Uzunname III
Romaniya romana 'Tu'
Rezo Osê

Pîvanên teorî di avakirin û nirxkirina çanda cîhanî de, şûna xwe bi tundî girtiye. Lewra, her nivîskar gerekî nasîn û pêkanîna van pîvanan, li gorî dibistanên çandeyî, dibe. Dibistanên rexneyî jî, li gorî van pîvanan, pergalên nirxkirina her babetekî çandê hene. Roman jî beşê herî gewre ye ji êrîşên rexnegiran re.
Ev jî ji wê hatiye, ko nivîskarê romanê dihingive giştiya jiyanê. Dêmek romannivîs, di çavên rexnegêr (xwêner) de lêkolînvanekî civakî ye, dîroknivîs e, fîlosof e, hozanekî zanistî ye, yan jî ev kes tev e. Lewra bexşanevan e.
Çi romana hebe, li gorî van dîtinan, li ser sê regezên bingehîn (yên realîst) ava dibe. Ew jî dem, kes û war (cih) in. Lê, kêsimê hunerî û qilafetê romanê jî rola xwe, di avakirina heyber de, dileyizin. Piştî nasîn û pêkanîna van tiştan (regezan) pêdiviya nivîsandina romanê û naveroka wê dimîne. Ew jî ew e, ko xwêner zanibe nivîskar çi dixwaze jê re bêje, çi pêş dike, wî ji çi dûr dike û çi behweriyê dighîne xwêner. Ev tişt jî, di rêya şêweyê nivîskar re xwe diberdine bedena romanê û struktûra avakirina wê diyar dikin.
Lê mixabin ko çanda kurdî, nemaze beşê romanê, ji zanistiyên nûdemî dûr e, û ne desthilat e ko karibe xwe nêzîkî banên romana cîhanî bike. Wilo jî rexne di vê çerxê de digere. Yek ji sedemên bingehîn ji vê bişûndemayînê ew e, ko Kurd di hemî warên siyasî, aborî, civakî, mirovanî û rewşenbîrî de bişûndemayî ne. Loma jî asoyên têgihiştina mirovê Kurd, bi gelemperî, pir nizm e. Vê yekê hiştiye, zirnivîskarên Kurd, weku darkê fisê (filîn, tapo) bi ser avê bikevin û li ser pêlan xwe bihejînin, tanî pêl wan rojekê bi ser rûyê wan de bavêjin ser sêlaka kenêr.
Rexna kurdî jî, îro roj, li dudilîkê rast tê. Ew jî ew e, ko heyberê kurdî nakeve ber pergalên ti pîvanan. Ji ber ko nivîskarê Kurd hîna zimanê xwe, ne tenha xweş nizane, lê pir qels dizane. Belê, nivîskarê Kurd (bêgoman ez jî yek ji wan im) hîna di pêkanîna cînavan de şaş dibe, di navbera nêr û mê de xilmaş dibe, hevokên rast û durust ava nake û nizane pergalên rastnivîsê pêk bîne, lê nivîskar e!!!.
Ji bo ko em pir dirêj nekin û berê tîrên we bi ser xwe de rast nekin, emê li nirxkirina romana "Tu" vegerin, û hewl bidin ko dîtinên xwe weku xwêner berçav bikin. Nirxkirina me jî wê di warê avakirina romanî de be. Lewra, em xwe pêwîstî berçavkirina regezên avakirina romanî dibînin.
Forma axaftinê di romana "Tu" de
Gava mirov li bang, gazî û danûstandinê weku parçên axaftinê binêre, mirov pêwîstî nasîna alavên vê axaftinê dibe. Alavên, ko Kurd di vî warî de pêk tînin, weku pêşdankên bangê (wa, lo, lo-lo, kuro, lê, lê-lê, keçê) têne berçavkirin. Navên nêr bi pêşdankên (wa, lo, lolo, kuro) ve têne girêdan û di veguhestinê de paşdanka (o) distînin. Navên mê jî bi pêşdankên (wa, lê, lê-lê,keçê) ve têne girêdan û di veguhestinê de paşdanka (ê) distînin.
Dêmek, pêşdanka "ya" ne di gazî,ne di bang û ne jî di axaftina kurdî de, weku alav, nayên pêkanîn, û bikaranîna wê dimîne formeke biyanî. Danerê romana "Tu" bi gaziya "ya kêzê" dest bi axaftina xwe dike û tevna kêsimê romana xwe bi vê destpêkê dihûne. Wilo, birê pêşî bi "Tu" ya kêzê tê hûnandin : "tû ji kû derî hatî", "Tu sax bî", "Tu ne dîl î" û gelek "Tu" yên din. Lê, di birê didiwan de gih ev form dibe "tu" ya nivîskar : "Tu û hevalên te...", gih jî dimîne ya kêzê : "Tu diçî,tu nabînî, tu dê bazdî..." R.33.
Daner di rûpelên 54 -55 de vê formê texepaş dike û dîse li xwe vedigerîne : "Tu wekî kewroşkekî", "Tu li hember polîsê ko li tajiyan diçû", "Tu li ser zik..." û gelek "Tu"
yên din pêk tîne. Lê, nivîskar di rûpelê 61 ê de forma bang û gaziyê di axaftina xwe de diguhere, gava ev form bi dapîr û kêza wî re dikeve yek çarçevê. Ji dapîra xwe dipirse : "Tu dê îşev jî werî ba min?" û ji kêzxatûna xwe re dibêje : "Tu pê dizanî,...".
Nivîskar tevna heyberê xwe bi vî rengî dineqişîne, û bi "Tu dizanî" axaftina pismamê xwe, bi xwe re di zîndanê de bi rûpelin pir dirêj (124-130), dixemilîne. Lê, kela nava wî bi vê formê hînik nabe, loma dîse li xwe vedigere û bi xwe re diaxive û dibêje : "Tu ji cihê xwe rabûyî ", "Tu çûyî", "Tu hatî... ", "Tu rûpela yekemîn qulipand" û gelek "Tu" yên din di rûpelên 131-138 an de pêk tîne. Wilo jî ji bîr nake, ko di rûpelê 187 an de "Tu di valahiyek pir fireh de...", "Tu dîsan... hişyar bûyî" û gelek hevokên (axaftinên) bi vî rengî biafirîne, da bi vê rewaniya bêserûber xwe bighîne dawiya romanê.
Bi vî şêweyî daner xwe di nav pêlên "Tu" ya kêzê, dapîr, pismam û "Apo" yên xwe de winda dike, û nema zane avjeniyê bike. Loma axaftinên xwe û qehremanên romana xwe bi cînavê "Tu" ve girê dide, tanî cînavên "Ez" û "Tu" li ba wî di bin yek pergalê re derbas dibin, û bi yek rolê dirabin. Êdî,mirov dikare cînavê "Ez" bi cînavê "Tu" yan jî kesên şûngirên wan, bi hev biguhere, bê ko şêweyê avakirina romanê bê guhertin.
Ne tenha wilo, lê daner axaftina qehremanên romana xwe bi şêweyekî heyvpeyvîniyî xav û qels jî ava dike.
Di rûpelê 41 ê de, gava "Komîsêr" û polîsên pê re bi "pihêt" li deriyê daner dixin, daner wan nîv seetê li ber derî dihêle (dem jî zivistan e û şev bi baran e), da dêya xwe bi hatina wan agadar bike û jê re bêje : "Ez behwer im polîsin li derî dixin", "Her kesî dibin, ez behwer im, ew dê min jî bibin". "Lê qaxû mekin piştî çend rojan dê min berdin". Li vê axaftinê naraweste, lê ji dêya xwe dixwaze da "hinek van deran bide hev".
Daner hatina polîsan bê şik dihêle, gava "bi tirkî li ser wan qîriya" û bi fermanî dengê xwe gihande wan "De bisekinin, me dengê derî bihîst, ez im têm!...".
Di rûpelê 42 an de bi ser ko daner komîsar bi deng, bi reng û qilafet nas dike, "Lê rast, hûn kê ne?" ji wan dipirse. Hinga, komîsar bêçare dimîne, û xwe bi "Ez ez im", "Ev jî hevalên min in" dide nasîn.
Bi vê rûdariyê daner nahêle komîsar û polîsên pê re, yên ko piştî "seet 2.43" sibihê nîv seetê li ber derî di bin baranê de mayî, ji kirasên xwe dernakevin, lê dihêle ko "peyvîna wî (ya komîsar), normal" bimîne, da rê bi gotina "De baş e, ez dê bi we re werim" bide xwe. Qey daner nizane, yan jî xwe nebihîstî dike, ko avakirina vê hevoka dawî di forma bersivdana lavakirinekê de tê, û bi merbendiyekê ve (şert) tê girêdan!. Wilo jî, bi vê avakirinê,polîsan bihnfereh û mirovan berçav dike. Ji ber ew polîsê serdest (gurên inqilaba Everin), ko berê sibihê bi "pihêt" li deriyê tawankarekî bixe û erkên wî bisermalêdegirtin be, wê axaftina wî ne "normal" be,û wê vê hevpeyvîna dirêj, di bin baranê de, li ber derî, neke. Û wê agadarkirina tawankar bi gotina "tû pê ne hesiyayî çi guhertin bûne?" R.43 neke barê xwe û pêwîstiya wê nabîne.
Daner komîsarê xwe di rûpelê 49 an de diberde nava pirtûkxana xwe û dîwana Lorka dixe nav destên wî, pê dide xwendin û dihêle "we qet li ser ezmên marên zer dîtine?" di rûpelê 50 î de bêje. Daner vê pirsê ji nav lêvên komîsar derdixe, da rê ji xwe re veke û bi fermanî şîretekê lê bike û bêje "Mîrze komîsêr de bes e! Ev çend jî nabe, tu ne mecbûr î, ko ji bo her tiştekî bipeyivî, baweriya xwe bibêjî". R. 50.
Bi vî rengî daner perda evrayiyê (qudsiyetê) berdide ser axaftinên di malê de û wan "normal" berçav dike. Lê, ko dighe derve ba "jîpê" ev perda evrayiyê diqete, loma komîsar yekser fermanê dide polîsên xwe "De zû lê siwar bin, vî segbavî pir wextê me girt". R. 54. Yan jî "segbav hîn dipeyivi!... Lê bidin... Lêdin". R. 55.
Êdî, bi guneh û bê guneh daner her gav û her kêlî lêdanê dixwe!. Ev şêweyê axaftinê, di rûpelê 92 an de, tê guhertin û bi rengekî hîn xavtir ava dibe, gava daner "Di ser Hakîm de qîriya" û bi "hêrs" jê re got, "Çawan dibe? Çawan tu bêî tu pirs û pirsyarî biryara girtina min didî? Tu henek dikî, ne wisan?". Daner di romana xwe de dibêje, ko gelek zargotinên kurdî kom kiribûn. Lê diyar e ko ya dibêje (Henek li K. romiyan nabin) ne nivîsiye. Gerek e daner, ew rewşenbîr û siyasiyê Kurd xweş zanîba, ko ev ne henek in, lê henek pê kirin in. Loma jî "Hakîm" bersiveke sar dixe destê danerê romana "Tu" de, gava dibêje "Naxêr, rast e. Ji îro û pê de tu girtî yî" R. 93. Lê berxwedan jiyan e. Loma,tawankarê li hember "Hakîm" hewl dide, ko hakimê xwe bi yasayên dewleta Tirkî naskirin bide, gava jê re dibêje "Ev kir û kirdeyên te, li gorî qanûnên we jî şaş in". Hakim jî bi xwînsarî lê vedigerîne "Fermo derkeve, bila xwedê bi te re be". r.93.
Danerê romana "Tu" di gerînek û di nav pêlên axaftinê de gêj dibe, tanî xwe di şêweyê axaftinê de - dighîne pêpelûkeke herî nizim, gava pirseke zarokî ji "hevalê kêleka xwe" di zîndanê de dike, "Keko, ev nan çima wisan hişk e?". R. 131.
Bi vî awayî astengên danûstandinê di romana "Tu" de bê jimar in. Lê daner xwas di ser stirî, xîp û keleman re baz dide, bê ko êş û janê hest bike.
Dem di romana "Tu" de
Dema romanî, li gorî pergalên romannivîsê, dibe du beş. Beşek bi dema buhûrî ve tê girêdan, ko têbîrên nivîskar in, û xwe di rêya nava wî ve dide der. Beşek jî bi dema niha ve tê girêdan, û bi bûyerên ko dibine bingehên tevna avakirinê tê pêçan. Ew jî pelandinên derveyî nava wî ne. Dema nivîsandin, xwendin û axaftinê jî dibe parek ji vî beşî, û li ser dema romanê tê hesabkirin.
Lê, nivîskarê me dema avakirina romana "Tu" ne bi huşyarî, li serpêhatî, têbîr û bûyerên romanê belav dike. Loma di navbera dema buhûrî û ya niha de tar û mar dibe. Êdî dema real û ya monoloj li ba wî nayên sînorkirin. Wilo jî ne guh dide nivîsandinê, ne ya xwendinê û ne jî ya axaftinê. Loma, ne tenha xwe tar û mar dike, lê xwêner jî bi xwe re şaş dike, tanî dema xwendina romanê li ba wî vedizîle û dirêj dibe. Nivîskarê romana "Tu", di rûpelê 39 an de, demeke kenarkirî dide dest xwêner. Belê, "Dema derîyê we yê derva pihet lêket... saet 2.43 bû". Lê mixabin, ko daner nikare vê dema xwe bi bûyerên romanê re çareser bike, gava 16 rûpelan bi xumandina polîsan li malê didagire bê ko li wan bibe sibeh. Wilo, demê ji ba xwe dirawestîne, bûyerê real divezîlîne û qul qewêrên malê tevan bi polîsan re xum dike. Ne tenha wilo, lê bi wan re dikeve guftûgoyên jar û pûç de, da bi xwêner bide zanîn ko "Rilke, Conrad, Joyce, Tolstoy, Dickens, Mann, Kavawîs, Lawrence, Faulkner, Gary, Hayyam, Derwîş, Woolf û yên din..." govend li pirtûkxana wî girêdabûn. Êdî, vê dema vezîlandî, ne ji xwe re, ne jî ji xwêner re dike problêm. Lê dîse baş e ko navên nivîskarên li pirtûkxana Melekî ya Stockholmê tev nenivîsîn!.
Li vê yekê jî naraweste, lê "Komîsêr" dixe nav pirtûkan û dihêle yek bi yek rahêje wan û pel bi pel wan biqulipîne. Dilê nivîskarê me wilo jî hînik nabe, tanî dihêle ko "Mîrze komîsar" pirtûkeke "Lorca" bixwîne û "Rêzên şîirê ji hev..." bixîne. Wilo jî "Çexov" dixe nav destên mîrzayê xwe de, da wî li ser "nîzama bolşevîkî ..." û "serekê sor Lenîn..." biaxivîne. Nivîskarê me, bi vê xwînsariyê, reşmê li demê dixe û wê gem dike, da xwe bi armanca xwe bighîne, da helbesteke "bi destnivîsa..." kurdî di nav destên komîsêr xîne û kêfa wî li xwe bîne, da çarê ji negirtina xwe re nehêle. Lê, bi dilaramî doza komîsêr bi xwendina vê helbestê bi cih nayîne, û "tika dikim, niha ne wexta van tiştan e" lê vedigerîne. Êdî, piştî axaftineke dûdirêj bi dê, xwîşk û birayên xwe re, dema bûyer bi fermana xwe çareser dike, gava ji polîsan re dibêje "Fermo em herin". Bi ser vê tevî de hîna dem dimîne "şeva tarî û bêkes", lê dêya wî ji bîr nake di vê şeva bi baran de "wê ava satila ko di destan de bû li pey" birijîne!!!.
Nivîskarê me, di rûpelê 111 an de, xwe û bûyerên romanê ji terz û endazên kenarkirina dema girtîxanê azad dike. Wilo, ew û pismamê xwe "Li dora masê heta saet 23.30 ê şevê rûniştin, paşê rabûn". Lê ne rabûn da bikevin xewê de!. Belê, rabû da 8 rûpelan ji romana xwe bi lebt, ger û tevgera xwe di zîndanê de dagire, bê ko guh bide pergalên pêkanîna demê di avakirina heyber de, bê ko yasayên girtîxanê di sînorkirina dema bûyerê de rola xwe bileyize. Wilo jî, bê ko guh bide dema nivîsandin û xwendinê.
Bi vî awayî, ew û pismamê xwe gereke zîndannasîn dikin û "ji qoxişa divemîn dest pê" dikin. Pismamê wî "qoxişan" û fesal û awayê jiyanê di wan de, "avdestxanê" û jimara parçên wê, "cihê xwe şûştinê" û awayê xweşûştinê, cihê "Kinc"şûştinê û pergalên Kincşûştinê, "aşxanê" û pergalên kar û xwarinê tê de, û dawî "bexçê" girtîxanê ji mihvanê xwe re pesin dide, da pişt re wî bibe ser textê xwe û"pîjamên" xwe, "destmalê", "derpî", "kiras" û "şimikan" jî dide wî û berê wî bi şûn de dide, da here xwe bişo. Mihvan jî (girtiyê nû, nivîskarê romanê) nemerdî nake û berê xwe dide "avdestxanê". Li wir dirûne û "avdesta xwe" dike. Pişt re diçe, xwe û kincên xwe dişo. Wilo, dema bûyerê diraweste, lê ev bûyera real berdewam dibe, da ji nû ve girtiyê me (daner) vegere ber sobê û xwe ziwa bike!. Li wir demeke dirêj dirûne û silavên girtiyan vedigerîne. Piştî vê tevî bûyer berdewan dike, da du polîsên nobedar û sê kesên girtî bike dost û heval û wan li dora soba "aşxanê" bide rûnandin, û wilo jî yekî girtî bîne şevbuhêrka xwe, da bikevin giftûgoyên jiyanî de. Bi vî rengî, dem bê rol û bê çare dimîne, lê bûyer bi gotina "li min bibore, xewa min têt..." nema berdewam dibe!!.
Ev bûyer bi demeke real ve tê girêdan, ne bi dema monolojê ve. Dêmek, li gorî vê avakirinê, gerek e roj li qehremanê romanê (daner) derkeve, eger roj ji çerxa xwe derneketibe!. Bi vî rengî jî peyva "zîndanê" bê wate dimîne û avakirina bûyerê, di romanê de, bê sûd xwe belû dike.
Mirov dikare bê fedîbûn bêje, ko têbîrên nivîskarê me, di romanê de, aso û banê têgihiştinên wî berçav dikin. Ew têgihiştinên ko dem rola xwe di avakirina wan de naleyize. Loma roman, di gelek waran de, xwe ji avakirineke realîzmî ber fantaziyê ve dikşîne. Qehremanê romana "Tu" (daner) zaroktiya xwe, di rûpelên 60-61 ê de, bi bîra xwe tîne, û wan xewnên ko di wan de "misas, şûr, mertal, tîr û kevanê "xwe" li ser pişta hespê"xwe "yê merd" dikirin, tîne ber çavên xwe, da bikeve "nav koma cinawir, pîrhevok, şeytan û fêsadan" û bêje ko "Min zora wan dibir,..., û ew ji welatê xwe dûr dixistin".
Bi vî rengî ne tenha rol ji dema real re namîne, lê roman bi şêweyekî fantazî xwe ber bi avakirineke çewt de dikşîne. Wilo, dem di formûlekirina WELÊT û pîrhevokan de, li ba daner, dibe yek. Gelo, zaroka ko şer bi "Cinawiran re bike", "welatê" xwe di çi çarçeva têgihiştinê de dinase?. Erê, têgihiştina wata bêjeya "WELAT" bi pêşketina demê ve tê girêdan. Ew pêşketina ko zarokê ji warê nebîreweriyê diguhêze warê bîreweriyê. Dêmek, gerek e dem wê zarokê mezin bike da "welat" şûna xwe di hişê wê de bi wata xwe ya durust bistîne. Eger zarok, di demê de zarok bimîne, bila welatê wê jî mala wê, gundê wê, tara wê bimîne. Hinga dem şûna xwe bi rewanî di heyber de digre û rîsê tevna avakirina romanê rast û çê tê hûnandin.
Daner "Apo" yê xwe,weku qehremanekî romanê, jîr, zane û bêhempa berçav dike. Wî di sala 1972 an de (sala zîndankirina daner) 70 ê salî dide nasîn (di r. 145 de jî 73 ê salî ye). Rengê vê avakirinê, çi demane be, çi kesane be, di romanê de rewşeke normal distîne, gava di mercên avakirineke durust de bimeşe. Lê, mixabin ko nivîskarê me, di rûpelê 139 an de dema serpêhatiya xwe (1972) tevlî dema têbîran dike, û di vê şaşiyê de kirasekî bê bestik li têgihiştinên xwe yên civakî, siyasî û dîrokî dike. Belê, ne bêbextiyê bi xwe dike, lê bi pepûkî xwe diberde nava demê. Ji ber da "Apo" yê xwe di çav xwêner de nirxdar û bîrkêş bide pêş, dihêle ko "wî 50 sal bi dewleta Tirkî re şer kiriye" ji "Apo" re bibe ala kurdewariyê, bibe nîşana têgihiştin û mafnasiya mirovan. Wilo, daner "Apo" yê xwe bi xama xwe, ne bi hişê xwe, ava dike, tanî xwe di gerîneka dema avakirina romanê de wer dike, û tê de sergom diçe.
Belê, salbûna "Apo" di demeke normal de dibe 1902 (sala 1972 temenê wî 70 sal bû). Lê, daner li vê yekê naraweste, gava jiyana xwe û ya "Apo" di demeke dîrokî de, bi hevoka "50 sal... şer kiriye" kenar dike. Êdî, eger "Apo" bi zikmakî jî ketibe şer de, salbûna wî dibe 1882 (ji ber serhildana Agrî - 1932 - di dema "Apo" de ya dawî bû) [Serhildanên Sasûsnê, Dêrsimê jî xwe gihandine salên 1936 û 1937an]. Li gorî vê pîvanê, salbûna daner jî ne 1953 dimîne, lê dibe 1933 (ji ber ko "Apo" bi 51 salê ji daner mezintire). Dêmek, nivîskarê romana "Tu", berî bê dinê bi bîst salan girtiyê zîndanê bû!!. Ev rengê bêserûberiya demê di romanê de, eger ne bi gêlîtî û xepebûna daner ve girêdayî be, ji fantazya jî derbas dibe!!.
Kes di romana"Tu"de
Kesên ko daner heyberê romana "Tu" bi wan dihûne pir in. Rolên wan di avakirina romanê de cuda ne, û erkên wan jî di lêkirina bûyeran de başqe ne. Wilo, qehremanên romana "Tu" gel, girtiyên girtîxanê, desthilatên Mîriya Tirkî, daner û kêzxatûnê ne. Ew jî li du celeban par ve dibin. Celebek bindest e, lê di dîtinên daner de, berxwedanê dike û roleke posîtîv di avakirina heyber de dileyize. Yek jî serdeste rola negatîv bi xwe digre. Daner jî, li gorî jîrbûn û zanebûna xwe, wan bi lebt û tevger dike, û heyberê xwe bi dîtin û livandina wan ava dike û hewl dide ko vê avakirinê bi pergalên romanî bi kiras bike. Lê, tanî çi pileyê xwe bi armanca xwe dighîne, dimîne ji behweriyên xwêner re. Me jî di vî warî de, weku xwênerekî, nerînek heye. Nerîna me jî bi kurtî ew e, ko daner bi dev û lêvên xwe qehremanên romanê ava dike, û rola demê di vê avakirinê de nahêle. Loma qehremanên romanê di bin yek pileya têgihiştinê re derbas dibin. Erê nav pir in, lê zîlan her dimêne kesek. Ew jî daner e. Ji bo em vê nerîna xwe jî bi rewanî raxin, emê axaftineke rû li rû bi kesên romana "Tu" re vekin :
Daner :
Daner di rêya bûyer û serpêhatiyên xwe re, di rêya dîtin û têgihiştinên xwe re û di rêya behwerî û ramanên xwe re dibe zîlana berhemê xwe. Loma, rola kesê zîlanger, di romana "Tu" de bi xwe digre. Wilo, xwe dike padîşah, û qehremanên romanê ji xwe re dike navmalî. Êdî xwe desthilat dibîne, ko wan li gorî bîr û behweriyên xwe bilivîne, li gorî dîtin û têgihiştinên xwe biaxifîne û li gorî asoyên hiş û ramanên xwe bi lebt, tevger û pîş bike. Belê, Kurdan gotiye : "Etar ji xurcika xwe xeber dide". Vêce gelo, çi di xurcika M. Uzun de heye, ko ji xwêneran re, li ser mafûra romana "Tu", diraxe?. Bersiva vê pirsê jî bi giştiya lêkolînê re belû dibe. Bo vê yekê jî gerek e em şevekê li civata romana "Tu" rûnin û kesên wê jî ji nêzîk ve nas bikin. Nivîskarê me, berî her kesî, qehremanê bêhempa ye di romana xwe de, û kesên romanê wek alavên dûmahiya xwe li dora xwe dicivîne. Wilo, daner di rêya têbîran re dergehê romana "Tu" ji Kêzxatûna xwe re vedike, da xwênerê xwe bi şêweyê avakirina romanê serwext bike.
M. Uzun xwênerê xwe bi çewtiyeke gewre di derheqê folklorê kurdî de serwext dike, gava di rûpelê heştan de (8) kêzxatûna xwe bi "Heywaneke bi xof, gemarî û xirab" pesin dike. Belê, qey daner nizane, yan jî hest nake, ko (Kêza Kêzxatûn, xwedya şimka reqreqûn, xwedya şara pitpitûn, xwedya krasê geretûn...) di vî pesnê folklorî de, bi xeml û spehîtaya xwe navdar e, û ne tenha di çav zarokan de, lê wilo jî di çav mezinan de xweşik, paqij û dilovan e!!.
Xatûna kêzikan jî, di folklorê kurdî de, kêzika zêrîn e. Ev kêzik pir xweşik û paqij e (perên wê qesebok in û warê wê darika Tehliyê ye), loma bi zarokê şêjinxweş e. Dilovaniya wê jî ji mijûliya zarokê pê re hatiye gava wê li ser piştê dideyne û bi teptipandin (Kêzka zêrîn qoplanî moplanî...) bi awazekî şêrîn jê re dibêje û doza xwequlipandinê lê dike. Hinga kêzê perên zêrîn vedike û xwe di ser serê xwe re gêr dike. Loma "Kêzxatûn" ê di hişê zarokê de wêneyekî pir delal dimîne.
M. Uzun ji derdên işkencê û tenhabûna li zîndanê dixwaze kul û êşên xwe ji hevalbendekî re bêje. Loma "kêzikeke biçûk û reş" R.218 dike hevalzîndana xwe. Lê, di zîndanê de jî vê hevalê cêrî dibîne, gava "qesra" wê dibe ew "dembolê mîzê" yê ko "ji bîhnê firnikên bîvila (daner) xetimî" R. 36.
Wilo, daner xwe desthilat dibîne, ko hevalzîndana xwe di zîndanê de bixe zîndanê. Erê, daner dibe (qelsê bi ser de ketî), gava bi ser dîlîtiya xwe de û di cihê dîtîliyê de moreke bêguneh dike dîla xwe. Ma ka mirovaniya ji vê payebilindtir?!!.
Kêzê :
Çawa be, kêzê dimîne ew mora ko avakirina hunerî ya romana "Tu" pê ve tê girêdan û, bi daner re, dibe hevalpişka zîlana romanê, gava dibe alava wî di hûnandina monolojê de. Lê, ev kêza dîl, ya ko di "dembolê mîzê" de hatî zîndankirin, dijraberiyeke beloq dixe wê avakirina hunerî de. Wilo, çîka huner bi vê avakirinê divemire û tox û sar dibe, ji ber ko monoloj li ba her mirovekî wilo jî li ba her danerekî, ew axaftina dûrî akamên pêlêkirin û perçiqandina serdestiyê ye, loma bi rola axaftina herî serbest û serfiraz dirabe, û dibe neynika hemî dîtin û behweriyên ko bê tirs û kontrol têne raxistin.
Gelo, ji wê girantir heye, ko mirov di nava xwe de vemirî be, ko çîkek germî di nav wê tirafa nava mirov de ne mabe?!. Ango, mirov bi xwebîr û behweriyên xwe bixe rika (rekih) dîlîtiyê û derî li wan dade. Ne tenha wilo, lê bi ser de jî, pesnê xwedîlkirinê bide?!
Bi vî rengî nivîskarê romana "Tu" ne tenha weku kes (gewd) di warê beolojî de dîl dikeve, lê weku can jî (monoloj - kêzê) xwe bi qeyd û bendên dîlîtiyê girêdide, gava bi vî şêweyî rola "Kêzê" di avakirina hunerî ya romanê de çareser dike. Li vir pirsek tê meydanê. Ew jî ewe, ko bê hebûna vê hevalpişka daner di zîlana heyber de, wê çawa roman, bi vî şêweyî, hatiba avakirin?. Bersiv jî pir asane. Lê, emê bersiva xwe di deryê ramanên romana "Tu" de berçav bikin.
Apo :
M. Uzun rola wî kesê di xebat, bûyer û serpêhatiyên dîrokê de piçpiçî dispêre "Apo" yê xwe. Loma, wî weku kesekî bîrkêş, nirxdar, cengbaz û şehlewend ava dike. Erê, nivîskar qehremanê romanê bi xama xwe ava dike. Lê, gelo xwêner jî vî qehremanî weku daner dibîne?.
Da em gelekî dûr neçin, û di nav rê û şivîlkên mêjûyê de, di nav wan rûpelên zer û kevnar de xwe winda nekin, emê xwe û we hinekî vehesînin.
Dibêjin, piştî keşayê dêra gundekî siryanî kal bû, yekî xort kete şûna wî de. Bi hatina keşayê xort re, gundiyan hin bi hin xwe ji dêrê vedan. Keşayê nû gilihê xwe bi vê rewşê gihande ber destên yê kal. Kalo jî şîret li xorto kir û got :
- Tu gundiyan agadar bike, ko yekşema bê wê keşayê kevn wazan bike. Ezê di wazên xwe de, te bi wan şêrîn bikim, paşê gotinê bidim te. Lê, tu jî gulpekê vexwe, da bê fedî tu wazên xwe bikî.
Yekşem hat. Xorto bi ya kalo kir, lê ji gulpekê derbas kir. Wilo, piştî wazên xwe qedandin, limêja xwe kirin û ji hev bela bûn, keşayê xort ji yê kal pirsî :
- Wazên min çawa bûn?.
- Pir xweş te got. Ma te nedît, çawa dêra li devdevka mişt limêja xwe bi kêf û şahî kirin.
- Ti şaşî bi min re derbas nebûn?.
- Hebûn lê ne yên gotinê ne.
- Çi bûn?... Da ez di pêş de wan venegerînim.
- Tenha sê şaşiyên biçûk bûn.
- Çi bûn?
- Ya pêşî, xwedê Îsayê Nûranî li Bêt Lehim daye, ne li Bêt Mirî[Navê gundê keşayê xort e], weku te gotî. Ya didiwa, Îsayê Nûranî kurê Mêrema Bêguneh e, ne kurê dêlika Mêremê ye, weku te gotî. Ya sisiya jî, Îsayê Nûranî gotiye werin ba min, da ez gunehên we xîş bikin, ne yê neyê ba min ezê di dêya wan...m, weku te gotî.
Şaşiyên daner jî, di avakirina "Apo" yê wî de, ne yên gotinê ne, pir biçûk in. Ji ber ko :
1. "Apo" "Qet tirkî nizane" R.122, lê ew e "Kesê ko cara yekemîn li Tirkiyê elfaba kurdî nivîsand... R. 122".
Emê vê şaşiya biçûk bi du pirsan bisipêrin xwêner. Ya pêşî :
- Gelo, ev qehremanê di dîroka kurdî siyasî û wêjeyî de navdar kî ye, ko sala 1972 an bi M. Uzun re hatî zîndankirin?!.
Pirsa din jî :
- Gelo, mirovê ti zimanên cîhanî, û wilo jî yê mîriya xwe bi xwendin û nivîsandin nizanibe, çawa bi vê gêlîtiya xwe dikare "elfaba" ya zimanekî deyne?!
2. "Apo", ev rewşenbîrê gewre, di rêya M. Uzun re (weku wergêr) giftûgoyê bi "Sosyolojê Tirk" re vedike û ji wergêrê xwe re dibêje "Ez tiştê Mamoste dibêje baş fam nakim. Lê, Mamoste herçî dibêje rast e". R.159.
Ev behwerîpêanîna bi koranî (ji ber ko "Apo" ne zimanê "sosyoloj" dizane, ne jî berhemên wî bi ti zimanên din xwendine) nîşana çi ye li ba daner?! Li ba daner nîşana çi be, li ba xwêner dimîne ya gêlîtî û saltgîrîyê.
3. Ev "Apo" yê ko "50 sal bi dewleta Tirkiyê re şer kiriye" bi dilpakîke bê sînor dibêje "Kumandar", "Lawo, xortên me berdin û çi cezayên wan hene, hemûyan bidin min". R.146.
Ma ev peyva xav û kelê gerek e ji devê cengbaz û rewşenbîrekî weku "Apo" yê daner derkeve, eger ev axaftin ne ya daner be, ko bi dev û lêvên qehremanên romana xwe xeber dide?!!
Bi vî rengî "Apo" dibe ne ew kesê ko di demê de siqa bûyî, ne ew kesê ko demê ew ava kirî, lê dimîne ew qehremanê ko xama romannivîs, li gorî asoyên dîtin û têgihiştinên xwe, ava kirî. Êdî "Apo" nabe bîrkêş, rewşenbîr û zîrekê gelê xwe, lê van pesnan tenha di çav nivîskar de distîne.
Sosyoloj:
M.Uzun civata qehremanên romana xwe bi anîna "sosyoloj" ekî Tirk xweş dike, da wî jî di çavên xwêner de biçûk diyar bike. Êdî, daner dibe serek û serkêşê vê civatê, û nema kesî tîne qama xwe. Leto [Letoyê Şêxoyê Nado, mitirb û komîkekî bi nav û deng bû; li herêma Cezîrê, li Tirbespiyê dirûnişt] digot: bereketa her tiştî di destên Xwedê de ye, lê ya dêw di destên dêya min de ye.
Belê, çi ne di destên daner de be, rol û pesnên kesên romanê di destên daner de ne. Û di nav lepên wî de weku guloka hevîr in. Bixwaze wan pan dike, dirêj dike, hişk dike, nerm dike. Bixwaze wan dike nan, dike nanik, dike kulorîk. Bixwaze wan dipije, wan xav dihêle, wan dike pato. Bixwaze jî şor dike, kelê dihêle, bê tam dike. Lê çawa bin, dimînin nanê mewlida romana "Tu", û di tenûra danerê wê de têne çêkirin.
Çilo, pepûkê "Sosyoloj" ê Tirk bûye piçek ji guloka hevîrê daner, êdî ev bextreşiya wî ye!
Belê, bextreşiya wî ye, gava M. Uzun wî bivênevê dike, ko ji ser cihê xwe rabe û here "du dosiyên stûr..." R. 159 di bin çengê xwe de bîne, da behweriyên daner bi gotinên xwe, di pirsa kurdî de bîne.
Sosyolojê Tirk bi vê neçariyê "dosiya yekemîn" diqulipîne, da "statîstîkên" bi xêr û bêra Kurdistanê ve girêdayî pêş daner bike û jê re bêje "welatê we dewlemend e, lê bindest e". R.160.
Wilo, M. Uzun dihêle ko ev "Sosyolojê Tirk", yê ko ji ber nivîsandinên xwe, yên li ser pirsa kurdî, hatî girtin, pirtûkxana xwe (di nav de jî ew lêkolînên li ser pirsa kurdî) ji unîversîtê biguhêze girtîxanê. Li gor vê pîvanê, polîsan pirtûkên daner jî ne "dîl kirin", lê"di nav çarşefa sipî de". R. 51 ji pirtûkxana malê guhestin pirtûkxana girtîxanê!!
Hemberî avakirineke kesane bi vî rengî mirov lal dimîne, û tenha dikare di dilê xwe de bêje, ko ev zîndanên Tirkstanê ne, ne yên Stockholmê ne, da yê girtî desthilat be ko nivîsandinên xwe, yên li ser wan hatî tawankirin, bi xwe re biguhêze pirtûkxana xwe di girtîxanê de!!
Daner bi vî awayê nedurust kesên romana xwe li gorî asoyên têgihiştinên xwe ava dike. Loma ev "Sosyoloj" ê jîr, zanyar û rewşenbîrê gewre jî, di çavên xwêner de, pepûk dimîne.
Pismam:
Daner pêvî van kesan, di girtîxanê de, "Pismamê" xwe jî dike alavek, da bibe kopalê wî û xwe di rojên pêşî de bispêre ser. Wilo, bi "pismamê" xwe zîndanê xum dike, girtiyan nas dike, û pêwîstiyên xwe ji çek, text, pênivîs û defteran pêk tîne, bê ko ti rolên din bispêre vî kesê ko ew jî di ber pirsa kurdî de hatî zîndankirin.
Rola civakê di avakirina romana "tu" de
Bi ser ko me ev sernav daniye jî, lê ne şûngirtiye. Ya rast ew e, rola daner di avakirina civaka kurdî de!!! Ev seyrnîşan jî hatine danîn, ji ber ko daner kirasekî bê bestik li civaka kurdî dike, gava vê civakê weku dixwaze dihêrivîne, weku di hişê xwe de li hev tîne berçav dike û li gorî fantaziya xwe ava dike. Daner di rûpelê 13 an de dibêje, ko "Rûniştevanên bajêr hemû xwedî rezekî bûn" û "Her rez ji hezar an du hezar mêwan pêk dihat". Bajar çiqasî biçûk be jî, li gorî normên şarvaniyê deh hezar (10 000) mal vedihewîne. Eger serê malê (li bajarê M. Uzun) hezar û pêncsed mêw di zik hev de hebin, mêwên bajarvaniyên daner dibine pazdeh milyon (15000000) mêw. Eger hezar mêw jî di her hektarekî de hebe, erda bi rez dibe pazdeh hezar (15 000) hektar. Ma nivîskarê me dikare vê panavê bîne ber çavên xwe, û di hişê xwe de sînor bike?! Ne tenha wilo, lê bajarê ko tenha bi werzvaniyê mijûl bibe, êdî ne bajar e. Dêmek ev civaka ko bi ti kardestan ji werzvaniyê pê ve nizane civakeke gêl û kewden e (ji ber fabrîkên çêkirina şîraniyên ji tirî jî, weku daner dibêje "beroş in") !!! Ma civaka kurdî, bi kêmanî di bajaran de, ji dil wilo ye?! Eger wilo be, çawa nivîskarê me yê nozdeh salî, yê hîna xwendevanê lîsê, eger ne yê sinifekî kêmtir be, karîbû "Rilke, Conrad, Joyce, Tolstoy, Dickens, Mann, Kavawîs, Lawrence, Faulkner, Gary, Heyyam, Derwîş, Woolf û yên din...R. 49", wilo jî "Dostoyevskî, Hamîngway, Nerûda, Sarter, Lorka, Arif û yên din...R. 54.". Li xwe vehewîne? Ma buhar bi gulekê çê dibe, da M. Uzun xwe bi tehna xwe, bike gula bajarekî?!
Daner li vê berçavkirina civaka xwe naraweste, lê bi carekê re wê ji terz û endazên civaka kurdî derdixe, gava dibêje ko "rîsipiyên bajêr" li "qehwexanên xwe" "qehwa" "tahl"divexwarin û "xweş bi domîne dilîstin" û "hostayên şetrencê bûn", tanî xwe dighîne "rîsipiyên bajêr dîsan bi ayet û hedîsan zarok dilorandin". R. 16.
Eger mijûliyên rîsipiyên civaka kurdî werzvanî ne damê, çêlê, nihberk, çarberk û sêberk jî bin, lê hewre ez nebehwerim, ko ji nivîskarê romana "Tu" pê ve kesek di civaka kurdî de vî erkê razandina zarokan bispêre rîsipiyên Kurdan, nemaze lorandina zarokan bi ayet û hedîsan!!!
Daner dihingive civaka gundî jî, gava nûnerê vê civakê, li gorî pesnê wî, ew mirovê "Rûyê wî tijî, simbêlên wî gir. R. 88" di "cemsê" de bi xwe re dike rêwî û dihêle ko ew kesê "wekî dêwekî" welatê xwe di lepê xwe de veşêre. Dibêje ko "Di kefa destê xwe yê çepê de bi kurdî û bi tîpên mezin Welat nivîsîbû" R. 88.
Hemî dîroknivîsên ko hingivîne welatê Kurdan û pirsa kurdî, vî miletî bi merdî, mêrxasî, cegerdarî û mêraniyê pesin didin. Lê gelo tiştê di mista destê çepê de be, ne nîşana veşartin, bêziravî û tirsê ye, ne nîşana dudilî û bêhêvîtiyê ye, nemaze ko dest yê "dêwekî" be?!.
Kurdan ticarî ne xwe ji ber welatê xwe veşartine, ne jî welatê xwe ji ber xwe veşartine. Lewra Kurd bi wê nas in, ko tiştê di dilê wan de be li ser zimanê wan e. Ango, Kurd di behweriyên xwe de, ne tenha bi ceger in, lê deqerû ne jî. Wilo, gava welatê Kurdan li ser pişta destê rastê tê nivîsandin, dibe nîşana xweeşkerekirineke dûrî tirsê. Vêce, çima ev dêwê Kurd welatê xwe vedişêre?!.
Ma rev û xweveşartin ne biramak in?. Dêmek, danerê romana "Tu" vî nûnerî di xwe re dibîne, û wî weku psîkolojiya xwe ava dike, ne weku heyîna civaka kurdî, da êdî desthilat be ko ne tenha zimanê kurdî bêkêr bike, lê wilo jî mirovê Kurd di nava wî de bihêrivîne. Eger ev yeka ji nezanî be jî, ji xwe Kurdan gotiye: yê nezan ji yê zalim xirabtir e...
M. Uzun ne tenha civaka kurdî di dema xwe de bi vî pesnî berçav dike, lê li civaka kurdî kevnar jî, di rêya têbîrên xwe re, vedigere, da serpêhatiya Mîr Miheme û Mîrê Amedê (bi ser ko me di dîrokê de nexwendiye ko rokê ji rojan Mîrê Amedê hebûn), bi dîtinên xwe, şirove dike.
Di rûpelê 141 ê de dibêje, ko "Mîr Miheme mirovekî hêja û gelperwer bû". Du nêriyên pezkoviyan dilovanî xwe dîtibûn, û"bîst salan"di çiyayên Botan de, ji tov re, xwedî kiribûn. Lê rojekê neçarî kuştina wan dibe, da stirihên wan ji Mîrê Amedê re rêke. Da pê bide nasîn, ko pezkoviyên çiyayên Botan ji yên çiyayên Amedê mezintir û hêjatir in. Belê, qayîş û berberiya mîranî, bi vê xavî û saltgiriya xwe, dibe sedema gorîkirina herdû nêriyên delal û dilovan, herdû nêriyên tov.
M. Uzun, hemberî vê mirovaniya kêm û qels, "Mîr Miheme" yê xwe dike "Miheme beg" ê. Li vê yekê jî naraweste, gava piştî rûpelekî nîşana Mîrîtiyê Li Mîr vedigerîne, lê navê wî diguhere û dike "Mihemed".
Bi vê asanîbûnê bi nav û nîşanên navdarên civaka kurdî kevnar dileyize û wan di şerê beranî de berçav dike!. Wilo, nîşana Mîranî ji "Mîr Miheme" dike, û wî "beg" ê rût û tazî dihêle! Bi rastî, gerek e daner ew ji begîtî jî daxistiba, ji ber dilovaniya cinawiran pê re qels bû!!. M. Uzun çi dixwaze bi vê bûyera dirêj bêje?!. Eger nêrî (ew bi xwe dibêje "Nêriyên tov") nîşana dolvedanê bin, dêmek bi kuştina nêriyan dola qenc li çiyayên Kurdistanê hate birîn. Ma M. Uzun dixwaze doleke baş ji Ewropa li Kurdistanê vegerîne!!. Yan jî ji xwênerê xwe re dibêje ko Kurd bi destên payebilindên xwe (Mîr Miheme) mane bê dol û di pêşerojên dîrokê de wê qir bibin!!.
Wilo, M. Uzun civaka kurdî, di dîroka kevn û nû de bi şêweyekî pasîv û bê hêvî diyar dike. Lewra, rola vê civakê di avakirina romana "Tu" de dimîne roleke jar, pepûk û bêkêr.
War (cih) di romana "Tu" de
War di romana "Tu" de rola xwe bi ferehî dileyize, lê mixabin ko bi çewtî di tevna heyber de berçav dibe. Wilo, war di romanê de mal e, gund e, bajar e, zîndan e, "dembolê mîzê" ye û mista "dêwekî" Kurd e.
Warê avakirina heyber, ji dîtina pêşî, welat e, bi ferehî û dirêjaya xwe ve. Zîndan jî parçek ji vî welatî ye, lê nîşana serdestî û dîlkirinê ye.
Vêce, gelo çima daner ev war bi çewtî di romanê de ava kiriye?. Da em vî berî jî pir dirêj nekin û nivîsandina romanê dubare nekin, emê nîşanên vê panahiyê, li gorî şirovekirinên daner berçav bikin :
1. Daner hewl nade ko ji warê dîlîtiyê (zîndanê) xwe bikşîne warê serfiraziyê (welat), gava ji cihê işkencê li girtîxanê vedigere û dibêje, ko "Pismam, mamoste û hevalên din yên girtî li dora te civiyabûn". R. 220. Êdî daner ne tenha xwe, lê qehremanên romana xwe tevan dispêre wê zîndana teng, bê ko hêviyên berxwedanê pê re bimînin gava dibêje "Te bi ken û girî serê xwe danî ser sînga Apo û tu wisan mayî..." R. 220.
Wilo, welatê daner bi wê panaya xwe ve biçûk dibe, tanî dibe zîndan. Di wê zîndanê de jî serê xwe (organê hiş û ramanê) dispêre sînga wî kalê 70 salê (dîroka kevn) da bê kefteleft qîma xwe bi dîlîtiyê bîne.
2. Welatê kêzê jî, bi wê mezinaya xwe dibe "dembolê mîzê". Dêmek war (cih) li kêzê jî biçûk dibe. Wilo daner ji ba xwîşika xwe (kêzê) derdikeve, lê wê di taristaniya zîndana di zîndanê de (di "dembolê mîzê") bê ser û şop dihêle. Wilo, daner, bi vê reşbîniyê, war li ba xwe hin bi hin biçûk dike, tanî :
3. Welat, weku war şûna xwe di mista destê "dêwekî" Kurd de dibîne!. Erê dêw ji hêlekê ve nîşana hêz, xurtî û mêraniyê ye, lê ji hêleke din ve jî nîşana nezanî, kewdenî û gêlîtiyê ye. Wilo, daner welatê xwe dispêre mista destê vî dewî, û xwe pêre dispêre reşbîniyeke bê sînor. Bê çawa daner kêzxatûna folklorî bi wê spêhîtaya wê ve bi "Kêzikeke biçûk û reş" diguhere, wilo jî welatê xwe bi spehîtaya wî ve bi zîndaneke bê hêvî diguhere.
Ramanên romana "Tu"
Armanca nivîskar ji berhemên wî ew e, da berê xwêner bide tiştekî ko nabîne, da behweriyên xwe bighîne wan kesên ko wî nanasin, da tozikê ji ser wan durên temirandî vemale û bi behrîna wan xwênerê xwe agadar bike. Ev dîtinên daner di rêya heyber re têne berçavkirin, çi ev heyber ristane be, çi jî bexşane be. Berçavkirina wan jî bi şêweyê nivîskar ve, di avakirina heyber de, tê girêdan, ko rastûrê, yan jî veşartî dighîne xwêner. Çi bi rengê komîdî be, trajîdî be, yan jî dramî û yên din be. Armanca wî, dawî dimîne, çavbelkirina xwêner li tiştekî ko bûye balkêşiya daner.
Roman jî, di vî warî de desthilat e ko berekî fereh bide ber xwe, eger romannivîs bi xwe serdestî avakirina romana xwe be û karibe behwerî û dîtinên xwe bi riştî ji xwêner re raxe.
Di vê çarçevê de, emê hewl bidin ko hin romanên danerê romana "Tu", li gorî dîtinên xwe, berçav bikin û bi kurtî li ser wan rawestin. Daner fermanê dide wê kêzika "biçûk û reş" ko "xwe neêşîne. Ne xwe biêşîne, ne jî min. Li vir, wekî xatûneke malan, li nik min bisekine. Xatûna zîndana min be..., li vir, li ba kekê xwe bimîne." R. 33.
Ev xwîşk û biratiya kêzê û daner dostaniya Quling û Rovî tîne bîra mirov, biratiya Kurd û serdestên wan, ji Tirk, Faris û Ereban tîne bala mirov. Belê, rola polîsên Tirk di zîndankirina daner de weku rola daner e di zîndankirina Kêzê de. Dêmek, li vir serdest û bindest belû dibin, êdî biratî li ko ma!!.
Û da em li pirsa xwe, ya bi kêzxatûnê ve girêdayî, vegerin, emê sê rewşan berçav bikin :
1. Qehremanê romanê (daner) bi destên polîsan, ji zîndana mezin (welat) ketiye zîndana biçûk (zîndana mîriya Tirk). Li vir gunehkar, di dîlkirina daner de, dewlet e.
2. Kêzika "biçûk û reş" ji welatê xwe (zîndana mîriya Tirk) bi destên daner ketiye zîndana biçûk ("dembolê mîzê"). Li vir gunehkar di dîlkirina kêzê de, daner e.
3. Eger kêzxatûna folklorî ji welatê xwe (ji wê serfiraziya nav darikên tehliyê), çi bi destên leşkeran, çi li pey keskaya çekên wan, yan jî li pey rengên "jîp" ên wan, daner anîba zîndanê (zîndana mîriya Tirk) ba xwe, hinga serdest nedibû daner, lê dima mîriya Tirk, û daner û kêzê di bin yek pergala bêgunehiyê de, bi destên dîlkeran, dîl dibûn. Êdî kêzê dibû mihvana nivîskar û hevalzîndana wî.
Di vî warî de daner karîbû pê re mijûl bibe, pê re bipeyive, wê bi serbestî berde paşila xwe, û bi lebt û livandina wê re êş û jana xwe, wilo jî kul û derdên wê, pesin bide. Wilo, kêzê û daner bi şûrekî diketin û zîndankirina wan dibû berpirsiyariya yek zorkerî. Lê mixabin ko M. Uzun romana xwe bi ramaniyeke din ava dike, gava xwe li serê "kêzê" dike şûna polîsekî Tirk û wê di zîndanê de dike zîndanê ("dembolê mîzê").
Zargotineke Erebî heye dibêje: ko te yê feqîr dît pêlêke, ti ji xwedayê wî ne bi rehimtir î. Ramaniya M. Uzun jî di çerxa vê zargotinê de digere, gava xwe serdestî wê kêzika "biçûk û reş" dibîne, û nemerdî nake ko moralê wê di zîndana xwe de biperçiqîne.
Daner li vê yekê naraweste, gava propaganda ji xwedanegirtinê re (xwedîlkirinê) dike, û dibêje, "Tu dizanî, girtîxane unîversîtên civakî ne. Eger meriv bixwaze, dikare di girtîxanan de bibe hoste" R. 125, "Lê zordest nikarin têbigîhên, ko girtîxane jî unîversîtê ne" R. 125. Dêmek, M. Uzun bi têgihiştin kêza xwe rêkiribû unîversîtê!!.
Ez di vê pirsê de xwe berpirsiyarê tevgera kurdî ya siyasî dibînim (bi hêvî me ko siyasiyên Kurd, bi vê çewtiyê, li min zişt nebin), û weku berpirsiyarekî serkêş û bêhempa (di ber tevaya tevgerê de) xwe tavêjim pişt dergûşa M. Uzun, ko van ramanên xwe bi ti zimanên din belav neke (bila razên me di nav me de bimînin), da desthilatên me ne rake ser lepan!!. Ma ne em doza dibistanên seretayî bi zimanê kurdî ji zarokên xwe re dikin, bê ko haya serdestên me jê hebe ko unîversîtên me hene. Gidî vê gotinê bela nekin, da serdestên me dergehên van unîversîtan li ber me nedadin!!. Em ketine dawa dê û bavên xwe de, bila weku sêwiyê danûk di dawê de li me neyê!!.
Daner di rûpelê 126 an de jî vê behwerriyê berdewam dike, gava dibêje, ko "Girtîxane wekî keçeke nazdar e. Dema te ew xemiland, lê nihêrî, jê hez kir, hingê tu dikarî wê tê bigîhêyî, nêzîkî wê bibî".
Eger ev hevok ne ji avakirina Xavyêr bin jî, lê M. Uzun bi pesnekî wisa nabe klasîkekî Kurd, ji ber dem, war, merc û şêweyên zîndarkirina Xavyêr û Uzun ji hev dûr in, eger em li ser taybetiyên hiş bal, bîrkêşî û têgihiştinên wan jî nerawestin.
M. Uzun ramaneke din, di warê xweavakirineke rewşenbîrî de, diyarî xwênerê romana xwe dike. Ew jî ewe, ko "prinsîpekî" pir hêja û balkêş pêş xwêner dike, gava dibêje ko "xwendevanekî baş yê helbestan" R. 204 bû, û prinsîpê wî ew bû ko "Meriv divê helbestê careke din, rêz bi rêz binivîse" R. 204.
Hevalekî min bi qerf digot: Bêkêriya me Ereban ji sê tiştan hatiye,..., ya sisiya ew e ko Um Kelsûm* miletê me bi şev şiyar dihişt, da bi roj bikeve xewê!!.
Wilo jî M Uzun ji xwênerê Kurd, di rêya ramanên xwe re, dixwaze ko wextê xwe bi nivîsandina - kopîkirin - helbest û bexşanên çapkirî derbas bike!!.
Va ez aqilçelqqekî wilo me, ko min romana daner pêk anî, û romana "Tu" ji nû ve nivîsand!! De dîse jî barê min ji yê M.Uzun siviktir e, ji ber bi kêmanî niha wî (li gorî "Prinsîpê" xwe) dîwanên "Heyyam,Derwîş,Lorka, Arif û yên din" nivîsandine!!!
Kelevajiyên romana "Tu"
Bi ser ko hevîrtirşê romana "Tu" kelevajî ye, lê me tiştên herî kelê, bê tam û beloq dibin vî sernavî de civandin, da em şêweyê avakirina romanê ji vî beşî jî bêpar nehêlin.
1. Gava daner di rûpelê 55 an de (bêgoman ne di "jîpê" de) lêdanê dixwe, devê wî "dîsa bi tiştekî ron û germ ve tijî dibû. Tahma wê şor bû"!.
Belê, bi lêdanê xwîn dirije dev. Rast e, ev xwîn bi tihna xwe germ e, lê bêgoman ne şor e. Eger xwîn şor ba, wê cihê drakola di mîtusa miletan de neba.
2. Di rûpelê 77 an de daner "di saloneke dirêj û teng de" dixwaze "xwediyê dengê zirav û kelgirî" nas bike. Dixwest "wê jinikê" bibîne. Lê tiştê dibîne "çarşêfeke reş bû". "Dengê wê zirav, zar û zelal bû".
Bi ser vê tevî de daner vê "çarşefê" ji pişta wê nas dike, "ko ew pîrejinek e"!
"Xwedyê dengê zirav" bi zayenda xwe nêr e (ji ber paşdanka zayenda mê ya ye). Lê, daner li ya xwe siwar dibe, da vî zayendê nêr bixesîne, û ji xwe re bike mêkew. Loma wî parçê cawê reş bi xûzbûna piştê weku pîrejin dinase, ne bi "dengê zirav, zar û zelal"!!
3. Daner di rûpelê 111 an de şîva roja pêşî ji zîndankirina xwe, wilo pesin dide: "mase bi nan, penêr, zeytûn, mast, şîr, hêk ve tijî bûn". "Piştre çay hat".
Di rûpelê 130 de kêran ji bo "savar û nokên xeşandî" li ser masan belav dike. Di rûpelê 131 ê de jî "her roj savar didin" girtiyan, û tu nanê ko didin wan "bavêjî ber kûçikan,ew jî dê ne xwin".
Ev hevok xwe bi xwe şirove dikin, û pêpêlûka miçiqandina kehniya xwardemeniya girtiyan li gorî merdiya xama daner dihêlin!!
4. Daner di rûpelê 51 ê de xwe bi sedema destnivîsa xwe ya bi kurdî dide girtin. Di rûpelê 134 an de jî dibêje, "Ez divê xwendin û nivîsandina zimanê xwe zû, pir zû hîn bibim". Lê, di rûpelê 199 an de ji bîr nake, ko "di wextê xwe de, kitabeke hesabê xwendibû" û "çend beyt jî jiber kiribûn".
Daner dibêje ko girtîxan unîversîte ne, xwêner behwer nake! Ma daner ev "kitaba hesabê" ne li unîversîta xwe bi zimanê kurdî xwendiye!
"Beytên" ko hîna li bîra daner in û di pirtûka wî de hatine raxistin 18 in. Her 18 cotemalik bi kêş û rêzbendên kurdî ne. Dêmek, ev "kitaba hesabê" bi jimareke tenê ji bo daner hatibû çapkirin!. Fantaziya xewnan jî bi vî rengî li hev nayê!!. Na, Ezîz Çaçan [Kaleurdek e, li bajarê Dêrikê dirûne. Mirovekî xwende ye, wilo jî kurdî bi xwendin nizane.] di fantaziya de ji danerê romana "Tu" xurtire. Dibêje :
Sala 48 an şer giran e (şerê Felestînê). Em şikestine. Teyarên Cihûyan, weku başokê pey çûk bikeve, di ser me re dirêsin. Ji wan pelik bi ser me de weku baranê têne xwar, lê em şerê xwe betal nakin. Di nav re min destê xwe avête pelikekê. Di hişê we de çi tê de nivîsandî bû?. Ez benî, danîbûn : Ezîz Çaçan, em û dijminê xwe ketine pêsîra hev de, û tu mirovekî Kurd î, ma ya te çi ye?!.
5. Daner di rûpelê 74 an de dibêje, ko "demekê herçî zargotinên kurdî bin, li ser xebitibûyî û hinek ji stranên şînê berhev kiribûn...". Di rûpelê 134 an de jî dibêje: "Ez divê xwendin û nivîsandina zimanê xwe zû, pir zû hîn bibim". Dêmek, daner zimanê xwe, berî bê zîndankirin, bi xwendin û nivîsandin nizane. Êdî dimîne, ko zargotin û stiranên xwe bi zimanekî din civandibin û li ser wan xebitî be.
Li vir pêkenînokeke rûsî hate bîra min. Lê, ji ber ko Rûs pir sixêfoker in, ezê sixêfên wan ji wan re bihêlim û kirasekî kurdî li vê pêkenînokê bikim (ez vî mafê diziyê didime xwe) da hinekî bihna xwe fereh bikim. Ew jî wilo ye :
Dibêjin, hevoka (we serê me êşand) dane heft wergêran. Her wergêrek wê vê hevokê wergerîne zimanekî, da yê dawî wê li zimanê wê vegerîne. Gava hevok li zimanê xwe vegera, bûbû (me serê we êşand). Ya rast ew e, ko min serê we êşand. Piştî vê vehisandinê, ez dixwazim kulekê ji ser dilê xwe bifirînim, û pirsekê ji danerê romana "Tu" bikim :
Ew zargitin û stiranên kurdî, yên ko te berî zîndankirinê dayî hev, bi çi zimanî te nivîsandibûn?. Bersiv çi be jî ne giring e, ji ber tu dixwazî "xwe zû, pir zû" hînî zimanê xwe bikî. Lê, hêviya min ew e, ko tu wan nivîsandinên folklorî ji zimanê ko pê hatî nivîsandin ne wergerînî kurdî (ji ber ko folklor weku hêka qitikê zû disile), da nekevin wêraniya pê- kenînokê.
Halo, me lêkolîna xwe bi dawî anî. Bi vê bidawîanînê re jî, emê romanê û romannivîs bi du xalan nirx bikin :
1. Daner, tenha pesnekî fotografî ji qehremanên romana xwe re dide, tenha wan ji der ve dibîne û wan li gorî banê huneriya xwe diaxivîne. Wilo, ne bi hişekî torevanî ne jî bi dîtineke rewşenbîrî dihingive kesên romana xwe, da karibe heyberê xwe bi şêweyekî bîrkêş ava bike.
2. Hişê nivîskar, bi bêserûberiya xwe, ne desthilat e, ko xwe derbasî nava qehremanên romana xwe bike û hestên wan pêş xwêner bike. Loma pesnê wî sere sere hatine, û danûstandineke xav û xil li ser zimanê wan dike. Loma jî bûyer û serpêhatiyên jiyana xwe dike berhem ji romana xwe re. Bo vê yekê roman (weku heyber) û kesên wê (weku qehreman) dimînin dûmahiya kesîtiya nivîskar, û di destên wî de dibin alavên derkirina têgihiştinên wî, yên torevanî, civakî, zanistî û siyasî, û li gorî banê van têgihiştinan bi erkên xwe dirabin.
Ev herdu xal jî, xwe di rêya romana kesnameyî re belû dikin. Loma me ev romana kesnameyî bi "Uzunname" da nasîn û rexne kir.
Vêce, çima me ev barê giran hilgirt û romana "Tu" bi vê ferehiyê, weku nimûne di romana kurdî de, rexne kir?
Mixabin ko ev war ne warê min e. Ji ber xwendina min endazeyarî ye, û ji endazeyariyê jî ya petrolê ye. Û ji ber ez nizanim bersiva pirsa xwe bi kurtî rastûrê raxim, ezê di rêya serpêhatîkê re berçav bikim.
Dibêjin, du xortan kazoz (sînalco) vedixwarin yek li hevalê xwe zîvirî û got :
- Ka ew kazoza berê, ko pozê mirov dişewitand û rondik ji çavan digindirandin!.
- Birako, kazoz ew kazoz e, lê namûs di pozê me de nemaye, da bişewite - yê din lê vegerand.
Ez qurbana wî spesyalîstê Kurd im, ko rexna kurdî li ser bingihin zanistî ava bike. De gava rexne bi erkên xwe rabe, wê heyberê kurdî jî spehî ava bibe.
Dawî dimîne ko spasiyeke gewre pêşkêşî nivîskarê romana "Tu" M. Uzun bikin, ko xwe kire nimûne ji rexna me re. Belê, ev rengê rexnê ne tenha li ser romana "Tu" ava dibe, lê bihtirîn berhemên kurdî berqef dike.
Dawî
*
Um Kelsûm: Dengbêja herî bi nav û deng e, li Misrê û li hemû welatên Ereban.
Çavkehniyên lêkolînê :
1. Romana "TU". Mehmet Uzun. Stockholm 1984.
2. Ferhenga Kurdî nûjen A. S. A. Gewranî - Emman 1985.
3. Rêbera rêzimanî E. R. Ekrawî ç. I 1980
4. Rêzimanê zimanê Kurdî bo kursê II Berhevkirina Zagrosê Haco - destnivîs.
5. Kurdsko - Russkiy frazeologiçêskiy slovari, M. Û Xamoyan, Êrîvan 1979
6. Grammatîka Kurdskogo yazîka,K. K. Kurdoêv, 1957
7. Nêmetsko - Russkiy slovari - Moskva 1973
8. Al - Arabî, oktober 1993 r.150
9. Al - Arabî, January 1994 r. 71,r. 126
10. Nezeriyat elteelim - Dirase muqarene, Corc Um Xazdavwe axerîn,Alem elmeerîfe, r 70, 1983
11. Elşefahiye we el kitabiye, Walter C. Onc, Alem elmeerîfe, 182
12. El itîcah elqewmî fî elrîwaye, Dr. Mustefa Ebdilxenî, Alem elmeerîfe, 188
13. Elmelheme we elrîwaye beyne Baxtîn we Lokaç, Mehmûd Ebd Elwahid, Elmeerîfe, 263, r. 157-165
14. Qîrae fî elwaqiiye el neqdiye, Morîs Cancî, Elmeerîfe 272, r. 144-161
15. Dîrasat fî elqise elqesîre, Yûsif Elşarûnî, Dîmeşq
16. 1989Elqise fî el weten elerebî, Muhsin Yûsif, Terablus 1985
Têbînî:
Bi şaşîtî di Dugir de hejmara 2an ev beşê li jêr ji lêkolîna Rezo, ya li ser pirtûka M.Uzun, nehatibû çapkirin.. Win û lêkolînvan li me negirin, spas!
Uzunname II
Hevokên romana "Tu"
Bêgoman, miletê Kurd, di rojhilata navîn de, yek ji miletên herî kevnar e. Wilo jî zimanê kurdî, di vê herêmê de, yek ji zimanên herî kevnar e. Dêmek, bê çawa taybetiyên civak, jiyan û geografiya kurdî hebûn û hene, wê taybetiyên zimanê kurdî jî hebin û gerek e bimînin. Belê, ziman roleke pir giring û hêja, di warê hebûn û parastina gel de, leyistiye û hîna dileyize. Lê, îro roj berdewamiya vê rola objektîv ji rewşenbîrên Kurd tê xwestin. Ji ber êdî ne tenha maye, ko ziman gel bipparêze, lê bû ye ko gel vêce ziman biparêze. Û ev yek jî, di behweriyên min de, bi forma avakirina rast û durust ve, bi mijûliyeke kurdî paqij ve, tê girêdan.
Ne dûr e, ko behweriyên min, di vî warî de, ji behweriyên gelek nivîskar cuda bin. Lê çawa be gerek e rewşenbîrê Kurd, berî ko raje pênûsa xwe, karibe bi hişekî kurdî ji xwe re mijûl bibe (û ev problêma nivîskarên me ye), da karibe hevokeke kurdiyî paqij ava bike, û berhemên xwe bi zimanekî sivik û rewan bineqişîne, da karibe vî zimanî bi taybetiyên wî ve bi pêş ve bibe. Erê, tiştê herî giran ew e, ko mirov bingehên zimanê xwe, bi nezanî, bihêrivîne. Ango, xwe bispêre formên avakirinên biyanî û taybetiyên zimanê xwe dûr bavêje.
Ne dûr e, ko gelek bi seyr bipirsin: "Ma kî dikare dest bavêje bingehên zimanê xwe, û wan bihêrivîne ?! ". Belê, ev pirseke durust e... ma "kî tiliha xwe dixe çavê xwe !!". Lê dive em jibîr nekin, ko tiliha me bê hemdê me (ne bi daxwaza me) dikeve çavê me de. Çawa?. Bi asanî... Ji ber me bi zimanê xwe ne xwendiye, em fêrî avakirinên hevokên biyanî (çi yên serdestên me- di rêya dibistan, radyo, televizyon...ûyd. de-, çi ji yên kultûra cihanî) bûne. Bi kurtî, em bi hişê biyanî diramin, tanî em nema, çi yên me ne, çi ne yên me ne, ji hev derdixin. Wilo, em hin bi hin dûrî taybetiyên xwe (çi civakî bin, çi zimanî bin) dikevin.
Û da ez karibim behweriyên xwe bihtir bidin nasîn, ezê li ser avakirina hevoka kurdî rawestim (ne dûr e ev babet, di pêş de, bibe derîkî lêkolînan) û danûstandinekê, di warê fraziolojiya kurdî de, bi xwêner re vekim. Belê, ez li ser şêweyên sade û hevbend, di hevoka kurdî de, narawestim. Wilo jî, ez li ser beşên rêzimanî di avakirina hevokan de (hevoka navan,hevoka hevalkarî, hevoka saloxî, hevoka pirsiyarî, hevoka merbendî, hevoka fermanî... ûyd) narawestim. Lê, ezê li ser taybetiyeke din, di hevoka kurdî de, rawestim-taybetiya fraziolojî di avakirina heyber de.
Du beşên hevoka kurdî, di warê fraziolojî de, hene. Her beşek jî hin grûpên hevokên serbixwe himbêz dike.
1.Hevoka step (qesp):
Ev beşê hevokan guhertinê nawergirê, û nivîskar ne xwedî desthilat e ko hunerê xwe di guhertina wan de nîşan bike. Ji van hevokan: zargotinên kurdî, gotinên folklorî, cindîtiya gel...û yd.
2. Hevoka pexox (fiş):
Ev beş jî; wan hevokên ko nivîskar desthilatî guhertina struktûra wan be, di bin baskên xwe de, dicivînin. Û nivîskar dikare, di rêya van guhertinan ve, hunerên xwe berçav bike. Ji van hevokan: Hevokên bi jiyana civakî, eborî, siyasî, zinastî... ûyd. ve girêdayî ne.
Rengên hevoka step
Hevoka step grûpeke pir mezin, di frasiolojia kurdî de, bi xwe ve girêdide:
a. Hevoka olî
Kurdan, li gorî civak û zimanê xwe, gelek hevokên olî afirandine. Ev hevok tenha di warê karên oldarî de têne pêkanîn:
Filan kes werd kişandin, filan kes dest û rûyê xwe buwart, filan kes destlimêj girt, filan kes destlimêja xwe şikand... ûyd.
Belê, werdkişandin ne leystika tizbiha ye, dest û rûbuwartin ne dest û rûşûştin e. Wilo jî destlimêjşikandin ne avrijandin e, yan jî derketina derve ye. Ji ber ev pîşk karekî serbixwe dide nasîn. Dêmek taybetiyeke hevoka olî heye, ko nivîskar ne desthilatê guhertina forma wê ye.
b. Hevoka dudil:
Ev rengê hevokan danasîneke alîkar ji hêla nivîskar ve dixwaze. Çi ev danasîn di bedena heyber de be, çi jî rastûrê be. Weku:
Mûyên laşê filan kes bûne bist, filan kes depikên xwe li hev xistin, barê filan kes giran e... ûyd.
Grûpa van hevokan dudilîkê, bi xwêner re, çêdike. Loma alîkarî ji hêla nivîskar ve gerek e, ji ber ko bi hêrzên tirs û mêraniyê re mûyên lêş dibne bist. Levdana depikan dibe gelacî (fitne), û dibe pêkanîna karekî pelandî. Barê gora jî dibe ko pelandî be (maddî be), û dibe ko nepelandî be (menewî be). Lê çawa be, nivîskar ne desthilatê destavêtina struktûra vê grûpa hevoka ye.
c. Hevoka bêbiheng:
Hevoka bêbiheng dikeve warê avakirinê bêsûd de. Lê forma xwe di zimanê kurdî de bi rengekî step standiye. Weku:
Nan û mast, taştya bi rast. Nan û dew teştiya derew. Şîr qeweta kîr... ûyd.
Ev grûpa hevokan bê bingeh hatiye avakirin, ji ber ko xwarina nan û mêst nabe taşteya herî çak, hêja û bi menaşe. Wilo jî xwarina nan û dew ne mana xwirînî ye. Û nabe tu bêjî. filan kes nan û şîr xwar û çû nav livîna xwe, dêmek mêranî jê diherike. Na... Lê vê grûpa hevokan, di zargotina kurdî de, cih girtiye. Ji hêlekê ve, lihevhatineke fonetîkî diyar dike... ji hêla din ve, pêpelûkên çêtiyê berçav dike.
e. Hevoka şirovekirî:
Gelek gotinên ( bêjeyên ) kurdî hene, ko ew bi teka xwe hevokê, di nava xwe de, ava dikin, û gerekî şirovekirinê nabin. Weku:
filan kes ji şer pozfirkandî derket, filan kes çavşikestî bar kir, filan kes serdiberde di ber filan kes re derbas bû... ûyd.
Ev karnavên pozfirkandî, çavşikestî û serdiberde hevokên xwe şirove dikin û bûyerê berçav dikin.
f. Hevoka nenas:
Ev grûpa hevokan bi herêmeke teng ve, bi grûpek gelî biçûk ve hatine girêdan û li ba wan nas û cihgirtî ne. Ev grûpe li ser bingehên serpêhatîkê, bûyerekê, yan jî rewşekê hatine avakirin, û karakterê vê heremê û kesên wê, di nava xwe de, berçav dike, Weku:
" bifire jî, bizin e !", " Meyzê, bê ew qurmê reş ne kera mey boz e!", "Apê Rîxo, navê bavê te çi ye?"...ûyd.
Hevoka pêşî bi deşta Şingalê ve girêdayî ye. Çawa du kes, ji dûr ve, reşekî dibînin. Yek dibêje, teyr e (balinde ye)- Yek jî dibêje, na bizin e. Piştî nêzîkî reşê xwe dibin, ew difire. Lê, yê gotî bizin e ji ya xwe danakeve û dibêje: "Bifire jî bizin e!".
Hevoka navê bi bûyereke gundê Darê ve (Bakurê Kurdistanê) girêdayî ye. Di vê bûyerê de, kera yekî gundî winda dibe. Piştî lêgereke dom, dibake gundîkî xwe, ko di newalê de ye: Meyzê, bê ew qurmê reş ne kera mey boz e!". Hevoka dawî bi deşta Cizîrê ve girêdayî ye. Di vê bûyerê de yek ji mihvanekî gund dipirse: navê te çiye?".
g. Hevoka dengan:
Ev grûpa hevokan bi hevbendiya du dengan ava dibe, û avêtina dengekî (yan jî guhertina wî) hevokê ji gurd dixe. Weku:
Dim-dim, req-req, fiz-fiz, çîw-çîw... ûyd.
Gava mirov bêje: "Ew kî ye, dim-dim dike?", "bû req-reqa ewran", "bû fîz-fiza bê" û "bû çîw-çîwa çûkan", hevokeke gurdkirî ji nav lêvan derdixe. Lê, gava mirov "dim" ekê, " fiz " ekê û " çîw " ekê ji vê hevbendiyê rake, hevok şêjna xwe winda dike û bê wate dimîne.
h. Hevoka dupesin:
Di vê grûpa hevokan de, hevbendiya du pesnan rola herî giring, di avakirin û wata hevokê de, dileyize. Û avêtina pesnekî, hevokê dihêrivîne. Weku: Şût û rût, xil û xav, dîn û mîn ( dîno-mîno ), hûr û mûr...ûyd.
Ji ber kesê "şût", ew kesê şahîk e. Lê kesê "şût û rût", ew kesê tiştekî wî nebe. Wilo jî, kesê "dîn", ew kesê ko hiş û sewdan bi der dabin. Lê kesê "dîno-mîno", ew kesê ko xwe bi xwe li dînîtiyê rast dike, da xwe ji raweşeke neçar, ji davekê xelas bike.
Gotinên step (qesp)
Piştî vê yekê, dimîne ez li ser gotinên step di hevoka kurdî de rawestim û giringiya wan, di hevokê de berçav bikim.
Gotinên step dikevine hevokên step û pexox de û struktûra avakirina wan bi xwe ve girêdidin. Guhertina van gotinan hevokê dihêrivîne, û hevok, wê çaxê, namîne hevokeke kurdî. Weku nimûne:
1. Di hevoka step de:
"şûr simbêlê wî nabire", "pisîk nanê wî dixwe", "golikê paçikxwer e"...ûyd.
Şûr, pisîk û golik gotinên step in di van hevokên step de. Dêmek, guhertina van gotinan rola hêrivandina struktûra hevokê dileyize. Belê, eger em şûna "şûr" meqes deynin, şûna "pisîkê" keftar deynin û şûna "golik" hesp deynin, wê ev hevok bibine çi?. Bi kurtî, wê bihêrivin û bêsûd bimînin.
2. Di hevoka pexox de:
"Memo bistek goşt xiste tenûrê", "Kebaniya malê kelek kutilk keland", "Zînê dewlek av kişand"...ûyd.
Goşt, kutilk û av gotinên step in di van hevokên pexox de. Dêmek, bi guhartina van gotinan wata hevokan jî tê guhertin. Lê kirde û lêker, di van hevokên pexox de, dikevine bin barê guhertinê bê ko hevok wata xwe winda bike. Ango, bi guhertina kirde û lêker re, hevok durist dimîne. Wilo:
(Min, te, wî, me, we, wan) goşt (biraşt, bi dar ve kir, çêkir...), (Min, te....., wan) kutilk (dagirtin, nimandin, di ber avê de kirin...), (Min, te, ..., wan) av (anî, rijand, rejand...)
*Ev sernavekî beşê teorî ye ji lêkolîna romana M.Uzun re.
