Piþtî Nietcshe çawa mirov dikare bibe fîlosof?

Ehmedê Huseynî

Serkêþê fîlosofên vê serdemê, ramyar û rewþenbîrê piralî, hemdem û hevalbendê Michel Foucault (1926-1984) (Foko!) û Guttari (Gotarî) û Franswa Þatlê, di roja þemiyê de, di 4ê novemberê de, piþtî êþkêþaneke dijwar, li Parîsê, xwe ji pencereya mala xwe davêje erdê, xwe dikuje. (Reng e ev serdema me serdemeke Deleuzeî be) Foucault wisa gotibû.

Deleuze bi her 30 pirtûkên xwe hewldaye ko stûnên ramana felsefî bihejîne, zimanekî nû û danasîneke nû bo felsefeyê biafirîne. Di berhemên xwe de, hiþyarî û dahênan û ipstimolojiya vê sedsalê ya wêjeyî û hunerî, berhev kiribû.

Herwiha di jiyana xwe de, wek çavdêrê bûyerên vê serdemê jî þahidekî bêhempa bû. Wek J.P. Sartre û Foucault li dijî destdirêjahiyên desthilatdariya siyasî û li dijî qirkirina miletên bindest û pelçiqandina azadiya mirovî, bi tundî radiwestiya.

Bê guman bi çûna Deleuze dê cîhana felsefî ramyar û lêkolîngerekî bêmînak winda bike. Deleuzeê ko di bîr û baweriyên xwe de û di serencamên lêkolînên xwe de hewl dida ko têramandinê bi jiyanê ve girêbide, ko sedema hebûnê di hebûnê bi xwe de ronî bike. Bi vî awayî felsefe ji êrîþên kapîtalîzmê rizgar dikir û çiyetiya mirovên ko li bazarê sergerdan in diparast, dida xuyanîkirin ko mirovê vê serdemê di bin barê nirx û sinc û qezenc û renckêþana bazara lîbîralî de piþt þikest û bê armanc e.

Xebat û dahênana Deleuze di sê qonaxên bingehîn de derbas dibin:

Qonaxa yekemîn pirtûkên wî yên li ser dîroka felsefeyê ne. Di van pirtûkan de li ser Hume (Hiyûm) û Friedrich Wilhelm Nietzsche (Nîtþê) (1844-1900) û Îmmanuel Kant (1724-1804) û Henrî Bergson (1859-1941) û Spînoza Benedict (1632-77) cihê cihê, li ser bîr û baweriyên wan, berhem û deqên wan yên giring, dinivîsîne, bi þêweyekî cihêreng cîhana wan a ramanî û felsefî ron dike. Deleuze bi xwe li ser van pirtûkan dibêje

ko (tabloyên ramanî ne, tiþtên ko fîlosof bi xwe gotibûn dûbare nakim, lê tiþtên veþartî yên ko negotibûn lê di gotinan de amade ne, þirove û zelal dikim).

Qonaxa diwemîn qonaxa aferandina hevbeþ a li gel zanyarê psîkolojî Felîks Gotarî ye. Ev qonax di sala 1972an bi pirtûka (li dijî Odîb) dest pê dike û bi pirsa (felsefe çi ye?) di sala 1991ê de bi dawî tê. Ev hevkarî û hevbeþiya nivîsandina pirtûkan di warê felsefê de wek bûyer û diyardeyeke seyr û ekzotîk dihat dîtin (em ne wek du kesan bi hev re xebitîn lê wek du rûbaran).

Wisa li rada salên dirêj herdû fîlosofan bi hev re li ser felsefê û siyasetê û dewletê û desthilatê û zanistê û wêje û hunerê dinivîsandin.

Di qonaxa sêyemîn de, Deleuze wek dahênerê bîrûbaweriyan gernameya xwe ya felsefî berdewam dike. Dide xuyanîkirin ko erka bingehîn a felsefê û bahanên hebûna wê, aferandina bîr û baweriyan e (Felsefe ne peywendî û têramandin e, dahênan e û di xwerista xwe de þoreþgêrane ye. Mercên bingehîn ên felsefeyê ew e ko xwedî pêwistî û seyrbûn be, madam bersiva pirsine rastîn dide gerek bikaribe wan bi destxîne).

Di ramana xwe de Deleuze li beramberî dabeþkirinên dibistanî radiwestiya. Berhemên xwe bi navê yekîtiya ko piraliyê bi kartîne, dinasand, hergav ev pirsa bingehîn naveroka wan bi hevdû ve girêdide: çawan piþtî Nietzsche tu dikarî bibî fîlosof?

Di warê wêjeyî (edebî) de, Deleuze , dûr û dirêj li ser rol û erk û çiyetî û çawiyiya nivîsandin û aferandinê, radiweste.

Li gor baweriya wî gerek wêje di hundirê zimên de zimanekî dî biafirîne. Zimanek ko di çeþnê sergêjahiya sihrî de be, da ko bikaribe ziman bi xwe ji zuhabûn û ji çarçewên hiþk rizgar bike. Nivîsandin ne ew e ko mirov bihêle peyv û wiþe bistirên, gerek mirov hewl bide ko ziman biherifîne, bihejîne, bilukumîne.

Gerek nivîsandin terazûn û qanûnên zimên biþikîne, wan bigindirîne da ko bibin sermestiyeke sihrî û xweþik.

Em di vê hejmarê de, kurte-lêkolîneke Foucault ko li ser pirtûka Deleuzeî ye, pêþkêþî xwendevanan dikin.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST