Pêşgotin

DUGIR, wek pirojeyeke hewldanê.dê beşdarî bizava dîroka îroyîn bibe, ev beşdarî jî dê ziman wek alav ji bo avakirina çend xal û pirsên balkêş rakişîne gorepana guftûgoyeke girêdayî bi sewiyeta hişyarî û zanîna rewşenbîrê kurd li welatên meşextî û penaberiyê

Renge ji destpêkê ve hewldana me têkçûyî be, renge di tengerên xewna kujdar de cihekî dilovan ji vehesîna giyanên zuhabûyî re peyda nebe, renge em bi bişkivîna arezûyan û bi gulvedana zersosinan û sorgulên çav qerimî şa nebin, .renge jî li ber dengê gurmîna rûdan û bûyerên diramatîkî yên welatekî birîndar, ne peyv bikaribe li ber gullebaranê raweste û ne jî ziman bikaribe hêvî û xwezayan di gulistana xwe de bihêwirîne. Lê DUGIR wek piroje dê li welatên seqema gawirane li koşyeke aramê bigere, ev aram dê ne arameke xav û zuha be, çinkî dê bi guliyên êgir û bi werîsên nalîneke dijwar dorpêçkirî be.

Di wê koşeyê de hewldana bercestekirina xewnê dest bi qolincên ji dayik bûnê dike.

Wê gavê ji dayikbûn bersiva mirinê ye.

Wê gavê hewldan rêçkê ji xwe re ber bi ronahiyê de vedike.

Wê gavê piroje dest bi gava pêşîn dike da ko çar gulên reng qedexe li ber serê

kêla miriyên DUGIR a bi xweliyê nixumandî, biçîne.

Sawa herî kovandar a ko me hogirî hewldanê dike ko em bikaribin pirekê di navbera xwe û welêt de damezirînin , ko em bikaribin peywendiyeke gur û germ di navbera derve û hundir de di çarçewa dan û stendineke rewşenbîrane de bi alavên afirandin û dahênana restîn, bigewde bikin.

- Derve wek serencama dûrketina ji himbêza mehreban û jiyana di nav pencên bêrîkirin û bîranînan de. Wek şaristaniyeke cihêreng û zimanekî nuh, wek nakokiya di navbera rojhilat û rojava de; nakokiya civakî û siyasî û aborî û rewşnbîrî û hişmendî û psîkolojî.

- Hundir wek azar û êş û bindestî û hejarî, wek mirin û kuştin û koçkirin û talankirin û kêferata rojane ji bo bi destxistina nasnameyeke netewî û çareserkirina çarenîsa miletekê ko li ser devê sînoran sirûdên azadiya xwe bi xwînê dineqişîne. Hundir wek bizaveke ronakbîrî ko di bin sîbera tirs û metirsiyê de zimanê xwe diparêze, kesayetiya xwe diçesipîne, çand û wêje û toreya xwe vedijîne.

Bi avakirina pirê û bi damezirandina wê peywendiya gur û germ, renge, herdû rexên hevkêşê bikaribin bi hev re îstgehên tirajîdya gelê kurd ronî bikin, naverokekê ji dîroka şînî û renckêşanê re bibînin, û alavên derbirîna hunerî ligel kûrahî û berfirehiya wê tirajîdyayê biguncînin.


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST