Beþk ji romanê

Pirtûka kulîlkan

Mihemed Efîf Huseynî

 

Tu tiþtî ji kulîlkan fam nakim lê ji wan hez dikim. Renge hemî xelk wisa bin. Lê ez bi xwe wan wek xuþkên xwe dibînim Serhiþkiya min dibe kulîlkeke tûjî ji kîmyaya damaran. Lêvên min ên xweþik di çeþnê kulîlkeke girtî de ne. Dilê min bi dudiliya xwe di riha Apê min de dijene. Destên min jî mîna þitlên li ser keviya gola Sado di qehwa sibehê de dilerizin. Cîgehên min wek kulîlkên bihîvên Mele Hesenê sermestê werzên xwe û roviyên xwe û çêlekên xwe, dadayîne. Biçûk bûm, kulîlka dayika xwe bûm, dayika ko li ser asîtankên çewalan rûniþtiye û bi valahiya xwe re digunce. Hermela dîwaran bûm, hermela ko bi demeke kurt re digunciya... Þêrînê! Þêrînê!

" Ez nêrgiza Þaron im, sosina geliyan, yara min di nav keçan de wek sosina di nav stiriyan de ye. yara min di nav lawan de wek sêva di nav , dilê min bijiya rûniþtina li bin siya wê û mêweya wê jî ji bo gewriya min þêrîn e"

Þêrînê, berya ko kulîlka zer a penceþêrê wê hilke. ez hînî kulîlkan kiribûm. Em li teniþta perjanên yasemînan radiwestiyan, leþkerên kevnar jî li teniþta me radiwestiyan, ji kevirê Ataturk hetanî gelekên ko bilind dibûn, nû û mîna taristanê kûr. Yasemînan serserîtiya xwe li ser perjanan girêdidan, evîn ji me re ron dikirin, lê nebûna wê di destnivîsa Apê min de cihê daxê bû. Yasemîn nas nedikir, hetanî roja mirina wî ya sipî jî yasemîn nas nedikirin.

Balkonên Iskandyavyayê, pencereyên xaniyên wê, êvarên zûhatî, çirên wê yên di sedemên xwe de rewan in, kulîlkên dibijandina sêksî, kulîlkên cejnan, kulîlkên xatirxwestinê, kulîlkên kêmasiyê, kulîlkên ko di bagerê de xirecirê dikin, kulîlkên dûr û têkper, berhest, dudil, her û her kulîkan ji sozan dereng xistime. kulîlk di têlên Gîtarê de, kulîlk di birîna min de eger Damyana dereng ma, û ji kulîlkan jî, Apê min hibra pirtûka xwe derxistibû. û bi kulîlka hinê sipîbûna riha xwe bi keskê gumanan çirandibû, destên hemî Bedirxaniyan zeftkiribû û hestên Amûdê þanî wan dikir, di xwarina kulîlkên xemgîn de û di li ser goristanan belavkirina wan de zana bû. Wêneya wî bi darbestan û bi zeyzefûna tenhatiyê têt çirandin. Bi cihkirina rewan a miriyan di kortalên Hesenê Gunreþ de Apê min diêþîne. Bi matmayîn dike kurtepist, destmaleke biçûk derdixe, benên kefen vedike, û eniyan mîna ko di nav destên wî de kulîkine biçûk bin, mist dide:

- Ez dizanim ko xwêdan dide.

Di navbera sîberên xwe û tozê de guncînekê duris dike, carcaran bi wan re diçû, dûr diçû, li ser hemî kulîlkên Kurdistanê difiriya.

- Ma xwene tu mêþahinguv î, de dev ji vê adetê ber malava?

Besnê gazinên xwe dikir, lê Apê min dibiþirî:

- Erê ez mêþahinguv im.

Rewþa wî rewþeke taybetî bû, tûtina nû, gelek seet jê re dihatin, seetên miriyan jî ji bo wî bûn.

- Ez tu tiþtî ji bilî seeta wî naxwazim, ma piþtî mirinê dê çi bikr jê?

lê seeta Hec Ebdo mala wî xerakiribû.

- Tu yê kînga bimirî lo?

- Wexta ko kulîlk li ser kevirên min þîn bê.

Kulîlk ne tenê li ser kevirên wî lê li ser dergûþa kurê (Þevê), li ser asîtanka axur, li ser qebqeba kewê, li minara mizgeftê ya ko bi ser hewþa wî de çemandî bû, li ser çaroxa wî, li ser katjimêrên subeha wî ko li ser keviran li navên penaberan digeriya, þîn tên.

- Bi çi zimanî?

Zimanê balendeyan, zimanê kulîlkan, zimanê çarþemê, zimanê Þêx Seî , ko li ser pirê bi leþkeran dorpêçkiriye, wexta ko radiweste da ko wêneya wî ya dawîn bikiþînin:

_ Ey Qazî Muhemed! Bo çi destên te wek xaçekî li ser hevdû ne, Destên xwe ji hevûdû vek... Bibiþir... Piçekî wê xemgîniya giranbuha biparêz!?

Pencereyên Iskandnavyayê, avgîra herçar masiyan, kevz xwe li ba dike, barûd li jor e, çar masiyên rengîn ko çar alî ne, Cegerxwîm dibêje ko herçar aliyên kulîlkan in, berê xwe dide firoþgeheke gulan, bi heftê salên xwe gurzeke gulên zer dikire, li ser kaxezeke biçûk dinivîsîne/ Ji bo Olf Balmê / gurza gulan bi dizî dixe nav rengê zer de, ji Mitroyê derdiçe, di gavên xwe de seqemê har dike, gurza gulan di bin yelekê xwe de vediþêre, yelekê gulgulî yê di çeþnê perdeyên Kafafîs de, bi lez, hêdî hêdî, Qamiþlokê û navên nû yên gundên kavilbûyî yên Amûdê tîne bîra xwe, navên kenokî yê ko di arþîfên nifûsê de hatibûn guhertin û nivîsandin:

- Ew arþîf defterên min bûn, min bi xwe navên gundan di wan de nivîsandibû,

- Kîjan gund ey Bedirxanîno?

- Gundên Cegerxwîn.

Gir navên xwe ji ber dikin, di qatên xwe de kulîlkên xwe vediþêrin, di her qatekê de celebek, û di pirtûka Apê min de gelek celebên seyr ji kulîlkan û ji gîhayên biçûk û germ hatibûn dîtin, wêneyên gelek gulîlkan jî di pirtûkê de hatibûn bi cih kirin. Rengê vê kulîlkê hêjayî Ehmedê Xanî ye, rengê vê kulîlkê jî li gel Lorka digunce, û rengê pûngê li gel tevan digunce, na...! Tenê li gel min digunce, ev rengaya tenê ji bo min hatiye çêkirin, ez dê rê nedim tu kesî ko vî rengê min dagîr bike.

****

Di buharê de hemî zilam hildikiþin ser giran, bînçikandî ji gundekî ber bi gundekî dîtir ve diçin û li nameyên Þêx Seîd ên ko ji Apê min re hinartibûn lê negihiþtibûn, digerin. tekelên piskelêtên wan cirîdê bi hev re dikin, qutyên tûtinê ji bêrîka hina dikevin, keseran dikiþînin, pif hiþkahiya kulîlkên tiliyên xwe dikin, hildikiþn/ dadikevin, cigareyan dipêçin, bîna werîsên kevnar dikiþînin, zirav in lê dikarin lingên Þêx Seîd li ber bayê bihejînin:

- Bi þimayê nixumandine.

Têla qalind a Gîtara sazbendê Ispanî, hûnandî ye lê bi dilovanî, bi tiliya xwe sazê bi paniya pêlava Damyanayê re diguncîne, û Damyana porê xwe yê reþ di nav destên min de vedike, gulek sor ji nav porê xwe derdixîne, kulîlkên biçûk û biþkojan hildike, wan davêje guldanka miþt av: Ev qeyikên min in, ez ji Xirnattayê me, û ez jî gola Sado me, de were da ko vê

serpêhatiyê ji te re bibêjim:

Hebû nebû rehme li dê û bavê min û te bû:

Pêtirî 100 kurdî ji alî leþkerên turk ve hatibûn xeniqandin, piþtî ko ew xistibûn kîsên dev asê, ew avêtibûn Behra Wanê.

Kulîlka kindirê, kulîlka êvarê wexta ko Þêrînê li dergehê min dixîne. wêneyên yên xeniqandî di neynikê de rengvedidin, di koþeyeke nenikê de guleke mezin, guleke zer û biþkivî, di çeþnê nexweþekî de ye, stûyê xwe bi ser hibra destê min de wexta ko dudiliya êrîþker dinivîsînim, diçemîne. Ji bo çi kulîlk? Kê bi van xuþkên spehî dest pê kiriye? Satilek ji sifir, di satilê de qefdên lezok ên kulîlkên xelmaþbûnê, hemî kulîlk mirovan xelmaþ dikin, Damyana wisa dubêje, hemî tûtina min kulîk in, Sado dibêje û berdewam dike: Ez ne qaçaxiya tûtinê dikim, ez qaçaxiya kulîlkên Torosê dikim.

- De fêrî cigarekêþanê bibin lao da ko di pîrbûna min de hûn cigareyan ji min re bipêçin.

Satilek sifir ji destên dayika min bo roviyan û bo kulîlkên havînê, satila Apê min a bi hibra wî û bi helbestên wî yên efsanewî yên li ser navên kulîlkan, nimandiye.

Navên kulîlkan min afirandine, hemî nav navên min in, milkên min in. Mafê te nîn e ey Cegerxwîn tu nêzîkî wan bibî, bi sîbera xwe re dipeyive. Bînteng dibe, bi lez ba dikiþîne sînga xwe û bi herdû çavên xwe yên miþt hêsir bi pey rengên vê berbangê dikeve.

Amûdê di xewê de ye.. Dengê zîqezîqa tekelên erebanan ji dorhêla bajêr dibihîze, Renge þandeyê Þêx Seîd be.. Na, ev zîqezîq cihê ye! Vê carê nameyên wî pir derng mane. Nameya dawîn a ko jê wergirtibû çend dilopên xwîna zuha li ser dixuyan, lewra ji wextê ve tirseke ne diyar hest dikir:

- Ma gelo ev xwîn e yan rengên kulîlkên Þêx Seîd in?

Tiliya xwe birîdar kir , û dilopên xwîna xwe bi ser kaxezeke dîtir niqutandin.

- Xwîn ji Diyarbekrê hetanî riha min dinuqute.

Name wek ko hebû li ser rûpelekî ji destnivîsa xwe çesipand, û hawirdorî nameyê bi kulîlkên sipî xemiland.

***

 

Þêrînê bi xwe nizanîbû kulîlk çi ne, ew hildikirin û dixwarin, bi riha Apê min dilîst û jê re digot: Evên ko li ser riha te yî kesk mane çi ne?

- Kulîlk in... Kulîlk in Þêrîna min!

Kulîlka yekemîn a ko min kirîbû kulîlka sor a qurnefelê bû, min diyarî jina hevalê xwe kir, þerm kir.. Kulîlka sor a evîndaran bû. Ma gelo min jê hezdikir? Lêvên wê di çeþnê du kulîlkên buhara Amûdê de bû. Min jê hez dikir, ne hezkirineke Irosî, min ew dixwest, min dixwest ko xuþka min bit, min jê re go.

Ez ne xuþka te me, di pirsan de ez keservedana kurdan im, ji min re got.

Hergîz xuþkên min ên spehî ne, kulîlk û jin, diya min jî xuþka min e.. Dilovanî ji Gotenbergê diherike,, bi firiþteyên bêdeng ronî dibe, firiþteyên ko ji bilî xwelibakirinê tu tiþtî nizanin, raperîna periyên wan ên aþtîxwaz dibihîzim, perî û ba, ji niþkê ve, wek teriyên wan masiyên di avgîra ebedî de, masiyên ko bi oksijînê re xwe li ba dikin, serên xwe li camê dixînin û derbasî xemgîniya xwe dibin.

- çawan masî dikarin xemgîn bibin?

- Masiyên te kor in Birazê!

- Masiyê te jî kor in Apo!

- Erê rast e lao! Lê ez dihêlim ko bibînin.. Ez wan dikim hibir bo xwendina koran.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST