Sîsirkê hesinî

Selîm BEREKAT

 

Berf û wêran

Berf dibare. þeþ rojan ji bilindahiyan û ji kûrahiya hinavên me berf dibare, rengê sipî me þaþ dike lewra berf li ber çavê me dibe wek çinîna ko li ber melhêban bi ser forman de belav bibe. Me þaþ dike lewra em bênderan sipî dibînin, em qantiran sipî dibînin, qantirên ko li dora komikên pûþ digerin; cencere û cotkar ji berfê dixuyin.

Berf di sopan de ye, þeþ rojan agirekî ji berfê di sopan de ye, û þeþ rojan li hawirdora me vinevina mêþên ji berfê ye, mozqirtkên ji berfê, balendeyên ji berfê ye, xaniyên ji berfê, gundên ji berfê, û gîhayên ji berfê ko hildiperikin dîwaran , banan derbas dikin, û bilind, ber bi valahiyê de radikiþin û gurzên ji kulîlkê berfê bi xwe re dibin; pesnine sipî ji vê dînbûna sipî bi xwe re dibin.

Di kelkela havînê de wexta ko nîveroj disincirî û wexta ko mozên sor ji ingirînê serxweþ dibûn me dizanibû çawan xwe ji wan biparêzin, lê li beramberî mêþên berfê; li beramberî derziyên nediyar yên ko dighêjin hestî em dikarin çi bikin?.

Em- yên zarok- mozên sor ên havînê har dikin. Em darekî radidin qula kelmozê ta nanik, gelmoz der dibe, moz har dibin û em wan didin ber çekên xwe (1), lê mêþên berfê mêþine hesinnî ne, ma dê goþt li hemberî hesin çi bike?

Hawar ey þaneya esmanê vekirî..

Hawar ey þahengên mêþn hingiv..

Hawar ey baskên berfê:

Þeþ rojan û hemî tiþt bi xilqên sipî hatine asê kirin, piþt re hêdî hêdî xanî dest bi henasê dikin, û banên xaniyan bi rêzên reþ ên di çeþnê xêzên nivîsandinê de ji reþûþke û cîqan tên xemilandin. Di nava vê ximava(hibra) Xwedayî ya sipî de zaroktiya me û ya mezinan tevlîhav dibe.

Mezinên me li ser zaroktiya xwe dipeyivin , û em ên zarok guhdarî dikin( Hawar ey bêrîkirina ko di berfê de dibiþkive!).

Rojekê ji rojan ên mezin jî wek me piçûk bûn. Xwedê giravî wilo dibêjin lê me ji wan bawer nedikir, lê em guhdarî dikin mîna yê ko bixwaze derewa mezin wek pêkenînekê bibihîze:

Ma gelo rast e ko rojekê ji rojan zaroktiya van mezinan jî hebû? Ma gelo bi rastî ew jî zarok bûn? Ew, ewên ko ji bo çavdêriya me hatine jiyanê. bi meznahî hatine vê jînê da ko me biqurmiçînin, da ko me kurt bikin, erê mane me qurmiçandine û me kurtkirine jî, ma hûn nabînin ko çawan em li hember derewên wan ên li ser zaroktiya ko tune bû surdar û matmayî dimînin. Li ser zaroktiya xwe dipeyivin û ji wan weyê ko em kêfxweþ dibin, lê- bawer bikin- ne wilo ye, ew dipeyivin da ko baweriyê bi xwe re çê bikin ko rojekê ji rojan; di demek dojehî de, ewana jî bûnewer bûn; bûnewrine nerm û bêguneh bûn..

Peyivîn dest pê dike, berî her tiþtî li ser zuryanekê ji berfê dipeyivin. zuryaneke ji vê berfa ko me dîtiye girantir e, Navê(Berfa giran) lêdikin. Li vir rûdan û bûyer tevlîhev dibin.

Gelek- ji wan kesên ko di parastina reseniya rizyayî de xwe bi rewiþt û gêwlên perîþanan re þelaf dikin- dibêjin ko gundî dîrok û bûyeran bêyî belge û nivîsandin dizanin. Bêguman hin tiþtan dizanin ; wek demên þev û rojê. dirêjahî û kurtahiya wan. Wextên baranê û bageran dizanin, herwiha demsalên tovan û çandinê, dikarin sala ko têde dijîn bi hêsanî bixwînin , lê dema ko hewldidin da ko paþerojê û rûdanên wê vegerînin , tiþta bûyî û nebûyî têkelîhev dikin, " dê " li tevlî " bû " dikin, aniha ( hazir) dikin darêjgeheke efsanewî bo rûbarine ji zixurên bîrê. Lewra " berfa mezin " bûbû bendergeha hemî bûyeran; bûyerê ko berya wê bi gelekî qewimîne û yên ko piþtî wê jî.

Mezin dibêjin: ko ji ber seqema dijwar goþt ji ser lingan diweþiya û þehên hestînî yên lingan xuyanî dikirin. Pê diwerimîn û goþt bi zikê pêlavan ve dizeliqî, û ji ber kêmbûna êm kulekan hiriya hevdî dixwarin. Dibêjin ko havîna piþtî "berfa giran" havîneke zuha bû, lewra xelk ji bêçareyî di rêxa dewaran de li çend lib genim digeriyan. Dibêjin di wan rojan de " kîrê " gê bi bihayê berê yê rojên destfirehiyê yê mîhekê dihat firotin.

Em yên zarok jî vê pirsgirêkê bi mit û matiyeke bêhempa werdigirin: " kîrê gê ?" . Dibêjin: " Erê erê ma çi, kîrê gê... mirov piçekî li ser êgir dibirêje û piþt re du rojan dicû, dicû û tama devê xwe xweþ dike wek ko jê weye ko bi rastî tama birajtinê di devê wî de ye ".

Dibêjin û dibilînin: Xelkê pêþî dest bi xwarina mîhan kirin, piþtî ko mîh neman dest bi xwarina hesp û qantiran kirin, ko hesp û qantir neman dest bi xwarina keran kirin, ko ker neman dest bi xwarina pisîkan kirin. Hinan hew xwarin, hin jî zik li wan bû heban û çûn, hinan jî jiyana xwe berdewam kirin û dawiya kûçik û gumgumokan jî anîn.

... Mezin vebêjiya xwe berdewam dikin, em tu tiþtî ji zaroktiyê di vebêjiya wan de nabînin, lewra em di nav berfê de û di paþ berfê de li wê digerin ; di paþ berfê de ko teþiyên bagerê digerin û pemboyê esmanî yê sar dikin qeþa req wek kumê leþkeran, ko teþiyên zemînê digerin û bûneweran dikin efsan.

Bi dû rojên berfê de, wexta ko deþt qeliþîn û ji terkan jiyan mîna serçavka biþkojekê an mîna pinpinîkekê , derçû , li bakura rojhilat karwanê Mirîdan dest bi serdana mala Þêx Ehmedê Xezna kirin. Mirîdên Þêxê Xezna pir hiþk in, bi hiþkî wî diparêzin. Li seranserî wê demsalê xelekên zikrê li dar dixînin, wexta ko vedigerin zikra xwe li malên xwe her berdewam dikin. Ji xwe hergav mala yê herî dîndar hildibijêrin. li wir, wê gavê, em, ên zarok, dikeniyan an jî em li ber bûyerê dilerizîn.

Berya ko xeleka zikrê amade bikin, Mirîdan, nanê cehî yê ko bi xwe re ji mala Þêxê Xezna anîbûn li hevdû dabeþ dikirin, em -ên zarok- jî para xwe ji berketa wî nanê hiþk bi dest dixînin. daholvan tê ( Erebana xwe tîne ) Erebana ko bi xelekê zer ên sifirînî xemilandiye, û hêdî hêdî qesîde û sirûd dest pê dikin, gav bi gav xurtir dibin da ko hildiperikin darên spîndaran û bilindahiya wan dagîr dikin.

Mirîd li ba dibin, serî li ba dibin. peyivîn tevlîhav dibe; dibe pitepit û himehim. Rû diqerimin, req dibin, kef bi devan dikeve. Hin ji ser hiþê xwe diçin û li bin guhê erdê dikevin û yên mayî diqîrin û dibêjin: " sir hate wan, sir ". Em -ên zarok jî- hêvî dikin ko rojekê ji rojan " sir " bê me, lê " sir " nayê. Em xwe haþ dikin û ji xwe re dibêjin: Xuyaye ko " sir " tenê ji bo mezinan e.

HIn ji Mirîdan dibêjin ko Þêxê Xezna bi xwe ji van xelekên zikrê aciz e, lê Þêxê Xezna çi dikare bike, mane ev Mirîdana bi xwe hêz serfiraziya wî ne?

Serê du heftiyan xwarin û vexwarinê ji Mirîdan re amade dike, pêwaziya deh hezaran dike , deh hezar serdanvan bi vexwandineke bê mînak rojên xwe derbas dikin. Hergîz kêr li ser stûyên berxan amadekirî ne, hergîz tenûrên nên ji bo nanê cehî sorkirî ne. Ev e karê Þêxê Xezna, ev e karê giranbuhatirîn û destdirêjtirîn Þêxên bakur. Hikûmetên ko mîna kuliyan bi dû hev de tên li razîbûna wî digerin, êl û eþîr li razîbûna wî digerin..

Herwiha zarok jî li razîbûna wî digerin ,çinkî eger sûnd xwarin û sûnda xwe þkenadin, dê Þêxê Xezna di xewnê de amade bibe, dê destê xwe têxe qirika virkeran, an jî dê qirikê bieciqîne da ko çav beloq bimînin. çendîn car me dibihîst ko filan keso ji xewê çeng bûye, bi hawar digot: " Tobe, Þêx Ehmed tobe

 

 

Mirîdê Xeznewî pir kevnar in, Tu wan ji ber dikî, tu bizav û rabûn û rûniþtina wan ji ber dikî. Em bi xwe jinên ko gelekî di xelekên zikrê de diqîrin û yên ko xwe di wexta hatina " sir " de bê hawe dikin pêtir dinasin. Lê " Þikro " mirîdekî seyr e. mirîdekî pir reng û pir komîk e. Li ser piyan , 90 km, ta ko dighêje mala Þêxê Xezna , dibirre , çiqasî westan pir be wisa jî xêra wê pir dibe; ev bawerî ya " Þikro " ye.

" Þikro " ne pir kin û ne jî pir dirêj e, navûser e, pan e, sê kirasan bi ser hev de li xwe dike, di bin kirasan de þerwalekî ji hiriyê û bi ser kirasan de ebeyeke qalind ji mûyên bizinan havîn be yan jî zivistan be li xwe dike. Hergav darekî dirêj da ko winda nebe bi benekî bi bazinê destê wî ve girêdayîye. Mereqa wî ko tta û benikan ji kolanan berhev bike. Bêrîkên wî bi tta û benikan dagirtîne, wexta di bêrikan de hilnayên wan di þaþika xwe de bi cî dike. " Þikro " bê kar e, tiþta ko heye li mazûbanekî, li xwarina dawetekê, yan li xwarina jidayikbûnekê , sinetkirinekê yan jî xwarina mirinekê digere.Carina bi izrê dikeve, wek gayekî tê xwarê û kef bi defê wî dikeve, ko tê ser hiþê xwe satilek av vedixwe, av bi ser riha wî yî dirêj î tof de dirije, diherike û dibe mezrîb. " Þikro " bê mal e. Bi þevê çawan li hev hat wilo radizê; li axurekî yan jî li kavil û xirbekî.

Em- ên zarok- jê ditirsiyan, em ji çavên wî yên beq û ji izirketina wî ditirsiyan. Lê pîrekan rê didanê - ew yê nêr- ko di xelekên zikrê de tevlî wan bibe , "kêm aqiliya" wî ji xwe re dikirin bahane . " ikro " çavnêrîna vêya dikir. ne tenê wilo, da ko vê lîskê qezenc bike xwe bêaqiltir dikir. Wexta ko yek ji wan pîrekan hêrs dibû û "di nav destên Xwedê " xwe ji ser hiþê xwe dibir, " Þikro " radibû ber bi wê ve û bi hilgirtin ew derdixist derveyî xeleka zikrê, gelek caran hatibû dîtin ko çawan ne bi awayê alîkariyê di himbêza xwe de rahiþtiye wan lê bi awayê dîtir!.

Em- ên zarok - jî , me gelek caran didît ko çawan " ên ji ser hiþê xwe çûyî " ne ji alîkariya " Þikro " lê ji hêza guvaþtina wî dihatin ser hiþên xwe; piþt re bi dizî awir tê de vedidan, awirvedanine ko bi dilbijandineke nehênî têkel bûn, ew didan ber çêr û dicûnên xwe û bi çavên xwe li cihekî rep di laþê wî de temaþe dikirin, " Þikro " jî dikeniya; wek dikeniya û xwe radimidand.

 

 

Her û her " Þikro " mirovekî dilþad û kêfxweþ bû, lê di "roja reþ " de mirovekî bûnewerekî rûtirþ û tirsyayî dixuya, Ma hûn dizanin pê ko " ROJA REÞ " çi ye?

Beyaniyekê em li ser taristaneke seyr ji xewê þiyar bûn, taristaneke qehweyî, tirs û saw li ser rûyên mezinan hatibûn nîgarkirin. Bi rastî jî beyaniye, lê beyaniyek wisa ye ko mirov ji metrekê dûrtir nabîne. Wexta ko em derketin hewþê hidik mabû ko em rêça dergeh winda bikin. Toza þahane; toza cegerdar hemî zemîn dagîrkiribû. Ji camên pencereyan dirijiya, wek tîrêjên tavê camên pencereyan derbas dikir. Wexta ko em ji xewê þiyar bûn di nava livînan de bi me re razayî bû; di nava cilûbergên me de bû.

Kurtepistan dest pê kir: " Nîþana qiyametê ye ". Mezinan destnimêjgirtin, dîwar bi dîwar; bi rapelandin xwe gîhandin mizgeftê, me jî da dû wan, wekî wan; dîwar bi dîwar û bi rapelandin me xwe gîhand mizgeftê. Kor in û koran bi dû xwe de radikiþînin. Li ber dergehê mizgefta mezin hemû zilamên taxê civiya bûn. Bi berzûrî û bi kurtepistî li alî rojava temaþe dikirin û digotin: " Dê ji vir hilê ".

Ji bo me zarokan lîskeke seyr û nuh bû, bi tirsek piçûk dest pê kir û hêdî hêdî bû bendewariyeke rastîn bo hilatina rojê ji alê rojava de.

Piçekî toz kêmtir dibe. îca em dikarin xaniyên li wî rexê dîtir ji kolanê bibînin. Lê metirsî ew metirsî ye: " Þikro " di nîvê kolanê de diçe û tê, wexta ko berê xwe ber bi esman de vedike û diqîre: " MEDED XOCA:::MEDED " darê wî yê ko di bazinê dest de bilind dibe. Yên mezin bi ser de radibin: " Þikro bîna xwe fireh bik lao", wê gavê " Þikro " ber bi Melayê ko li ber dergehê mizgeftê rawestyayîye bazdide, xwe davêje bextê wî û destên wî maç dike, bi hêvî û lavilav li rûyê Melê temaþe dike. Melayê ko îmam e dibêje: " li ser Xwedênasan tirs nîn e, tirs li ser wan nîn e".

Em bi xwe nizanin çima li ber dergehê mizgeftê rawestyane û derbasî hundir nabin, lê bi çend kurtepistan em piçekî haþ dibin: " Mizgeft dê parêzgeha dawîn be "...Dêmek ew metirsiya dawîn a dê ji bêçareyî me bavêje mizgeftê; hê jî; nehatiye. Em hinekî bîna xwe berdidin, lê gava ko en navê " Decal " û " Yacûc û Macûcan " dibihîzin; careke dî em bêhna xwe digirin. Dê bûnewer in bên; bûnewerine bi rih, bi dirêjahiya destan in, nan û hesin dixwin... Bûnewr in û li ser kerekî kor mirovekî kor serkêþiya wan dike, hemî Xwedê nenasên cîhanê hevalbendiya wî dikin, piraniya wan jî jin in. Dê jin, rût, li pêþiya wî bimeþin da ko xelkê bixapînin, û nîþana hatinê jî ew e ko roj ji alî rojava de hilê.

Dêmek taristana mizgînîdar ev e, dêmek ev toz toza sûrê ko herifiye, sûrê ko Xwedê li dorhêla Yacûc û Macûcan avakiribû da ko asê bimînin.

" Þikro " ji îmam re dibêje:Ez dê wan bi darê xwe vegerînim ", îmam lê vedigerîne " bitebit, bîna xwe fireh bik ".

" Ez dê çavên xwe girê bidim da ko jinên rût min nexapînin " Þikro ji îmam re dibêje.

" Bitebit, bîna xwe fireh bik " îmam lê vedigerîne.

Ji nû ve " Þikro " dest bi bazdanê dike, di nîvê kolanê de diçe û tê, berzûrî esman dibe: " MEDED XOCA... MEDED ".

Nîvroj e; toz ji ser erdê bilind dibe. Form mîna ko ji deryaçeyeke axînî derçû bin dixuyin. Xelk li jor temaþe dikin. Roj; ji paþ temeke tarî , wek kulorek sor î xav, di nîvê kumê esman de, diyar dibe. Mezinên me dudil dimînin : " Roj di nîvê esmên de ye ! Ma gelo ji rojhilat an ji rojava derçûye?? ". Piçekî sebrê dikþînin da ko bizanibin ka dê bi kîjan alî de serxwar bibe. Lê " Þikro " natebite. Þaþika xwe davêje erdê û dike hawar: " Ji alî rojava ye, ji alî rojava ye... Meded" . Ji niþkê ve bi izrê dikeve, wek sûrê herifî yê Yacûc; xwe li ser keviya kolanê dirêj dike.

Piþtî çend kêlîkan þaþîtiya baweriyê, ya pîvanê ron dibe. Qiyamet hat bi þûn de xistin, wêranbûyîna gerdûn hat bi þûn de xistin, gerek ev zemîn çend serdemên dîtir jî barê xwe hilgire, gerek miriyan û dek û dolabên wan hilgire, jîndaran û dek û dolabên wan hilgire. Li vir; mezinên me ji ber dergehê mizgeftê bela dibin, em ên zarok tenê dimînin, wextwkî pir dirêj derbas nabe; em bi dû pezê " Hemdan " ê þivan de dipezin. Hemdanê ko wê rojê, cara pêþîn, piþtî sîh salî ji zû þiyarbûnê; hinekî dereng ji axurê xwe derketibû.

 

 

Tu hevalên " Þikro " nîn in - wek ko em dizanin - ji bilî " Hemdan ". Piraniya þevan wî di axurê xwe de dihêwirîne. "Hemdano" çel salî ye, li rojavayî bajêr þivantiya kulekên birayê xwe yî goþtfiroþ dike. Birayê HEMDANO jî wek heqdest; xaniyek jê re avakiribû; xaniyekî nizim, yek qde, û hewþek bi kelpîçan rapêçayî. Yek jûr e; Hemdano û kera xwe ya mê û kûçikê xwe û çend berxên nû ji dayik bûyî tê de radizên. Piþt re " Þikro " jî tevlî wana dibe. Ji xwe hewþa mezin xawenê ( milkê ) pêz bû. Lê hevalbendiya herdiwan pir dom nekir çinkî " Þikro " nehênî û razên(sirên ) destbirakê xwe nediparastin.

Hemdanê sêwî li jêr perên birayê mezin bûbû, birayê wî jî ji piçûkaniya wî de þivantî spartibûyê, mezin bû; bêyî ko- ji bilî navan- tu tiþtî ji xelkê û ji bajêr bizanibe, cîhana wî gorepanek e tenê têra sed mihî dike. Bi tenha xwe dijiya , " Þikro " jî razên wê tenhatiyê neparastin: Li ser peywendiyeke seyr di navbera þivên û kera mê de dipeyivî, herwiha li ser peywendiyeke seyr di navbera þivên û kulekan de dipeyivî. Mezinan ling ji ber ÞIKRO diþemitandin da ko bi hûrbîn wan peywendiyan þirove bike, wî jî tu tiþt jê bernedida. û digot:

HEMDANO bi þevê radibe ser xwe, kera mê dixe koþeyekê û wek zilamê ko li pîrekê siwar be lê siwar dibe. Yan jî li ser gidîþê bazdide ser mîhan.

"Hemdano" ji navbidûxistina " Þikro" tore dibe, lê birayê wî li herdiwan bi tundî tê xezebê. Da ko devê xelkê bigire û qalûqîlan bibire, biryarê dide ko jinekê ji birayê xwe yê þivan re bîne.

Hezar lîreyan qelenê keçeke zarok î sêwî, yazehsalî dide û li birayê xwe mehir dike. Bi rastî jî zzarok bû, ji me-ên zarok- re bi kawikî digot: ko çawan eger ji HEMDANO re nehêle lêdide, ko çawan kirasê wê bi zorê jêdike; wek ko ji xwe re pîvazekê biqeûêre, û ko çawan destê xwe yî qalind datîne ser devê wê da ko tu kes qîrîna wê nebihîze... û çawan...û çawan... Em ji ber vê seqayê dilerizin-Em ên ko wê dikiþînin peyivînê- Em ji ber vî þivanê þeytan " Mêrê mîhê " dilerizin.

 

Tu tiþt ji dest me nedihat-em, tovên bakur-ji bilî ko em ji terk û qelþan derkevin û radestî bahoza tirsê bibin. Tirs, tirs, tirs, tirs. Bi tirsê zemîn dest pê dike û bi tirsê jî kuta dibe. Her bi wê tirsê; bi wê sergêjahiya ko tirs hinavên mirov pê dinuxumîne, her bi wê; gerek em berdewam bikin, di nîvê wê stêrka ji hawar-hawara bêdeng a jina HEMDANO de gerek em berdewam bikin; hawar-hawara ko her û her berfirehtir û kûrtir dibe. Hergav em dikeniyan, em ji ken dilerizîn, em bi lerizîn dikeniyan. Em dê çawan nekenin; em dê çawan bi vê dîmena ko xortek di tengerêyan de bazdide û xelk bi peyketine nekenin? Ma hûn dizanin çima bi peyketine?

Di þeva pêþîn de wexta ko derbasî cem bûka xwe bûbû ew rûreþ kirine, erê... ew rûreþkirine, lewra aniha wek (le` netlêhatîkî ) bi pey wî ketine.

Bavê BEYREM ji " Beyrem " re bûkek di temenê wî de anî( herdû çaredeh salî bûn ), bi def û zurnê da ko zilamtiya kurê xwe destnîþan bike erd hilanî û danî. Þevekê ji wan her heft þevên kernevalê kurê xwe dehfda odeya bûkê; odeya ko bûk tê de ji alî pîrekan ve hatibû amadekirin, wî jî; bi bendewaran re bendewariya kurê kir ko derkeve û ala serkeftinê di destan de li ser perdeya xweþiya ezelî bilindkirî be.

Bendewariya bavê hetanî destê sibê dirêj kir. Wê wextê jinên ko bîna wan teng bûbû êrîþî cihê bûk û zavê kirin. bibazdan li bûkê nêrîn lê bûk wek xwe bû, gencîneyeke her bi wê xilqê asêkiriye. Bi qîrîna wan re lawik tirsiya. Ew ji porê wî kiþkiþandin :" nemêr e ". Lawik hêdî hêdî xwe ji nav destên wan rizgar kir û reviya, zarokên bêcir û merivên ko rûreþ bûbûn û dê çend rojan rûyên xwe ji ber xelkê ve þêrin, bi peyketin. Em- ên zarok - dikenin, em bi lawikê bextreþ dikenin û em jî tev li xelkên ko bi pey ketine, dibin. Wisa, bê agahdarî em dijminatiya xwe eþkere dikin. Di dawî de bêyî ko em ji sezayê bitirsin; ji bo tolê, me ji xwe re yek dîtiye. Em kevirên mezin hildigirin, bi qasî ko kulma me bikaribe em exê hildigirin û em li bin guhê lawik dixînin.

Em di tolhilanîneke bê sedem de kûr dibin. em di naskirina zikreþiya xwe de ya li ser bûnewer, kîjan bûnewer be, kûr dibin, û wexta ko em diwestin û em nikarin wî bigirin, em wî didin ber çêreyên tal, em vedigerin wî cihê ko kurteoisteke seyr jê derdiçe: " Ma ji wî kûçikî re negotibûn eger mêranî jê nehat bila bi destê xwe bixebite ? .. Tifî " . Em ji hev dipirsin: " bi destê xwe?" lê em tu me`nê jê re nabînin. Mane dest ji bo xwarin û lêdan û diziyê û ji bo lîska xaran e. Lê wa dixuye; ko mezin tiþtine dîtir; ko nakevin bîra me; bi destên xwe dikin.

Ev bûyerana di demeke bûrî yî pir seyr de qewimîne, demek bû, bi ser serên me de; tozek; ji ardekî esmer û ji tîpan û sifir û ji bêbextiyên mîna rehên mêkokê þêrî, direþand. Demek bû, wek hemî demên bûrî yên zemînê , ne ji me re bû. Lê belê yên wek me þikestî guh nedidan þikestineke nuh, tu kesî jî nikaribû tiþta ko li ba wan nîn e ji wan bistîne. Ji ber vê yekê me derzî xistin nava êmê çêlekên " Sîrop ". û me sikrên avê bi ser bexçeyên " Gerebêt " de vekirin da ko winda bûn., û me berê xwe da veþartgehên xwe da ko em bikaribin bi þevê talana xwe berdewam bikin, talana ko me nikaribû bi rojê bikira.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST