Dilbijokiyeke xerab*

Zinarê Xamo

Di hejmara Nûdemê ya dawî de (hej. 15) li ser þeþ nivîskarên "Sovyetî" yên dema Stalîn (O.Mandelstam, V. Mayakovskî, M. Tsvetaya, Gorkî, Î. Babel, Î. Meyerhold) "nivîseke" Suleyman Demir heye. Gava, meriv zeîfî û çewtiyên zimên bide alîkî, nivîs ji alî înformasyonê ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî li ser terora rejîma Stalîn ya li hember nivîskar û kesên muxalif muxalifên rejîmê), gelek agahdariyên nuh û neînsanî tê de hene ko gava meriv dixwîne meriv ji ber însaniyeta xwe fedî dike. Îcar ji ber ko ev agahdarî hemû belge û raporên arþîva polîs in, (KGB) lema jî bêtir tesîrê li meriv dikin. Ya din, kesên li xwe mukur tên jî ne kesên muxalif in, ew xwedî û parêzgerê sîstemê bi xwe ne. Ev yek jî tesîr û baweriya bi nivîsê zêdetir dike.

Bi weþandina nivîseke wiha bêguman Suleyman Demir karekî pirr baþ û hêja kiriye. Lê li alî din Tiþtekî xerab û nebaþ jî kiriye ko rabûye nivîsa xelkê kiriye ya xwe. Bi gotineke din, nivîs ji wergerandiye Kurdî û wek nivîskarê nivîsê îmza xwe avêtiye binî. Xwezî wiha nekira. Helbet ji alî ehlaqî ve ne raste ko meriv rabe li ked û xebata xelkê xwedî derkeve û bike malê xwe. Bi ya min ya rast ew bû ko divê wî ne wek nivîskar, lê wek wergêr navê xwe li binê binivîsanda.

Ez dizanim gelek caran dilê meriv dibije hin berhemên lawên bavan, meriv dibêje xwezî ev ya min buya, ya jî min jî kanîbuya tiþtê wiha bi mustewa binivîsanda. Ez dilbijokiyeke wiha baþ fam dikim, ji ber ko hisekî însanî ye. Lê ev yek nayê wê maneyê ko her dilê tiþtê meriv bijyayê merivê rabe bike yê xwe. Ger wiha be her kes dikane bibe nivîskar.

Nivîsa ko Sulyman Demir wek nivîskar îmza xwe avêtiye binî beþek jê ya Bengt Jangfeld û beþek ji ya Arkadij Waxberg e. Nivîs di kovara Artes (hej. 4/1994) de bi ser nivîsa POLÎSARKÎVET (Nûçeyên ji arþîva Polîs ) hate weþandin. Swêdiya nivîsê bîst rûpel in.

Min "nivîsa"(!) Sulyman Demir û ya kovara Artes dan hember hev, tiþtê min dît tiþtekî ecêb bû, bêyî çend gotinên pêþî û di nav re û hin agahdariyên ensîklopedîk yên li ser þexsan hemû nivîsa Artes’ê piþtî tercumeyê bûye ya Suleyman Demir. Meriv naxwaze ji çavên xwe bawer bike. Lê nexwestin ya jî bawernekirin netîcê naguherîne, nivîsên B.Jangfeld û A. Waxberg di Nûdemê de xwedî guheradine, bûne yên Suleyman Demir. Him jî teqrîben bîst rûpel.

Ez tê nagihîþtim, însan çawa dikane li hember ked û xebata xelkê hewqasî bêhurmetiyê bike? Ma ne neheqî ye ko meriv rabe xebata xelkê bike ya xwe? Ka xwedêgiravî em mirovên demokrat, adil û heqþînas bûn û xwedêgiravî me tecawuzî mafê xelkê nedikir? Wer xuyaye ko gava keys di destê me keve em jî dikanin wek gelek kesan devê tevî hawud daqultînin.

Tiþtê Suleyman Demir kiriye tiþtekî pirr orjînal e; hetta dikanim bibêjim ko ji dunyayê der e. Wî him li alîkî nivîsa camêran kiriye ya xwe, yanî bi îmza xwe weþandiye û li aliyê din jî bi rengekî tevlîhev gotiye nizanim nivîs ne tercume ye û ne jî ya min e. Helbet ev tiþt jî bi zanetî li bin guhê hev xistiye. Qey ji xwe re gotiye, gava rojekê yek rabe li min rexne bigre ezê bi van çend gotinan xwe biparêzim û bibêjim ko ji xwe di nivîsê de min gotibû. Lê bi ya min ev tedbîr jî bi tu hawî barê S. Demir sivik nake. Ji ber ko lixwemukurhatin ne sûc sivik dike û ne jî karakterê hedîsê diguherîne.

Wek tedbîr, li hember rexneyeke muhtemel tiþtê S. Demir gotiye ev e:

- Divê ez bêjim ko min nivîs tercume nekirine, lê min ramanên nivîsan tercume kirine. Min ne hemû derxistine, min yên balkêþ derxistine. Heta ko ji min hatiye, min raman û naveroka nivîsan neguhertiye. Loma jî ez nikanim bêjim ev nivîs yên min in. Lê hinek tiþtên ko min berê di vî warî de zanîbûn, ji bo ko bûyer baþtir bên famkirin, min xistine nav.

Nuha gava nevîs ne tercume be, mana xwe ew e ko ya te ye. Nabe nivîs him ne tercume be û him jî ne ya te be. Wê gavê ya kê ye? Û piþtî ko ne ya te ye çima te bi navê xwe weþandiye ? Û bi çi heqî?

Diyar e ko S. Demir ji bo bidestxistina argumentên maqûl xwe gelekî êþandiye, lema jî gotiye min ne nivîs lê ramanên wan tercume kirine. Lê ez bi xwe nizanim "tercuma ramanên nivîsan" tê çi maneyê? Ne nivîs lê ramanên (fikrên) wan?! Axir li gor îddîayê em dikanin fahm bikin ko nivîs ne tecume ye. Lê ya xerab, di eynî paragrafê de ew bi xwe vê îddîa xwe pûç dike, dibêje "ez nikanim bêjim ev nivîs yên min in."

De werin viya ji hev derxin, nivîs him ne tercume ye û him jî ne ya wî ye, lê dîsan bûye ya wî, çimkî bi îmza wî hatiye weþandin. Nuha rastî ew e ko S. Demir kovar daye ber xwe, beþên kêfa wî jê re hatiye û ew girîng dîne û kanîbûye wergerîne, wergerandiye. Û beþên girîng nedîye ya jî tercuma wan zor bûya di ser re gav kiriye, wernegerandiye. Mesele hewqasî vekiriye.

Tiþtekî din yê ko meriv dibe dunya wiyalî ew e ko gava S. Demir dibêje, ji bo ko bûyer baþtir bên famkirin min hin tiþtên xwe kirine nav. Bi rastî ez tê nagihîjim meriv çawa dikane hewqasî basît bifikire. Heval S. Demir piþtî ko di vê mustewayê de bi edebiyatê mijûl dibe divê hin usûl, qaîde û prinsîpên "neqilkirinê" bizanibe. Helbet mafê meriv heye ko meriv ji xelkê neqil bike. Lê bi wî þertî ko gava meriv ji nivîsekê tiþtek girt, divê meriv bi zelaliyeke xweþik nîþan bide ko meriv çi û ji ko derê girtiye. Gava ne wiha be, wê gavê hemû kitêb û nivîsên dunyayê dikanin bibin yên mêriv. Hema dilê meriv kîjan nivîs eciband merivê çend gotinên xwe jî di nav ke û bike nivîsa xwe. Lê ne usûl wiha ye û ne jî kes wiha dike. Yan jî bi kêmasî bêyî me Kurdan di civateke din de kes wiha nake.

Ne tenê ji alî huqûqî, her wisa ji alî exlaqî ve jî meriv mecbûr e ko tiþtê ji xelkê girt bi hawakî xweþik destniþan bike. Lê S.Demir tu mecbûriyeteke wiha his nekiriye, bi yek îþaratekê jî nedaye xuyakirin ko ka kîjan beþên nivîsê "yên wî" ne (!) jê û kîjan jî yên xelkê ne. Û dawiya dawî "yên wî"(!) jî û yên xelkê jî giþ bûne yên wî. Esas tu tiþtekî wî yê muhîm di nav nivîsê de tuneye û nikane hebe jî. Ji ber ko S. Demir ne bi Rûsî dizane û ne jî wek wan camêran çûye ketiye arþîva KGB’ê û hemû belge û raporên polîs tetkîk kirine. Bes xwediyên nivîsa Swêdî ev kar kirine. Lê em qebûl bikin ko wî hin tiþt lê zêde kirine, ma ne divê ev yek bihata diyarkirin. Ya ev herdu nivîskar sibe bibihîzin ko meqala wan di NÛDEMê de bûye ya S. Demir, gelo S. Demirê ji wan re çi bibêje? Ez bi xwe meraq dikim.

Ji bo dana ber hev ez kopiya meqala li ser Îsaak Babel û ya Osîp Mandelstam diþînim. Gava hewce hat dîtin meriv dikane ji wan hin beþan biweþîne.

 

*Min dixwest ko ev nivîs di Nûdemê de bê weþandin. Ji ber ko nivîsa min rexne kiriye de wir de hatibû weþandin. Lê berepersiyarê Nûdemê ji min hin guherandin xwest û min jî ew guherandin qebûl nekirin. Lema jî ez wê di Dugirê de diweþînim.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST