Ji bo Farahnaz

Peyvên xewê

Beroj Akreyî

Dengê tirumbêlekê hat* Ez rabûm* Min cigareyek hilgirt* Te xwe zîvirand* Bi dengê textî re min dizanî* Min çeqmaq vêxist* Hinarka memka te ya çepê diyar kir* Porê te lêva te û memka te veþrtibû*Min viya bi hêdîkî porê te bi du tiliyan hilgirim* Te destê xwe danî ser çavê xwe: " Li vêderê cigarê mekêþe" * Dengê kenê çend ciwanan ji kuçeya þevê hate guha* Min çeqmaq vemirand: " Serxweþ in, bi þevê re hatin hetanî nîvê rê û dê biçin razên hetanî navqeda rojê" * Ez çûm li mitvexê rûniêtim* Min cigareyek derxist* Min çeqmaq vêxist* Dengê tirumbêlekê hat* Dayika min got: " Min go belkî bavê te bit, meyt anîn û li heywanê danîn" * Min cigareyek vêxist: " Dengê anîna meytan tarîtiya þevê tarîtir nekir?" * Reyîna segan hatibû guha* Dayika min got: " Ma dixwazin van meytan di hewþê de veþêrin? Ma ne baþtire ko li serê girekî yan jî li binê newalekê?" *

( Dema ez li metvexê rûniþtîbûm û min cigare dikêþa li bîra min nebû lê anuha ko dinivîsim hizir dikim: Ji bo hildana por ji ser hinarka memikeke razayî binê newalê çêtire yan jî serê girî) * Dengê tirumbêlekê hat* Dar û barên herdû aliyên rê serê xwe li ser milên hevûdû danîbûn* Dema cigareya min xelas bû di hizra min de bû ko diranên xwe biþom* Min bîna xwe ragirt* Dengê xewa te dihat* Li derve,, di navbera darçinarên herdû aliyên riya terr a li piþt pencerê ba û baran bi hev re dibûrîn* Min got: " Binêre çend ciwan e " * Te serê xwe bilind kir: " çi? " * Min got: " Ta û çiqulên wan gihiþtine hev têkalyayîne " * Te got: " Lê pir dereng, binêre, li ber têhna hêviya wan qîra cadê jî qeliþiye " * Min cigareyek derxist* Te got: " Xwe bide aliyekî tirumbêlek hat " * Tirsê ez þiyar kirim, destê min girt û ez birim ber pencerê û bi du tiliyên min perde hilda * Dengê bavê min tariyatî qelaþt: " Eger ditirsî here, eger natirsî binive " * Þeva hewþa me pir bû ji bêhna pirtûkên þewitî * Dengê tirumbêlekê hat * Di dirêjahiya

þevê de û di derzên tariyatiyê de meyt anîn * Meyt terr bûn * Bêhna hilma cilên zindiyan û bêhna birîna laþê terr ê miriyan dihat * Dayika min got: " bavê te got: Þîrê tirs û lerzînê nede vî zarokê bê ziman! " * Dengê tirumbêlekê hat * Min got: " Dayê ma destê xwe jê re bilind bikim? " * Got: " Kurê min eger min û te nebînin ji bo dîtina destê te jî kor dibin " * Deng hat * Bû tirumbêl * Derbas bû û aliyek ji eba reþ a dayika min kesk kir * Dûrî me rawestiya * Dayika min got: " Dev jê berde em siwar nabin " * çirên paþîn ên tirumbêlê vêdiketin û vedimirîn * Te got: " Hizra çi dikî? " * Min got: " Belkî demeke dî..." * Te got: " êdî dereng e!" * Ev bîranîn zer bûne yan jî baþtir e ko em bibêjin qehweyî bûne, çinkî qehweyî rengê jibîrkirinê ye * Min got: " lê nuha berf dibare " * Te got: " Sîwana porê xwe ji bîr nekim? " * Min got: " Na... Lê wê roja ko ez hatim te bibînim

berf dibarî, te cilên reþ li xwekiribûn, û berçavka reþ li ber çavê te[ Sê xuþkên Þexov ] di destê min de xwê dabûn" * Te got: " Kê ji wan bêtir?" * Min got: " Nizanim, lê min divya çend peyvên ko di dilê min de bûne pizot û min diþewitînin ji te re bibêjim " * Te got: " çima te negot? " * Min got: " Eger min gotiba te yê çi bersiv bidaba? " Te got: " Da bibêjim eger alîkariya Þahzadeyî bikim û pizotan derbixim dê Þahzadeyî çi bide min? " * Min got: " Hergav berî em hizir bikin tiþt diqewimin " * Te got: " Ev ne bersiva min e " * Dengê tirumbêlekê hat * Min cigareya xwe vemirand * Heza dîtina hinarka memika te û hilanîna por ji ser memika razayî dilê min dizî * Ez hatim Jûreyê* Min çeqmaq vêxist* Memika te diyar nebû* Ez zîvirîm û min çira vêxist* Tu li wir nebûyî * Min li nivînan nêrî * Þûna serê te li ser balgehê mabû * Li ser balgehê û di nav nivînan de li tayekî porê re geriyam * Min nedî * Min serê xwe li cihê serê te li ser balgehê danî * Bîn jê dihat * Bîna te * Dengê xewa te * Porê te * Dayika min * Hilma cilê zindiya* Birîna laþê meytan * Bîna axê * Baranê * Bîna dengê bavê min * Perdeyê * Tirsê * Bîna hewþa pir ji pirtûkên þewitî...* Min cigareyek hilgirt* Min viya çeqmaq vêxim* Dengê tirumbêlekê hat. *


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST