Þevên te yên miþt çîrokên pîrhevokan, helkihelka sînoran, bîna barûdê û kurtepistên fetisî, tena-tena, bi sergiranî, li kolanên bajêr belav dibin, mal bi mal digerin, bi xwe re mistên mewîjan û zerkên þîr û mast, navên kuþtî û girtiyan, kîsikên tûtina qaçax, pelikên qedexe û maçên qedexe, ji malekê dibine maleke dî, û bi dengekî nermegijî çîrokên periyan, ên dêwan, ên jin revandin û talankirinê dibêjin da komên zarokan bi germa laþan di himbêza malên te de di xew ve bibin.
Kolanên te yên bê ser û ber, her sibeh, bi reqereqa simê hespên Polatiyan silava hev divedin.
Sûka te hê ji bîrnekiriye çawa zarokan (Þawî) dixapandin, çawa hemalan ( barkêþan ) bi dijwariya þerê çengalan pereyên rojê li hev par dikirin, çawa di qehwexaneyên te de xweþmêrên simbêl hinekirî bi yek fîþekê di xwîna heyfê de dihatin gevizandin.
Di hûçikên te de govendên periyan digerin, xêlê cinnan bi rê dikevin, sal û demsal tev dibûrin, babelîsokê har dilîzin û pêxemberekî agirperest û sêwilek di asoyên teqn û çirava te de li þopa siwarên qeralgeha çûn û nehatinê digere.
Qamiþlo...!
Þevên te yên miþt tevzînokên rojhilateke avis, þahid in çawan qertemêrên te di berbanga berbangê de, tovê jiyanê bi lez û germebez disipartin germe-deþtên þenge- jinan, û berê xwe didan hogiriya þevê, tivingê û çiyan da ko keçikaniya te tûþî baþûrekî bê bext û bê bav nebe.
Tu keleha xwîniyên serhiþk ên bakurekî kovî bûyî...!
Tu bûka welatekî bê nav bûyî...!
lêêê! lê tu nabêjî Ey Qamiþloka min çi ocaxa deyûz tu hingavtî?
Tu nabêjî ka tu di çi xewnê de bûyî, li kîjan esmanî bûyî, û li ber siya textê kîjan Xwedayî bûyî, dema ko xurista bînçikyayî ji tirsa sînoran, pelê payîzê bi ser te de weþandin, û tu spartî bêbaviya siwarên revokî yên çolistanên tozperest?
Tu, êdî, ne keleha xwîniyan î lê axurê pîsemêran î...!
Tu, êdî, ne bûka welatekî bênav î lê heyirandiya welatekî bê þerm û bi nav î...!
îro qolinca tirsê ketiye hinavên te de, tu bûyî penaya dizan û bêkêran, kolanê te bi niviþt û berbejn, berzûrî rivdiyê sîxurên xwenkuj dibin.
Bayê revê ketiye qeremên te de, wa pêþiya zaroyên te di oqyanosên sir û seqemê ve derket.
Xewnên sorgulî, di buhara zaroktiya xwe de, di xaçerêyên sal û demsalên te de ji rê dikevin, diçilmisin, zuha dibin û weke pelên payîzê li ber pêlên rewrewkê diçin, û bê xatir û bê oxir li kolanên rûsar ên paytextên dûr serê xwe dideynin û malavayiyê li jiyanê dikin.
Bakurê te yî serhiþk û pozbilind, bakurê malbatên xwîna zelal, îro di kolanên paytextên dûr de, bûye, baþûrekî þermezar û parsek
Asoyên te bûne dergehên çûn û nehatinê, Cegerxwîn û Bavê felek çûn û nehatin, Behriyê delal, Þero, Hepsûno, Edra û Letoyê zirnevan çûn û nehatin.
Mecîdo û Melle bênav çûn û nehatin.
Ava Ceq-ceq, qiramên di navbira Hilêlî û Nisêbînê de û aþê Mehmeqeya çûn û nehatin.
Ma qey tu nabêjî kezî kurê, eger hat û Newafo jî rojekê ji rojan li tevlî kom û koloz, þaþika sorbelek, þal û þapikê Xerzanî û bedena ji nîþanan çû û nehat, dê kolanên te êdî çavên xwe bi dîtina çi qaremanî kil bikin?
Qamiþlo...!
Di þevreþa cîhaneke bê ol de li te digerim da ko xwe bibînim, gazî te dikim da ko zaroktiyeke ji rengê tozê bînim bîra te.
Di þevreþa cîhaneke zikreþ û rûreþ de, ez li ser xewnên xwe digirîm, dûrî hilm û bîna kolanên te, li çolistanên befrînî li ser xaçerêyên deryan û oqyanosan, matmayî mame.
îro, ji dûrahiya bakurekî bê bakur, bi tîrêjên gelawêjê, xaçekî li ser sînga te dineqiþînim, û toza kolanên te... Germa havîna te... Serhiþkî û cirnexweþiya zarokên te û... û sergiraniya keçikên te, dikim niviþt û bihnok û berbejin û bi xwe vedikim da ko li kolanên rûsar ên Skandnavyayê bê nav û bê reng nemînim.
*- Mecîdo û Melle bênav du kesên romana Selîm Berekat in a bi navê Hozanên taristanê.