Medya, bixûrê biþewitîn

Nîzar Agrî

Ez dê bejna xwe diyarî te bikim

û mistek þermezariya xwe jî

Ez dê tirsa xwe pêþkêþî te bikim, tenhatiya xwe jî

Ez dê serê xwe li jêr baskên dengê te deynim

Ez dê di sîbera tiliyên te de binivim

Tu berbejna aramê, li ber serê min ,dihêlî

û tu ji esmanê min stêrkan berhav dikî da ko

îro jî derbas bibe

Tu yê þîniya min a ko

bi ava rûyê te þûþtiye; bibînî

Dê temenê min dermanê neynûkên te be

Xaça biþirîna te hildigirim

û tobedariya xwe radigihînim

serjêkiringeha lêbûrîna te

Gazî Iskender û Roksanayê dikim

wan pîroz dikim

û li bin sûrên Erbîlê bazdidim

û di tengerêyên Diyarbekirê de

Xwe digihînim jibermayên çirusîna te/ LI ber taca xewna te diçemim

Bîna toza destê te bi xwe werdikim

Ez dê ji welatekî xemgîn bêm

bi dîroka xewnan û bi serdema stiranan nixumandî me

Ez dê li dergehê sirûda te bidim

Ez dê bend û ayetan ji bo lingên te bixwînim

Ez dê kelehan ji nava destên te vekim

Ez dê gazî þahinþahiya Medya bikim

û ez ê bixûrê bo Anahîta biþewitînim

Tu di gerdeniya xwe de

sîbera min hildigirî

Tu baskên xewnên min vedikî

Tu aniha ji min rût dikî

Tu rojê li ser bendemana min belav dikî

ji reva xwe direvim

û bang dikim:

Medya... Ey Þahinþahiya Þahinþahiyan

De rêça sînga xwe ji bo min serbest bik

De çavdêriya karwanê min bik;

dema ko di ber dergehên Impiratoriya te re bibuhurin

Ji îro û pê ve dê Korþ min naþikîne

Þahinþahiya min naherifîne

Tu þahniþîniya min î.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST