CIWAN
Ehmed Huseynî

Min digot:

Nebêjin, na nebêjin!

Vê resgirêdanê ji nû ve bi ser newqa qonaxê de nerêjin. .

Dil bi pizota oxirê, na hey zalim! de bila çûkên li ser kaja kenê te bi gurîna xatirxwestinê nepêjin. . .

Min digot:

Henasa sevbuhêrkan hogirî dûmana lêvên te dibû,

lavlava sermezariyê hildiperikî keviyên kovana te,

velerzîna bazbendan di siverêyên xewna te de diqurifî,

em li ber asîtanka bisaftina te berzûrî rûperî û dîlberan dibûn,

û di taristana berfreh û navdar a çavê te de, û di goristana brîndar a navê te de, di daristana lez-gavên te de, di aheng û saz û awaz û di çêregeha rondikên te yên derengmayî de

me bêdengiya xwe , me agir û pêtî û diltengiya xwe bi ser êvara dilê te diresandin û em diqîriyan:

Ji bo çi ey xweda?

Mane ji ber xwe ve dê ORGA gunehkar di dilkê dil de biteqiya!

Mane ji ber xwe ve dê di pirtûka rojan de û di kezeba gulan de mirina çav resan binimiya?!

Mane ji ber xwe ve dê dar bê bager,

dê sev bê huner,

dê pencere xemgîn,

dê sirûd resbîn û bê zingîn bimînin,

dê ciwanekî bi tenha , bengîn û seyda,

bi ser qesmeriya axa sar de bigiriya?!

Min digot:

De rabe hey zalim dev ji laqirdiya mirinê berde!

De rabe ! nebûna te ji boyî harmoniya talanê kul û derd e!

De rabe! da ko hezar stiran di seva Qamislokê de bi hev re ji dayik bibin!

De rabe da ko sûna helbestê di hisê tirsê de ,

di damarên pirsê de

bimîne

Da ko HELEBA kevnar rondikên te di gupîtka gizingê de hilîne. . .

De rabe da ko bîranînên te ji me re nebin sêdar!

De rabe daku tiliyên te xwe li gerdena xatirxwestinê nealînin,

nebin koremar!

De rabe goristan sar e, dengbêj civiyane, sibehe bê te nabe.

Bîna qehwê gerek bi ser bisirîna te de dabe,

Min digot,

nebêjin, na nebêjin:

Ma rast e ko anuha bi tenha xwe dimîne, bêyî me , bê ORG, bê tûtin, bê xewn û bê lîska bi zarokên Taxa Xerbî re!!?

Ma rast e em hew rûnistina wî, destsûstina wî, birastina wî, dibînin ?!

Em hew hêsrên germ, ji çavên wî, bi ser hinarkên sevê de diherikînin ?

Ma rast e ko ew tilî dê bê bizav,

ko lêvên xwesik dê bê xunav,

ko çavên bê xew dê bê sîtav,

ko ês û newa û kew dê bê sîrav bimînin?.

Ma rast e ey hawar! Ko em dê kulîlkan ji xweliya serê çiyan dawesînin

û li ber serê sazbendan , bi navê koçer û revendan biçînin!!?

Ma rast e ko derza dilê me dê li van dûrewaran bi mirina te jî biderize,

ko giyanê me dê di nav zixtên kêra kêla te de wek çûkekî birîndar bilerize!!?

 

Min digot:

Ji kuç û kolanên dudil re, ji paytextên bêzarî û ji misextiya gawir re,

ji barana destê sibê re,

ji roka ber êvarê re,

ji keskesora çavê miriyan re ,

ji stêrkên westyayî yên esmanê havîna werz û bîstanan re,

ji xirecira xwêdana sermest ya govendgerînan re,

ji serkês û dastana birînan re,

ji toza dilnerm a li ser zuha-biskojên nisrîn û gulçînan re

 bibêjin!

Na Ciwan na!

Destê xwe ji destê me nerevîn,

zêr tiliyên xwe ji gerdeniya ORGê berned!

Bi awirên xwe yên mehreban jena ko di dil de maye nesotîn!

Ji nû ve xwedanê sîniya giranbuha di tengerêyên xwîna sikestî de nelivîn!

Ronahiya me bi tenhatiya gorê ned!

De rabe teniko!

De rabe xwesiko!

De rabe jiyana ko ji ber axînan maye, bi birîna koçkirinê,

bi ser serê xewna me de neherifîn!

De rabe bi hestên narîn , bi gulbarîn, sirûda xatirxwestinê,

di hisê bêrîkirinê de biteqîn!

MIn digot:

Ma we tiliyên wî bi kesera me hine kirine?

Ma we gulava bîranînan,

"Narînê hey Narîn "

"Tolikvanê Meyro "

Bi ser canê wî de dakirine?

Ma we gulek berbero xistiye bin serê wî?

Ma we ber bi sîniya çiyê de vekiriye berê wî?

Ma tem û awran, nermebarana fedyokî,

li ser serê wî dilîlandin?.

Ma kevokên bejjî, û hechecîkên me jî, xwe biser darbestê de diçemandin?.

Ma we tembiya wî li kulîlkên buharê kiriye?.

Ma we lepên sevê jiber devê goristanê rakiriye?

Ma we hêsrên me xerîb û sêwiyan li tevlî hawarên xwe kirine?

Ma we jê re gotiye:

Ko mirina te Ciwano jibo me herroj mirine?

 

2.2.1995


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST