Li Dijî Odîb
Dergehê jiyaneke bê Faþîzim e
Michel foucault
Wergêr Ehmedê Huseynî
Li Ewrupayê, di navbera salên (1945- 1965) an de, rêçeke tendûristane bo ramandinê, þêweyekî destnîþankirî bo gotara(xîtaba) siyasî, û sincine (exlaqine) destnîþankirî bo yê rewþenbîr, hatibûn peydakirin. Gerek, bivê nevê, mirov peywendiyeke gur û germ li gel Marks girêbida, û gerek nehiþta ko ramanên wî miþext bibin û ji Froyid (S.freud) bi dûr bikevin, gerek rêxistinên delîlan bi rêzgirtineke pir bilind derman bikira.Ev hersê merc di warê mijûlbûna mirovan de, mijûlbûna bi nivîsandinê û bi gotina beþekî ji rastiyê, çi li ser xwe û çi li ser serdema xwe be, dihatin pejirandin.
Piþt re pênc salên bi lez, xwîn germ, pênc salên ji kêfxweþî û mamikan, bi ser de hatin. Li ser dergehên vê cîhana me, bê guman, Vêtinam wek yekemîn kulma ko li bin guhê desthilatdariya damezirênkar diket, radiwestiya. Lê li vir, di nav paþila me de û li ber çavên me, çi çêdibû? Tevliheviyek ji siyaseta þoreþgêrî ya li dijî gemkirinê? Ceng jî li ser du eniyan dadayîye: Xwînmijiya komelayane û gemkirina psîkolojane? Hilperikîn û hilkiþandina Lîbîdo ( ) ya ko ji alî pevçûna di nabera çînan de hatibû dirustkirin û amadekirin? Renge wisa be.
Ko çawan be jî, ev þirovekirina naskirî û dualî bûbû bahaneya ko
bi alîkariya wê bûyerên wan salan rondibûn.
Xewna ko, di navbera þerê cîhanê yê yekemîn û derçûna Faþîzmê de, bi çelengiya xwe qatên otobî li Ewrupayê- li Elmanyaya Vîlham Rayþ û li firansaya suryalîzman, sermest kiribû, ew xewn vegeriya da
gur bike: Marks û Froyid bi heman (bi eynî) gurbûnê hatibûn ronîkirin.
Lê ma bi rastî tiþta ko çê bûbû ev bû? Ma bi rastî jî pirs bi vejandina projeya otobî ya salên sihî ve, û vê carê di sewiyeta bikaranîna dîrokî de, girêdayîbû? Yan jî bizavekê, berê xwe da berevajiya vê rewþê,
berê xwe da nakokî û pevçûnên siyasî yên ko qet nema li gel nimûnedariya(nimûzec) ko rewiþta Makisî biryar li ser dabû, digunciyan? Yan jî berê xwe dan alî ezmûneya xwezayê û teknîkên wê yên ko nema bi Froyid ve girêdayîbûn? Bê guman çend alên kevnar bilind bûbûn, lêbelê þer ji
meydana xwe hat guheztin û di çend herêmên nû de bi cih bû.
(Li dijî Odîb) yekemîn tiþt, û berya her tiþtî, berfirehiya meydana nixumandî, eþkere dike. Lê ji vêya bêtir û ji vêya gelektir, pêktîne. Devavêtina pûtên pîrbûyî , tinazi û lîska bi Froyid re jî , vê berhemê tar û mar nakin. Di bingeha xwe de, nav di me dide, me dehf dide ko em berê xwe bidin kûrahiyên dûr, pir dûr.
Xwendina (li dijî Odîb) wek ko çavkaniyeke teorî yî nû be, çewtî ye(ji xwe hûn wê teoriya bi navûdeng a ko hergav li ser dipeyivin û wê radighînin me , dinasin: teoriya pir alî ya ko dê bi awakî reha, gelemper û sozdar be û bersiva her tiþtî bide, dibêjin ko (dê pir hewcedarî vê teoriyê be) bi taybetî di vê serdema ji hevketî de, serdema psporiyê, serdema ko bê (hêvî) maye).
gerek di nav vê xirecira tirsnak a ramanên nû û bîrûbaweriyên - têkperane de: gerek em li (felsefeyê) negerin çinkî (LI dijî Odîb) ne peykelekî çirusonkî ye. Di baweriya min de çêtirîn xwendin bo (Li dijî Odîb) ewe ko mirov bixwîne û wek (hunerekê)li hember raweste, mebesta min bi hunerê ew hunera -wek nimûne- ko di çeþnê (hunera Irosî) de ye. çunkî analîzkirina peywendiya arezûyê bi realîtê re û bi (alava) kapîtalîzmê re, bersiva pirsên berhest pêþkêþ dike, pirsên ko guh didin çawatiya tiþtan bêtir ko guh bidin jiboçiyetiya (sedemên) wan. çawan arezû di gotarê(xîtabê) û di kirinê de, li tevlî ramanê(fikrê) dibe? çawan arezû dikare û çawan dikare, bivê nevê, di hundirê çarçewa siyasetê de xebatê bike, û di hundirê berdewamiya guhertina sistêma heyî(hunera Irosî- hunera teoriyê- hunera siyasetê) de, çawan dikare bi hêztir bibe?
Li vir, hersê dijminên ko (li dijî Odîb) dixwaze li hemberî wan raweste, derdiçin.
Sê dijminên ko di hêzdariya xwe de ne wek hev in, di metirsiya xwe de ji hevûdû cihê ne, pirtûk jî bi alavine cihêreng þerê wan dike.
1- Sofiyên siyasî, þoreþgêrên bêzar, terorîstên teoriyê, û ew kesên ko dixwazin sistêma zelal a siyasetê û gotara siyasî biparêzin, û bîrokratiyên þoreþê û karmendên rastiyê.
2- Teknîkzanên arezûya belengaz- psîkoloj û sîmyotîkzan- ên ko dixwazin hemî rûdan û nîþnanan binivîsînin û dixwazin sistêma arezûyê ya piralî di qanûna strûktûrê de û di psporiya dualî de, kurt bikin.
3- Dawî jî dijminê stratejî ye. Dijminê herî mezin e, ango Faþîzim e. Ne hema tenê Faþîzima dîrokî ye: Faþîzima Hitler û Mosolînî ye- ya ko xweþik dizanîbû dê çawan arezûya xelk û cemawerên xwe qezenc bike- Lê belê Faþîzma ko di hundirê me de, ko di hundirê me tevan de bi cih bûye, û desthilatdariya xwe li ser aqil û dan û stendina me ya rojane dike. Faþîzma ko ji bo bi destxistina desthilatê, me sermest dike.
Pirtûka (Li dijî Odîb) pirtûka zanistiya exlaqî ye (bila herdû nivîskarên wê li min negirin,). Yekemîn pirtûk e ko li Fransayê di vî warî de hatiye nivîsandin û ji mêj ve me tiþtekî wilo nadîtiye.(renge ji bo vê yekê jî, serkeftina wê di nav xwendevanên taybetmend de, bi sînor nebû: Eger mirov li dijî Odîb be, tîpek ji tîpên jiyanê ye, tîpek ji tîpên têramandin û jiyanê ye).
çawan gerek em karbikin da ko em nebin faþî, hetanî wexta (bi taybetî hetanî wexta) ko em ji xwe bawer dikin ko, em xebatkarine þoreþgêr in? çawan em dikarin aqil û hiþê xwe, kirinên xwe, dilên xwe, û xweþiyên xwe ji Faþîzmê rizgar bikin?
Nivîskarên sincî(exlaqî) yên Fileh (moralistes) di nav qermîçekên giyan de li þopa laþ digeriyan. lê Doloz û Gotarî pirê caran kêmtirîn þopên Faþîzmê di laþ de destnîþan dikin.
Em dikarin bibêjin (piþtî ko em silavên xwe, silavên pîrozbahiyeke biçûk, pêþkêþî San Franswa Dosal bikin) ko pirtûka li dijî Odîb dergehê jiyaneke bê Faþîzm e.
Ev huner: Hunera jiyana berevajî hemî formên Faþîzmê, faþîzma bi cî bûyî û ya ko xwe amade dike da ko bi cî bibe, li gel çend prensîbên bingehîn ên ko ez dê li jêr wan eþkere bikim, vê pirtûka giranbuha û bê mînak dikin rêber û alava jiyana rojane:
- Xebata siyasî ji hemî formên yekalî û piralî yên paranoyayê rizgar bikin.
- Kirinê, ramanê, arezûyan bi, ji dayikbûyîn û bi linikhevdanîn û bi jihevjihêkirinê, bi hêztir bikin.
- Ji têrmên kevnar ên dîlîtiyê, yên nêgetîv (qanûn, sînor, xesandin, psporî û valahî) yên ko her û her di ramana rojava de, wek formên desthilatê û wek þêweyên têgihiþtina realîtê bi pîrozmendî dihatin parastin, rizgar bibin. Pirhejmariyê û nakokiyê û pozîtîviyê biparêzin , li dijî wekhevî û yekfikirînê rawestin.
- Bila tu carî neyê bîra we ko, mirov, tiþta ko ji bo wê þer dike çiqasî bêkêr û kirêt be jî, gerek bêzar be ta bibe þoreþgêr. Peywendiya arezûyê bi realîtê re bi xwe, xwedana hêzeke þoreþgêriyane ye (ne ko rev û bazdana ber bi wekhevbûyînê de).
- Tu carî ramanê (Fikrê) nexebitînin da ko hûn nirxê rastiyê bidin xebat û karên xwe yên siyasî. Herwiha çalakiya siyasî bi kar neynin da ko hûn ramanekê ji ramanan qels û lawaz bikin mîna ko bazar be. Xebata siyasî ji bo çesipandin û rehdaçikandin û kûrkirina ramanê bi kar bînin.
- Tu carî avakirina (mafê) takekesan (ferdan) wek ko felsefeyê destnîþankiriye ji siyasetê nexwazin. Takekes (ferd) berhemê desthilatdariyê ye. Pêdivî (wacib)jî (tunekirina forma takekesî ye). Gerek ne hema tenê komele peywendiya jîndar a yekbûna takekesan be, lê belê gerek bibe xebatkara herdemîn a tunekirina forma takekesî.
- Bi evîna deshiladariyê sermest nebin.
Em dikarin ji wilo dûrtir herin û bibêjin ko Doloz û Gotarî pir kêm ji desthilatdariyê hez dikin, hewl dane ko kirinên desthilatdariyê yên ko bi gotara wan î taybetmend ve girêdayîye, bê alîgirî nîþan bidin. Piþt re rola lîsk û xapandinên berfireh ên ko di hemî rûpelên pirtûkê de bi cî bûne, têt. Lewra wergerandina pirtûkê ezmûneyeke (tecrûbeyeke) aloz e, pêdivîyî hêzdariyê ye. Lê pirs ne hema bi wan xefk û dafên vedayî ve girêdayîye: Xefkên rewanbêjiyê (belaxetê), û xapandinên ko cilê ji bin lingê xwendevanan dikiþîne da ko agahdarî lîskan nebin. Da ko di dawî de wan wek piþgirên doza dahêneran,qezenc bike:
Xapandinên Li dijî Odîb xapandinên tinaziyê ne: Bangên radestbûn û qewirandinê çiqasî pir in, bangên ji dest avêtina pirtûkê piþtî bi dû xwe de girtin û asêkirina derî çiqasî pir in, gelek caran pirtûk me dehf dide gumana ko tenê ji bo lîsk û pêkenînê ye, hetanî di wan mijarên bingehîn de jî wisa dixuye: wek , bi peyketin û qewirandina hemî formên Faþîzmê, formên hêzdar ên ko me dorpêç dikin û me dipelçiqînin hetanî formên bêkêr ên zordariya tal a jiyanên me yên rojane.
* Ev deq cara pêþîn di kovara (Gencîneyên wêjeyî) de, di hejmara pêncan a sala 1988an de, hetiye belavkirin.