Çîrok

Dengbêj
Mihemed Efîf Huseynî

 Apê min dimire û ji mirinê radibe...Bêyî wî ode bîntengtir e ,di sîber û bêdengiyê de dixeniqe ,bêriya wî û çavlirêmana vegera wî dike . ew jî dilê wê nahêle..
Odeyeke di dudilî û di raperîna Apê min de dijî, zerikên sifirî neqisandî, refên kin ên pirtûkên bêdeng, kulekên ko pencere ne, ko tarîbûna hundir ser bi keviyê de dirijînin û ber bi coka çiminto yî zirav a ava Apê min û nêrbûna wî yî ko pêdiviyî pesindanê ye ,diherike. Perdeyên keskîn û Qunsilê Mehabad , xebata rojane ya li ser destnivîsê, hewldana jidil ko bi dengê dengbêjekî kevnar bistirê.. Dengbêjekî kor e di gulistanên tarî yên çavê xwe de windayî ye çawa dikare ewqasî bistirê, ma ne kor e?
Defek bi zencîrên zîvînî daliqandiye, meyeke kevnar ji bîranînên apan û lawên wan ko her êvar li dora wan dibûn xelek, tevnek ji tîpan, li xwe mikur dihatin î li ser pîrekên ji gundên dûr dipeyivîn, hine ji bakur hatiye sandin û tama tûtina nû gihaþtî, û rûniþtekek piçûk ji xêzeranê ji bo pirtûka ebedî ya Apê min a li ser balendeyan.. Hersê balendeyan:
Tawis.. þahê me ye, serdarê periyan û Mîrê behiþtê ye.
- Kew ..Ji netebatê ji dayik bûye ,Kew ber bi hemî rexan ve dehfdayî ye .
- Birîndar.. Þêxê miriyan, û berpirsê xewnan û rengê res ê ko aso dinuxumîne.
- De ka hela ji vê tûtinê jî bipêç lo!
Sado qutiya xwe ji Apê min re davêje, na navêje lê dihêle ko bi aramî bisemite û li ser keviya kulavê qalind raweste.
Evar li ser êvarê kom dibe, gumanek leþkeran hiþyar dike, pencereyek bo ser bakur de vekirîye..
- Pêjna lingan tê Cegerxwin!
Di çend kêlîkan de destnivîs têt veþartin ..çiya her tiþtî dibînin, gav bi dû gavê de, û bayek di banga Apê min de dixeniqe, berya ko vegere, careke dî qiyameta wî ye, BESNE û balendeyên wî dizanin, û gîhayê bi fof ên li ser qiraxên AMUDE, kulîlkên havînê jî dizanin, û kuþtî û þehîdên Sînemê jî, û peykelê wan ê li bexçeyê kavilbûyî, bexçeyê ko bi matmayîna êþa xwe rapêçayîye. Hespên dûr bi dijwarî dihîrin, piþta xwe ji tevzînokekê re diçemînin.. Bûnewerekî ji nehneh û bobelatê, tev dizanin ko dê ji mirina xwe careke dî rabe, piçekî ji erdê bilind dibe ,bi miriyên ko beriya wî ji serdemên dûr ve mirine dipeyive,, vê carê gazin ji Mîrê pêþîn dikir, Mîrê ko beriya 154 salan miribû, çima serkêþiya leþkeran ji kur amê xwe re hiþtibû, kur amê ko ew û zilamên wî xapandin, ko çiyan xapand, ko çek û barûd ji dijminan re hiþtin, pist re kilîta kelehê ji radestî wan kir, kilîta ko kêferata dawîn ya bajarekî ji qiyametê,ji karbanan, jiqiyametê, ji û ji goristanên ko zivistanê di avê de dixeniqîn ,dixeniqîn, pertel û jibîrkirin serav dibûn li Cizîrê..
-Dê piþt katjimêrekê vegere.. Pêþî dê riya xwe bi CEGERXWÎN xîne.
Birîndar xwe çem dike ,cûre destê xwe li karûbarê xwe sivik dike, bi hêminî berde dihejin, xewa di germa havînê de ya li nik wî têt bîra min, û qiçîna tava ko bi xênî ve sêrêz bûye jî.
-Apo,, Apo ma gelo te destnivîs ligel xwe aniye?
Çarçewên zêrkirî, nezaniya textê dergeh, asîtanka xênî, Elboma wêneyan, sindoqên piçûk ên ji textê pîrozmend, cegerdariya demê di tarîbûna cûreyê de, Ji niþkê ve cûre ronî dibe, tiliyên pir ên mist tûtin diteqin, bi navê wî valahî pitepitê dike, û Besnê gelek tiþtan dizane, lê ligel kevza þîn di avgirê de veþartine, renge beqek piçûk xwe ji heriyê ber bi merdiya avê de çem dike.
-Ev qurmiçî ji kuderê hat?
- Evaya pîvana sazdar e, pîvana sifirê Amûdê ye. Besnê razên xwe bi ser bakur de dirijîne û bixêrhatinê dide zilaman.. Apan.. Mîr.. Cegerxwîn.
Ez Beqê ji destê xwe bernadim, çinkî kesk e, wek riha Apê min kesk e,.
-Min hevalek ji bo Birîndar aniye.
Balende li Apê min temaþe dike ,pist re berê xwe dide
Beqê.. wê dinikulîne, dengê pirtepirta baskan ji cûreyê têt bihîstin.. Dengekî tîr, xwe li binguhê bayekî germ dixîne, bayek ji mûzîka Þêx Seîd ê ko di wê kêlîkê de bi dengbêjê kor diramiya, ko çawan dê li ba Qunsil bi navê Kurdistanê amade bibe.
Ji niþkê ve mala me bi çewalan hat dagirtin.. Bi wan çewalên nûranî.. Qineb/di bîna xwe de merd e, bi kulîlka kindirê mijûl e.
Ez derbasî odeya mezin dibim linik çewalan tevliheviya xwe belav dikim
Qineb.. Qineb; qehwerngiyê vekirî, xêza sor.. Tevnekarê xemgîn, tevnekarê ko li ser tundiya werîsan poþman bûye..
-Apê SEIDO wêrana xwe ji min re bihêl!
Di hingora yekemîn de hespên ko bi tûtin û çekan barkirî ne vedimirin.. ji matmayinê ber bi çewalên qinebî de diherikin.
-Tu ala mezin ji bîr nekî?
Wê rojê, nîvro, sal 1946 bû, Qazî Mihemed derbas dibû.. ,kirasê xwe li ba dikir û netebatiya xwe bi ser zilaman de dirijand:
Generalê pêÞîn ,berdevkê komarê ,guftûgokar ,kunsul ,û ewê nediyar... ,du çav bi asoya xwînewî ve girêdayîne ,bi ser sirûdê ve û bi ser xwendina kulîlkên zer ve girtîne:
-Çima tenê yên zer?
-Çinkî Þîniya kurdan in.
Þêrînê!!Hey Þêrîna bax û bîstanan pêwiste tu xuÞka min a mirî ji bîr nekî ,pêwiste tu alê ji bîr nekî!
Sed sal di ser wê rojê re;di ser wê nîverojê re derbas bû ,lê hêjî bîna çewalan ji alê difûre;bîneke piçûk;rastîn ,rimak ,sîgirtî ,çavlirêmayî , ,lezok ,bi tenha ,hergav bitenha..Bîna cihê poÞmaniyê û ciwaniya Qazî Mihemed li ber sêdarê.
Iskandînaviya!!
Iskandînaviya!! .Berf ji hundir ve dibare ,baran; kelehên sifirînî bi bêzariyê direþîne ,li seranserî sala çûyî ez çavdêriya katjimêra mezin a li ser kelehê dikim ,salek ji çavdêrî û revakirinê ,cîgeh bi hestên xwe yên req...Kevirekî reþ ,mermera Italyayê ,kêlên goristanan , Þivên hesinî yên Tiramwaya Goteborgê ,bizava kevanî ya nerm a wê jina ko himehima kevokan dide hev...
Damyana!
Þêrîn!
-Kê ev keleha ko bi nimêj û nalînan nixumandiye avakiriye?
-Tevnekarê pêþîn ê çewalên qinebînî ye...Bi barûda tîr û bi kolanên Mehabadê miþt dibe ,û bi gumanan jî.
Wê nîverojê ,Qazî derbasî enbara çewalan bû ,li tevnekar temaþe kir , çavdêriya boyaxçiyê yekemîn kir ,xwe bi wan re westand ,ew danî ser masê; hinek jê bi rengên xuristiyane boyax kir.. Kesk- Zer- Sor.
-Kêfa min ji vî keskî re nayê.. Ev keskaya di rengê gelaciyan de ye!
Roja dîtir; dîsa nîveroj bû ,bîna gelaciyan ji ser banên Mehabadê difûriya ,Qazî Mihemed girtibûn ,leþker li hawirdora wî; ber bi kulîlkên kindirê ve diçû ,leþkerekî dikir kurtepist:
-Xwedayo! ji bo çi bîna qineban jê difûre?
Iskendînaviya!
Welatê burc û kelehan ,welatê tevnekarên bêzariyê ,Iskandînaviya hey bîna Þêrîn a mirî ,neqþên mizgeftê li jor in û bîna çewalên zer.. Ew bîna ko piþtî gelek salan ji nexweþiya sifirînî hiþyar kirim.
Hêlam bi werîsên xwe ve li jor e.. Þêrîn difire.. bilind...bilind ,
Li derve berf dibare.
Li vir...Li wir çewal dûbare dibin, lê vê carê bi cendekan miþt dibin; bi bîna dijwar a Qazî Mihemed.


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST