Bîranîn
Beþek ji pirtûka Sîsirkê hesinî
Selîm Berekat
Xwezka hey zaroko xwezka!
Tu çi dibînî ?
De ji min re bibêj hey zaroko bê tu çi dibînî!?
Du girik di aso de dixuyin, gerdeniyeke ji gundan û axeke ko di navbera havîna serserî û zivistana kawik de libadibe. Civana te hey zaroko civana ligel þînahî û balendeyan e.
Tu çavên xwe bi ser sibehên ko ji selikên xwe serçavkan diweþînin, digirî. Tu hiþk bi riþmeke nediyar digirî mîna ko tu xwe ji pîrbûnê re amade bikî yan jî pîrahî xwe ji te re amade bike, da ko hûn bi hev re wê efsaneya ko carekê tenê dijene; kurt bikin; efsaneya ko jiyan ji bo dûbarekirina jena wê xwe dikuje.
Xwezka hey zaroko, tu tiþtekî dîtir ji bilî ewan tiþtên ko te dîtiye, bibînî.
Ma gelo te çi dîtibû?
Ma ji bilî nalîna Erebanan û çavkaniyên ko ji zixtên tozê bazdidin , de ji min re bibêj te çi dîtiye!?
De sextekariya forman rawestîn da ko form li te ewle bibin. De min najo bi alî wan hevalên ko reh û tov himbêz kirin û serên xwe bi hêminî danîn. Lê, tu bi Xwedê kî, tu yê zorbaziya ewran û berfê ji ser min sivik nekî. Ez te di navbera wan de dibînim, tu çûkan û demê serjêdikî, tu ji boyî zaroktiya zemînê kûrekûra xwe li ser dêmên zemînê belav dikî, tu xefk û dafên xwîna xwe yî serxweþ belav dikî da ko tu dastanê qezenc bikî...
Tu zarokî, ma ez çi dikarim ji zarokekî bixwazim ji bilî ko bakur giþî ji ser cil û bergên xwe daweþîne. Bakur giþî, mal bi mal; dar bi dar; rûbar bi rûbar; bênder bi bênder; gulgenim bi gulgenim; tav bi tav; ma ez dê çi bixwazim ji bilî denên asoyê biþikîne da ko refên hechecîk û qitkan birijin?...
De birrev!
Bi qasî ko lingên te bikaribin ji babelîskekê berbi babelîskekê ve birrev!.
De ji xweþiya deþtan re dilê xwe yî piçûk bilind bike ; deþtên ko bi tîpan û cîqan di ser dev re çûbûn.
Ma di dengê te de dengekî wawîkan nîn e?
Ma di dengê te de dengê derzekê nîn e?
Ma ew xweþiya têkçûyî ya ko di pesindanê de peyda dibe di te de jî nîn e?
Tu zarokî, ma ji bilî asoyekî miþt bager kî dikare bageran di te de dîl bike?
De rê bide min da ko ez xwe li bin siya mertalê te wek bobelatekê ramidînim .
Destên xwe ji þolikan re, ji roavahiyan re vedikim, wek evîneke windabûyî, wek evîna wê koçbariya ko qazmên xwe li bûneweran rakiþandiye...û tu zarokî, de ji min re bibêj te çi ji (zarok) dîtiye?..De bibêj:
Min dengê te rût di nav dengan de dît, dengekî bînçikyayî , mîna kezebeke þikestî ji terk û derzan baþok dipekiyan û das dipijiqîn.
AXXX hey zaroko!!, min te çiqasî di çîrokê de bi çavine vekirî dibihîst, te dilê xwe yî piçûk ji serpêhatiyê re rêzdikir, erê tu ji serpêhatiyê re lîska beybînê rêz dikî.
Tu ji bîr dikî bê te çawan bi xencera xunavê xaniyên (Birîva) û (Mûsêsana) û (Amûdê) û (Kêstekê) û (Buharengê) û (Mozan) û (Sêmitik) û (Hilko) û (Kûçikê) û (Interiyê) û (Tirbesipiyê) û (Agûlê) û (Heremreþ) û (Heremê þêxo) û ...nirîndar kir.
Tu zarokî , erê tu di bêrîkê xwe de þoqilên bejî berhev dikî, tu kulîlkên gulpîvongan berhev dikî , tu hewldiî ko pasvanên genim te bibînin da ko tu wan bixapînî. Ew pêkenîna te ye; pêkenîna serxweþ mîna xwîna te yî serxweþ e, pêkenîn e te di nav xefk û dafên xwe de ji bax û bexçeyan re vedida; û dema ko bax û bexçe di xefkên te de werbûn tu keniyayî û sira bayî jî li hawirdora te dikeniya.
Te û bayî bi hev re radên xwe qoçan kiribûn, we bi hev re li zurneyekê dixist da ko hûn serserîtiya bûneweran raperînin,. Bêguman, piþtî vê meþextiya bêserûber; ma naskir ko tu bûyî..
Tu bûyî yê ko rêça erebanên hejîran kola bû; bi qirþik û çiqulan nixumandibû da ko qantrên (Semano) tê de werbin û piyên wan biþikin..
Tu bûyî yê ko têla kontakkirî bi dergehê firna (Murado) ve girêdabû; ko her yek dihingivî têlê diqîriya..
Tu bûyî yê ko gundor ji ser bên bi ser kûçikê (Felemezo) de gindirand û ji nêvî de ew pûç kir..
Tu bûyî yê ko dîkê (Hêlanê) yê qirik rût û kumik bi kevir birandî, kuþtibû..
Tu bûyî yê ko îsota sor xistibû nav ava qazên (Seqmûro) de, piþt re qaz har bûbûn..
Yê ko darê (Kitam) ê kor dizî bû, tu bûyî..Yê ko quloçê beranê (Mîro) þikandibû, tu bûyî..
Yê ko dixwest goristana (Hilêliyê) gor bi gor veke da ko bibîne bê çawan mirî di veþartgehên xwe yî teng de bi hevûdû re dipeyivin; tu bûyî; erê te xew dikir û xewna te jî ew bû..
Lê tu zarokî!
Ma kî dê zarokê ko bi birûskên beybûnan hatiye lêdan û di navbera þînahiyeke teze û ewrekî teze de tar û mar bûye; sûcdar bike!??
Ax, me çiqasî ji te re got :Nêzîk nebe!. Nêzîk nebe hey zaroko, nêzîkî kavilan nebe, lê tu nêzîk bûyî da ko tu jibermayên kaþê ji ser kavilan berhev bikî; da ko tu sirûd û dîlokan bixemilînî...
Bêguman me dizanibû ko li seranserî qonaxa vê giranxewa ko rehên xwe ber bi gavên me de ajotiye, tu hiþyarbûyî bû..Giranxewa ko mîna gustîlkekê li ser eniya serkeftinên me nîgar kiriye.. Lê ji bo çi te em aniha þiyar kirin û te em sipartin tinaziyê , ji bo çi hey malava!??.
Em mezin in hey zaroko. Mezinine ko li ber dergehê demê bi çingeçinga hesin dilîzin û kanzayê (filiz) sarkirî dibarînin. Em mezin in; em qederên xwe ji hechecîkeke neagahdar û ji xweþiyekê re nabilînin. Em ji bilî hiþmendiya hêzdariyê li bejna xwe nakin.
Eger tu hewldidî ko careke dî xwe di paþ pinpinîkekê de veþêrî li hêviya me nemîn; çinkî yê me; em dê li bin vê çingeçinga bêdeng a rolên bêdeng rawestin, em dê rawestin û em dê quloçên bizanan li beramberî pêvajoya pêkenînê bilind bikin..
Lê te bi þiyarbûna xwe re em jî þiyarkirin da ko em bibînin ko çawan tu derbasî dergehê þînahiyê dibî; ko çawan li pey te stêrka rijayî ji avê û ji perîkan bû. Da ko em te di nav çekên sibehê de bibînin û ko çawan deþtên (Kêstekê) bi alî (Nisêbînê) de dehfdidî; ko çawan tu guhnadî pasvanên sînor û bajaran; pasvanên ko tîr ji kevanekî lal berdane kêfxweþiya te...Wê gavê tu mîna dilekî sermest ramidandî bûyî, û mîna dilekî sermest tu mayî ramidandî...
Ha va tu me bi çavên serê xwe dibînî(Em eên þikestî û bi þûn vegeryayî) ko çawan em ji newalekê berbi newaleke din ve bazdidin , da ko em biþûnde vegera layan ji ser xwe rawestînin; da ko em anihayiya bêlay nebînin.
Erê...Erê, de hema dirêjkirî bimîn hey zaroko!, de hema zarok bimîn lo!
Mane ev daxwaz a reh û tovan e, mane reh û tov bi vî awayî dildibijînin te.
De îca den û çeydanan bi qasî ko tu bixwazî biþikîn , mane tu di serserîtiya xwe de þêrîn î, tu de desthilatdariya xwe yî bêmînak de þêrîn î...
Dema tu çepera li dor gulan radikî û tu gulan diperpitînî , tu þêrîn î..
Dema ko tu li ser piþta berên siwar dibî û tu wî har dikî, tu þêrîn î..
Ko tu keviran davêjî çavkaniyê û çêlekên li ser avê vediciniqînî, tu þêrîn î..
Ko tu gumgumokan digurînî û hêlînên çûkan diherifînî, tu þêrîn î..
Ko tu þolikan didizî û xefkan li ber kevokan vedidî, tu þêrîn î..
Ko tu bênder û pisîkan diþewitînî, tu þêrîn î..
Ko tu gamêþan ji êxur berdidî û tu wan sergerdan dikî, tu þêrîn î..
Ko tu nikulên dîkên romî girêdidî, tu þêrîn î..
Ko tu li ser stêrkên xiþokane û li ser avên ko baskên balendeyan li xwe kirine dipeyivî, tu þêrîn î..
Ko tu li ser wî hespvanê ko ewran bi qamçiyê xwe dajo, tu þêrîn î..
Dema tu li ser erebanên di binê çem de dipeyivî, tu þêrîn î..
Dema tu li ser rovî û nêriyên taristanê dipeyivî, tu þêrîn î..
Dema tu li ser qantirên por dirêj dipeyivî, tu þêrîn î..
Tu þêrîn î... Tu þêrîn î!
Tu bi Xwedê kî tu yê bela xwe ji me vekî!
Tu yê ji ser piþta me dakevî!
Lêbelê tu, yê þiyar û çav vekirî, tu me jî þiyar dikî da ko em pêkenînê bi dar vekin..! Ka hey zaroko xwezka!
Tu çi dibînî ?
De ji min re bibêj hey zaroko bê tu çi dibînî!?
Du girik di aso de dixuyin, gerdeniy