Navê min... Xweşnav e...

Bavê Nazê

wergêr ZEAEZ*

 Nema tê bîra min, min kengî xwe nas kir, lê ez xweş dizanim ko ez pir piçûk bûm. Ez ti şevê di xew ve ne diçûm, bêyî ko dayika min ji min re çîrokekê yan çîvanokekê nebêjê. Çaxê mêhvanekî jî serek li me dida, min nedihişt bi xwe şah bibin, bêyî ko ez para xwe çîrok û çîvanokên şêrîn bistênim.

Li gundê me odek heye, oda axê. Êvara li wir gundî digehane hev, da qehwa tal vexwin û li dengûbazan guhdarî bikin. Kêm caran tiştine nû di nav van dengûbazên kelê de hebûn. Lê şevbuhêrka rastî despêkir, çaxê çîrokvan dest bi axavtinê dikir. Hingî çav û guh bel dibûn, pêjin ji tikesî nedihat, da gotinên ji devê çîrokvanê xwînşêrîn derdikevin neberdin.

Di odê de giranbehajê her kesî li gor cihê rûniştina wî ye. Axa, muxtar û mela bêhempa li serê civatê dirûnin. Ji wan bi vir de, bi aliyê derî de mezin û zengînên gund in û li pey wan yên din

ko hê di pileya civaka gund de kêmtir in. Ji çîrokvan û vir de êdî xizan û rebenên gund in, ko cih li wan teng dibe, ta ko ew di nav şekalan de dirûnin. Ev veqetandin di rojên bav û kalên axê de tiştekî normal bû, hê ta roja îro jî dirêj dikin, mirov dibêje qey ev tişt ji elfabeya jînê ye û bi destê kesî ve nayê wê biguhere.

Me zarokan ji serpêhatiyên xwe yên kevin dizanîbû, ko çaxê mezin li hev dicivin, wê li odê çi biqewime. Em dibezîne odê, lê her û her qehwaçî nehtorî dikir û nedihişt, ko em derbas dibin û bi sixêfan em derdikirine derve. Tevlî wê jî carin hebûn, ko me xwe di bara hinekan de diverşart û ji qeralistana qehweçî derbas dibûn. Qeralistana wî jî ji derî dest pê dike ta digehe cihê şekalan. Rojên me ferzend nedîtît, ko em derbas bin, ew jî pir in, em bi penceran ve dibûn dirdirk, da em dengê çîrokvanê xwe yê xwînşêrîn bikin. Lê cama lanetî nedihişt deng paqij bigehe me. Em ji camê jî wek ji qehweçî pir aciz bûn. Dive ko ez bibêjim, heger ez bidime bara hev, carên ez li pişt pencerê dimam pir hindiktir bûn ji carên zarokên hogirên min. Bavê min payeke xwe di gund de çêkiribû, ji bona wî carinan dihiştin, ko ez derbasî odê bibim, lê wan nedihişt ko ez ji cihê şekalan bi dûr kevim. Ez gelekî bi cihê xwe dilşah bûm, tevlî ko ez nêzîkî qehweçiyê dilbipirç bûm. Zarokên hevalên gelekî min xweziya xwe bi min tanîn. Min bi hezkirineke mezin li çîrokan guhdarî dikir û ko ez divegeram malê, min dîse di nav livînan de ew benê mijûlbar dida ber çavê xwe, berî ez bikevim xewka şêrîn. Ne mezinan bi tenê xwedî ode bûn, oda me zarokan jî hebû, lê cihê oda me dihate guhertin. Carnan ew li çarçiya nîvê gund bû yan, çaxê me berxik diçêrandin, li çolê bû. Heger çîrokvanê mezinan nêzîkî serê civatê dirûnişt, ez çîrokvankê zarokan li serê civatê dirûniştim. Min xwe di nav heval û hogirên xwe de didît û bi xweşiya serketinê dihisam. Min ew çîrokên ji oda mezinan ji wan re divegerandin û carinan min dikir, ko ez ji cem xwe çîrokinan li hev bênim, lê ew bi min re li hev nedihatin. Êdî ezî ji her çîrokekê hinekî ênim û bi hev re pîne bikim, lê ev finasê min ji zarokan nedihate veşaritin.

Carekê di dawiya havînê de tiştekî ne li bîrê qewimî. Bavê min hat û gote min, ko divê tu herî bajêr dibistanê. Ez mame heyirî û min nizanîbû çi bibêjim. Rast e, navê bajêr bi şekir û nanê firnê ve girêdayî ye, lê ev dibistan çi ye? Bavê min tê anî der, bê çi pirs di mêjiyê min re derbas dibin, wî got:

- Kurê min, dibistan jî wek odê ye, lê ew odeke ji zarokan re ye. Tê de çîrokên şêrîn ji zarokan re têne gotin.

- Ox şahiya min! Ezê bi dilê xwe li çîrokan guhdarî bikim.

Bêtir min ji bavê xwe nepirsî. Ez bi çarçiya gund ketim û di çend kêlîkan de dengûbazên çûna minî bajêr û dîbistanê di nav hemû zarokên gund de hişkere bûbû. Zarok diçûn ji dê û bavên xwe dixwestin, da ko ew jî herine dibistanê, lê daxwazên wan bêçare bûn. Xizaniyê hêlîna xwe di malên wan de çêkiribû û ji mêj ve coka jîna wan hatibû kolan. Hinê bibin şivan û gavan û yên din wê bibine rêncber û pale. Ew digrîn, lê çekê giriyê, biramberî naya babetane ya xwediyên wan, bêbeha bû

Ev cara pêşî bû, ez ji gund derdiketim. Min dev ji heval û hogirên xwe yên dilşikestî berda, hatim bajêr. Her tişt li bajêr ji min re nû xwiya dikir, mirov, avayî û terembêlên gelek. Min rûyên zarokên bajêr û gund didane bara hev û min ji xwe re digot:

- Ev weke Şemo ye û ev weke Temo ye, ev wek filano ye û ev weke bêhvano ye.

Xewnên min zû di rastiya jîna minî nû de dihilweşan û bêrîkirina min kêlî bi kêlî bêtir dibû.

Roja çûna dibistanê hat. . . Belê dibistana ez ji bona wê li vir im, ez bi birayê xweyî ji min mezintir re çûm. Em di sikak û cadan re derbas bûn, ta em gehan ber avayiyeke mezin. Ew weke oda axê bû. Dema em derbasî hundurê avayiyê bûn, ji nişkê ve min xwe di nav koma zarokên pêşmalk reş de dît. Ez jî zû tevlî wan bûm. Pêşmalka min jî wek ya wan reş bû, lê min xwe wek qijikeke sipî di nav qijikan de didît. . . Li zengil xist. Şagirt di dermalka dibistanê de li dûv hev rêz bûn û çûn hundur. Ez jî bi wan re ketime odekê. Ez ji rêzkirina kursiyan mat mam û bê ko ji kesî bipirsim, ez li cem şagirtekî rûniştim. Piştî kêlîkekê mêrikekî tosin da devê derî, şagirt hemû ji ber rabûn, min jî wek wan kir. Mêrikê tosin çend peyvên ji min re nenas gotin. Ew rûniştin, ez jî rûniştim. Bêdengî bû. Mêrik çavê xwe digerand, weke ko li tiştekî bigerê. Çavê wî li min ket, êdî berê xwe ji min neguhert. Çend peyv gotin, hemûyan li min meyzand. Ez bi dilê xwe dihesiyam, çawa tê guvaştin û bi tiştine din jî . . . Şagirtê li rex min engûşkek li min xist û hêdîka got:

- Çima tu bersiva mamostê nadî?

Min got:

- Efendî çi divê?

Pirkênî pê ket, bi dengekî bilind kenî, xwiya dikê, ko bi gotina efendî kenî û yên di odê de hemû pê re kenîn. Piştre tilha xwe hilda û ji mêrik re çend gotin. Êdî ew bû wergêrê min û mamostê, piştre min naskir ko ji wî mêrikî re mamosta tê gotin. Mamosta li nav û salên min dipirsî û li tiştine din jî.

Ez çend seetan li dibistanê mam, ew seetine dirêj û kelê bûn. Ez bi poşmaniyek tal hatime malê, ko ez geham, min bi kîn di cih de ji bavê xweyî hê li bajêr bû pirsî:

- Ka çîrok û çîrokvan? Çima axavtin li dibistanê bi zimanekî xerîb e, ne bi zimanê me ye?

Bavê min li min vegerand:

- Kurê min! Zimanê me zimanê malê ye, ne yê dibistanê ye. Û tê zû hînî vî zimanî bibî, ez ji şehrezayiya te behwer im.

Min ji bavê xwe nepirsî, çima zimanê me bi tenê yê malê ye. Min li gotinên bavê xwe anîn der, çawa ko ev tiştekî ji jor dahatiye, zor li me hatiye kirin.

Ji nav keresteyên ko me di dibistanê de dixwendin wanaya afrandinê jî bû. Her şagirtekî di vê wanayê de çîrokeke pê re yan bi kesine din re qewimî bû, digot. Çaxê rêz digeha min, min çend peyv digotin, piştre zimanê min li hev diherbilî. Min peyv dixistin cihê hev, lê semyanê minî hindik, ji zimanê dibistanê, alîkariya min nedikir. Min jî devê xwe digirt. . . Mamosta êdî tilha xwe bi yê li rex min ve dikir:

- Yê li pey!

Van tiştan şûneke xweyî kûr di min de çêdikir û ew bi awakî yan bi yekî din li min divergeran. Pir caran dayka min ez ji xew şiyar dikirim û dipirsî:

- Çi bi te hatiye? Çima tu di xew de qîjan didî?

Ecêbmayî min bersiva wê dida:

- Ez qîjan didim! Çawa? Xwiya dikê Reşkê şevê hatibû xewna min.

Dayka min wî bi ser ve bikê:

- Belê kurê min, tu gelek caran qîjan didî, yan jî tu digirî û carine din tu ji kezebê dikenî. Ax, ax ev hemû piştî ko tu ketî dibistanê, bi te hatine.

Rast e, min xewn didîtin, lê min nizanîbû ko xwe bi vî awayî xwe hişkere dikin. Min xwe li dibistanê didît û min dengê mamostê dikir, ew bi zimanê me dipeyivî, zimanê malê. Dipirsî, kî dixwazê ji me re çîrokekê bibêjê. Her û her ez yê pêşî bûm, ko tilha xwe dihilda. Bi hêrz û xurt ez dipeyivîm û dipeyivîm, çawa ez li gund di êvarên havînê yên xweşik de di nav zarokan de bim. Mamosta pê pir dilşah dibû û digot:

- Bravo, jê re li çepkan bixin!

Roj derbas dibûn û ez hinekî hînî zimanê dibistanê bûn. Sal derbas dibûn, pir tişt di jîna min de hatine guhartin. Daxwazên min jî hatine guhartin ji yekê pê ve, ew jî ko ez di rojên werin de bibime nivîskar. Lê ji tirsê pêkenînê min ev daxwaza xwe hişkere nedikir. Ji ber ko mirovê bibê nivîskar, divê bêkêmayî zimên baş zanibê. Gelek caran mamosta ji me dixwest, da em afrandinekê li ser hêviya xwe ya rojên werin û li ser karê bi me şêrîn binivîsin. Min karên texlît, çi kar bê dineqand, lê yê nivîskariyê na. Min bakalaureat stand û wilo li hev hat, ko ez bibim mamosta. Pelka cihdana min geha min û ez çûme dibistana, ko ezê lê hîn bikim. Wilo jî ez bûm mamostayê polê yekê. . .

Ez derbasî hundur bûm, zarok hemû ji ber min rabûn. Li gor adetên tê ajotin, seeta pêşî dest bi hevnaskirinê kir. Min ji zarokan navê wan pirsî, lê gava rêz geha yekî piçûk, wî nikarîbû bersiva xwe bidê, yan di pirsê nedigeha. Min gomana diduyan ji ya pêşî rastir dît, min dîse jê pirsî:

- Navê te çi ye çelengo?

Dîse bêdeng û sernixwîn ma. Min pirs jê re bi kurdî, bi zimanê malê, vegerand:

- Navê te çi ye?

Vê carê serê xwe hilda, çavên wî tijî hêstir bûbûn û bi beşişandinek melûl got:

- Navê min . . . navê min Xweşnav e.

Canê min tev ji ber vê bûyera han lerizî û ez hatime bîra xwe, çawa ez di cihê Xweşnav de bûm, çaxê cara pêşî ez li ser kursiyê xwendinê dirûniştim. . .

Naxwe wilo ye?. . . Belê, min xwe di Xweşnav re dît. Ma ew jî wê xwe di hineke din re binê? Û ta kengî. . . ta kengî Xweşnav???

 

* Di wê demê min ev nav bikartanî


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST