Çanad kurdî, rewþenbîrê Kurd û pirsa nasnameyê.
Hendrên

Ev lêkolîn me naçar dike ko em bi kurtî li ser paþeroja struktûr û bingehên civata kurdewarî û gorepana giyanî û rewþenbîrî ya vê civatê rawestin.
Em tev dizanin pê ko avahiya þaristanî ya civata me avhiyeke gundiyane ye, ta îro jî, gorepana struktûrê têramandin û hizr û baweriyên me di nava vê þaristaniya gundiyane de, rehajo ne. Hemî hêza me ya derveyîn û hundirîn jî bi vê þaristaniya gundiyane dilive. Bi sînorkirina vê hêzê û di vê pêvajoyê de jî sewiyeta nasnameya çanda me têt destnîþankirin.
(Eger di vê çarçewê de çend nimûneyên xwedan sewiyeteke çandeyî yî balkêþ û cihêwaz hebin jî, di hundirê sewiyeta çanda me ya giþtî de biyanî û bê bandor in.)
Ew bîr û baweriyên ko barûdoxên siyasî û dîrokî dikin bahane û sedemên bi þûndemayîn û astengên li ber bêveçûna çanda Kurdî ya ko xwe ferz dike, ji me tevan re eþkere ne, di gel peydabûna çend bîr û baweriyên cihêreng di warê destnîþankirina astengan de.
Lewra di vê lêkolînê de, wek li ser rawestaneke bi lez, em dixwazin rola rewþenbîrê kurd di kûrkirina û alozkirina wan astengên siyasî û dîrokî de ronî bikin.
Rola rewþenbîrê kurd di vî warî de, wek gotarek reha, rola çesipandina wan astengan e, çawan? Wexta ko rewþenbîrê kurd li tevlî jibermayên ramana êlî û olî dibe, ev ramana ko îro bûye bareyeke siyasî, û bêagahî di hiþê rewþenbîr kurd de û di çanda wî de bi cih bûye, rola rewþenbîrê kurd di vê çarçewê de, astengê ber bi astengeke dîtir ve dibe.
Lewra em dibînin ko zimanê me ji bo xwendina cîhanê û ji bo xwendina zimanê me bi xwe jî, di vê astengê de, dorpêçkirî ne.Radestbûna rewþenbîrekî kurd li beramberî xwendin û danûstendina bi deqekî ramanî yan felsefî yan jî deqekî wêjeyî, bi zimanê kurdî, ji ber vê yekê tê.
Sedemê wê radestbûnê jî ew e, ko rewþenbîrê kurd zimanê xwe wek proseseke berdewam ji bo gotara siyasî û rojane û sade bi karaniye. Herwiha, ta îro, rewþenbîrên Kurd bi giþtî, destên xwe avêtine, tenê, wan deqên ko di sewiyeta çand û têgihiþtina wan de bin. Ji xwe wergerandin, li cem rewþenbîrên me û di cîhana çanda me de, hê jî wek bizaveke rewêenbîrî li meydanê peyda nabe. Nebûna bizava wergerandinê hiþtiye ko astenga zimanê me kûrtir bibe.
Serbarî vê struktûra paþmayî(aborî, zanistî, komelayetî) dîn rola herî giring di vê paþmayînê de dilîze û bi çewtiyên rengvedana xwe hêdî hêdî dibe desthilatek.
Lewra pirsgirêkên rewþenbîrî û zimanî, me naçar dikin ko em çend pirsên gumanhilgir, rû bi rû, pêþkêþî rewþenbîrên kurd ên roja îro bikin:
* E. Xanî bi hewldanên xwe yên mezin, bi helbestên xwe yên sofiyaneyî felsefiyane, bi Mem û Zîna xwe, di nava wan barûdoxên çetin de, di civata nexwendewar û bi þûndemayî de, li bin perên Imareta Botan, çawan karîbû sîma, giyan, hest û nestên wê komelê di nav rêz û bendên dastan û helbestên xwe de bi gewde bike, çawan dikarîbû wê kesayetiya gerdûnî bide nasnameya rewþenbîrî û bide zimanê kurdî?
* Elî Berdeþanî di serdema xwe de, çawan dikarîbû folklor û stiranên devikî yî gelêrî diyarî zimên bike, çawan dikarîbû laþê xwe yî þêrîn di laþê wan helbestên stiranamêz de bihilîne û çêja wî laþî li ser zimanê giyanê me hetanî îro bi cî bihêle?
* Mehwî bi perçe Iþraqeyên xwe ko bi vî zimanî ne, çawan dikarîbû me, nifêþên îro, bibe nav laþê yekîtiya hebûnê.
* Li vê tarawgehê, ko giyanên me yên tîbûyî tîna xwe bi helbestên dûrketina ji Hebîbe û namoamêz ên Nalî diþkînin, gelo çima di gel van ezmûneyên kûr û tevlîhev ên jiyana tarawgehê, hetanî îro, li gor serdema Nalî, çima em di çanda xwe de pêrgî helbestekê yan deqekî pexþanî nabin ko bikaribin toza tarawgehê ji ser giyanên me daweþînin?
Pirsên jorî û çend pirsên dîtir ên wekî wan, me datînin ser duryana gumaneke dualî, bi awakî ko vê lêkolînê ber bi afirandina gumanan û pirsên dudil de dehf didin.
Eger aniha em li nik sînorên ezmûneyên çanda navnetewî rawestin, em dê pêrgî gelek ezmûne, bîr û baweriyên felsefî û ramanî û rexnekarî yên nûjen ko li hemberî ramanên Idyolojiyên siyasî û olî radiwestin,bibin. Wan ezmûneyên navnetewî asoyên bêkutayî bo rewþenbîran û çandê vekirine.Lê meydana hiþyariya rewþenbîrê me, ta îro jî, hê jî di warê çandeyî de bi wê cîhana bê bizav ve girêdayîye.
Ji bilî çend rewþenbîr û çend deqên ko li ser tiliyên destekî tê hejmartin, ko wek diyarde, di hundirê vê xeleka reha û giþtî ya çanda me de, biyanî ne, dîmena giþtî wisa dixuye, çinkî çanda me bi xwe li ser struktûrên diyaloga hestên sade yên ko wek bersivdaneke reha, ji dîn û ji siyasetê hatine, hatiye damezirandin. rewþenbîrê me jî da ko vê zemînê berfirehtir bike, hewl dide ko þêweyê nivîsandina xwe bi awakî atifî û stiranî pêkbîne da ko hestên sade yên xwendevanên xwe bidiqdiqîne.
Lewra, li vir, pêwiste em pirsekê ji rewþenbîrê xwe bikin:
Eger em rewþenbîrê kurd ji hiþyarî û nasnameya wî ya siyasî û rêxistinî rût bikin, dê teorî, bîr û bawerî, rêberiyên felsefî û wêjeyî yên ko çanda rewþenbîrê me þêdikin, çi bin?
Eger rewþenbîrê Kurd bixwaze di warê rexneyê û zanistiyên psîkolojî û wêjeyî û rêbazên analîzê de lêgerîn û lêkolînê bike, ji derveyî bersiva siyasî û sadeyiyê û têkperîn û slogan û duruþmeyên ko di çanda me de kombûne, dê kîjan teorî û biran alîkariya wî bikin?
Ezra Pawend dibêje: Eger em tiþtine nû nedin xelkê, tiþtine ko pê nizanibin, dê tu carî meydana zanebûna wan berfirehtir nebe.
Ne cihêkirina gotara civakî ji ya çandeyî, bi serê xwe, beþek ji astenga zimanî ya çanda me ye. Mebesta min ew e ko zimanê rewþenbîr gerek ji zimanê civatê cihê be çunkî xwegirêdana bi gotara civakî, di bingeha xwe de, xwegirêdana bi wê gotara xerîzî û rimakî û kevneþopî ye, ko desthilatdariya bêbizav a civakî û siyasî ye. desthilatdariya ko di neagahiya giþtî ya rewþenbîrê me de û di aqil û gorepana berdewamiya me de kombûye.
Rewþebîrên ko di vê çarçewê de perwerde bûne, li dijî pirs û dahênana ko ji derveyî wê desthilatdariyê tên, radiwestin.
Lewra gotara me ya civakî bi rewþa me ya siyasî û dîrokî re xweþ digunce û pirs û gotara rewþenbîrê me jî di vê hêlê berdewam dibe.
Di baweriya min de, mirov dikare rewþenbîrê Kurd bi giþtî bi vî awayî bide nasîn. Lewra, lêpirsîn û xwendin û destnîþankirina nasnameya rewþenbîrê kurd, çi li hundir û çi jî li derveyî welê, giringtirîn erk e, xemsariya di vî warî de dê kûrkirina asteng û pirsgirêkan e, kûrkirina pirsgirêka nasnameya rewþenbîrê Kurd e, ji alîkî ve, û kûrkirina wê desthilatiya ko me li jor nivîsandiye ji alîkî din ve.
Lewra çi hewldan ko ji derveyî liserrawestan û hûrlêtemaþekirin û têgihiþin û analîzkirina û pirsyariya li hoker û sedemên astengên civakî û siyasî û dîrokî û aborî û olî , dest pê bike, dê vegera heman baweriyê, mebesta min baweriya gelemper î reha û bêbizav e, dê rewþenbîr jî ber bi tenhatiya xwe de vekiþe, ber bi tenhatiyê ve vekêþana rewþenbîr jî, wek serencam, egoyistiyeke nexweþ pê re peyda dike, îca li dijî pirsên raperînxwaz û li dijî dahênan û afirandinê radiweste. Li beramberî yên dîtir heman astengê bi kartîne. Vêya bi xwe jî hiþtiye ko hemî hewldanên dahênane têkbiçin û di eynî wextê de ev jeografyaya çandeyî ya kevnar û genî parastiye.
Bi vê pîvanê em dikarin taybetmendiya kesayetiya taybet a rewþenbîrê xwe binasin, kesayetiya ko bi rehên xwe dighêje qonaxa desthilatdariya olî ya kevnar û palpiþta wê ya gundiyane û dualîtiya vê bersiva siyasî ya efsanewî û xemgîn.