Carekê li bîroyekê li Petrogragê nivîskarek hebû, ew mirovekî hûrik bû, rengê pora wî bi
sore ve bû û xwiya dikir ko dîtina çavên wî gelekî kêm e. Ew nivîskarekî ji
pêpelûka nehan bû, ew weke wan kesên ko di çîrokan de bi wan tê dikenîn bû. Navê
wî Akakî Akêkîvîç bû. Ti kesî nizanîbû, ka kê alîkariya wî kiribû, da ko
karîbû bikevê ser vî karî de û yan jî kengî wî li vê bîroyê dest bi kar
kiribû. Serkarê wî û nivîskarên din diçûn û di hatin, lê ew her dem li yek cihî
bû û yek kar dikir. Ev kar jî kopîkirin bû.
Xelkê êdî behwer kiribû ko ew bi vî rengî û bi wî
paltoyê xweyî kevn ve hatiye ser rûyê dinyayê. Roj derbas dibûn bêyî ko kesek guh
bidiyê, ta bi deregevanê li ber derî jî guh nedidayê. Deregevan ti caran ji ber
nedirabû û carnan silava wî jî nedivegerand. Serkarên wî ti caran rû nedidanê û
bi quretî pê re dipeyivîn. Serekê nivîskaran ji bona nivîsandinê pelik didanê, lê
bêyî ko ew li rûyê wî meyzênê, wî kar tavête ser masê, bêyî ko kesî zanî bû
dide kê? Lê Akakî bêdeng dirabû û dest bi kar dikir .
Nivîskarên xort, yên li bîroyê kardikirin kenê xwe bi
Akakî dikirin. Çîrok li ser çêdikirin û ji pêþ ve ji hev re digotin:
- Xwediya xaniyê wî ya heftê salî lê dixê û jê re
dibêjê ma emê kengî hevdû bikin. Pelik di ser serê wî re hûr dikirin, weke ko berf
were xwar. Lê wî ti caran deynedîkir. Û ko wî dev ji karê xwe berdida, ti kesî
kêmbûn li cihê rûniþtina wî nedidît. Carnan çaxê ko hevkarên wî ew gelekî
têþandin û nedihiþtin ko ew karê xwe bikê, wî ji wan re digot:
- Dev ji min berdin, ma win çi ji min divin? Win çima
wilo li min dikin?
Dengê wî û gotinên wî dihiþtin ko dilên wan pê
biþewitê. Carekê xortekî nû hatibû li bîroyê kardikir, xwest ko weke herkesî pê
bikenê, lê ji niþkê ve rawesta weke ko ji xewnekê þiyarbibe. Piþtî hingî ew ti
caran pê nedikenî û her dem ji xwe re digot:
- Çima mirov birayê xweyî mirov hevqasî têþênê?
Gelekî zor e ko tu kesekî weke Akakî bibînî, ko bi
tenê ji bo karê xwe bijî û jê hez bikê. Karê wî cîhana wî bû, wî cîhaneke
gelekî xweþ di kopîkirinê de didît. Wî kêf, xweþî û þahî di nav tîpên
alfabêtê de didît. Rojekê serkarekî dilpak xwest ko Akakî bibê cihekî baþtir û
karekî çêtir bidiyê, lê ev tiþt gelekî li Akakî nexweþ hat û wî got:
- Ez dixwazim vegerim karê xweyî berê, kopîkirin ji bo
min gelekî baþ e.
Piþtî wê yekê êdî ti kesî nema lê pirsî û ew bi
tenê ji kopîkirinê re hiþtin. Akakî ti caran guh nedida cilan, paltoyê wî dirêj,
kevn û gemar bû. Çaxê ew bi rê de diçû jî guh nedida titiþtî û hay ji titiþtî
nedima. Ko toz û gemar ji penceran bi ser serê wî de hatibûna xwar, yan jî ko
hespekî serê xweyî westayî danîbûna ser milê wî, dîse wî guh nedidayê û wî bi
riya xwe de diçûbûna. Dawî ko ew digeha mala xwe dirabû bi lez cilên xwe diguhartin
û xwarina xwe dixwar. Akakî ti caran guh nedida xwarinê jî, rengê wê çilo be, xweþ
be ya ne xweþ be, wî lê nediþkand. Carna mêþ û gemar pê re dixwarin bêyî ko pê
zanibe. Paþê ew diçû, pelikên ko bi xwe re ji bîroyê anîbûn didanîne ber xwe û
ew kopî dikirin. Heke ti kar nebûna wî ji xwe re ji kû bûna karek derxist, lê
divabû ko ew roja xwe bi kopîkirinê bibihûrênê. Wî nizanîbû ti mijûlayiyên din
ji kopîkirinê pêve bike. Kesekî ew ti caran li þahiyekê nedidît. Lê dawiyê ew
diçû nav livîna xwe û bi dilxweþî li hêviya sibe dima, ka bê wê xwedê ji bo
kopîkirinê çi jê re biþiyênê.
Ev bû jiyan Akakî. Ew kesê ko sala karê wî dikire çar
sed rûbil, lê dîse jî ew pê qayil bû. Belkî jî ko jiyana wî mabûna ta dawiyê,
lê zor û zehmetiyên jiyanê li pêþiya wî bûn. Li Petrogradê dijminekî dijwar yê
her kesê ko sala karê wî ji çar sed rûbilî nebêhtir bû hebû. Ew dijmin ne ti kes
bû ji serma bakur pêve.
Her sibeh ji seet heþt ta seet neh rê ji karker û xwedî
karan têne dagirtin. Serma di vî çaxî de bêhvilên nivîskarên belangaz
diþewitênê û ew nizanin bêhvilên xwe di kû xin. Ew bi tenê karin xwe di nav
paltoyên xwe de bipêçin û bi lez bazdine bîroyên xwe. Akakî pê dihesta, ko sermake
zor didê navmilên wî û li piþta û wî dixê, lê wî jî xwe dipirsî:
- Ka ev tiþt ji ber çi ye?
Carekê paltoyê xwe danî ber xwe û baþ lê meyzand, wî
dît ko çend qul tê de çêbûne û ba bi serbestî di wan re diçe û tê. Êdî zanî
bû bê çima piþta wî wan sibehan diþewitê. Paþê wî biryar da, ko paltoyê xwe
bibe ba Pêtrovîç, ew terziyê zeyîfî bi yekçav, yê hê karîbû cilên belengzan
bidrûyê û pînekê.
Akakî çû mala Pêtrovîç. Bi rê de ji xwe re digot:
- Gelo ewê dora çiqasî ji min bistênê? Xwedê bike ko
ew serxweþ bê, da ko gelek peran ji min nestênê?
Hêviya Akakî ne di cihê xwe de bû. Pêtrovîç
neserxweþ bû, lê ew gelekî ji xwe ne razî bû ji ber ko wî nikarî bû ta bi
derziyê ve bikê.
Akakî silav lê kir:
- Roj baþ!
- Roj baþ! Pêtrovîç silava wî vegerand û bi çavê
xweyî yekane li tiþtê di destê
Akakî de meyzand. Akakî nema zanî bû çi bêjê, lê
got:
- Pêtrovîç, ez hatime. . . meyz. . . ev.
Pêtrovîç zanî bû çi divê. Wî rahiþte, palto vekir
û lê meyzand. Pêtrovîç serê xwe hejand û got:
- Ev nema çêdibê; nema hêja ye ez pêre biwestim.
Dilê Akakî ji cih xwar berda xwar û got:
- Çima Pêtrovîç? Meyzê, bi tenê nav milan qul bûye.
. .
Lê Pêtrovîç rê nedayê û gotiyê, ko ew nikarê palto
çêbikê, û divê ew yekî xweyî nû bidrûyê. Çaxê Akakî ev tiþt bihîst cîhan
li dora serê wî zîvirî. Lê ji Pêtrovîç pirsî, ka wê paltokî nû bi çiqasî
çêbê?
Pêtrovîç got:
- Bi sed û pêncih rûbulan wê paltokî gelekî baþ
çêbibê.
Akakî dederkete derve, lê weke ko di xew bê, ew diçû
û diçû lê nizanî bû diçê kû?
Bi xwe re di peyivî û di got:
- Sed û pêncih. . . Ezê ji kû bênim? . . . Lê çima.
. . Ti cara palto ne hêja ye sed û pêncih rûblan. Û wî wilo ji xwe re got û got.
Dawî geha biryara ko paltoyekî xweyî nû bidirûyê. Lê ma wê peran ji kû bênê? Ev
li ser bextê wî dimênê. Ko serekê bîroyê çil rûblî bidiyê wê gelekî baþ bê,
ji ber ko çil rûbilên wî jî hene. Akakî di xwest gelek tiþtan bi van peran bike,
lê ji bo palto dive ko hemû planên xwe ji bîr bikê. Piþtî vaqas salên kar Akakî
çil rûbil bi tenê dabûne hev. Vir de, wê de. . . dawî nêhta xwe lê anî, ko palto
bikirê. Lê ji vê rojê pêve divê ti peran xerc nekê. Divê xwarina xwe kêm bikê.
Çaya êvaran nevexwê û mûmê bi þev pênexê, û wî wilo jî kir. Rojekê ew çû
cem Pêtrovîç, piþtî bazareke dûr û dirêj li ser heþtê rûbilî li hev hatin lê
divabû, ko Akakî pêþî peran bênê, da ew dest bi dirûtinê bikê. Akakî ji wê
rojê ve dihate malê ji dêla ko þîvê bixwê xwe dirêj dikir û wî tanî ber çavên
xwe çawa ew paltoyê xwe tênê û li xwe dikê. Li hêviya paltoyê xwe bû weke ko li
hêviya hevalekî xweyî delal bê.
Roj li pey rojê di çû û hê perê peyde nekiribûn. Lê
rojekê serkar ji ber ko karê wî her dem qenc bû þêst rûbil danê. Akakî bi
þahiyek mezin vegera malê. Piþtre yekrast çû ba Pêtrovîç û pere danê.
Sibehekê Pêtrovîç palto anî mala wî. Akakî hew
dizanîbû êdî çi bikê? Ew roj ji hemû rojên jiyana wî bi geþtir û xweþtir bû.
Akakî palto li xwe kir û bi serbilindî çû bîroya xwe.
Herkesî di zanîbû ko Akakî paltoyekî nû li xwe kiriye. Pîrozî danê de û gotinê
de ko divê ew vexwarinekê bidê wan. Akakî nema zanîbû çi bikê û çi bêjê, lê
serekê nivîskaran gote wan:
- Baþ e, win hemû îþev li ba min in. Emê ji bo
paltoyê Akakî þahiyekê bikin.
Akakî bi dilþahî vegera malê, palto ji xwe kir, yê
kevn anî ber û ji xwe re kenî. Li paltoyê xwe dimeyzand. Ew roj roja pêþî bû ko
titiþt kopî nekiribû. Êvarê Akakî rabû, paltoyê xwe li xwe kir û derket, da herê
mala serekê nivîskaran. Bi rê de Akakî li dora xwe dimeyzand û piþta xwe rast kir û
bi riya xwe de çû. Dawî geha xaniyê serkar, ko li tarikeke xweþ bû. Xaniyekî xweþ
û mezin bû. Qelebalix ji oda rûniþtinê dihat. Derî jê re vekirin. Paltoyê xwe
jêkir û danî. Nema zanîbû çi bikê, lê wan zû ew dît û hatine pêþiya wî, lê
belê wan ew zû jî ji bîr kir û çûn bi pelikan leyistin. Akakî nêzîkî wan
rûniþt û li wan di meyzand. Piþtî kêlîkekê ew westa û xwest herê malê xwe. Wan
nehiþt û þampanya jê re anîn. Piþtî vexwarinê Akakî dilxweþ bû, lê dîse bê
deng ji cem wan derket, da herê malê. Akakî bi dilxweþî diçû. Li jinên xweþik
dinerî û ji xwe re dikenî, ta geha tarika xweyî belengaz. Rê vala bûn, kesek li wan
deran xuya nedikir. Çend çiran rehnik didane wê ferehiya di nav xaniyan de. Berf li ser
rê bû û dinya gelekî sar bû. Ji niþka ve kêf û þahiya wî çû. Li dora xwe
meyzand ji berfê û xaniyê tarî pêve titiþt nedît. Çavên xwe girtin, da wan hew
bibînê, lê dîse xwest ko çavên xwe veke, da meyzênê ka hê xaniyê wî çiqasî
dûr e. Wextê çavên xwe vekirin, du kesên bi simbêl û dirêj li pêþiya xwe dîtin.
Wî baþ nedidît, lê hema pê hisa ko kulmek li sînga wî ket. Kir ko bikê hewar, lê
kulmeke din li devê wî ket. Kulma sisiyan li ûrê wî dan. Ew li ser piþta xwe li ser
berfê dirêj bû û bêhiþ ket. Kêlîkek tê ve çû bi hiþê xwe hat, li dora xwe
meyzand ji berfê pêve nedidît. Li xwe nerî dît ko paltoyê wî hetiye dizîn. Bazda,
hewar kire nobedaran. Kesekî lê nevegerand. Çû ba polîsan lê bîroya wan girtî bû.
Çû mal, lê nikarî bû raze.
Roja din ew neçû karê xwe. Ew cara pêþî bû ko
neçûbû kar. Dîse ew çû ba polîsan, lê wan guh nedanê. Akakî pê hisiya ko ti
alîkariyê nadinê de. Roja din çû karê xwe. Hemû gelekî xeyidîn û her yekî
þîretek lê kir. Lê yekî gotiyê:
- Baþktir ji her tiþtî ew e, ko tu çîroka xwe ji
mirovekî bi qîmet û xwedî nav û deng re bêjî. Akakî jî bi þîreta wan kir û
çû cem mirovekî wilo. Ew nû zengîn bûbû û ew gelekî ketibû darî çavên xwe de.
Ji wilo jî çaxê Akakîyê belengaz kete bîroya wî de bi dengekî tûj û bilind pêre
peyivî. Hiþt ko ew di cihê xwe de bi mênê û bilerizê. Akakî nema zanîbû êdî
çi bikê, yan jî çi bêjê? Lê wî naskir ko ew êdî tiþtekî jê re nakê. Bi kul
û keser ji cem derket; nema hay ji dora xwe ma. Dibin baranê de di sikakan ve diçû.
Wê þevê xew nekete çavên Akakî de.
Tayeke giran ew girt û piþtî du rojan ew mir. Xwediya
xênî ew bir veþart.
Li Petrogragê jiyan digera weke ko tiþtek nebûbê û
weke ko Akakî ti caran nebû. Mirovek mir, yekî ko kesekî ti caran guh nedabûyê. Ti
xweþî û þahî nedîbûn. Paltoyê nû her tiþt bû di jiyana wî de. Palto þahî
xiste jiyana wî de, lê ew þahî gelekî kurt bû. Bakî zer hat û her tiþt bi xwe re
bir.
Nivîskarekî din hatibû bîroyê cihê Akakî girt. Ew ji
Akakî dirêjtir bû, lêbelê karê wî ne weke, yê berê rind bû. Akakî mir, lê ne
ev e dawiya çîrokê, jiber ko têbayê wî piþtî mirina wî hê çend rojan dijiya.
Divabû, ko Akakî bê deng ji vê dinyayê neçê. Çîrokin li nav Petrogragê digeran
digotin, ko têbayek bi þev li ser pira Kalînkî digerê. Ew têba wek nivîskarekî
hûrik e û li paltokî digerê. Paltoyên xelkê ji wan dikê, êdî nema kes diwêrê
diza bigrê ji tirsa, ko ew têba bin. Carekê karkerekî bi herdû çavên xwe dît û
naskir, ko ew Akakî bû, lê jê tirsa û bazda. Têbayê wî li Petrogragê digera û
tirs dikire nav dilê xelkê de. Piþtî wê ew mirovê binavûdeng, ko berdabû Akakî
pir poþman bûbû û rûyê rebenê Akakî jiber çavan nediçû. Wî þiyande pey
Akakî, lê Akakî hingî miribû. Çaxê wî bihîst, ko ew reben miriye, weke, ko bakî
zor lê bidê û bêhna wî biçikînê lê hat. Da ew vê çîrokê ji bîr bikê, ew
rabû çû þevbuwêrkekê li cehkî þahiyê.bikê Gelek kes li wir hebûn hemû zengîn
û navdar bûn, þampanya vexwar û þev bi xweþî biwart. Dawî li paytona xwe siwarbû,
gote paytonçî, da wî bibê mala hevalê wî. Ew þeva xweþ tanî bîra xwe, lê ji
niþkê ve mirovekî ew ji piþt ve girt. Lê nerî, dît mirovekî hûrikî bi paltokî
dirêj e. Ew Akakî bi xwe bû. Rûyê wî weke cawekî spî bû û dêhnê têba lê
diket. Têba gotiyê, ko tu ketî nav destê min de. Te alîkariya min nekir, da ez
paltoyê xwe bibînim. Te dengê xwe li min bilind kir, ez jî ezê paltoyê te bibim. Wî
kir ko ji tirsan bimirê û ji hingî pêde wî hew deng li kesekî bilin kir û wek berê
negot:
- Tu dizanî tu bi kê re dipeyivî, tu dizanî ez kî me?
Hê jî xelkê behwer dikir, ko têba li tarikên
Petrogragê bi þev digerê. Lê vê carê ew têba ne hûrik bû, ew dirêj bû û
simbêlên wî hebûn. Wî bazdida û di reþa þevê de winda dibû.
______________________________
· Nîkolay
Vasîlyevîç Gogol
Gogol Nîkolay Vasîlyevîç (1809-1852) nivîskarekî rûsî bi nav û deng e. Gogol
gelek çîrok nivîsandine. Ji wan: Çîrokên petrogradî, Vladîmîrê pêpelûka
sisiyan, Revîzor, Canên mirî, Palto û yên din. Çîrokên wî ji rengê kenê di
nav hêstiran de ne. Di temenê çil salî de bîr û behweriyên kevneperest lê
xwiyakirin, wek di çîroka Cihên bijartî de û di nameyên wî de, yên ji dost
û hevalên wî re diyardibe.
Komeke nivîskarên rûs yên bi nav û deng, yên rexnevanên reyalîst li pey þopa
Gogol çûn. Ew li Rûsya bi navê Dibistana xweristî hatibûn binavkirin.