Stranên kar û leystikan

Bilûrvan ji devê Nêrgiz û Hezarê girtine

Werhakê Werhakê

Keçikên piçûk bi gokê dileyizin, gokê diteptipênin û vê distrênin:

Werhakê Werhakê, kûlîlka du takê, berbejna xil û xakê.

Xilxilo bilbilo, hewarkir Mûsilo.

Mûsil derbo derbo, hemû çala werbû.

Çalê mîr belek in, avêtin zûrek in.

Zûrekê me bi qamûş e, siwara fîşe fîşe, navê birakê min Şawîş e.

Sawîşkî piçûk e, me jê re anî bûke.

Bûka Evdil begê, sêva ser kulekê.

Sêvê dihildimo, gulê behndikimo.

Gul gula hedad e, deriyê me li xwe bada.

Pezê birakê min e, nav mêrga mezin e.

Didoşim nadoşim,milê min naqurume.

Leglegê

Leglegê hacî begê.

Ne hacî ye ne bacî ye.

Kul bikeve her dû çiya.

Yek nemêhe ji (…)* ya.

* li vir navê neyarekî tê gotin.

Hêhayê

Ev stran bi dankutanê re tê gotin:

Hêhayê, hime û hayê.

Dan kutayê.

Heçî nayê bigre tayê.

Ta xirab be,jê nerabe.

Danê keyê?

Yê melê ye.

Mela ji kû tê?

Ji kavlê gû tê.

Gotinên qirdikê sersalê

-Serê salê binê salê, xwedê kurkî bidê kebaniya malê.

-Kebaniyê deszêrînê, destê xwe bavêje kulînê, behra qirdik jê hêlînê.

Bûka baranê

Dema ko baran neyê zarok bûka baranê çêdikin,li nav gund digerênin û dibêjin:

Bûka me baran divê.

Eerdê me geya divê

Sofiyê me zika divê.

Û me ji xwedê baran divê.

Gundî jî dirabin avê bi zarokan de dikin.

Rovî rovî

Rovî rovî rovî rindik.

Serê tiriya rovî bi kincik.

Rovî çûye mala xala.

Lêkirin barek hişke dare.

Bihijmêrin heke ne bîst û çar e.

Rabne rovî bi qute dara.

Yek dido

Yek dido

behwer sisê

çeqla fisê

Hemko dîno

şaşik şîno

kum hêlîno

çav beleqo

simêl boqo

Stêr 8/1987

Ji ber ko kovara Stêr bi nehînî derdiket min navê Bilûrvan bikartanî û navê Nêrgiz li Ebrîzet kir û Hezar li diya xwe kir


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST