çîrok

Newafo
Nîzar Agirî

Tu kes dê ji bîr neke. Dema ez ji we re bibêjim , her kesê ko di wê sibehê de ew dîmen dîtibe dê tu cara jibîrneke gerek hûn ji min bawer bikin; renge hetanî roja dawîn ji jiyana xwe jî. Ne hema tenê kesên ko bi çavên serê xwe dîtibûn lê hemû xelkên bajêr, Hetanî ew xelkên ko di sibeha wê rojê de li ser eniya wan nehatibû nivîsandin ko li (Erasa)bajêr peyda bibin jî dê ji bîr nekin; (Erasa)ko hergav miþt sidoqên þînkayiyê û çewalên hejîran û genim e, miþt teneke û çerm û erebanên textînî û rêxa dewaran e.

Erê, hemû xelkên bajêr, ji xwe wek ko hûn dizanin bajar piçûk e, mane tiþtên herî balkêþ tê de Sînemeya zivistanî ye, û kolana cilûcaw e, û (Erase) ye, Èrasa ko bi ser rexê bakur de vekiriye, ko çiyayên bilind û pira mezin û qereqola ebedî xwe ji bo temaþevanan li ba dikin, . ji xwe hema ko tiþtek li rexê rojavayî bajêr li alî leþkergehê biqewime , di cih de, nûçe digihêje rexê rojhilatî bajêr alî Mîrayê, , wisa mirov dibê qey hemû xanî bi kunine nediyar di dîwarên xwe de bi hevûdû ve hatine girêdan.

Lê çi qewimî bû? Bêguman hûn dipirsin. Ax! Wexta ko ez ji kolana êþ ber bi (Erasê)ve çûm , wek hergav deng bilind, tevlihev dibûn . (Elîko) bi hêrseke dijwar bangî rêwiyan dikir da ko li sebz û þînkayiyên wî yên ko ji gundê (KERENGO)hatine temaþe bikin. (çeta)jî sûndên mezin dixwarin ko hê tu kesî di dunyayê de ji Kebabên wî xweþtir çênekiriye. (Sofî Gundoro)jî bi xêliyan, bi kevneperçeyên entîke barkirî bû, devê xwe yê bê diran vedikir û bi dengekî ketî li zarokekî windayî dipirsî,

Dema ko min nêzîkayî li nangeha(Selîmo)kir , min xelkên ko di nîvê kolanê de bihevûdû dehifdan mîna xelekekê çêkiribûn û li hevûdû kom bûbûn, dît. ; carina dengê kenê wan bilind dibû û carina jî dengekî dijwar dengê kenê wan dibirrî ; tev pê dihatin nixumandin, piþtî wê dîsa dengê ken bilind dibû.

Ax! Min ji xwe re got, kuro ev (Newaf)ê dîn e . Min bilez berê xwe da koma xelkê. Min serê xwe bi kotekî di bin çengê yekî re derbas kir û min li hundirê xelekê nêrî. (Newafo)di nîvê xelekê de bi cilûbergên xwe yên naskirî rawestyayî ye: Taximekî leþkerî bê qusûr. þerwal û gumlek û kumekî bi qertel û li ser milan stêrkên zêrînî û li ser sîngê nîþan û xelat û alên rengînî. Lê vê carê ne wek ko ez wî nasdikim, ne kêfxweþ bû; nedikeniya. Li dora xwe dizîvirî, gêjo- mêjo dibû, tif dikir, kumê leþkerî li ser serê xwe diediland. Ji xwe (Newafo)carekê bi vî taximê leþkerî serokê nû yê belediyê xapandibû.

Ji serok weye ko Newafo serleþkerekî mezin e lewra bi rêzgirtin rawestiya û silavek leþkeriyane pêþkêþî wî kir, lê dema ko kenê rêwiyan bihîst þaþîtiya xwe naskir li turimbêla xwe siwar bû û ji ber çavan winda bû. Newafo jî bi serbilindahî; bi devekî vekirî û bi biþirîneke pan rêça xwe berdewam kir.

Lê anuha ne kêfxweþ e, rûyê wî bêzar û tirþ e, çavên wî xemgîn in, vemirtî ne. Pitepita wî bû. Destê xwe bilind dikir û ji niþkê ve diqîriya:

- Wa tên, wa tên!

Sînga xwe dabû ber kulman , hetanî ko jê dihat lingên xwe li erdê dixistin, radiperiya, kef bi deva diket û digot:

- Tisonekino dê bera we din, dê bera we din!

Tû hemî rexan dikir, destên xwe mîna ko dê bifire dirêj dikirin, û bi harbûn di xeleka teng de li dora xwe dizîvirî, hin dikeniyan, hinan jî bi peyvên ne zelal kurtepist dikirin.

- Dîno bêdeng bibe, kuro dê te bikujin lao!, yekî got:

Lê (Newafo)lerizî, li ber pêlên ingirandinê hejiya û bi sergêjahî digot:

- Kî dê min bikuje, kî dê min bikuje?

Roj ber bi nîvro de diçû, hêdî hêdî dilopên baranê dest pê dikirin, xelkê xwe ji boyî çûnê amade dikirin, herweha xelkê gundan jî bi hêminî di vegera xwe de diramiyan.

- Newafo, birev kuro waye Polîs hatin.

Me hemiyan bi hev re serê xwe bilind kir û me li alî kolana Belediyê temaþe kir. Hêdî hêdî turimbêla reþ ber bi me ve dihat. Yeko yeko me xwe ji xelekê vedizî û me xwe li her sê çar rexan belav kir, li koþeyan, li ber dergehên firoþgehan em bi cî bûn.

- Ez birevim!? Ez birevim!?

Bi tenha serê xwe, wek dareke rût, di kolanê de li ba dibû, kef li dora lêvên wî kom dibû. pitepita wî ranediwestiya, digot:

- Wa tên, wa tên, Xemir. . Xemir!!!!

Turimbêl rawestiya û du polîs jê peya bûn. Yekî ji wan bi NEWAFO girt, bi hêz wî dehfda, ket erdê. Yê din werîsekî dirêj anî, lingên NEWAFO girêdan, û werîs avêtin dawiya Turimbêlê.

Turimbêlê jî berê xwe da rexê qereqola belediyê.

Kî dê dengê Newafo ji bîr bike; dengê tûj, jihevketî, dengê birîndar, kî dê terpirepa wî ya li ser erda wê kolanê bi dû turimbêla ko bi bêagahî ew dikiþkiþand, ji bîr bike!?

Kî dê wê matmayîna req a ko bi ser rûyê xelkê de dabûbû; xelkên ko li koþeyan rawestiyabûn û bi bêdengî çavdêriya bûyerê dikirin, ji bîr bike? !!.


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST