Ji romana Hêla Çarþemê

Ey Cegerxwîn!

M.Efîf HUSEYNÎ

Ey Cegerxwîn! Ey helbestvanê ko di tenhatî û þevên dirêj ên Skandînavyayê de miþext bûye. Apê min li wir bendewariya te dikir, lê tu neçûyî cem wî, çend darikên cixaran ji te re çêkiribûn û bi bagerê neqiþandibûn, lê tu nehatî.

Dihat ber çavê min ko li kolaneke Stokholmê pêrgî te dibûm.. Ez diçûm serdana gora Palme; laþê vî zilamê nazik, kevirekî bêagah li ser axeke dûz, mabû. Ji min we ye ko tu jî; ji tûnelên mitroyê derdiçî û serdana wî dikî. Tu piþkokên sakoyê xwe yî pir qalind girêdidî, hildiperikî mêrdewanan û hewl didî ko çend reklaman bixwînî; lê zimanê Skandînavyayê te dixapîne û tu bi dengekî bihîstî dibêjî: Zimanekî cuda ye. Tu kolana serekî derbas dikî û ber bi tengerêyekê de dizîvirî, tu di ber peykerên kesk ên ji bironzê re dibuhurî, li jêr wan kevok dilerizîn, û çend balendeyên reþ ên ko tu ji wan hez nakî, û qîjeqîja tûj a balendeyên deryayê, kewên welatê te tînin bîra te, Mîrzoyê ko carekê çend balendeyên di çeþnê kewan de biribûn Þamê û li bazarê ji xelkê re digot ko ev balende kewên kurdî yên resen in; tê bîra te. Hat bîra te û tu biþirî. Sar bû, te piçekî lezand, seqemeke tîr û hevgirtî û rewan bû, mijê jî; mîna ewrên giran; xwe berdabû kolanan û tengerêyên kevnar ên bajêr . Mijê di vê nîveroja xwelîrengî de bela xwe ji te venedikir, erê Cegerxwîn de bi lez derbasî movikên bêrîkên xwe û sakoyê xwe yî germ bibe. Tu dihatî bîra min, tu li teniþta min bûyî, te jî li gora Palmê temaþe dikir lê te ez nas nekirim, Kulîlkên li ser gorê geþ bûn, û ava mûman bi ser keviyê de diherikî, bi ser xwîna Palmê de diherikî. Min piþta xwe dida dîwarê kiniþtê da ko cigareyekê bikêþim. Min çavdêriya mirinê û zemînê û þiverêyên bi zixuran raxistî û cigareyên nîvco û pîrejinên zêrînî yên ko temenên xwe dispartin keviyê, dikir . Û destnivîs jî bi min re bû lê te ez nas nekirim. Vê carê hiþê te tu xapandî, û ez dûrî te, pir dûrî te, çend gav di navbera min û te de, lê dema di navbera me de berfireh e, û ti carî me hevdû nedî, her tiþtê ko dibêjim tê ber çavê min çinkî ji te hez dikim, Apê min hergav digot ma vî peyayî çi bi xwe re biriye tenhatiyê, kê ez rakiþandime vê tenhatiyê Cegerxwîn!!?

Stokholm, bajarê bi tenhatiyê nixumandî, bajarê ko penaber bajarên xwe yên windayî têde distirên, her û her ber bi birca wê ve dizîvirin û mîna sirûdan dinalin, bendewariya guhertinekê li welatên xwe dikin da ko vegerin, lê ti carî kes venegeriyaye.

Ez jî; wisa, nêzî te, ji niþkê ve em hevdû dibînin, û piþtî ko ez destnivîsê radestî te dikim tu min nas dikî. Tu pirsa Apê min û pirsa Bedirxaniyan dikî. Lê ji tenhatiya dengê min Amûdê derdiçe; tu xemgîntir dibî, em berê xwe didin bajarê kevnare. Li wir tu çayxaneya nivîskaran dinasî, tu çend pileyan ber bi jêr ve dadikevî û tu berê xwe didî qehweya germ, bi hêrs tu cigareyan dikêþî, wê rojê tu pir westiyayî bûyî, tu sakoyê xwe davêjî ser kursiyê, tu çend helbestan derdixî û tu dixwazî ko ez wan bigihînim Mîrê Bedirxanî. Çend jinên xweþik di ber me re dibuhirin û bîna mêraniyê ji sakoyên me derdiçe. Di neynikên tenhatiya xwe de kumê te dixuye, rêberiya zimên a di nav destên te yên germ û di ximavê de xeniqî, dixuye.

Êvara tîrbûyî dest pê dike Seyda, li vir zivistan dirêj e wek wê nameya dirêj a ko apê min di nava mehekê de ji te re dinivîsand, name ya ko bûbû bi dirêjahiya çend mitroyan; lê ji te re ne hinart. Di wê nameyê de li ser kesên xwe yên ko di esmanê wî de digeriyan, dipeyivî. Hemî babetên ximava (hibra) ko wê çaxê peyda dibûn bi kar anîn. Erê Cegerxwîn wisa ji niþkê ve tu bi ser min de dadikevî. Min ti carî ev hevdîtin bawer nedikir. Carekê li Qamiþlokê ez di ber xaniyê te re derbas bûm. Li vir; berya mirina xwe, yê helbestvan jiyabû. Derbasbûneke pir bilez bû. Derbasbûna di ber pencereya ko kulîlkên hovane tê de dihêwirîn, ko wêneyeke reþ û sipî; pir mezin bi terîþeke rengînî xemilandîbû, dixuya. Lê anuha tu ligel min î ey Cegerxwîn, ez jî li gel te rûniþtim e. Tu rûpelên destnivîsê yeko yeko diqulipînî, tu xwe bêdeng dikî. Lê ez bi xwe daxwaza te ya germ jibo vegerê, dibihîzim.. Leþker .. leþker.. bûnewerne ji cam û hesin û barûdê ne.

Li derve nermebaraneke sar, sîwanine dadayî, balkonine vala, firoþgeheke tûtinê, tûtina celeb celeb. Tu jî bi darkê çixara xwe ya narîn bîranînan dikêþî. Li ber lingên te bayekî dirêjkirî, hêdî hêdî ew ba hevdû digre tîr dibe; dibe; lawirekî bejî:

- Rovî ye lawo! anuha ev ji ko hat?.

Li rada çend katjimêran, ligel te bûm, lê tu bi min re nedipeyivî. Hêrsekê êrîþî laþê te dikir. Ez û tu, li çayxaneyê, li Stokholma kevnar. Li kolana dîtir rûbarekî zirav û peykerê helbestvanekî siwêdî yê di çeþnê B.Þ. Elseyab de:

- Erê Seyda te ew li Bexdayê naskiribû.

Kendavine tenik di me re dibuhirin û ewrên dûmanê, teze, wek çêja pûngê, di me re dibuhirin. Bîn belav bû Seyda! Bîna di çeþnê bîna miriyên me de. Ez û tu, bi sedemên xwe, em hest dikin ko nermebaran me ji hindur ve þil dike. Bircên li derve mîna pirtûkên ko bi ser ximavê de vekirî ne, dixuyin. Li ser birc û kelehan qîjeqîja balendeyên deryayê û xwendina kevokan, li ba dibin. Þahinþahek li ser hespê xwe ye; hespê ko bi mêweyên cengan hatiye neqiþandin, riha Þahinþahî jî, ya tenik, di çeþnê riha Mîrê bedirxanî de ye Seyda. Her tiþt di çeþnê tiþtekî bûrî de ye. Lê axavtin du caran dûbare nabe ey konsilê zimên. Darên hunermendan li ser dîwarên çayxaneyê helawistîne. lê li vir, ji bilî meydanên mezin ên ko bi kevirên sipî raxistîne, deþt nîn in.

Min ti carî tu nedidîtî. Ji min we ye ko tu bê zar î. Lê wisa ez derbasî goristanê bûm da ko li kuþtiyê nazik ê di bin kevir û ax û kulîlkan de, temaþe bikim. Tu jî li wir bûyî, tu bi xweliyê û bi dema têkperane mijûl bûyî, tu bi çermê van rûniþtekên ko anuha em li ser rûniþtîne, mijûl dibûyî.

Gotin te vedibêjin, sal li dora te teng dibin, tu nêzî sîwaneyên li derve dibî. Tu derbasî bexçê dibî û li ser gora Palmê diponijî.

Zengilên mezin li jor in. Û Þêrînê jî, li wir, li ser darbesta xwe; di bazargeha Amûdê re, bi xwelibakirin dibuhur e.

Tu ey hevalbendê nermebarana li derve û xwendina destnivîsê!. Pirtûka bi ser koçbariyan de vekirî, bi kulîlkan dagirtî, apê min di rojên xwe yên dawîn de hildiperikî girê Þermola, rêberê wî Birîndar bû, pûng û sorgul diçandin, li ser quntara girê Þermola bexçeyekî pêldar ko bi demên wî û bi kesên wî dipêliya, durist kiribû, ligel wan rûdiniþt û berê wan dida kulîlkên xwe, ximav û gora yê romanî ko li wir hatibû veþartin. Di navbera xwe û Þêrînê de peywendî ava kir û li wir jî rûpela dawîn kuta kir; malbata Bedirxaniyan yeko yeko dinivîsand, û balende û cejnên nehênî lê zêdekirin, di xêzên wê de agirê 21 ê Adarê vêxist û navê "Hec

Evdo" yekem MIHACIRÊ ko berê xwe dabû Amûdê ji bîr nekir. Navê keviran û navê gundên ko navên wan guherandibûn, jî, ji bîr nekirin. Û þewateke dîtir di sala 1960î de lê zêde kir.. sîneme ya ji bûnewerên zarokane.. þoreþên li cihên dûr û agirên ko di laþên me yên biçûk de gur dibin. Tu ligel min î.. ligel te me. Du mirovên ji keþtiyan; li peravên kavilbûyî digerin. Kê nifir li me kiribûn da ko em vê tenhatiya hesinî bijîn.

Dûlabên ´erebaneyên kevnar. Hespên kumêt, kumên leþkerî, tivingên çapilî. Pênûsên hesinî yên ximavê. Zincîrên hesinî di bazinên destên keþeyî de. Çawa dengê xwe di nimêjên xwe de derdixîne?. Hesin bêdengiya me radipêçe, em jî dûbarekirina xwe dispêrin birc û kelehan; dispêrin wê pifkirina karbaniyane ya sazbendê ahengên welatê me yî dûr.

Apê min dinivîsand û Þêrînê dipesinand, gora wê ya ko bûbû terîþne kesk, bi serdanvanan û bi çûk û çivîkan hatibû dorpêçkirin, gorek ji çûk û çivîkên keskîn, min ji apê xwe re got, kêfxweþ bû û neynik; dengê Farûqî û sifir lê zêde kirin, destnivîs bi sifir dagirt, balende, bi mîxekî zirav û bi çakûçekî biçûk bi rojan, hêdî hêdî bi hûrgelî li ser dineqiþandin:

-Ey hesinkarê kesk

-Ey helbestvanê nêzîkî gora Olof Palmê; nêzîkî zingîna zengilan, me di wê seqemê de tenhatî hest nedikir, lê belê ev hejmara pîrejinên porzêrînî!!?.

Dem hinavên me bi êþê dadigre, nermebaran jî kolanê bi mîtalekî rihin þildike.

Di hindur de: çayxane.. guldank.. darên bi bêzariyê reþandî. Tu ji niþkê ve hildiperî, tu dijwariya biþkojan tînî bîra xwe. Tu dest bi çurusînê dikî ey helbestvanê min. Sakoyê te yî qalind radipere; kumê te jî; tiliyên te yên lerzokî û dengê te yê nerm jî, porê te yê sipî, seeta te ya bêrîkan jî.. çayxane jî diçurise.. sîwaneyên li derve û peykerê Þahinþahî û helbestvan û beþtên ronahiyê, te dizanîbû ko dawiya dawî tu yê vegerî Qamiþlokê, te peyvên dawîn yên apê min di destnivîsê de dixwendin:

- Ez dê li ser rêça firokexaneya Qamiþlokê bendewariya te bikim ey Cegerxwîn.!


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST