John Donne serê xwe daniye,
li dorhêla wî hemî tiþtan serên xwe danîne,
dîwaran, erdê, çerçefan, wêneyan,
masê, berran, xilqên dergehan, çengelê cilan,
nemliyê, mûman û perdeyan
tev mirin, þûþe, perdax, zerik, nan, kêra nên,
qir û qafên ferfûrî, kirîstal, lalî.
çira razanê, çekþo, cam, katjimêr
pileyên mêrdewanê, hemû dergeh...Þev li her cihî ye,
Li her cihî þev e, li koþeyan, di çavan de, di
cilûbergan de,
di nav belgan de, li ser maseya nivîsandinê, di peyivîna
rewanbêj de,
di pêjeyên peyivînê de, di êzingan de,
di maþika komirê de, di komira sopeya vemirtî de, di
hemî tiþtan de
Di paltoyan de, di pêlavan de, di goreyan de, di sîberan
de,
li paþ neynikan, di nav livînan de, li paþ rûniþtekan,
û careke dî di zerikan de, di xaçan de, di çerçefan
de.
di bermalkên li ber dergeh de,di tiragan de, hemî tiþt
mirin.
Hemî tiþt mirin, pencere, berfa li ser pencerê,
Banên hevmil bi niþîvên sipî, gupîtkên wan mîna
çerçefa xwarinê ne,
Hemî xelkên taxê mirin, çarçewên þikestî yên
pencereyan mirîne.
Pirên kevanî, dîwar, pencere,hemû mirin.
Kolan, rehên dolabên textînî, þîþên hesinî, û
guldank,
ne ronahiyek diçuruse, ne jî zîqezîqa dolaban, sûr,
neqiþ, zencîr, sing,
Dergeh mirine, gustîlk, dest
xilq, zeqate, kilît û destik,
ne kurtepist û ne xuþexuþ û ne jî teqiteq tên
bihîstin,
ji bilî qirçeqirça qeþê tu tiþt nîn e, giþ
mirz0238ne û berbang dûr e
Girtîxaneyan, kelehan serê xwe danîn...herwisa
hemî alavên firoþgeha masiyan jî serê xwe danîn
Termên berazan serê xwe danîn, xaniyan, piþta xaniyan
û
segên bejî serên xwe danîn.
di veþartgehan de pisîkan bi guhine hestdar
serên xwe danîn.
Miþk mirin,xelk, London jî.
Li bendergehê kelekeke bayî serê xwe daniye, ,av û
berfa ko di zikê xwe de dinale ber bi dûr ve radikiþe
li tevlî esmanê mirî dibe.
John Donne mir, derya jî pê re mir,
Perava kedanî serê xwe danî, li ber keviya deryayê
hemî doravan bi mirinê himbêzkirî serê xwe danîn.
û her bexçeyek bi sê xilqan dihat asêkirin,
DERDARê ÞERBînê,narewanê, kajê serên xwe danîn,
niþîvên çiya, rûbarên li ser niþîvan,
tengerên çiya serên xwe danîn,
herweha roviyan, guran û hirçan li ser nivînan serên
xwe danîn,
lê wê gavê ziryana berfê devê
kunan digirt
Balende mirin, fîxan û çîveçîv rawestiyan,
Qixeqixa qiralkan nema tê bihîstin, û kenê kund jî,
asoya Ingilîzî bêdeng e, stêrkek çirusî, lê
miþk çû kiniþtê da ko xwe ji gunehên xwe biþo.
Hemî tiþtan serê xwe danîn, di gorên xwe de hemî
miriyan serê xwe danîn; bi hêminî.
û li ser textan zindiyan di derya gumlekên xwe de serî
danîn,
yeka keka, di xewê de binavbûyî
bi tirs serê xwe danîn.
Hemî tiþt mirin, çem, çiya, daristan,
dirinde, balinde, cîhana bêcan û zindî,
Ji bilî berfa ko ji nav pencên þevê dibare nîn e;
berfa ko dê li ser seriyan serê xwe deyne.
Firiþteyan, pakpeyayan serên xwe danîn û
ev cîhana miþt metirsî di nav destê þerma pîrozmend
de hiþtin.
Dojeh û behiþta ronak jî serên xwe danîn,
Di wek vê kêlîkê de tu kes nîn e ko anuha li mala xwe
serê xwe danayine.
Yezdan jî serê xwe danî, anuha zemîn biyan e
çav nabînin, guh nabihîzin,
Þeytan jî serê xwe danî û ligel wî zikreþiyê
serê xwe danî ser berfa bexçeyên Ingiltirayê.
Swaran serên xwe danîn, firiþteyê û qeyameta xwe jî,
hespan serên xwe danîn di xewê de dibezin,
û hetanî refên periyan ên ko hevdû himbêzkirine,
li jêr quba kiniþta Bolis serên xwe danîn.
John Donne serê xwe danî, çameyan, wêneyan,
beþavendan jî ligel, çi xurt û çi lawaz wida bûn.
.Lêbelê çêr û sixêf, bêrîkirin, gunehkarî
,hemiyan,
di hundurê tîpên bêjeyên xwe de serî danîn.
Her çameyek ji bo ya dî wek xuþkekê bû,
Di gel ko di navbera xwe de kurtepistê dikin jî,
lê her yek piçekî diheje, ji dergehên esman dûr in,
hejar in,
tîr in, zelal in, bi hevgirtinê dagitîne.
bi kûrbûn xêz serên xwe datînin, û (yambo)jî bi
xurtî dinepixe,
û (tirakîyan) serên xwe li ser herdû aliyan wek
pasvanan þipya danîn,
û di wan de xewnên jibîrkirinê serên xwe danîn.
û li paþ wan tiþtekî dîtir bi kûrbûn serêê xwe
danî...payedarî ye.
Hemî derdan û renckêþanan serên xwe danîn,
çêran serê xwe danî, çakî û ziyanê hevdû
himbêzkirin
Pêximberan serên xwe danîn,
û sûlava berfê li pangavek reþ î piçûk
di firehiya cih de digere.
Hemiyan serî danîn, û
xirecira pirtûkan jî serî danî,
rûbarên ji gotinê yên ko bi berfa jibîrkirinê hatine
nixumandin
serên xwe danîn,
hemî zimanan û hemî rastiyên ko
di xwe de dihêwirînin serî danîn,
zencîrên ko wan bi hevdû ve girêdidin serî danîn û
hêdî hêdî xelekên wan sist dibin.
hemiyan di pêþbirka kûr de;çakpeyayan û þeytan û
yezdan
serên xwe danîn.
Hemî zebeniyên dojehê, Hewariyan,
zarokên wan, ji bilî berfa ko bi ser
tariya kolanê de dibare tu pêjin ji vî gerdûnê
berfireh nayê
bihîstin.
û çi jî...!ma deng tê te..
li wir, di taristana sar de mirovek digirî, bi tirs
kurtepistê dike
li wir kesek heye li ber dilovaniya perçebûna xwe maye,
digirî... li wir di taristanê de yek heye.
Dengekî zirav, zirav wek derziyê
bê ta, bi tenha xwe di bin berfê de maye, li hercihî
seqem e.
wek deziyê ye, derziya ko þiya ji serê þevê ta
berbangê bidirû...û
di çeþnê vê bilindahiyê de..!
"Ew kî ye li wir kûrekûrê dike?
Ev tu yî ey periya min, tu li hêviya vegerê yî, di bin
berfê de,
wek havîna ko çavlirêmana vegera evîna min dike?
Ma di tariya þevê de tu yê biçî malê?..bersiv nîn
e..
"Ma gelo ev hûn in ey firiþteyên min?Vê
stiranbêjiya komeleyî
ya xemgîn komika jinên dîlokbêj anî bîra min,
Hûn ey mirîno ma we biryar daye
ko hûn êdî ji niþkêve dê ji kiniþta min derkevin, ma
ew hûn in?Ma ew
hûn in?...Bêdengî .
"Polis ma ev tû yî?Diyare ko ji ber peyivîna
serhiþk dengê te qalid bûye,
ma ewê ko serê xwe yî sipî di taristana zîz de, li wir
, bi giryan
xistiye ber xwe de tu yî ?"..Ji bilî dengvedana
bêdengiyê tu tiþt nîn e.
"Ma gelo ev e destê ko dîdarî veþartiye..Destê
mîna çiraxekê ko li wir
hemî cihan ronî dike?Ev tu yî ey berêz?Renge ramanên
min dirindane bin
lê kûrekûra giryanê bilindtir dibe"
bêdengî...aramî.
."Ma ev tu yî yê ko li Bûqê xistiye ey
Cibrîl...Ma gelo yê ko li wir bi bilindahî bireyê dê kî be?
Ma gelo min bi tenê çavên xwe vekirine di wê wexta ko
xweþmêran hespên xwe amade dikirin.
Di bin lepa taristana hêzdar de ,tevan, bi kûrbûn serên
xwe danîne,
û gerok nêzîkahiyê li xirecira þevê dikin, ev tu yî
ey Cibrîl,wisa ligel Bûqa xwe bi tenha serê xwe di vê tarîtiyê de di çelê
zivistanê de ,digirî".
"Na..ev ez im,John Donne, ez giyanê te me, li
bilindahiya esmanan þîniyekê li dar dixînim çinkî min bi dahênana xwe raman û
hestên giran wek merbendê, afirandine.
û tu, bi vî barê giran tu þiyayî di nav renckêþan û
gunehan de bifirî..
Na herê tu bi jortir de firiyayî
tu balendeyek bûyî lewra te gelê xwe didît,
li ser hemî waran û li ser hemî banan xwe li ba dikir.
te hemî derya dîtin, hemî dûrewar,
te ziq li dojeha hinavên xwe temaþe dikir, te dojeh di
þiyariyê de dîtibû
wek ko çawan te bi zelalî behiþt dîtiye, wek ko èawan
di zortirîn çarçewên þîniyê de,
Te hebûn wek dorava xwe didît, te li vê oqyanosa
bêmînak temaþe dikir,
her çar rex bi taristanê nixumandîne...tarî û giryan e
te bera dû Yezdan bi xwe dabû û tu bi þûn de
vegeryayî.
Lê ev barê giran astengan ji bo xwe libakirina te durut
dikin,
ko ev cîhan sed burc û rûbarên wek werîsan e, ko mirov
li jêr temaþ bike
hetanî roja qiyametê jî ne ewqasî bi metirsî
dixyye...!
û ji welatê ko seqa lê nayê guhertin
her tiþt wek xewneke pûç dixuye ji wir Xwedan wek
çirîskek ronahiya ko ji pencereya mala dawîn a ko di mija þevê de xeniqiye, tê,
dixuye.
li wir bexçe raxistîne ko yekcar halet nehingivîne
wan...
ne hema ji çend salan ve lê ji sedsalan ve, li wir ji
bilî daristanan nîn in ko mîna sûrên xwaromaro rawestyayîne,
û li ser gîhayên bilind ji bilî baranê semageriyê
nake.
û li wir, hespê zirav ê êzingvan , sergerdan e,di nav
teraþên de dibeze,ji niþkê ve yê êzingvan, piþtî ko hildiperike dara kajê agir di
rûbar de dibîne, li wir li dûr.
her tiþt...Her tiþt dûr e, li vir jî navçe nenas in
û awira rewan hildiperike banên dûr,
livir ronahiyeke dijwar heye,
li vir mirov reyandina segan nabihîse,
na û ne jî zingîna zengilan dibihîse.
Lê wê bizanibe ko her tiþt dûr e
û bilez dê hespê xwe ber bi daristanê ve bilezîne
û li vir
û li vir, reþme, Erebana qeþê, þev, ew bi xwe jî,
û hespê hejar dê bibin xewnek ji xewnên Incîlê.
û wisa va ez digirîm, digirîm...
rêçek nîn e, qedera min e ko ez li keviran vegerim,
çinkî vegera wek balendeyekî li minqedexekirine, qedera
min e ko ez tenê mirî vegerim wir.
Erê...Erê , bitenha, piþtî jibîrkirina te
ey cîhana min a li ser erdê, a hêwî û jibîrbûyî, da
ko jibermayên arezûyan bi êþdarî avjeniyê di te de bikin, da ko di wexta avjeniyê
de bi xatirxwestinê re dilovan be.
Guhdar be...Wexta ko min bi giriyê xwe aramiya te
tevlîhev dikir
berfeke zelal di taristana zîz de dibariya kûrekûr
ber bi dilovaniya jihevcihêbûna min û te ve radida
lê derzî bi bizaveke jîr bi pêþ de û bi paþ de
difire.
Ne ez... lê tu yî ey John Donne, tu kûrekûrê dikî, tu
yî bi tenha xwe serî datînî, û lalî jî di nemliyê de serên xwe datînin,
madam berf bi ser xaniyê mirî de dibare,
madam berf ji wir bi ser taristanê de dibare.
Wek balendeyê ko di hêlîna xwe de dihêwire,
ko xwedî rêçên zelal e, þ xewnên jiyanek birûmet e,
ko hetaheta
bi stêrkên li paþ ewran veþartî bawer e,
wek balendeyekî, giyanekî pak,
digel ko rêçên zemînî miþ gunehkarî ne jî
ji hêlînên qijalkan ên li ser xaniyên reþêlkeyên
xwelîrengî yên vikîvala sadetir e.
Ewê di çeþnê balende de, sibehan þiyar dibe,
anuha di bin cawê sipî de serî datîne,
madam berf û xewn qonaxa di navbera giyan û laþê wî
yê mirî de dirêsin.
Hemî tiþtan serî danîn, lê belê du-sê
helbest bendewariya bidawîanînê dikin;
bi tinazî, bi devên xwe yên bêdiran,
evîna laþî wek erka dengbêjê ye
lê evîna giyanî wek sifra keþe ye.
Kevirê êþ yê bi dîwarên ji avê
di her carê de dê heman tovan bihêre
eger hinekan hevpariya jiyanê bi me re kir..Dê kî
hevpariya mirinê bi me re bike?
çarî biqul e, yê ko bixwaze wê ber bi
hemî dawiyan de radikiþîne,
diçe, carake dî dizîvire,careke dî radikiþîne.
ji bilî quba esman nîn e ko carina di
taristana zîz de ristina derziyê distîne.
De serê xwe deyne..De serê xwe deyne ey John Donne..serê
xwe deyn û
ji xwe bawer neke,
palto biqul e...biqul e, li wir
li ser çengel daliqandî ye
lê temaþe bik...! û di nav ewran re li stêrka xwe
ya ko di wan hemî salan de pasvaniya cîhana te dikir
biger.
_________________________________________________________________________
-Brokiskî-Di sala 1940 î de li Lînîngirad ji dayik
bûye. sala 1972 an ji kevnesovyêtê hatibû bidûrxistin.. Anuha li Emerîkayê dijî.
Sala 1987 an xelata Nobel a edebiyatê wergirtiye.Bi zimanê rûsî û ingilîzî
dinivîsîne, û gelek pirtûkên wî bi wan herdû zimanan hatine weþandin û
wergerandin.
- John Donne (1572-1631) helbestvanekî inglîzî pir bi
nav û deng e, gelek helbestên dirêj wek "rêça giyan " û "
þirovekirina cîhanê " nivîsandine. Damezirênerê dibistana mîtafîzîkî di
helbesta ingikîzî de ye.
- Yambo û Terakî du ritmên helbestî ne.