Zimanê me

Sebrî Botanî

Hawar bi navê yezdan

Wey, li rewþa me kurdan

Derdê me piralî ye

Karê me tirralî ye

Werin em hev bibînin

Zimanê xwe bixwînin

Zimanê bav û kalan

Rûmeta hemû malan

Kevnar û xurt û pak e

Kurmancî kak û mak e

Gencîneya peyvan e

Celadet dergevan e

Werin da em xwe fêrkin

Zimanê xwe jî têrkin

Kurdê kurdî nezanê

Ew zû diçe nemanê

Ya ko ji bo me qenc e

Nivîsa kurdî merc e

Xweþ û nerm û þêrîn e

Zimanê Mem û Zîn e

Hemî roj û þevên xwe

Pê þêrîn kin devê xwe


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST