Hevpeyvîn bi Selîm Berekat re
Pirs- Di herdû pirtûkên xwe de(Sîsirkê hesinî û ka bilind bide min)tu li ser zaroktiya xwe di cîhana bakur de dipeyivî, cihêwaziya vê zaroktiyê çi ye da ko wisa di du pirtûkan û di hemî berhemên te de bê bi cî kirin, ez dixwazim
tiþtine dîtir li ser jiyana te ya li wê herêmê , li ser meriv û dostan , li ser malbatê, ji te bibihîzim?
Bersiv- Yekcar tiþtekî taybetmend di zaroktiya min de nîn e. Zaroktiyeke têkçûyî bû wek hemî zaroktiyên dîtir li vê rojhilatê. Mist qedexeyî, bi sawa mezinê ko bi darên xwe diçûn û dihatin dagirtî bû.
Bi wê karîna malbatek sade ko gerdûn bi pîvanek ji gewdeyê NEWTIN mezintir þirove dikir, dagirtî bû. Mebesta min gewdeyê Gamêþ e : Gerdûn li ser qiloçên
Gamêþ rawestyayî ye. Li hawirdora te hemî cih bi giyanan dagirtî ne. Cinên çak, pîrevok û firiþteyên xwedan defterên mezin ên hesab.
Hemî aliyên zaroktiya te dorpêçkiriye, gerek tu li kirinên xwe mikur bê, tu talanbûyî yî , hêviya ko tu razîbûnê qezenc bikî nîn e, hêviya ko tu sezayê sivik bikî nîn e, di temenê xwe de tu xelatekê wernagirî, seza bi dû sezayê de, hînkirineke bêhempa da ko tu yekî dî bî, wisa ji malbatê ta dibistanê ta dewletê, pist re di Meslexa yê dî de mirin çavlirêmana te dike.
Zaroktiyek wek hemî zaroktiyê tu tiþtê ko wê cihêwaz bike nîn e.
Tirsa normal her û her ew bi we ye, hînbûna dek û dolaban , fen û fûtan pêwist e da ko tu ji sezaya ko dê bibe xelata gunehkariya te ya ebedî , rizgar bibî , gunehkariya ko çima tu zarok ji dayika xwe bûyî.
Her tiþt te dehfdidî da ko tu mezin bî, gerek tu ji malzarokê bi mezinahî amade bibî, gerek tu belgenameyek ji belgenameyên xeybê bî li ser(çêkirina)bûnewerê razîbûyî û qayil û kêfxweþ, mebesta min ê ne melû û ne þirovexwaz .
Pirtûkên ko min li ser zaroktî û ciwaniya xwe nivîsandine lîskek e, lîskek ji derveyî, pêþbirka ko di navbera hiþyarî û pêwistiya hetmî de li ser hatiye lihevkirin bo zaroktiyê li rojhilat, ko ew bi xwe dengvedana nezaniya mezinan e. , metirsiya wan e, hêviya wan e jî ko bi alîkariya zarok tiþtekî qezenc bikin, tiþtekî ko wan bi xwe nikarîbûn qezenc bikira çinkî ew bi xwe têkçûyî ji dayik bûbûn, MIN li ser vê têkçûna ko xwe dirêjî mezinan kiriye, bi awayê wênekirina têkçûnê wek wêneyek qederiyane ji wêneyên zaroktiyê, min nivîsandiye, min daye wênekirin ko têkçûn zaroktî bi xwe ye.
Renge jiyana xelkê û qederên wan hinekî bi rewanbêjiya lêbûrînker hatibin nivîsandin. renge di rastiya xwe de rûdan ne wilo bin lê, nivîsandin tirsa ji sedîsedkirina tiþtan e, madam min li ser çarenûsan di Bakur de nivîsandiye, ez venaþêrim ko carina min ew bi hinek bitrî re guherandine. Ev ne lêmikurhatine lê destnîþankirine ko çawan nivîsandin dikare diziyê ji perawêza deqekî giranbuhatir, xwînamêz, pêkenînker, ko jiyanê qayil nabe, bike. Zaroktiya ko gerek bihata vegotin tu carî dê neyê vegotin çinkî renge bighêje pileya derewan û kufrê: Ew zaroktî tiþtekî din bû, ji ezela xwe ta ebeda xwe birîndarkirî bû, veçiryayî bû, êþdar bû, derzdar bû, sewatperest bû, westankar bû, li cem hemî gelên dîtir di hemî pileyên temenan de di çesnê wê zaroktiyê de nîn e
îro, dema ko ez li dorhêla xwe li "zaroktiya" van bûnewerên "piçûk", li gelek rexên cîhanê, temaþe dikim, ez nabêjim ko çêtir e yan jî nizimtir e lê bêguman ez dê nikaribim bidim dannaskirin, û dema ko bi awirên çavê xwe yên tarîbûyî li zarokê xwe yê bi tenê temaþe dikim bêpariyeke dijwar ji zaroktiyê min ji wî dû dixîne XWEDAYO" ji xwe re dibêjim, û berdewam dikim "Ez dê ji ko dest pê bikim, da ko ez zarokatiya te binasim".
Mezinan, çinkî tirsa ji sezaya axretê kûrahiya hinavên wan dagîrkiribû, dixwestin ko, ta pileya dawîn ko em "zîrek û þareza bin" ko em di hundirê çarçewa êþê de hozan û hosta bin, ji xwe eger ez li ser "herêmên" êþê di serpêhatiya zaroktî û ciwaniya xwe de bipeyivim dê tîp bihejin, bireilin, , dê yê xwendevan guman bike ko ez ne li ser hiþê xwe dipeyivim, ko ez serpêhatiya xwe dikim pêþengeha hetikandinê.
Belkî rojekê ji rojan ez wê binivîsînim bi mebesta ko ez tola xwe ji jiyanê bi bistînim, eger hat û bû dê lêgerînek dijwar be, lêgerîna li peyvê "dirindane" yên di paþ êþê de, ko li wir, qet, zaroktî nayê rêzkirin.
Ma gelo ez xwe didim vî alî û wî alî?
Bipiranî me tu zaroktî nediye.
Pirs- Gelek karan di wêjeya te de li ser doza nasnameya Kurdî hatiye peyivîn. Tu çawan li peywendiya xwe bi vê nasnameyê re temaþe dikî, hin dibêjin ko wêjeya te pir egoyist e, bi daxwazek kilasîkî ji bo bigewdekirina vê nasnameyê, ango Necîb Mehfûzekî kurdî di romanê de?
Bersiv- Ez bawerim ko "nasname" ev peyva pir ne zelal, , li cem hineka pên, ko çiqasî pê hatibe lîstin jî, angoya pêvajoyeke nijadî werdigire, herwisa angoya newkheviyeke mumkin û sînorê ji "ê din" cihêxwazî ji bo xweçesipandinê di çarçewa "yekîtiya hevbeþ" û "giþtî" de, werdigire. Di vê de afsanek pir mezin peyda dibe.
Di kîjan "yekîtiya mirovî" de be ko çiqasî sîmayên wê yên çandeyî û olî û nijadî dîmenên "tenhatiyê" wergirin, dê wekheviyeke giþtî tê de peyda nebe. , bêguman dê nakokî eþkere bibe, di revakirinê de, di mulkiyetê de, di desthilata þexsî de û di parastina fermanê de. Min xwestiye ko ez xwe bavêjim dîwarê li paþ nasnameyê da ko ez çarenûsê derbibirim, çinkî li wir pêvajoya xweçesipandina min peyda dibe wek qederekê di nava qederan de ko nasnameya min li wir e.
Ma gelo ez Kurd im? ? . Erê, dêmek de bila bi azadî, bi hêsaniyek dijwar, ez bikaribim bibêjim ko ez Kurd im, ko navê bavê min navekî Kurdî ye, ko em bi Kurdî bi hev re, bi mirîþkên xwe re, bi berxên xwe re, bi çêlekên xwe re, bi mêþênhunguv re, bi bexçeyên xwe re, dipeyivin, tenê wilo. Cih wek jeografiya di seqema xwe de, di gemkirina xwe de, di talankirina xwe de, di zordariya xwe de û di kuþtina xewnê de ji bo me û ji bo "xeyrî" me wekhev e. Lê wexta ko ji bo me duqat bibe, bibe newekheviyeke komedî wek komediya res, wê gavê em ber bi xwe de vedikiþin, ber bi kozika xwe de ya pir "tenhatîxwaz".
Di dibistana navîn de, carekê tiþtek bi min re çêbû hetanî îro jî ez ji ber vedijiniqim. Dersa me li ser tevgerên cihêxwaz, ji wan tevgeran jî tevgera Kurd , bû. Ez nizanim çawan zimanê min þemitî û min tiþtek li ser kurdbûna xwe got, þagirtê ko wek leþkeran amade kiribûn , di cih de karbidestên dibistanê agahdar kirin, kî bawer dike ko di destpêka ciwaniya me de hin þagirt tenê ji bo gelaciyê amade kiribin. Birêvebirên dibistanê civînek wek "encûmana cengek rastîn"
lidarxistin. Piþtî danûstendineke dijwar ko hestiyên min ji ber dilerizî, mamostayekî komunist wan bi berdana min ji dibistanê has kir, çinkî wana ne tenê dixwestin ko bera min bidin lê ligel wê jî dixwestin ko min radestî "parastina leþkerî "bikî
Ez bi xwe di derdekî netewî de hîç neramiyabûm, mala me ji regezperestiyê xal_8 bû, bavê min mirovekî oldar bû l di yek pêvajoyê de li hemî gerdûn temaþe dikir, Hava piþtî bîst salan ji mana xwe li teniþt doza Ereban a yekemîn ez ji xwe dipirsim çawan dikarîbûn zarokine piçûk þazde salî ji bo gelaciya Kurdan bikarbînin.
Wek ko av av e? Hiþê min li wir ma, di navçeya xwe yî Kurdî de dijî. Lê bi nisbetî nasnameya min wisa ye: Bi kurtî ez naxwazim ko ez tiþtekî din bim! ! ! !
Carekê nivîskarekî Ereb î pir binavûdeng ko sanoyan û senaryo û helbestên mist nakokiyên komedî dinivîsîne, ez bi regezperestiyê û bi dijminatiya Ereban gunehbar kirim!!!! û belge?
Ez li ser Kurdan dinivîsim. Hawar hey hawar (ew bi xwe partiyek ne ereb diparêse) lê S. Berekat Ereban bi kîsek pîvaz difiroþe. Wî bi xwe jî piþtî serê hizêranê di þanoyeke xwe yî rexnekariyane de û di germa rexneya zatî de hemî dîroka Erebî, nizanim bê bi çi firot !
Min bi wî awayî li ser ereban nenivîsandiye. Ev serê 17 e salan e ko ez doza erebî ne ya kurdî di nivîsa xwe yî heftane de, wek rojnamevan, li ser milên xwe dikim. Lê eger ez qehremanên romanên xwe ji navçeyek din bînim, tiþtekî seyr e ne? Kurd bi vê Jeografyayê bi hiþ û bîra vê Jeografyayê sêrêzkirê ne. . .
Ji bo beþê diwemîn ji pirsa te/Min hewl nedaye ko ez realîta kurdî wek dîmen wergirim, mîna Necîb MEHFUZ ko (dîmena misrî) bikartîne. Na Tu carî min wilo nekiriye û nakim. Min tiþtekî din kiriye: Min hewldaye ko ez kûrahiya xelkê Kurd zeft bikim, , wek hebûn zeft bikim, ne wek çîrokan li ser bûyerên kolanên wan û hundirê xaniyên wan, min xwestiye ko kurd di çepera herî dijwar ya nivîsandinê de bin ko çarenûs li wir nabin dîmen, lê di tîrbûna nexuyayî ya jiyanê de dibin gurmîn. .