Hunermendê hêja Yilmaz Guney mir
Di 9.9.1984 de hunemendê kurdî mezin Yilmaz Guney li paytexta Fransa Parîzê mir. Bi mirina wî gelê Kurd û dinya pêşverû û azadîxwaz şoreşvanekî bo azadiyê û dadiyê winda kirin. Sînema cihanî jî rêjîstêr û hunermendekî hostayê karê xwe winda kir.
Yilmaz Guney di nîsana sala 1937 de li gundê Yenîcê li dora Adenê ji dê û bavê xwe re Gulê û Hesen bû. Dê û bavê wî Kurd in, Zaza ne, gundiyê dora Mûşê ne li bakurê Kurdistanê.
Weke bêhtirên zarokên gelê xwe Yilmaz Guney hê bi zarokî kete ber kar de, da alîkariya dê û bavê xwe bike. Di ber xwendinê re karên çetin kirin, wek çandiniyê, barkirinê û bû berdestîkê goştfreşekî. Bi vî awayî xwendina navîn tewa kir. Sala 1958an destpêka karyêra wî, ya sînemayî ye. Pêşî di salonên sîneman de, yên pêpelûka sisiyan de li ser kamêra projektî kar dikir. Piştre bû berdestîkê rêjîstêr û berdestîkê sînarîst û hin bi hin jîna wî bi tevayî bi pîşeyê sînemayî ve hate girêdan. Bi hunermendiya xwe jî şûna xwe di jîna sînemayî de bêhtir dihişt û ew li Tirkiyê bi xwe bûbû aktorê sînemayî, yê pêşî.
Ji filmê pêşî ve Zaroyên vî welatî ta mirina xwe di nêzîkî sed filmî de leyist. Kes nebû êdî, ko wî nasneke. Mirov wêneyên wî li herderî didîtin, li malan, li sûkan û di kovar û rojnameyan de. Wek dibêjin ew bûbû stêrka sînemayî, ya pêşî.
Yilmaz pir jîr, vîn hasinî û armanc bilind bû. Di sala 1960 de xwendina bilind şaxê aboriya siyasî û şaxê dadevaniyê pev re tewa kir. Di wê salê de du kovar derxistin bi navên Duruk û Buran, lê ji ber sedemên dravî wan pir temen nekirin. Ji ber bizavên wî, yên siyasî jî ew sê mehan avêtine zîndanê. Di sala 1961 de wî dest bi nivîsandina çîrokên kin kir. Wêneyê jîna wî, ya roj bi roj stûna wan çîrokan bû. Jîna wî, ya bi şepirzayî, birçîtî û bi perçiqandin hatî stirihandin. ÇîrokênYilmaz tilha xwe didane ser birînên civakî, yên kul. Jiber vê yekê çîna karbidest nedixwest, ko ew çîrok ronahiyê bibînin. Dema wî çîroka Jibo kurê min nivîsand, karbidestan ew girtin û hijdeh mehan avêtine zîndanê. Ji hingî ve û ta minina wî girêdana jîna wî, ya trajîdî bi zîndanan re nehate birîn. Di zîndanê de çîroka Qirikên badayî nivîsand, ya li ser jîna cotarên dora Adenê bû.
Ji sala 1966 ve êdî wî bi temamî berê xwe da sînema siyasî. Cara pêşî di sala 1968 de filmê Seyd Xan dibin rêjiya wî de derket. Li pey wê filmê Şînkişandin jî çêkir. Bi saya vî filmî cara pêşî bû, ko navê sînema tirkî tevlî Festîvala Vênîsiya sala 1972 bûbû. Filmên Bûka Zemînê û Gurên birçî senzûrê qedexekirin û filmên Mirovê kirih sala 1969 û Hêvî sala 1970 qutebirîkir. Filmê Hêvî gehabû Fêstîvala sala 1971 ya Caennes ya sînemayî. Di çavê karbidestên tirk de ev gunehek bû û weke nîqekê kirine stuyê Yilmaz , ji ber ko wî ev film bi serê xwe şandibû wê festîvalê. Karbidestên tirk xwestin, ko wî bêxin zîndanê, lê ji ber protestoyên navnetewî, yên li dijî girtina wî nehişt, ko ev planê wan here serî.
Di sala 1971 de pênc film çêkirin. Piştre bi salekê, sala1972 bi mehna alîkariya dravî ji bo anarşîstan û ji bona propaganda komunizmê ew hate girtin. Şoreşger û welatperwer jî di ferhenga karbidestên tirk de anarşîst in. Heft sal û nîv zîndan danê, lê jiber protestoya hindur û deve cizayê anîne du sal û nîv sergonkirin. Di vê salê de jî sala 1972 xelata Orhan Kemal stand.
Di meha nîsanê de sala 1974 girtî ji zîndanên tirkî hatine berdan û Yilmaz jî ber vê berdanê ket. Wî filmê Kabûs çêkir û şeş çîrokên kin jî nivîsandin, ji wan çîrokan çîroka Nehedan. bû. Piştre çîroka xwe ya bi nav û deng Salpa belav kir. Di çardeh mehan de heft caran hate çapkirin û Yilmaz Guney ji bona Xelata Nobel, ya lîteratûrî hate pêşniyar kirin.
Çîraka Salpa (tewtewe, beredayî) çîroka xortekî ye. Ew xort nimûneyek ji hezarên nimûneyên wek wî ye. Ew xort li pey pariyê nên ji gund bardikine bajêr . Salpa li bajêr jîneke şepirze û tepeser derbasdike. Rastî nexweşiyên bajarvaniyê tê. Newala di nav gund û bajêr de ji wî û ji hezarên wek wî jiyana serbilind didize û davêje nav lingê sîstêma kedxwer û stemkar. Yilmaz bi mamostayiyeke bilind pesnê lêdan, perçiqandin û êşandina bi destê polîsan di bin seha rêjîmên dîktatûrî û faşîst de dibe, dide. Xort Salpa her û her rûyê jîna gund û bajêr dide bara hev û neseranser rastî û paqijiya jîna gund dide bara jîna canbaz, çewt, sexte û derewîn li bajêr. Dawî Salpa riya rast nasdike û tevlî pêlên cemawer dibe, cemawerê behweriya Yilmaz kûr pê hebû.
Di êlûna 1975 de dîse Yilmaz girtin û bi mehna kuştina prokuratrê dadegehê bi yazdeh sal zîndan hat tawankirin. Ev kuştina kirine stuyê wî de ticaran nehate çespandin, lê dadegeha tirkî ferzendek ji xwe re dît û ev biryara çavsor, ya zîndankirina wî stand. Çewtî û pûçiya vê dadegehê Tirkiya ji her alî ve da ber rixneyan. Kampaniyeke navnetewî bi alîkariya nivîskarên mezin, filmçêker û rojnamevanan li hemû parçeyên dinyayê ji bo piştgîriya Yilmaz Guney rabû û ji bo parastina berhem û filmên wî, yên ko weke dûndeya mirvaniyê li ser ruyê tevayiya Zemînê tên hijmatrtin, hate çêkirin.
Di zîndanê de sînaryora filmê Kerî nivîsand û Zekî Oktan sala 1976 ew film û filmê Dijmin jî di sala 1979 de pêkanî. Wî filmê ko li dinyayê tev bi nav û deng bûyî filmê Rê bû, wî ew di sala 1981 de nivîsand û Şerîf Gorîn jî ew pêkanî. Di çîriya pêşî de, ya wê salê Yilmaz Guney ji zîndanê bazda û ji Tirkiya derket û çû Swîsra. Filmê Rê jî berî hingî hatibû revandinî Swîsra. Dema Yilmaz jî hate wir êdî fîlm tewakir. Di gulana 1982 de filmê Rê xelata mezin, ya Festîvala Cannesî sînemayî stand. Yilmaz bi xwe li Fransa ji ber faşîstên tirk veşartîbû û welatên endamê NATO ji bona hevendamtiya Tirkiya di NATO de rê lê tengdikirin. Roja dana xelatê Yilmaz hate festîvalê û li pêşiya Komîta dana xelatê û cemawerê li wir destê xwe kire kulm û wek komûnîstekî rast silav kir û xelata, ko serê sînema pêşverû pê bilind bûyî stand.
Yilmaz sala 1972 Xelata Greenwell (bixwên grînwêl) ji bona filmê Hêvî stand. Ji hingî ve û ta mirna xwe hijdeh xelatên navtewî standin.
Filmê xweyî dawî li Fransa bi alîkariya zarokên Kurd û Tirkên li Europa penabir çêkir. Film wêneyê jîna li hindurê zîndanên Tirkiyê hişkere dike, wêneyê perçiqandin, êş û xwînê.
Sala 1983 bi pêşneyariya Komela Kawa, ya ronakbîrên çepî kurd heft partiyên kurdistanî navê Yilmaz Guney ji Kemîta dana Xelata Lênînî aşîtiyê re hilbijartin û dane nivîkarê hêja James Aldridge. Û li Parîsê li rex hunermend û nivîskarên kurdî bi nav û deng ew bû endamê rûmetî, yê Instîtûta kurd li Fransayê.
Tevlî, ko mafê hemwelatiya tirkî jê hatibû stanin jî, lê dîse di sala 1983 de dadegeha faşîstên tirk biryareke nependî bi sed û yek salî zîndankirina Yilmaz Guney stand. Û ji ber propaganda di filmê Rê de heft sal stand dabûnê!
Mixabin jana giran penceşê rê neda vî hunermendê kurdî comerd, da armancên xweyî mezin pêkbêne.
Stêr 6/1985
Ji ber ko Kovara Stêr nehênî derdiket min ti nav bikarneanî