Hamid Bedirxan Û mirina helbestvanekî

M.E.fîf Huseynî

Ehmed Huseynî

Di sala 1960 î de, rê ji Helebê ber bi Þamê ve , rêçeke nû çêkirî, dihate qelaþtin. Rê, bi renckêþan û bi xwêdan û bi westana mirovan dihate nijinandin; mirovên ko bi giraniya demê, ko bi axînkêþana salan û bi pîkolî û perîþaniyê piþtxûz bûbûn. Çend zilamên bejin bilind, kevir û keserên xwe li ser devê wê rêça nûçêkirî, hetanî ko ji wan dihat, bilind dikirin. Dema ko bîna xwe berdidan û xwêdana eniyên xwe bi zendikên þilbûyî, paqij dikirin, dema ko xwarin dixwarin û ava germ ji

galonên zingargirtî vedixwarin, wê gavê, di wê kêlîka serberdayî de, mirovekî çel salî hîn dibû dê çawan dengê kenê xwe bilind bike û dê çawan bi awakî ciwantir û þêrîntir jiyanê bîne bîra xwe:

Em wek ronahiyê bûn...

Em wek avan bûm

Wek tava rojê li ser rûbarî, bûn...

Bi þewat hilm li cigarê dixist û bi hêrs dûmana wê dikiþand kezeba xwe. Çend ziman jî bikar tanîn. Zimanê N. Hikmet û zimanê Aragon, zimanê S. Þîrazî û zimanê Mûtenebî û Adonîsî, Lê zimanê zikmakî yê ko ji agirê xetîreya Mîdyayê hatiye aferandin , zimanê Siyamend û Xecê, zimanê Herîrî, Cizîrî û Xanî, her û her, di xuþîna xwîna rehan, di jena dil de dihêwirî.

Mirovekî bejindar bû, helbestvan bû, ango Hamid Bedirxan bû!

Wê çaxê, li Sûryayê, helbesta erebî di qonaxeke nû re dibuhurî, di warê nivîsandina helbestê de ziman û formeke nûjen peyda dibû. Yan jî helbesta lêvikî dihat damezirandin. Hamid Bedirxan jî ala nûneriya vê helbestê bi xwe bilind dike. Jiyana xwe, bîranînên xwe, gundê xwe "Þiyê" yê ko di nav darên zeytûnan de û di nav

stiranên kurdan ên kevnare de hatibû xeniqandin, herwiha "þikefta xwe" jî ya ko mala wî bû, dirijîne ser kaxezan û pêþkêþî xwendevanên helbesta nûjen dike.

Helbestên Hamid Bedirxanî ji destpêkê ve, bi reng û bi dîmenên dilpakî û perîþanî û bindestiya kurdan, xemilandî

bûn. Bîna du helbestvanên mezin û nemir ji laþê helbesta wî difûriyan: N.

 

Helbestvanê kurd

Hamid Bedirxan

di sala 1924an de

li çiyayê Kurmênc

(Efrîn) li gundê

Þiyê ji dayik bûye.

ji bo nivîsandina

helbestan, zimanê

Erebî,Tirkî, Fransî

û

Kurdî bi kar tanî.

Di 24ê Gulana

1996an de dilê wî

li nexweþxaneyê

radiweste.

Hikmetê ko H. Bedirxan ew di girtî-xaneya Tirkiyayê de nas kiribû û deme-kê pê re jiyabû û Cegerxwînê ko ji mêj ve peywendiyên wî û H. Bedirxanî li bin perên pîroziya helbestê ava bûbûn. Piþtî "Kîme ez" a Cegerxwînî,

H.Bedirxan jî helbestekê bi heman navnîþanê dinivîsîne û belav dike, herwiha bi navê helbesta Cegerxwînî

"Þeva Hicran" pirtûka xwe ya dawîn diweþîne:

Ez im ew dilopa ko þaxên

zeytûn û hirmiyê avdide

Xetîre me

û di çirên hejaran de

gulgenimeke kesk im.

Lêbelê taybetmendiya dengê H. Bedir-xan, dide xuyanîkirin, ko têra xwe bi jiyanê hatiye bistirîn û biþaftin, dide xuyanîkirin, ko amadebûna wî li jiyanê ji bo nivîsandina helbestê ye. Di hemî qonaxên hebûna xwe de, di danûsten-dina xwe de, di rabûn û rûniþtina xwe de, di ken û girî, di xweþî û þîniya xwe de, tenê, ji bo helbestê, û wek helbestekê dijiya:

Li Helebê Çayxaneya Elqesir.

Li Helebê taxa kevnare ya Suryaniyan.

Li Helebê xwendevanên xwendexaneya bilind ko helbestên wî ji dest hev direvînin.

Li Helebê bîranînên cihêreng û di derengiya þevê de, di meyxaneyeke biçûk û gelêrî de, qurtek ji meya zelal dihingive peyvên lerzokî; dihingive êþa gel da ko bibe xwîn û dastan û serbor û biserhatî û da ko bibe çîrokên dayik û dapîran, da ko bibe dengê sazbend û axîna bajarên ko li ser sînorên xewnê belav bûbûn.

Ji Efrîn û Recoyê, ji cergên Hac Xelîl û Þiyê, gemiya hawarê û bedbextiyê dest bi melevaniya xwe dike û li Amûda tozperest li ber gora Reþîdê Kurd radiweste.

Peþkên serdema dilsoj dihingivin kêlên bêdeng û goristanên berfireh di oxira malkambax de disincirin. Berbangên hêviyê ji bijankên neteweyekî agirpe-rest, diweþin; zindanên Rojhilata Navîn derbas dikin , pelû dibin, dikulkulin, û li Qamiþloka rengîn, li ber serê Cegerxwînî, sirûda azadiya xwe ya beravêtî li dardixînin.

Hamid Bedirxan jî bihara li dorhêla me dimije û bi serê pênûsa xwe, hêviyê, evînê, dilþadiyê, xewnê û pencereyên kesk diafirîne, wan ber bi me de dehf dide.

Helbestvanê hizr û bîr û hiþ û kuç û kolanan bû. Dîroka mirovatiyê bi giþtî radixist, û di wê dîrokê de li xwîna karkeran û miletên bindest digeriya. Li mirovê gelemper û nemir; li têkveçûn û þîniyên mezin digeriya.

Naveroka giþtî ya helbestên H. Bedirxanî, çinkî di vê cîhana zordest û mêrkuj de li wekheviyê, li azadiyê, digeriya, vê naverokê guh nedida forma statîkî û ne jî lîstikên zimên ên ko gelek helbestvan ketine xefkên wê, dipejirand. Di helbesta wî de, nîþan û amaje û simbol bi awakî ciwan diherikin, dîroka kevnar û ya nû serî hildidin.

Helbestvanekî bîrtûj û deng zelal û helbestine miþt bîrewerî û hiþyarî, ne giyanê xwe ji nivîsandinê cihê dikir û ne jî nivîsandin li derveyî giyanê xwe diafirand.

Gelek caran li ser perçekaxezan dinivîsand û piþtre hevalên wî ew perçekaxez berhev dikirin û li hevûdû belav dikirin hetanî ko bi navê " Li ser rêçên Asyayê" pirtûka wî ya yekem têt çapkirin.

Di vê pirtûkê de, H. Bedirxan asoyên helbesta nazik û çeleng berfirehtir dike. Evîna xwe diyarî mirovan û þoreþgêran dike û dibêje: Dê pêþeroja mirovan bi kêfxweþiyeke pir mezin di ser dev re here, pêþeroja mirovên þoreþgêr ko H. Bedirxan jî yek ji wan bû. H.Bedirxanê ko beþek ji jiyana xwe û çend salên giranbuha ji temenê xwe di girtîxanan de, bi tenha, perîþan û jar, qedandibû.

Hergav mîna Spartakos û Lorka û hevalê xwe Aragon diqîriya: Da ko mirov bikaribe arezûyên giyanê xwe, daxwaz û xewn û xweza û mebestên xwe pêk bîne, gerek azad be, gerek bi av û nan û dadperwerî be. Lê serdem serdemeke mirovkuj e, xwîna mirovan mîna avê dimije û giyan jî ji zixtên kuþtinê nema rizgar dibe helbestvano!

H. Bedirxan li bin esmanê Asyayê radiweste; Asya, oqyanosa þevpestî û goristanan, herêma tirs û belengazî û nezaniyê, wargeha zordest û serbaz û generalan, radiweste û berzûrî pêximberê berbangê dibe, berzûrî rengên teze yên gulgenimên Asyayê dibe:

Li bin esmanê Asya hiþyar

Rêçên me dirêj dibûn

De ka em gernameya xwe berdewam bikin

De baweriya xwe ji boyî

pêþerojê veþêre

Ev çirîska ji niþkê ve, çirîska dîlîtiyê

me ji ser rê nabe...

Di sala 1982 an de, H. Bedirxan helbesta " Li qatilê Lorka digerim " diweþîne û bi vê helbestê careke dî piþtgiriya xwe ya bêmînak bo mirov û hebûnê eþkere û pêþkêþ dike, derdên me; êþên me yên veþartî, ji serdemên dîlîtî û hovîtiya pêþîn hetanî kuþtina Lorka, ber bi çav dike. Dengê vê helbestê zû bi zû belav bû. Seyrbûn û taybetmendiya vê helbestê, hêsanî û kûrahiya wê bi xwe hiþtiye ko H. Bedirxan xwe berde binê hemî waran û bi hemî tiþtan re bipeyive, û hergav mebesta wî, armanc û daxwaza wî, herwisa astenga wî ew e ko li qatilê Lorkayî digere:

Baweriya min bi evînê hat

Pûþkîn

Lêrmantov

Vîrjîl

Ovîdis

Dantî

û Mîlton

Di behiþta windayî de

Li ber devê dojehê

û geliyê Daryal

û Anîyîd

Baweriya min bi evînê hat...

Zeredeþt

û Bûda

û Konfîçyos

û Îsa

û Muhemed

û li qatilê Lorka geriyam.

Di vê helbestê de H. Bedirxan mêranî û tirsê bi hev re derdibire û gunehê kuþtina Lorkayî dixe hustê mirovatiyê, tiliya xwe ber bi yê xwendevan de jî nîþan dike û her tiþtî eþkere bi nav dike:

û tu yê li nik min rûniþtiyî

û bi min re diaxivî

Bohemî

Sîmbolî

Suryalî

Tu qatilê Lorka yî...

Ez.

Tu.

Em..

Ew

hemî, yên ko li hemberî rûdanên rojane

radest û di navê de rawestiyane

qatil in.

De ji xewê

ji xweþiyên xwe þiyar bibin

çinkî em naxwazin ko

Lorka

û Gîvara

û Lomomba

careke dî bimirin.

Bi kurtî, H. Bedirxan dixwaze di vê helbestê de wisa bibêje:

Di jiyanê de hêzên çep û hêzên rast dê her û her amade bin, lê mirovê ko di navbera herdû hêzan de radiweste; ne dûr e, ko ew bi xwe jî bibe sedemê kuþtina Lorka. Gerek li beramberî rûdan û bûyerên cîhanê, em bêdeng û wek temaþevanan ranewestin, gerek em milên xwe nehejînin û nebêjin ma yê min çi ye!!?


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST