Lawaziya dengvedanê
Tengerêyên wêneyê
Min ber bi te ve radikiþînin..
Þaneyên tarî li pey min in
Di çolistana aram û tar û mar de
Aso li nik te dihêwire..
Damarên min stiranine bî ne
Xwîna min sekirat e
Derz neman e
Neman jî biþaftina ji bo te ye..
Gorepanên demê bi miþextiyê dagîrbûn e
Bênderên aso bi bêrîkirinê nixumîn
Meþextiyê hawara ji bo te herifand..
Xewn temenek bû di odeyek jibîrkirî de
jibîrbû
Temen leylanek bû..
Bi rengê avjîna katjimêra ji bo te xemilî
Birîn deqek bû
Deq mîna çavkaniyekê herikî
çavkanî mîna jenê herikî
Bi xeniqandina ji bo te lerizî..
Maçê biþkojek himbêz kir
Biþkojê bi tîpine çelmisî ziman gerand
Biþkoj berya ko biweþe sirûdên ji bo te
neqiþandî, bû..
Berya ko tu derbasî bazbendê bibî
Tu nimêj bûyî
û wexta tu derbas bûyî
Nimêj ji bo te nalîneke bêdeng bû..
çurîskek winda bû
çav winda bûn
Gulgenimên seqemê bendewariya stêrkan kirin
û bendewarî jî bêrîkirin e ji bo te..
Di navbera peyvê û wêneyê de
neynikek rewrewkî ye
Peyv qurmiçî
Wêneyê xwe kuþt
û ne-seretayîyê
kutayîyê ber bi te ve radikiþîne.