PÊÞGOTIN

Hejmara Dugirê ya sêyemîn jî ronahiyê dibîne. Hejmara sêyemîn, li ber keviyên sersala miþext û penaberan, li ber zixt û qolincên bêrîkirina bêkutayî ya cîgeh û þûnewar û bargehên zarotî û ciwanî û hemî bîranîn ko aniha di qermîçekên mêjî û dil de dest bi hilatinê dikin, ronahiyê dibîne. Li ber dergehên tirsê, tirsa ji her tiþtî, tirsa ji têkçûna jeografiya xewnê ko bi têkçûneke dîrokî, careke dî, vî miletî bê hiþ û bê bîr bihêle, ronahiyê dibîne.

Ji bo çi Dugir, ji bo çi kovareke xwerû bi kurdî, ji bo çi wêje, ji bo çi çand, ji bo çi huner, ji bo çi peyv?

Di nava vê çendîn û xirecira rojnamegeriya kurdî de, ya ko ji alî komeleyan û partiyan û kesan ve derdiçe , mebest ji hejmareke sêyemîn çi ye?

Ji hejmara pêþîn ve, Dugirê dixwest rêça xwe ya cihêreng û taybetmend biafirîne. Pirsan pêþkêþ bike û guh nede bersivan.

Dîsa jî, di amadekirina vê hejmarê de, projeya hewldana damezirandina çandeke pirsamêz, hem wek berpirsyariyeke rewþenbîrî û hem jî wek dahênaneke zimanî, ji bîra me neçûye.

Dugir xweþ dizane ko ev serdem, di warê afirandin û dahênana peyva kurdî de, serdema têkçûn û tevlihevî û sextekarî û hilperikîn û xwepêþandana kelê ye. lewra Dugir di awirvedana xwe de, di pêkanîn û bidestxistina bahaneyên hebûn û jiyana xwe de, reþbîn e. Di vê reþbîniyê de, bi hiþmendî û bi cegerdarî dixebite, da ko hêjayî afirandina pirsan bit. Da ko bi cegerdariyeke rewþenbîrane li beramberî bersivên bê guman û yekalî û reha, raweste.

Dugir hewl dide..

Dugir ji bo berfirehkirin û kûrkirina felsefeya pirsê dê hewl bide.

Hetanî aniha bertekî ( reaksyon) û helwestên rewþenbîr û xwendevanan em hogirî hêza berdewamkirina Dugirê kirine.

Serê me bi nameyên pesindanê mezin nebû û tu carî jî dê mezin nebe. Herwiha em ji bertekiya nivîskarên (NE!) nivîskar ên ko tenê di rewþa zimanekî wek zimanê kurdî de dikarin nêçîrê di ava þêlû de bikin, ko Dugirê bi çavên gumanê li rola wan temaþe dikir û dike, netirsiyan.

Dugir çi ye?

Pencereyek dilovan û þîn e, pencereyeke bi ser wêjeya kurdî de, ji bo dahênan û huner û peyva resen hatiye vekirin. Bi kurte rûpelên xwe, bi abonetiya xwendevanan, dikare bibêje ko di meydana hiþmendiya pirsyar de, dest bi vekirina rêça xwe, dike. Di vê xebatê de gelek xwendevanên zana û bîrtûj ji xwe re peyda kirine, û hê jî hewl dide ko xwendevanên sade yên ko hînî peyvên amadekirî û termên vala bûne, rizgar bike, wan biguhêze cîhana rastîn ya peyvê,

Ji destpêkê ve em dizanin ko em dê nikaribin bi darê Mûsa deryayê biqelêþin û werîsan bikin mar, lê em dê her û her bipirsin:

Afirandin û dahênana kurdî çi ye?

Ev dahênan li ko ye?

Nivîskarî çi ye û kî nivîskar e?

Pirs li kû ye?


Here vir:


DUGIR 3
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST