Selîm Berekat
Di hemî berhemên xwe de li ser rewþa gelê kurd radiweste, hewldide ko tirajîdya kurdan bi þêweyekî hunerî bigihîne wijdan û hestên xwendevanên ereb.
Di sala 1950 î de li gundê Mûsêsana ji dayik bûye ,piþtî kutakirina hersê qonaxên xwendina xwe li Qamiþloyê, dest pê dike û li xwendegehabilind li Þamê edebiyata erebî dixwîne. Di sala 1974 an de ji Sûriyê derbider dibe û li Lubnanê dihêwire. Ji sala 1982 an ve li Qubrusê bi cî bûye.
Selîm berekat sê pirtûk li ser zaroktî û ciwaniya xwe nivîsandine; yek ji wan hatiye wergerandin ser zimanê Firansî û Elmanî. Di warê helbesta serbest û nûjen de þeþ pirtûk û di warê romanê de pþnc pirtûk nivîsandine.
Ev hevpeyivîa wî di rojnameya (Elheyat) de berya nuha belav bûbû, û ji ber ko hevpeyivîn pir dirêj bû, me ev herdû pirsên ko bi nasnameya wî ve girêdayîne wergerandin kurdî.
Selîm Berekat dibêje:
Ez zimanê devikî dizanim, çinkî wek nivîsandin qedexe bû, herwisa qedexe bû - jî - ko em bibêjin em kurd in.
Dêmek êrîþ li ser nasnameyê bû ne ko li ser zimên bû, zimanê ko yek ji me dikare bi lallî wî bi karbîne
Taybetmendiyên nasnameyê(hewiyetê)dikarin rêça hebûna "surgunbûnê" û hebûna "surgungehê" destnîþan bikin. .
Vêca nivîsandina bi zimanê biyaniyan ango zimanê "yê dîtir" hestekî di cî de ji bo herifandina newekheviyê pêwist nake digel wê labîrênta piçûk a ko nakokî wê ji dayik dike, lê eger hewldana te ji bo derbirîna nasnameyê qedexe bibe, wê gavê "surgun" dest pê dike.
Ez Kurd im. Erê, dikarim giyanê xwe bi hezar zimanî derbibirim. Lê , wexta ko zimanek tenê ji wan zimanan hewl bide ko kurdayetiya min merbend bike, wê wextê surgun , çi li vir an çi li wir, di dojeha ko desthilatdarî ji xwe re dike "Qanûn " da ko nakokiyan ji holê rake, dest pê dike
Kurdayetiya min wek nasname bi zimanê Erebî dolmend dibe. Ji bo ko êþa min bikaribe mukurhatina xwe pêþkêþî cih bike; zimanê erebî gorepana "azadiya" min e.