Ji romana Perîk:
Mele Selîmê BedlîsîSelîm Berekat
Eger min ji te re nivîsand, ez dê tiþtekî bi dilê te binivîsînim Yabo. Ew kesên ko li bakur derbasî mala me dibin _ mîna ko aniha, piþtî ko þeþ salan ji te bi dûr ketime, derbasbûna wan dibînim _ bi desmalên ko wekî þaþikan li ser serê xwe girêdane, û bi ebên xwe ko keviyên wan avêtine ser destên xwe, ew kes_ di dawiya þevê de _ dê neçin ko; tiþta pêwîst ji te nebihîzin: " Kurd ti carî naþikên ".
De wisa ji wan re bibêj Yabo, û li cigareya xwe yî sorbûyî ko tu pif xweliya wê dikî da ko bi ser nermika destê te yî vekirî de bikeve, temaþe bik: " Xwelî " . De vê peyvê bibêj û xweliyê bi zimanê xwe daqurtîn. Tama xweliyê xweþ e. Tama xweliyê xweþ e Yabo tirþahiyeke sivik, ziman zuha dibe û piþtre av pê dikeve. Û her bibêj " Ti carî Kurd naþikên, çinkî xwedanên êþa xwe ne " .
Peyva " xweliyê " bê tinazî dûbare bik Yabo, çinkî serdanvanên te xweliyê dinasin. Kes ji me nîn e ko devê birîna xwe bi xweliyê negirtibe. Paçan diþewitînin û devê birînan bi xweliya wan asê dikin: Mezin û biçûk, nifþ bi nifþ. Û tu jî, Yabo, qerfê xwe bi peyvê neke, na herê bibêj, û li cigareyên xwe yên dadayî temaþe bik, mane Mele Selîm jî, gava ko þikestî û têkçûyî; di destpêka sedsala bîstan de xwe avêt bextê kunsilxaneya Rûsan, wisa dikir.
Tu ji mêvanên xwe re li ser dijwariya têkçûnê dipeyivî; ko çawan vî Melayî nikarîbû li navçeya Bedlîsê cebilxaneya ji çek û mirovan bi dest xîne da ko wan ji Tirkan rizgar û serbixwe bike. Tu poþmaniya xwe yî kûr û berfireh li ser kuþtina wî, sêdarkirina wî li meydana bajêr, bilind û diyar dikî; piþtî ko Tirkan êrîþî kunsilxaneyê kirin. Lê Mele Selîm, Yabo, di wan çend rojên ko xwe avêtibû bextê kunsilxaneyê berî ko Tirk êrîþ bikin, Kunsilê Rûsî hînî sûdeyên xweliyê dikir.
Wexta ko Mele Selîmî xwe avêt Kunsilxaneyê; Kunsilê Rûsî bi rêzdarî pêþwaziya wî kir; rêzdariyek daku ligel bejna mirovê ko ji têkçûneke dijwar hatibe, bigunce. Her ko bi hev re diciviyan _jixwe di rojên pêþî de her seet bi hevûdû re diciviyan_ perdaxine ji ava leymûndiz û þekir pêþkêþî wî dikirin, Mele jî her ko perdaxa tirþ, bi sê qurtan, ligor sineta pêximber, dadiqurtand; destê xwe datanî ser nava xwe yî ko diþewitî, û bi peyvine kurdî sipasiya kunsilî dikir.
Navê wî berî wî gihiþtibû kunsil, lewra wek penaberekî pêþwaziya wî kir. Çend rojan bi hev re nepeyivîn, rastî hev dihatin; sipasiyên Melê jî; bo Kunsilê ko dilê wî bi þikestineke bêçare dijeniya, yên mirovekî têkçûyî bûn. Nemaze dema ko yê Kunsil leþkerên Tirk li hawirdor avahiyê bi çûn û hatin û bi tiving û bi nêrînên dizî li pencere û dergehan, didît. Lê çawan Mele Selîmî yê Kunsil hînî sûdeyên xweliyê dikir ; ez bixwe vê yekê nizanim, digel wî zimanê lal ê ko di navbera wan de bû jî; dîsa ew hîn dikir.
"Destê xwe vek" Mele ji kunsil re digot, û bi destê zilamê rû Qirxizî digirt, Kunsilê Rûs mista destê xwe vedikir û bi biþirîn di bin berçavka xwe yî girover î piçûk re lê temaþe dikir, jina wî ya bêdeng jî; di kursiya xwe de; kursiya bi destikên textînî û bi cawekî þîn rapêçayî, çavdêriya wan dikir. Wexta ko nermika destê Kunsilî baþ vedibû Mele Selîmî tayek ji zendika sakoyê xwe dikiþand û di navbera herdû tiliyên xwe de, diþewitand, wexta ko vedimirî xweliya tê diweþiya destê yê Rûsî yê ko hê jî li ser biþirîna xwe bû, Kunsil li xweliya di destê xwe de temaþe dike û piþtre li rûyê Melê; bêyî ko çîrokê têbigihêje yan jî lê bipirse. Piþtre, xwe ber bi jina xwe ve dizîvirîne mîna ko þirovekirina tiþtekî jê bixwaze; lê jina wî ya _ pir _ sipî di çarçewa bêdengiya xwe yî dûr de, dimîne ; bi dudiliya ko li ser dîmenên wê nedixuya , hiriya lawirekî bi þehekî hestînî yî mezin þeh dikir.
Hivdeh peyan, derbasbûna Mele Selîmî bo Kunsilxaneya Rûsan a li Bedlîsê, bê metirsî, amadekirin; bi tivingên xwe, Mele Selîm ji Tirkên Toranî _ piþtî eþkerebûna têkçûnê _ hetanî sûra kunsilxanê, diparastin, û herhivdeh peya, li çola berfireh û rût li ber sûrê daku biþên Melayê xwe di dergeh re derbas bikin, hatin kuþtin.
Erê Yabo! Mele Selîmê Bedlîsî jî wek Mîrên te yên dîtir, bi piþtgiriya teqneke kurd biryara xwe ya ko hêzdar nikarin wê bidin, da. Ji Bedlîsê li Erzrûmê, li Amedê, li Botan û li Cizîrê, li darêjgehên mezin ên çemên ko ji bakurî Torosê diherikin, temaþe dikir, wek Mîr Bedirxanê ko beriya wî bi sedsalî serî hilda bû.
Lê vê carê Yabo, ne Firansiyên Galî _ û ne jî kurên Arthurê Brîtanî yên ko hin ji xelkê rehên wan vedigerîn " Lansîlot " yarikê jina wî _ wek ko çawan li dijî Mîr Bedirxanî, bi bahaneya parastina filehên herêma Botanê, xebitîbûn, li dijî Mele Selîmî nexebitîn çinkî ti kes neditirsand, lewra ji Kunsilê Rûs, yê hêmin re, sudeyên xweliyê þirove dikir, mîna ko dê birîna xwe yî mezin, bi hemî xweliya ko dê jiber þewatên zemînê bimîne, dagire; ew bixwe dizane, ko zilamê li hember rûniþtî; xwedanê berçavkên tenik, ti tiþtî ji kurdiya wî; ji zimanê wî, ji bilî tevger û bizava destên wî, tênagihêje, herwa dixwest ko bizava destên xwe jî kêmtir bike, çinkî guh nade ti tiþtî ji bilî çavên Kunsilê Rûs yên ko êþa wî dibînin, bi kurtepistî: "Xwelî, de hema çi ta be ji sakoyê xwe bikiþîn û biþewitîn, tu yê xweliyê qezenc bikî, temaþe bik", dibêje û sakoyê xwe yê qesebkirî yê ko berdaye ser þerwalê zaxoyî bi destê xwe nîþan dike; þaþika xwe ya ko bi dismaleke zer î dîsa qesebkirî rapêçayî ye, diedilîne, û berdewam dike: "hema tayekî ji kû be bila bibe, û biþewitîn", û berê xwe dide jina kunsilî ya ko di bin ebrûyên xwe yên kej de lê temaþe dikir: "Keçê hiriya vî lawirî gelekî neþikîne, çinkî kêç zû tore dibin". Û dibiþire. Piþtre, hêdî hêdî, biþirîna, ko telihevî û dudiliya wî, di hindurê vê kunsilxaneyê de, dinixumandin, vedimirî.
Dê Mele Selîm çi bike? Dipûnije Yabo. Bi zerikê ji satila sifirînî destnimêj digire. Li ser sakoyê xwe nimêj dike; çinkî baweriya wî bi xêliyên kunsilxaneyê nedihat. Bi dizî; bi lêbûrîn li jinikê temaþe dikir, ewê jî, bi lêbûrîn, mîna ko çarenûsa wî ya zelal bîn bike, lê dinêrî. Digel vê jî Kunsilê bêdeng û hêmin; di navbera çax û çaxekê de, ji tinaziyan ne bê par bû, destên xwe datanîn piþt guhên xwe û awayê nimêja Mele Selîmî, dikir, newqa xwe diçemand, piþt re xwe ji hevdû vediziland mîna yê ko ji wan bizavên pehlewanî biweste, penaberê dîl jî di wê neqebê re; dibiþirî.
Ha wa tu jî; di êvara zivir de ya ko xaniyên bakur dorpêç dike; ko tu nameya min ji mêvanên xwe re dixwînî, dibiþirî, Yabo, tu awirên xwe ber bi rûyên miþt sosret bilind dikî:"Me ew hinartiye ba zilamê mezin da ko hîn bibe, ewî jî _ berî her tiþtî _ nameyeke kawikiyane yî nivîsandî ji me re þandiye, tika ye hûn lênegirin". Û tu bi pitepit dikenî: "Mele Selîm!! Ji bo çi wisa bi berfirehî li ser nûçeyên wî radiweste? Min serbilind dike". Û tu radiperiyayî. Ez raperîna te dibînim Yabo: "Na na nakeve serê min, ez jê ne razî me, lêgerîna wî ya li zilamê mezin nabe bahane ko wisa pesnê mala zilamê mezin bide".
Lêbûrînê dixwazim Yabo. Ez dê aniha ji te re nenivîsînim. Kî dizane? Renge piþtre; ez tiþtekî ko ligel êþa te û êþa mêvanên te bigunce, binivîsînim. Lêbelê evî Melayê ko þoreþek li Bedlîsê vêxistibû; þoreþek kêm nûçe; kêm þewat, kêm hêvî, min mijûl dike: Peywendiya wî bi Rûsan re çi bû? Mane wergêrek ligel nebû da ko vê yekê bizanibim. Lê ewî bixwe Kunsilxaneya Rûsan hilbijart; bi hivdeh tivingên kevnare û bi bêzariyek dijwar parastîbû. Du pasvanan; ji hindur ve, dergehê sûrê vekirin, piþtî ko Mele Selîm derbas bû, herdû pasvan, bi hêviya ko yên dîtir jî derbas bibin; piçekî rawestiyan, lê hinekan ji paþmêrên Mele Selîmî nîþana asêkirina dergeh gihandin herdû pasvanan, ewan jî dergeh asêkirin û çavdêriya leþkerên ko nêzî koþeyên avahiya ko di navbera wê û sûrê de, çolek berfireh û tozînî û çend darên gwîzên belawela; peyda dibûn, dikirin.
Her hivde mirov derbasî Kunsilxaneya Rûsî nebûn. lê tevliheviya herdû pasvanên ko bi bazdan rêberiya Mele Selîmî dikirin, gihiþt berztirîn radeyê; wexta, ko bi dizî, di çemkirinên xwe de; li paþ xwe dinerîn; mîna ko kuþtiyan dihejmêrin, û di kêlîkekê ji wan kêlîkên ji niþkêve de, yek ji wan rawestiya, mîna ko bixeniqe destê xwe avêt sînga xwe û qîriya: "Na".
Tivingên kevnare li kêleka þaþikên ko digindirîn, ketin, û destên vekirî ko bayê li derve têra wan nedikir, lê di hindurê Kunsilxaneyê de Mele bi ser yana nîgarkirî de, hat xwar, çavgirtî, bînçikyayî. Wexta ko çavên xwe vekirin, dît ko jina Kunsil; a pir sipî, li ser laliyeke zîvînî perdaxek þerbeta zer pêþkêþî wî dike, bi destên lerzokî perdax hilgirt, hin jê vexwar û perdax bi þûn de zîvirand.
Li pêþiya çend karkerên Kunsilxaneyê yên ko tenê dihatin da ko wî bibînin destên xwe vedikirin û silav li wan dikir. Mane têk çûye; ti bahane li cem wî nînin. Mele Selîm têkçû; þikest. Armanca wî yekîtiya Kurdistanê bû, lê têk çû. Digel vê têkçûna xwe jî; yek bi yek, bi wan re dibiþirî, lêbûrîna xwe ji wan dixwest, lêbûrîna ko çima êrîþî bêdengiya çermên wan kiriye; lêbûrîna ko çima êrîþî bêdengiya "Îkûnên" giranbuha kiriye; Îkûneyên giranbuha _ yên ko xwe sipartibûn textê nemliyeke reþ î kolayî_ ko di navenda wan de gelek kevanên nûranî peyda dibûn; kevanên nûranî yên ko di destpêkê de nîgarkirina wan, berevajî endamên mirovane, hêsan dixuya, lewra bi pirbûn diyar dibûn. Mele Selîmî jî wexta ko li van bi gewdekirinên ko xeybê bi awakî pir dijwar rût dikin; herdû peyvên "Subhane ellah" du caran dûbare dikirin, ev rewiþt ne ji rewiþta ola wî ye; ola wî ya ko pîroziyê ji dîdariyê re ne ko jî dîtinê re diparêze, û hestiyên mirov bi hemî lûleyên xwe, bazinên xwe, parsûyên xwe, rekeh û gerzelên xwe, kabên xwe, gwîzekên xwe, enîþkên xwe, alguþkên xwe, movikên xwe, qafên xwe, þeh û pê û navmil û qaçik û derzikên xwe, ne ji bo guhdariya wan bi guhan lê ji bo pifkirina Israfîlî di borîzanê de, amade dike.
Lê gerek Mele Selîm rêzgirtina vî cihî di çavên xwe de jî biparêze, lewra wexta ko çavê wî li tiþtekî kirêt diket, ber bi Kunsil û jina wî ve dizîvirî da ko nîþanên li ser rûyê yekî ji wan bixwîne û wê nîþanê li ser rûyê xwe jî bi kar bîne. Lê metirsiya wî li hemberî xwarinê hinekî cuda ye; digel wê xweþiya ko li ser rûyan dibîne jî; wexta ko zilamên kunsilxaneyê li ser sifriya kunsilî xwarina xwe dixwin. Masiyên zuhakirî, yên ko bîneke tûj ji wan derdiçe, xweparastina wî daçikandin, û perçeyên goþt jî dudiliya wî kûrtir kirin, çinkî dizane ko Rûs di xwarina goþtê berêz de jêhatî ne, lewra hergav mirîþk hildibijart an jî nanê xwe yî reþ î tarî di nav ava mergê de dadikir. Û mirîþk jî her û her mirîþk e, lê birêjeyî (bi nisbetî) mergê; gelekî nediramiya daku hestên xwe yên li ser veþartek û razên di mergê de, biparêze.
Pir kêm dipeyivî, bi peyvine pir kêm û bi nîþanine pir hindik. Eger bêdeng dibû jî di cî de hiþê wî diçû derveyî kunsilxaneyê, li wir, Tirkan, peyayên wî berhev kirine û bi mirîtî wan bi darên giwîzan ve, daliqandine, lêbelê kêlîkekê jî hêviya wî nediþikest ko dê, ji cihekî, þandeyek (Qasidek) derbasî hindur bibe; ko bi Tirkî û bi Kurdî baþ dizane da ko di þûna nîþanên wî yên hejar de peyvine bi zingînî bipeyive. Ne tenê wisa; bi guhên xwe û bi dilê xwe li her bizava ko ji paþ dîwarê kunsilxaneyê dihat, guhdarî dikir, hetanî; hema hema; dikarîbû bi destên xwe kurtepista di navbera Kunsil û jina wî ya çav hingivînî ko ligel sipîbûna wê ya bêserûber naguncin, rawestanda, lê xwe digirt û bi pitepit digot: "la îlaha ile lla".
Piþtî ko Mele Selîmî xwe avêt kunsilxaneyê, deng û basên lerzokî, ji bêrîkên wan kesên ko derbasî hindurê kunsilxaneyê dibûn, digindirîn, bêyî ko ew mirovê xwedî þaþik ti tiþtî têbigihêje. Û wexta ko dixwest bi destê xwe pirsekê li ser tiþtên ko diqewimin ji Kunsilî bipirse, Kunsil eniya xwe bi tiliyên xwe dorpêç dikir, dibiþirî, û peyveke dilrûniþtinê dûbare dikir; bi herhal daku þirovekirina ko dê ti berhemê nede kurt bike.
Ma ti tiþt li cem heye da ko ji Mele Selîmî re þirove bike? Mane Kunsil bi xwe jî, roj bi roj, dibe dîlê kunsilxaneya xwe, jixwe ti hêviya wî jî, di efsaneya ko þer di navbera herdû Imperetoriyan de neqewimîne, nîne. Lê di bin bandora merdiya bêzar de, biryara xwe distîne ko mirovê xwedî þaþik vexwîne, lewra, di wê nîveroja kawikî de; mesefên miþt birinc li ser sifriya xwe belav dike , girkokên ji mirîþk û kevokan bilind dike, û berxekî piçûk ko ji qazî ve serê wî bi gewde ve ji bo lêewlwbûna mêvanê xwe yî penaber, hiþtibû, li ser masê tê danîn. Di nav wan rûyên melûl ên ko li dora sifra lal kom bûbûn, bi rastî jî, hinekî xwîn bi rûyê mêvên ve hat, destekî xwe bilind kir û rêza ko laliyên birincê li teniþt hev li ser hatibûn raxistin þanî wan kir, û li wan temaþe kir, wexta ko ev bizava xwe kuta kir da ko þopa hevoka xwe yî lal li ser rûyên wan bixwîne, hemî rûtirþ dixuyan. Li Kunsil temaþe kir, piþtre awira xwe bi ser jina Kunsilî ve zîvirand; piþtre bi ser girkokê biçûk ê goþtê di nîvê sifriyê de, ji ser rûniþteka xwe rabû û rahiþt laliya li ber jina Kunsilî, tiliyên xwe dirêjî binê wî girkokî kir û perçeyekî goþt rakiþand, pêre pêre hemî perçeyên dîtir ên ko li ser hevdû edilandî bûn bi alîkî de þemitîn, ligel dûkela xwe yî dilovan li ser mesefê belawela bûn.
Mele Selîmî kêlîkekê di nav bêdengiya wan de bêdeng ma, lêbelê perçeyê goþt xiste laliyê û bi destê xwe mistek birinc li kêleka goþtî ediland û lalî pêþkêþî jinikê kir; wê jî ji destê wî girt.
Ne rûniþt û ne jî awira xwe ji ser laliya jinikê birî, hetanî ko bi kevçiyê xwe, gepa pêþîn xwar. Wê çaxê wî bixwe rahiþt laliya xwe û ji nû ve destê xwe avêt perçeyek goþt û di nav tiliyên xwe yên kinik de hiþk zeft kir, di wê kêlîkê de Kunsil û yên li gel bi dengekî bilind dest bi kenî kirin, û destên xwe yên rût bê kevçî dirêjî goþt û birincê kirin. Îca jina Kunsilî ya sipî, ya bêdeng jî, ji nû ve, kenekî dirêj lê di bin dismala ko li ser devê xwe danîbû, hinekî nizim, ji xwe berda. Lê Mele Selîm her þipiya ma, yeko yeko li wan temaþe dikir: "hûn zû bi zû hîn dibin", got û biþirî, di þipiyabûna xwe de, dîsa berdewam kir: "ez bi xwe jî zû hîn bûm", çavên xwe li wan rûyên çavbirçî gerandin: "qiralkê ko ez bi pey ketibûm, di firîna xwe de, pir lawaz bû". Çend caran destên xwe libakirin mîna baskên balendeyekî: "qels bû, ez bi xwe nezanim ma gelo ji ber biçûkbûna temenê wî bû yan ji ber birînekê bû, lêbelê firîna wî qels bû". Bi destekî xwe riha xwe yî pir kurt mist da, pûnijî: "ez bi xwe, di wê çaxê de, ne biçûk bûm da ko liva wî min bixapîne. temenê min têra naskirina dekên balendeyan dikir, bi bazdan ez bi pey qiralk diketim, dihatim ko wî bi destên xwe zef tbikim, lêbelê bi herdû baskên xwe yên ko bi pirtepirta xwe dihingivîn zemînê xwe ji min vedidizî. Erê dihingivîn zemînê", herdû peyv dûbarekirin û bi hêminî, bi nermikên destên xwe mesefa xwarinê ji jor ve ber bi jêr ve mist dida.. Ji nû ve, çavên xwe ber bi rûyên çavbirçî de bilind kirin, yeko yeko awira xwe li wan gerand: "ma hûn dizanin ko ez çiqasî bi pey wî qiralkî ketibûm? Gavekê, du gavan, sê gavan? Hê?", û biþirî wek ko tinaziyên xwe bi wê bersiva ko dê ti carî negihêje guhên wî yên kurdî, bike, yên ko li dora mesefa xwarinê rûniþtibûn jî, keniyan.
"EZ", û Mele Selîmî tiliya xwe danî ser cênîka xwe: "ez ne ji wî tuxmî me ko qiralk min bixapîne", û laliya xwe; bi destê xwe; piçekî, ber bi pêþ de dehf da: "di firîna xwe de dê ti carî qiralk neþê min bixapîne, hetanî bi baþokê jî dê nikaribe min bixapîne. Ma hûn vê yekê dizanin?".
Û bi çavên xwe yên bêhêvî, yên ko ji hewldana haþkirina yên rûniþtî vala bûn, ew dorpêç kirin: "hûn dê nizanibin", bi lez got û þaþika xwe; þaþika ko ti carî dê xwe ji hawirdora serê wî bernede, ediland, hetanî ko piçekî xwar bû: "min kir". Ev peyv got, û radestî bêdengiyeke bavane bû, bêdengiyeke ko dixwest hinavên wî û hinavên mazûbanên wî yên ko axavtina wî tênagihêjin, bixwîne. Û hêdî hêdî destên xwe bilind kirin û herdû mistên xwe bi jêr de vekirin: "ez wisa bilind bûm". Wexta ko bêhûdeyiya vê þirovekirinê têgihiþt, destên xwe daxistin, kir pitepit: "da ko li bin guhê qiralk nekevim min baskên xwe di ser wî re derbaskirin, min sîbera xwe yî ko wî dinixumand didît, lêbelê min ew derbas kir çinkî mana min î bi herdû baskên min ên hêzdar; li kêleka wî, bizava baskên wî yên lawaz gelekî kêm dikirin". Û bi laþgiranî, li ser rûniþteka xwe rûniþt, ziq; li valahiyekê, li paþ komika goþtê ko bi ser mesefê de þemitî bû, dinêrî: "di firîna xwe de; min ti carî bawer nedikir ko dê sîbera min ewqasî berdirêj û berfireh be"
Mele Selîm firiya; wexta ko bi pey qijalk ket firiya. Du baskên hêzdar ên ji reh û hestî û periyan vekirin û firiya. Ti carî nediket hiþê wî yê mirovî ko dê bifire. Bi pey balendeyê xwe ketibû; lê balende digel lawaziya xwe ya eþkere jî radest nebû, lewra Mele Selîm firiya. Biryara xwe di wê kêlîka ko xwîn hilkiþiya eniya wî û di wê kêlîka ko terazûna lîskê ne wek hev diyar bû, stend: Du bask li hemberî du lingên mirovane.
"DADPERWERÎ" Mele Selîm qîriya û di cih de biþirî daku vecifilandina mazûbanên xwe tarûmar bike. Laliya xwe piçekî nêzîk kir û bi tiliyên xwe perçeyê goþt ber bi devê xwe de anî, lê nexwar, bi têramandin lê temaþe kir: "ya ko baskan li kesên bêhêvî belav dike dadperwerî ye". Berdewam kir: "ez ne bêhêvî bûm. Min bi xwe dizanîbû ko ez dê bi herdû baskên xwe, yên ko berê min ha ji hebûna wan nebû, li pêþiya qiralkê xînim. Kêlîkê ez hîn kirim; kêlîka; ko torebûna min; û têkçûna min, li beramberî baskên qiralkê; kir; serkeftina bêrûmetiya xwe yî gengazane". Û keniya: "ez li teniþta wê bêrûmetiya ko du bask dabûn min; bûm; herdû baskên ko ez bi wan firiyam, û bi wan jî; min zora qiralkê bask lawazî bir. Hêêê" , û ji ser kursiya xwe rabû, bi hêrs, ji serê mesefê hetanî dawiya wê þanî wan kir mîna yê ko ramanekê zeft bike û bixwaze wê li ser sînorê mesefê bibêje: "li jêra min, zemîn, wisa, nêzîk dixuya, wisa zelal û ron: Mûrî, þînahî, ax, herdû baskên qirêlk, û sîbera min î ko ti carî bi vê mesefê nayê pîvan". Destên xwe ji hev vekirin, dixwaze tiþtekî bibêje, lê sînorên peyvên wî têra wê nakin, lê ji dergehê dûr, ji tengerêyên kunsilxaneyê xirecira êrîþker dest pê kir û her tiþt nixumand.
Wexta ko þer di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê de dest pê kir, tirkan êrîþî kunsilxaneyê kirin. Dergehê mezin li paþ xwe hiþtin û çend pasvanên ko li ber bûn jî dehf dan, pêþî þiverêya ko bi çend pileyan ji sewiyeta erdê nizimtir bû, derba skirin, pêrgî pîrejina ko xwarin çêdikir, bûn, lê bi nîþanine ji destên xwe; ew bêdeng kirin; hetanî ko gihiþtin kîlera ko ber bi hêwanê ve diçû, bi destên xwe dergeh dehf dan, û rû bi rû li hember kesên li dora mesefê rûniþtî û di nîvê wan de Mele Selîm, rawestiyan.
Kunsilê ko hê jî gepek goþt û birinc di devê wî de bû; ji ser kursiya xwe çeng bû, di wê kêlîkê de ji niþkê ve girtibûn ser, lêbelê hinavên wî
bendewariya vê lîskê dikirin. Berçavka xwe hilanî û bi ser van cenawerên bi singo û tiving de; ko ber bi mirovê xwedî þaþik ve diçûn, kir pitepit.
Mele Selîm rakiþandin; Kunsil jî bi protestoyeke bêhêvî destê xwe bilind kir; protestoya ko teqiteqa mesefa ko karkerên kunsilxaneyê; bizdayî, ji dora wê radibûn, dinixumand., yekî ji wan tirkên êrîþker bi destê wî girt û ber bi jêr de; hetanî ko hingivî mesefê, daxist, di wê wextê de; çendine dîtir Mele Selîm dikiþkiþandin derveyî sînorên kunsilxaneyê; derveyî meydana wê; li wir, laþê Mele Selîmî; bi darên giwîzê yên rehdaçikayayî û tund, hate daliqandin, bi destên xwe lingên wî ji gwîzekan ve; çend caran, baþ girêdan da ko dilê wan di cî keve; ko dê di hejmartina nefesa wî ya dawîn de jî þaþ nebin.
Evî Melayê ko ez dê ti carî; li ser wî, ji te re nenivîsînim, pir mijûl kirime Yabo. Herdû baskên wî; baskên ko sakoyê xwe ji ser wan neda alî da ko bifire; mijûl kirime. Dikarîbû lêbûrînê ji mazûbanên xwe bixwaze: "li min bibuhirin", bigota û yeko yeko li rûyên wan temaþe bikira, û sakoyê xwe yî dirêj ji xwe bikira da ko baskên xwe rizgar bike, û bi xwelibakirineke hêzdar û lihevhatî, di ser mesefê re, ko birinc belawela bibûya û yên rûniþtî wî zeft bikirina, bifiriya. Lêbelê nefiriya Yabo, di þûna wê de, di kêlîka ko destên çepel dirêjî milên wî bûn, û hin ji wan destan li þaþika wî ketin û porê wî yê dirêj û kurîþkî xuya bû; li rûyê Kunsilî temaþe kir. Bi sipasî; bi mazûbanê xwe yî dorpêçkirî re dibiþirî, bi alî pîreka pir sipî de jî dizîvirî û lêbûrîna xwe jê dixwest, wê jî; bi çariya xwe yî kinik, çavên xwe dinixumandin; bi hêrs kevçî ji destê xwe davêt û lêbûrîn dixwest.
Tu, jî, min mijûl dikî, Yabo. Têkçûna te ya li wir, û têkçûna te ya li vir; min mijûl dikin. Herêmên te; yên li "Erzurûmê", û li "Botan", û li "Bedlîsê", û li "Amedê", û li "Cizîrê", û li "Kermenþahê", û li gola "Wanê" û çiyayên ko çavkaniyên çemên mezin in hetanî gir û qelaçên Rûsyayê, min mijûl dikin Yabo.