Reþîdê Bettê
Li rojhilatê te Cûdiyê sernixwîn eû li roavayê te dixwiyê keleha Mêrdîn
Baþûrê te xemilandiye bi sinsila kevnar e
û di pey re rasteçole heta bi Þingala êzîdiyan
Bakurê te pêçayîye bi kevanê çemê Dicle
Tu yî navika Tora ji kevir û kils pêkhatî
Li kêleka te dimîne dêra filehan
Dêremera bi þêhr û þahî
Ka êzîdî û ka batizmî, li kû man zêw û þahî?
Pêþî filehtî hat, paþî misilmanî
lê zerdeþtî bûn pêþî tev bi temamî
wêran nebû avahî, nerabû mirovanî.
Hezar sal in ko li cem hev in
Mizgeft, kilîse û nawîsên rûhanî
Îro wêran û kavil e ji ber þerê çekdarî
Mêrava pîroz û Tora kevnare!
Ka êzîdiyên te yên bi wesfê mêranî
Li ko ne filehê te yê di dest de senet û hostayî
Îro sernixwîne Mêrava pîroz
Wêran û bêxwediye Tora kevnare
Kils bûye kevir û xwîn bûye av
Xewa serê banan bûye kabûs
Dijmin bûye agir û pêt, pê de diçe
Kurd ardûyê êtûna dijmin û tor kurha bêbinî
Nema dixwiyin bizinên belek,
Tiriyê merzone êdî bê tam e
Nayê dengê kewê gozel.
Xemgîn e, sernixwîn e Mêrava pîroz, Tora kevnare.