê siha me Dema we gelek tarî û reþ bû

Dijwarî diçûn sal û meha me

Mizgîn me li te seydayê Namî

Cenga Xelîcê fêde dida me

Þah çûye û Sovyêt herifîne

Berken me bi van tev çûne dam e

Bayê me ji dûr ve vaye xurt e

Zordaye bi pêþ ve sefîna me

Vaye dûrima me ber bi xêr tê

Hêvî li me ronî bî reþa me

Dûr naçî wê kurd hemî xelas bin

Wê pir xweþ bibî çax û dema me

Wê rojê emê namê bidne te

Namî de bixwîne tu nameya me

Sed rehmet li gora te bibarî

Divim tu nema bixwî xema me

 

Bûyerek ji dîroka winda

Rezo Osê.

Di dîroka miletê Kurd de gelek bûyer û serpêhatiyên winda û jibîrkirî û sergom hene. Lê di demên dawî de ronakbîrên Kurd ev bar hilgirtin û xwe kirin berpirsiyar, ko bûyerên miletê xwe nema bispêrin hiþ û gomanên dema pêþ. Ewê wan biparêzin û nehêlin winda bibin û wê nehêlin destên nepaqij bi wan bileyizin. Yek ji wan bûyerên dîrokî, yê bi kul û derd, bi êþ û xem di 13.11.1960 de bi serê kesên bajarê Amûdê de hat, Agirê Sînema Amûdê. Ew agirê, ko zimanên xwe avêtin gul û kulîlkên her malê. Ew agirê, ko bi þûn xwe de bêhna biraþtina goþtê zarokên Kurd, wek agirê Eleqemþê, di nav rûpelên dîrokê de hiþt. Yek ji wan kesên xwe berpirsiyar dîtin, da ev bûyer jî weku gelek bûyerên din winda nebe û bê ser û þop nemîne seydayê Mela Ehmedê Namî bû. Lewra di rojên pêþî de, berî hilm û bêhna þewatê ji pozan derkeve û berî hêstirên çavan ziwa bibin, pirtûkek bi navê " Agirê Sînema Amûdê " li ser vê bûyerê nivîsand. Pêþgotina vê pirtûkê jî bi destê nivîskarê hêja Bavê Nazê hatiye pêþkêþkirin. Di pêþgotina xwe de Bavê Nazê dibêje: ‘Li bajarê Amûdê bi xwe du þewatên bi nav û deng çêbûne. Þewata pêþî di salên sihî de, dema ko balafirên Fransizan Amûdê bombe kirin, bi bombardemanê bajar hate þewitandin. Tevî ko daniþtivanên Amûdê mîna hemû gelê Kurd di wê demê de rûpelên lehengî di dîroka þerê serxwebûna gelên Sûriyayê de bi xwîna xwe nivîsandin jî, lêbelê pozê dîrokvanên Ereban neþewitî û gotinek li ser vê têkoþînê nenivîsandin û herçî miletê Kurd jî wek hercar hemû tiþtê xwe çi edeb û çi dîrok be, dispêre hiþê kesên, ko bûyerê dibihîzin, yan bi çavê xwe dibînin. Loma jî piþtî mirina van kesan bûyer jî bi wan re dimire. Þewata sînema Amûdê, ya diduya ye ko bi destê dijmin li vî bajarî qewimiye. Ev li gor þewata pêþî ne pir dûr e. Hîn bi hezaran kes hene, ko þewata sînemê bi çavên xwe dîtine. Ta niha jî þopên vê bûyerê li Amûdê mane. Lê ji bextiyariya me re dema þewata sînema Amûdê seydayê Namî nivîsek bi awayê rêportajeke fereh li ser vê þewatê dinivîse. Bi çapkirina vî eserî þewata zarokên Kurdan di dîroka miletê wan de ciyê xwe digire.

Pirtûka seydayê Namî Agirê Sînema Amûdê ji çend pêþberan ava bûye. Pêþbera pêþî pêþgotina seydayê Namî ye, bi navê Pêþberiya Çîrokê ye.

Di pêþberiya çîrokê de Namî ne tenha li ser bûyer û serpêhatiyên winda ji dîroka miletê Kurd diaxife, lê wilo jî li ser mamoste û zane, li ser hozan û hunermendan, li ser torevan û ristnivîsên winda ji vî miletî disekine. Wilo jî li ser kesên ko bi zimanê miletên din nivîsandine û þûnmayên wan ketine tûrikên van miletên bêgane. Loma Namî dibêje: Dema min dît, ko çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin e, ko di welatê me de çêbûne tê hijmartin, min nexwest ew jî winda, bê ser û þop here.

Seydayê Namî ne tenha rexnê li wan hozanên Kurd, yên bi zimanên bêgane nivîsandinên xwe pêþkêþ kirine dike, lê wilo jî rexnê li wan Kurdên, ko qezincên mezin û hêja gehandine miletên din û miletê xwe ji bîr kirine û xwe jê þûþtine dike. Di pêþberiya xwe de dibêje: (Mamostê û zaneyên me her bi navê miletên din xwe dan nîþandan û ji wan re xebatên hêja û bê hijmar kirine. Milet û welatê wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re negotine em Kurd in û gelê cîhanê bi gel û welatê xwe agah nekirine) .

Loma Namî dibêje: (Birano! Ev tiþt bûn, ko ez bive neve kirim ji bo nivîsandina vê çîrokê) .

Ev çîrok bi ‘bingehên serpêhatiyê’ dest pê dike. Di vir de Namî xweþik ronî dike, çawa daneheva alîkariyê bo gelê Cezayir pêk hat. Lê piþtî, ko civandina alîkariyê bi têkrayî, rû sipîtî û camêrî li bajar xelas bû, ji nû ve xelayên nû hatibûn bîra hinekan û ew bûne sebebê ziyana mezin.

Bingehên þewata Sînema Amûdê bi (bîrhatinên mûdîr ve tên girêdan û di wan re xweþ xwiya dibin, gava mûdîrê nahiye mamostayên dibistanan dicivîne û pêþniyarên xwe bi wan dide nasîn: Ez dixwazim rojekê sînema Þehrezad kirê bikim û kara wê jî bidim ser perên, ko berê hatine civandin ji bo vê alîkariyê) Loma her mamostayek bi dilpakî fermanê dide suxteyên xwe: Kesê peran neyêne û neçe sînemê, nema tê xwendinê. Bi vî rengî suxteyên dibistanan hêstirên xwe bi ser dê û bavan de barandin, da nerxê çûna sînemê bidin wan, da ew jî bi vî nerxî, para xwe bixin ser azadiya Cezayirê.

Piþtî vê berçavkirinê Namî vedigere rewþa peydekirina nerxê bilêta sînemê, nemaze ew zarokên jar û belengaz. Û bi rengekî wênevanî van rewþan berçav dike. Piþtre berê xwe dide pesindan û pênasîna avahiya sînemê, da ji vê pesindanê pirsa xwe deyne ber çavan: ( Çawa bihêlin xaneke dewaran bibe sînema?). Lê bi ser vê yekê de jî qeflên bi rojê filmê ‘Gunehkariya nîvê þevê’ dîtin. Tenha qeflên êvarê ji zarokan ketin bin barê vî navê bêqidoþ û agir li wan di bergeha sînemê de leyist. Hinga ti çare ji pêvî hawar û fîxanan nema. Loma ‘dengbilindên bajêr ketin kolan û cadan, kirin qêrîn û hawar...’. Ji hawarên herî bi þewat, yên ko gelên bajêr tev li sînemê civandin, hawara: ‘Agir ket sînemê, agir ket koza berxan, koza berxên ciwan, sîneme þewitî!’

Piþtî ko Namî ‘koma ademîzadan’ bi jin û mêran li agir dicivîne, ‘xortekî ciwan û hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîretþînas’, ji nav vê koma bajêr derdixe û dide ber çavan, çawa ‘peywend û zincîrên jînê qetandin, weke þêrekî xeyidî û teyrekî bazî, ko xwe berde ser nêçîrê, êrîþ berda kûrangiha êgir, kûrangiha mirinê, hundurê sînemê...’ û gelek zarok ji agirê dijwar parastin, tanî canê xwe bi canê, yên mayî re buhuþtî kir, gava hasinê sêndera deriyê sînemê, piþtî ko sincirî, bi ser de hate xwar. Ev xortê canfida Mihemedê kurê Seîdê Deqorî bû. Piþtî vê keft û leftê tevî ‘agirvemir gehiþtin’, ‘lê piþtî çi?’. ‘Berê þewat bû, paþê bi avê hatin kelandin’. Wilo þîn û qêrînan xwe berdan ser bajarê Amûdê û dengê ‘dengê elahû ekber û dengê naqosan ji nîvê þevê ve hate birîn’. Bi awazî digotin: ‘Þîn...þîn. Ka þîna ji vê mezintir gelo?’.

Agirê sînemê vemirt û daxemirt, lê agirê cerg û hinavan gurtir bû, çiko xelk bir bi bir diçûn û dihatin, di hundurê sînemê de li heriya ax û xwîn û goþtê þehîdan temaþe dikirin... Her makek bi barîn li berxa xwe digere, belê ‘hin derdiketin û dihatin naskirin û hin jî derdiketin, bi reng û nîþan nedihatin naskirin. Û hin parçe jî derdiketin, mîna parçên kûmirê’.

Bi vî rengî gewd û qet û parçên 280 zarokan li hev dicivînin û bi þîn û girî, bi darbest û tabût berê milet dikeve goristanê. Seydayê Namî li ser vê bûyerê berdewam dike û rewþa tirban dide ber çavan, çawa teka tek, yan dido dido, yan jî bi kom kulîlkên þewitî hatin veþartin û bingorkirin. Hinga dikeve pesinê serxweþiya gel, lê tawankar û sersebebên vê bûyerê ji bîr nake, loma dikeve rengê bersivdan û lêpirsîn û lêkolînan de, ta di dawî de digehe gotina rast: ‘Gelo îcar berpirsiyar kî ne?’. Dîsa em nizanin, çiko rastî nayê gotin û tirs heye. Ez xulamê wî me, yê zengil bike stuyê pisîkê. Lê gelo ji gilî çi derdikeve, eger dad nebe?.

Cihê sînema bêqidoþ bû ‘Gulîstana Mezargehê’ û peykerek tê de hat danîn. Peyker bi vî rengî ye: Sê xwendevanên dibistanê di nav pêl û pêtên êgir de ne, piþta wan li hev e û ala Cezayir di destê yekî ji wan de ber bi pêl dibe.

 

Mij

Tengezarê Marînî

Dem...

Ji demê derdikeve

Em di himbêza tirsê de pîkol dikin,

þîna te,

bi ser dîwana pêxwasan de..

mij da.

Dîlana bêreng

Li birçîbûna tazî siware.

Mirin

te li civata xwe beþdar dike

Li ser...

xewnên te stiriyan pal dane.

Makê xwe bi zer û reþ pêçaye,

nimeha ye.

Hozanê min!

Dîrokê çend sîxur

çend sultan

li ber tifika xwe nivandine

Rev tê

Þev tê

Dem tê

Hertiþt melûl dibin.

Hertiþt vedimirin.

Tu...

di nêv tiraf û tirafê de mest dibî.

Þev...

di serxweþiya bêdengiyê de qîran dilûsîne.

Hê.. ê... ê

Tu...

li pîvanê têkçûna xwe tekûz dixemilînî

Xwekujgeha bedew di valahiyê de..

dizûre.

ji xwe dûr nakeve

Dengbêjo!

Tu xewnan di dengê xwe de diçînî?

li...

Reþpelikên xwe dilnihayî dimînî..?

Belê...

Tinaziyên min bûn,

yên bê xuþexuþ li ber hev

V

E

T

I

L

E

H

A

N

hertiþtî bidire hozano!

Em berdewamiya tinazoka ne

Dema tu dîtî, çemekî bê dergeh lemand

û...

reþbîniyê nalîneke bê dawî...

kenand.

Dengbêjo!

Tu xwe bi ser gavine_ mîna hilma min î _

bê pehnî de xûz dikî.

Xwelî

hêviya rojane ye.

Zîzbûna te kedî bûye.

pêjna min kenarekî bi qîram e.

De bêje dengbêjo û binehwirîne

De bêje dengbêjo û bibilîne

Tevnepîrka te di nêv...

mijankên zerî û esmeran de cot dike.

þîret zilike,

Bê sûnd, girî dispêre xuda

De bêje, bêje

Serma amade ye.

Keser li pey hev rêz dibin

Bila þima bi landikên xwe ve biwerivin

Bila mendal ji ber dengên xwe birevin

Bila biwerivin

Bila birevin

Bila veçirin

Kûmir...

ji giyan re bûye berpal û dûman bûye navmalî

Û...

te jî, Zerdeþtê min,

ez bêba hiþtime.

Gulvedan e...

di rûpelê dawî de kizirî ye,

dengê mirinê dike.

Û... Ez û tu

Li vir taveke tî ne

Bêhiviya zivistanê ne,

Bê nifir li xwe mikur tên

stiranvano!

Hekîmo!

Ma bextê me ye,

Tu bê zar û ziman ketîyî!?

Bênder e

Cencera xwe bide nav û

" Lê lê, lê wayê

nazikê lê wayê "

Þervaniyo!

Þûrê ji tîrêjên rojê

kete kalanên ewrên zivistanê

tê de nûsî.

Sirûdên pêkenînê ne

De lêxe lêxe...

Siwaro:

Pilpilokên gemkirî di þûna simên hespê te de

pîkol dikin.

Laþ e,

Asoyên xwe xelek bi xelek bêpenc,

bê xwedî...

berdide.

Hozano!

Çîtikên nivîsandinê, di destên kop de,

li ser rûpelên tarî...

dikin zîqezîq

Aramiya xewê ji çavên

sira bayê sibehê

direvînin

Dem e,

xewnên xwe di nav mij û moranê de ji qudûm êxistin

û...

Bi hev re

tîpên nazik, bi rengê mirinê, dilorînin.

Dengbêjo!

Li ser...

Lêva Firat mistek ramîsan,,,

dipijin.

Bablîsok

bi nermînî tiliyan diqurçîne

De bêje dengbêjo, bêje.

Ji stirana xwe sil nebe

Bila stûnên jor bihingirin,

Bila

Li ser xemlîsiya þevê

Em bimînin pirseke vekirî....


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST