Kêzika Firat Cewerî
Misto Masto
Firat Cewerî bixwe, di çarçewa cîhana çand û wêjeya kurdî de diyardeyeke rewþenbîrî yî taybet û balkêþ e. Navê wî, dikare bibe, navnîþaneke berfireh bo bareya (haleta) bêsînor a ko wêjeya kurdî bi giþtî li tarawgehê (sirgunê) tê de dijî.
Li vir, em li beramberî ezmûneyeke aferandina pir taybetî radiwestin, ezmûneyeke ko projeya xwe ya nûdemiyê bi þêweyên reklaman ên di çeþnê peydakirina bazarên firotina pêlav û derpî û qutîyên xwarina kûçikan, pêþkêþ dike. Beriya ko pirtûka xwe yî kurteçîrokan "Girtî" di sala 1986 an de belav bike, brûþûreke rengîn bi nav û navnîþana xwe û bi nav û navnîþanên sê dezgehên çanda kurdî li Siwêdê û li Elmanyayê û li Fransayê çap dike û belav dike da ko xwendevanên Firat Cewerî pirtûkê ji wan navnîþanan bixwazin. Di birûþûrê de, li ser barûdoxên Kurdistana bakur ên siyasî û çandeyî ji dema avakirina komara Turkiyê, dipeyive. Nivîskarê me dest bi girî û giliyên xwe dike, me agahdar dike, ko piþtî ber bi Ewrupayê ve miþextbûna çend rewþenbîran, û piþtî li welatên miþextiyê hebûna wan a çend mehî û derçûna pirtûkên helbest û çîrok û romanan, êdî qonaxeke nû dest pê dike, bi mebesta ko xwe wek pêþengê vê qonaxê bide xuyanî kirin. Piþtre vê belavoka xwe ya "Suryalî" bi van rêzên jêrîn kuta dike: "pirtûka Girtî ko ji 16 çîrokên modern û ji 348 rûpelan pêkhatiye yek ji van berheman e. Rehên hemû çîrokan ji rewþ û jiyana gelê kurd ya rojane hatine girtin; perîþanî, belengazî, serbilindî û mêrxasiya wî hatiye zimên.."
Di sala 1992 an de Firat Cewerî li Anqerayê pirtûka xwe ya diwem a kurteçîrokan bi navê Kevoka Sipî çap dike. Di pirtûkê de careke dî çîroka Xewna Orhanov, ko berî wê di pirtûka Girtî de cî girtibû, çap dibe. Wa dixuye ko arezûya nivîskar, daku navê xwe li ser bergê pirtûkê binivîsîne, arezûya pêþkêþkirina pirtûkeke qalind û stûr û pirrûpel e. Lê arezû û daxwaza me jî ew e ko em li ser çîrokekê ji çîrokên wê pirtûkê rawestin û em çîroka Kêzika bênav bixwînin daku bibe "miþkê vekolîn" a projeya wêjeyî ya Firat Cewerî; bêyî ko em têrmên rexneyî û çavkaniyên wan, ji bilî di xêzên pan û pêwist de, bi kar bînin.
Di vê çîrokê de, nivîskar, çîrokbêjiya xwe bi awayê lêvegerînê dixebitîne û cînavê ez bi kar tîne. Wa dixuye ko projeya nivîskarê me, ya nûjeniyê, di warê þêwe û avahiyê de, zimanê wêjeyê yê naskirî, li paþ xwe dihêle; ne ji bo nûkirin û peydakirina zimanekî cîgir û hemdemî wî; lê da ko vî zimanî, çend gavên dîtir, ber bi paþ de vegerîne; ber bi serdemên tarî yên berî " Mem û Zîn " ê!
Lewra çîroka F. Cewerî ti riyê nade xwendevan da ko piçekî bandora alavên nivîsandinê, hest bike, alavên ko gerek ji awayên nivîsandina li ber dest cihê bin. Herwa yê xwendevan ti cihêwaziyeke balkêþ di strûktûr û delaletê de jî nabîne, Deqekî amadekirî ye, ne ji bo xwendinê hatiye nivîsandin, lê ji boyî (ISTIHLAKÊ) ye. Wek ko R. Part dibêje:
" Prosesa avakirinê heye, lê avahî nîn e; prosesa berhemkirinê heye, lê berhem nîne".
Tiþta dî ya herî balkêþ ew e ko mirov di vê liserawestanê de, nikare li ser ezmûneya (tecrubeya) F. Cewrî ya helbestiyane bipeyive. Çinkî di bareya (haleta) nivîskarekî dîtir de, ko berî çîroknivîsînê helbestvan bû; yê rexnegir dikare berhemên wî li ber ronahiya helbestvaniya wî ya berê bixwîne; nemaze ji alî wênebedewiyê û amajeyan ve. Lê bi rêjeyî(nisbetî) F.Cewerî ji bilî deqekî rastnivîsane tu bi desnaxînî, deqekî ko ligel sewiyeta þagirtên dibistana seretayî li Qamiþloka ko bûyerên çîrokê li xewxaneya wê diqewimin jî nagunce.
Vebêjî di çîroka Kêzika bênav de, monolojeke dirêj e; yê xwendevan pêrgî ti diyalogê nabe; berevajî çîrokên dîtir ên F.Cewerî ên ko xwe dispêrin hevpeyivînên gundiyaneyî pir sade; ko ji hestên hiþyariyê û ji kurtkirina hunerî hergav bêpar in.
Di destpêka çîrokê de dixwaze GENTELMANiya xwe bi xwendevanan bide naskirin; wek hilgirê pasporteke swêdî giraniya bê û xwarina "rojhilat" li ser nava xwe ya tenik û ewrupiyane, hest dike; lewra daxwaza mazûbanên xwe, ko li cem wan xew bike, diþikîne; xewxaneya bajêr (Qamiþlo) çêtir dibîne çînkî hînî serþûþtina rojane û vehesînê bûye:
" Qaþo hotel LUKS bû, ji xwe gava mirov ji derve li avahiya hotêlê dinihêrî, hotêl gelekî xweþ û luks xuya dikir. Gorî hotêlek rojhilata navîn û bajarekî piçûk, ko em pakijiyê deynin aliyekî, hêwana (salona) wê jî ne xerab bû" Kevoka Sipî R 71.
Di van her çar rêzan de, tenê, mirov dikare çerxa cîhana hunerî û dahênane ya F.Cewerî ji nêzîk ve, binase. Ev vebêjî; ne tenê yê xwendevan ber bi herêmine dûr û nenas ve radikiþîne, lê wî bi kotekî- yê xwendevan- derbasî cihekî teng dike; li jêr banên wî cihî ji bilî " EZ" a nexweþ a nivîskar ti tiþtekî dî nîne, ko di çarçewa vegerandina wênene nêgatîv ji hiþekî hest zindankirî, dest nîþan dibe.
Bêguman, di wêjeyê de, bi gewdekirina helwest û ezmûneyên xweyî (Zatî) tiþtine pir normal in. Gelek nivîskarên mezin, di vî warî de, ji kurtejiyan û helwestên xwe; sûd wergirtine, berhemên xwe bi serbor û serpêhatiyên xwe xemilandine. Di vî warî de mirov dikare Destoyêvskî wek nimûne dest nîþan bike.
Eger Firatê me jî xwestibe biserhatiyeke xwe ji me re bibilîne, ji xwe ti kes ji bo vê yekê lê nagire; lê þêweyê pêþandanê, ziman û mebest û raxistina kelê, nivîsandina bê rêberî, bê fentazî û bê spehîtî, lêgirtinê aloztir û dijwartir dikin.
Di herçar rêzên jorîn de, çar caran peyva (hotêl) ê dûbare dike. Peyva (luks) du caran. Lê peyva (pakijiyê), bila yê xwendevan hinekî bi sebir be, çinkî liserawestaneke taybetî pêwist e!
Carekê, ji wan carên xweþ ên ko ez û nivîskarê mezin F. Cewerî bi hev re civandibûn, min xwest ez sedemên vî awayê nivîsandina (pakijiyê) jê bipirsim. Hêdî hêdî xwe bir û anî û mîna rêzimanzanekî bêmînak bersiva min da û got: Li gorî struktûrên zimanê me yî Hindo_Ewrupî, peyva "paqij" serencama lêzêdekirina peyva " pak " e.
Eger erka rexneyê vekolîna regezên peyvan be, em dipirsin, ma gelo nivîskarê me yê nûjen, ew bîrûbawerî ji kû û ji kîjan çavkaniyê wergirtiye!? Em gelekî dûr naçin, peyva "pak" sînonîma çê, rind, qenc, baþ e. Tu peywendiya wê li gel lihevsiwariya "paqij" nîne. Gerek F.Cewerî yê ko ji swêdî û ingilîzî werdigerîne, vî tiþtî bizanibe, çinkî angoya vê peyvê di herdû zimanan de (clean, ren) lihevsiwariyê napejirîne.
Lê eger em li ser mebesta nivîskar rawestin û em hewl bidin ko naveroka rêzên çîrokê ronî bikin, dê çi ji me re diyar bibe?
F.Cewerî dixwaze bibêje ko ez vê carê vedigerim "Qamiþlo" yê lê bi pasporteke swêdî; lewra ez bi ba û xwarin û razanê hatime hejandin! Rast e, cara pêþîn wexta ko ez hatibûm vî bajarî min ti tiþt ji bilî navê Ewrupayê nedinasî, û bêrîka min jî ne ewqasî dagirtî bû; na herê "çentekî biçûk û sernavên 25 helbestên xwe yên di bin piziya derpiyê xwe de veþartî..".
Tevna çîrokê li ser xewnê ava dibe; û hemî neqiþandinên ko li hawirdora wê peyda dibin; cûtin in; pitepit in, û "sextekirina" wê xewnê ne; de ka em nêzî bûyerê bibin!
Çîrokbêjê me berya ko radestî xelmaþbûnê bibe, kêzikek seyr êrîþî wî dike, xelmaþbûna wî tar û mar dike. Hewl dide ko wê bikuje lê nikare! Vedigere xewê, xewneke seyr dibîne, li ser pêvedana kêzikê ji xewê çeng dibe. Ji wê rojê ve li ser vê kêzikê radiweste, dudil û surdar dibe , ji dostên xwe, ji xelkên Qamiþloyê dipirse, hetanî ji Kurdên Þam û Helebê jî; her û her yek bersivê dibihîze: "xeyo welleh em nizanin".
Bêyî pêþgotin, deqûrû, dixwazim bibêjim, ko F.Cewerî çîroka xwe ya bi navê Kêzika Bênav ji çîroka Kêzik a nivîskarê rûsî yê navdar Îvan Turgenev, wek form û naverok, wergirtiye.
Dema ko min herdû çîrok li ber hev danîn, min ti lihevrasthatin û bandora ko reng e di warê wêjeyê de peyda bibe, nedîtin, Wek diziyeke riswa ko rûyê mirovan reþ dike xwe destnîþan kir. Mixabin ko bûyerên di vê çarçewê de, di cîhana "wêjeya kurdî ya li sirgunê", her roj berfirehtir dibin!!
Di vî warî de, xwendevanê hûrbîn û zîrek dê bibîne ko dirêjahiya herdû çîrokan, piþtî daweþandina pitepita vala ya F.Cewrerî ya ko bi kotekî derbasî avahiya deq kiriye, wek hev in; herweha hevpeyivîna pir kurt di herdû çîrokan de. Lêbelê ji bo hêsankirina têgihiþtina xwende-vanan, min xwest ko movikên hevbeþ di warê tevin û metna vebêjiyê de bi cedwelekê ronî bikim.
Kêzika bênav (F.Cewerî)
1- min xewnek ecêb dît
2- kêzik kete qelîþteka dîwêr
3- dengê xiþexiþekê hate min
4- kêzik mezin bû
5- min ti caran kêzikên wilo nedîtibû
6- herdû çavên wê sor wek du bizotên êgir bûn
7- rengê wê sorereþ bû
8- wek serê moriyekê biçûk bû
9- lingên wê baþ nedihatin xuyakirin
10- ez ji kêzikan ditirsim
11- carna bi lez bi dîwêr ve radipelikî
12- bi çavên xwe yên sor li min mêze dikir
13- hevalên min hemû þehîd
14- þerekî nenas
15- merkî dixwaze min bikuje..
ez þiyar bûm, çavê min rimiye; dûvre têgihiþtim ko ew kêzik bû, û min wê kuþtiye
Kêzik (Î. Turgenev)m
1- xewn
2-kêzik difire û li ser dîwêr datîne
3-xuþexuþek derdixist
4-kêzikek mezine, seyre, tirsnak e
5-ti kesî berî niha wek wê nedîtiye
6- serî, penc sorê tarî ne
7- laþê wê qehweyîkî gemarî ye
8- mîna ko mûriyek be
9- lingên wê vekirî bi pûrt bûn
10- em ditirsandin
11- wexta ko radipelikî dîwêr me xwe diçemand.
12- ji niþkêve wek ko kêzikê lê mêze dikir
13- em nêzî bîst kesan bûn.
14-em li ser mijarekî naskirî dipeyivîn
15-kêzik bi çavê xort vedide; wî dikuje, difire û ji odê derdikeve, dûvre me hest kir ko ew çi mêvan e