GILLES DELEUZE
Michael Hardt (1925 - 1995) wergêr Ebdulselam Ni´manDi 4ê Novemberê de piþtî aloziyên bînkêþan û êþên sîngê DELEUZE xwe ji pencereya xaniyê xwe yî li Parîsê davêje erdê û xwe dikuje.
Di wexta ko piraniya rewþenbîrên Fransayê beþdarî endametiya Partiya Komonîst dibûn, DELEUZE li derveyî partiyê mabû û wexta wan rewþenbîran xwe ji Marks bidûr xistin, DELEUZE bixwe bibû bergir û piþtgirê Marks. Ev yek ji girîngtirîn taybetmendiyên G.DELEUZE bû.
Berhemên G.DELEUZE ko di rastiyê de berhemine ne felsefî dixuyin, jiyaneke teze û nû pêþkeþî felsefeyê dikin.
Di jiyana xwe yî berhemdar û tijî de, DELEUZE bi pirseke bingehîn mijûl dibû: Çawa mirov dikare jiyanekê di xweþiyê de bijî?. Çawan hetanî sînorê dawî em dikarin di jînê de pevçûnên arezû û dilbijandinên xwe geþtir û pirtir bikin?. Bi vî awayî, DELEUZE jibo çareserkirinavê pirsgirêkê, dîroka felsefî bi kar tanî û hergav (wêje û hunera þêwekar û sînema) wek alavên xebata çareserkirinê bûn.
DI salên pêncî û destpêka salên þêstî de di tenhatî û bêdengiyê de dixebitî.
Piraniya Fêlosofên Fransayê yên wek ALTHUSSER(Altosîr) û FOUCAULT (Foko) û DERRIDE (Drîda) li zankoya navdar "ECOL NORMALE SUPERIEEURE" xwendibûn, lê DELEUZE li zankoya (unîversîta) SORBONê xwendi ye. Wek nifþ û hemdemên xwe yên xwendevan nebûbû endamê Partiya Komonîst. Lê di jiyana xwe de beþdarî hemî bizav û xebatên çepan bûbû, wek (Raperîna xwendevanên gulana 1968an) û (Tevgera serbixwebûnxwazên Îtalyayê di salên 1970yî de), bi giþtî xwe ji rêxistin û girêdana bi rêxistinan ve bi dûr xistibû;
Rêberiya xwe yî bi taybetmend diparast û bergiriya pirjimarî (pluralism) û yekjimarî (singularity) dikir.
Wexta ko DELEUZE navdar bûbû, bi hûrbînî û bi hiþyarî; xwe wek zana û xwedanê rastiya giþtî neda xuyanîkirin; Berevajî fêlosofên Fransayê yên ko ev baweî di hiþê xelkê de çandibûn.
DELEUZE, pir ji Fransayê dernediket.Hevpeyvînên wî ligel rojnameyan jî pir kêm bûn .
Tu carî nexwestiye ko di televizyonê de derkeve; neku mirovekî þermîn bû, yan dixwest ko kesayetiya xwe bi nediyariyê binixumîne, lêbelê ji desthilata ko bûbû bingeha fêlosofên navdar hez ne dikir.
Berhemên DELEUZE yên pêþîn liser çend fêlosofên balkêþ ên dîroka felsefeya Ewropayê ne. (HIYOM - BERGSON - NÎTÞÊ - KANT û SPINOZA).
Piþt re pirtûka wî ya li ser LÎPÊNTZ jî tevlî vê zincîrê dibe.
Di van pirtûkan de baweriya þagirtê ko bixewaze sistêma felsefê hîn bibe, bikar tîne.
Bi zelalî û bi þêweyekî kûr û perwerdeyî, DELEUZE hewl dide ko ramanên kevnar nûjen û hemdem bike û hemî nirx û buhayên balkêþ ên di felsefeya wan fêlosofan de eþkere û ber bi çav bike.
Di eynî wextê de dîrokeke felsefî yî taybet ji bo xwe jî çê dikir.
Nivîsandina wî ya li ser dîroka felsefeyê li beramberî (TRANSCENDENTALISM) a ko di wê wextê de li zankoyên Fransayê xwedan desthilat bû, radwestiya.
DELEUZE ji "diyaliktîka" HEGEL û ji "mîsaliyeta" AFLATON hez nedikir. DELEUZE dida xuyanîkirin ko têrmandina "payedar" di dawiya xwe de hewldana rêxistina hemî zanîn e; Rêxistina wan di yekîtiyeke mîsalî de; rola nakokiyan û yekjimariya cîhana madî û laþ û hestên me jî napejirîne, kêm dike.
Ji her fêlosofekî bîr û baweriyeke serekî da ko alîkariya wî di lêkolînê de bike û bikaribe felsefeyeke madî û praktîkane biafrîne, hildibijêre.
Di sala 1969an de DELEUZE du pirtûkan çap dike, di herdû pirtûkan de yekemîn car bû ko ramana xwe yî xweser eþkere dike. Pirtûka yekem DIFFÉRENCE ET RÉPÉTITION (nakokî û dûbarekirin) bû, ya diwem LAGIGUE DU SENS (lojîka hest) bû.
Di van herdû pirtûkan de hewl dide ko koma ramanên rehdaçikyayî yên ko di berhemên xwe yî seretayî de hilbijartibûn, çareser bike.
Anuha bi van herdû pirtûkan; wan ramanan kûrtir dike, ne tenê di war û çarçewa felsefeyê de, lêbelê di warê werziþê (matmatîk) û biyolojya û psîkolojyayê de jî, di eynî wextê de çend deqên(tekstên) wêjeyî jî li wan zêde dike, belkî balkêþtirîn deq ê binavê "mane li welatên surdariyê" ya LWIS KAROL, be.
Wexta ko DELEUZE pirtûka "nakokî û dûbarekirin" ligel pirtûka xwe yî li ser SPINOZA da ko ji Sorbonê belgenameya duktorayê wergire, pêþkêþkir. Mamostayê wî (profisor) rexneyekê lê digre û dibêje : numûneyên DELEUZE yên rengareng û ji meydanên cihê-cihê; didin xuyanîkirin ko, berendamê duktorayê taybetmendiya xwe (xusûsiyeta xwe) ya têramandina felsefî, jibîr kiriye. DELEUZE xwe diparêze û bi nazikî dide diyarkirin ko profesor bixwe ew hînî rêzgirtina taybetmendiya nîzama felsefî kiribû. Ji alî cewher ve mafê profisor hebû, çinkî bîr û baweriya DELEUZE ya li ser felsefeyê nema li cem têgihiþtina ekademî radiweste, berê xwe dide rexne dîtir û cîhanên nediyar û veþartî.
Di salên 60 î de DELEUZE du kesên pir navdar nas dike. bi vê naskirinê taybetmendiya wî kûrtir dibe, her wiha vê naskirinê bixwe jî mohra xwe li ser hemî bîr û baweriyên wî hiþtiye.
piþtî ko pirtûka xwe yî li ser NÎTÞÊ (1962) belav dike, M. FOKO dibîne; FOKO yê ko ew jî li ser felsefeya NÎTÞÊ dixebitî û li Faransayê xebata wî xweþ dihat naskirin. FOKO, da ko berhema DELEUZE ronahiyê bibîne, xwe baþ diwestîne, berhema wî di gotar û hevpeyvînên xwe de dipsinîne û DELEUZE wek "mezintirîn fêlosofê nûjen ê Faransayê" bi nav dike.
FOKO li ser berhema DELEUZE bi tundî radweste û berhema wî di warê tefelsufê de weke jidayikbûna formekî jibîrbûyî, didît "çurîskek bi navê DELEUZE geþ dibe: renge(belkî) têramandineke diyaliktîkane be, ji nûve êdî em dikarin biramin".
DELEUZE jî piþtî mirina FOKOyî (1984) teqneke gotar li ser dinivîsîne. Lêkolîna ko dê bibe ronaktirîn û kûrtirîn analîza berhemên FOKO, belav dike.
Piþtî çend salekî Deleuze psîkoloj û siyasetzanê zîrek FÉLIX GUATTARI (Fîlîks Gotarî) dinase . Di wê wextê de GUATTARI bi ezmûneyên (tecrubeyên) xwe yên li ser peywendiyên nexweþyane yî wekhev û azad û rêçên careserkirineke komelayane, dixebitî.
Herdiwan bi hev re (DELEUZE û Guattarî) dest bi kar kirin, dest bi hevaltî û karê hevbeþ ê dijwar û berhemdar, hetanî mirina GUTTARI (1992), kirin.
Bêgûman, rola GOATTARI di berfirehkirina xebata DELEUZE de, roleke serekî bû, bi vê rolê hiþtiye ko DELEUZE ji dîroka Felsefeyê ber bi pirsgirêkên civakî û siyasî de biçe, digel avakirina þêweyekî nû ko di pirtûkên hevbeþ ên herdiwan de pêk hatiye. Pexþan DELEUZE ya dijwar û eþkere bi qîrînên êrîþkar û termolojiya lawaz a xwedan taybetmendîek tûj, hate birîn.
Di jiyana xwe yî praktîkî de DELEUZE xwe bi pirsên hunerî mijûl dikir. Li ser W. WAITMAN û H. MELVIL û F. KAFKA û S. BEKET, wek nimûne, nivîsandiye. Navdartirîn analîza wêjeyî ya DELEUZE wek ko tê bawerkirin li ser M. BROST e. Di pirtûkê de (Gera li dema windayî) li þopa teoriya hiþ û bîrê, diger e.
Emê dîsa vegerin pirsa prefîsor: Ma gelo DELEUZE peywendiya taybetmend ya têramandina (tefkîra) felsefî winda kiriye?.
Fêlosofê ko bi dezgehan ve girêdayî be, tu carî nabe xwedî rewþeke taybetî, ev taybetî , bi rastî, ya DELEUZE bû.
Di þûna wê de, baweriya wî wisa bû: Gerek di her tiþtî de çalakiyên felsefî û nûkirinên felsefî çê bibin: Di wêjeyê de, di hunera þêwekar de, di sînemayê de û di jiyana roiane de jî.
DELEUZE derbirîna GRAMÞÎ bi naverok kiriye"Hemî jin û mêr fêlosof in".
Dê rojek bê, dê eþkere bibe ko, peywendiya kar û afirandinê, giringtirîn diyariya DELEUZE ji bo Felsefê ye.