Ji kovara swêdî Fakta
BEHRAM JI MIROVAN RE DIKARE BIBE BEHUŞT
Erîk Tandberg
wergêr Zagrosê Hajo
Terraform bêjeyek e ko di warê zanîna gerdûnê de tê bikaranîn bi wateya guhertina planêtekê yan jî laşekî dinî ezmanî, da mercên jiyanê lê bêne peydekirn û av û bayê wê bibe weke yê Zemînê. Bi terraformkirinê gerek e Behram di du sed salan de bibe cihekî bi xêr û bêr û jîn lê geşbibe.P
iştî çûnên ser serê Heyvê mirov dixwaze bi mêranî gavan ber bi gerdûna bêdawî ve bavêje,û çûna planêta Behram (Mars) gava diduya ye, lê lêkolînvan ji çend serdanên kurt dûrtir dimeyzênin. Wan lêkolînvanan ji dil dest bi lêkolînên zanistî kirine bê ka çawa terraform dikare bihêle planêt bibe cihekî mirov bikaribe lê bijî.Terraforma Behram wê demeke gelekî dirêj bixwe û wê buhayê wê jî pir bilind be, lê ew buhayê were dan wê rojek bê ko were xwiyakirn ko ne bê sûd bû, lê gerek jî bû.Ramana terraforma Behram bi xwe pêşî di wêjeya zanistiya leylanî (science fiction) de derket. Sala 1930 Olaf Stapleton di romana Mirovên pêşî û yên dawî (Last and First Men) de pesnê projektekî mezin dide ji bona biniştîvankirina planêta Gelawêjê (Vênus). Gotina "terraform" di despêka salên 1940 de ji aliyê nivîskarê zanistiya leylanî ve Jack Williamson di çîrokên wî yê zanistiya leylanî " Seetee " de hate afirandin. Sala 1961 stêrzanê (astronom) binavûdeng Carl Sagan gotarek li ser çareya terraformkirina Gelawêjê di kovara amerîkî ya giranbuha "Science" de belakir, û pê re êdî bêjeya terraform di nav komikên zaneyan de hate pejirandin. NASA û lêkolînvanê Ûrus jî - eger ko di çarçefeke bi sînor de be jî - dest pê kirin bi vê pirsê mijûlbibin.
Mirov ber bi Behram ve di 25 salan de
Terraforma Behram bêgoman dikeve pêşiya terraforma Gelawêjê. Zane Heyvê naêxine ber planên xwe de ji ber ko rakêşa (gravîtasyon) wê piçûk e û nikare gazan di atmosfêra xwe de bigire.
Kengî wê mirovên pêşî li ser rûyê Behram deynin hê nediyar e. Lê serokê Amerîka Bush ragehand ko DYA sala 2019 ko dibe 50 sal piştî danîna li ser rûyê Heyvê, gerek e astronautên xwe bişiyênin planêta Behram. Sovyêtistana berê ji bona çûna Behram sala 2015 ji xwe re kiribû armanc. Ji ber vê yekê gerek e berî sala 2030 biryar hatibe dan bê ka terrafoma Behram dikare bibe yan na. Eger biryar erê be, êdî dive di cih de dest bi karê mezin û giran yê terraformê were kirin.
Terraform faz 1 - germkirin
Tiştê pêşî ko dive were kirin ew e ko germa navincî li ser Behram were bilind kirin. Di vê fazê de armanc ew e, ko germbûn ji mînus 60 pileyan bibe mînus 40 pile. Li gor lêkolînvanê NASA Mel Averner dive mirov prînsîpê mala camî bikarbêne. Li gor prinsîpê mala camî (greenhouse,glasshouse) atmosfêr nahêle têhna Rojê ji Behram bireve û di valayiya ezmên de winda bibe.
Çare wê ew be ko fabrîkên kîmyayî bêne avakirin, yên ko bi reaktorên navokî (atomî) bêne gerandin. Reaktorên navokî yên piçûk dive mirov ji Zemînê bêne. Ew fabrîke wê gazên wek karbontetrafluorîd û sulphurheksafluorîd biafirênin. Keresteyên kîmyayî yên xam di ax û kevirên Behram de hene.
Da têhna Rojê kêmtir ji rûyê Behram bipeke û di valayiya ezmên de winda nebe, wê di cihê xwe de be, ko ew derên gewr ji rûyê planêtê nemaze yên ko li herdû polan bi berf in, bêne reşkirin, yan jî bi awayekî bêne nixumandin. Du çare ji vê pirsê re hene.Yek jê ew e, ko tozeke reş li wan deran were reşandin, çareya din jî ew e, ko mîkroorganizmên rengtarî, yên di nav berfê de dijîn li wir werin belakirin êdî ewê hin bi hin rengê xweyî tarî li wan deran vedin. Ji aliyekî din ve wê rêzeke neynikên mezin, yên rûberê (area) her yekê çend kîlometrên çarçik (KM2) be li hawîrdorî herdû polan bêne danîn.Tîrêja Rojê wê ji neynikan bipeke jêr û li berfê bide û wê hêdî hêdî bihelêne. Germbûn wê qeşaya di bin rûyê planêtê de jî bihelêne; hê jî ev gotinên Averner in.
Li pey van gavan atmosfêra Behram tîrtirdibe û germbûn jî bilintirdibe. Bi bilindbûna germê re bêhtir karbondîoksîd (CO2) , nîtrojên (N2) û hilma avê (H2O) ji nav qelşên çiyayan derdikevin û dikin ko atmosfêr hê tîrtirbibe. Pirsa di cih de tê ser zimên ew e ka atmosfêr wilo tîrbûye ko bikaribe rûyê planêtê ji tîrêjên Rojê yên ultraxemrî biparêze. Li Zemînê tebeqeke ozonê heye ko me diparêze, lê ozon formeke oksîjênê ye, û oksîjên di vê fazê de hê li Behram ne gelek e. Ji ber vê yekê wê pêwist be tiştekî cihê ozonê bigire were çêkirin û tevlî atmosfêra planêtê bibe.
Terraform faz 1 wê ta sala 2080 dirêjbike û hijmara niştevanan di vê demê de wê bigehe nêzîkî 10 hezaran. Piraniya wan niştevanan wê lêkolînvan, endazyar (injenîr), pisporên çandiniyê, bijîşk û hostayên mêkanîkê bin. Hemû dive karên dijwar di bin mercên aloz de bikin. Buhayê faza 1 wê di salê de bigehe 15 milyard dolarî.
Fas 2 - germbûn hê bilindtirdibe
Di çaxê ko germbûn hêdî hêdî bilinddibe, ji mînus 40 pileyan digehe mînus 15, pê re karbondîoksîd, nîtrojên û av jî bi awayekî darîçav xwe ji nav qelşên erdê diberdin. Atmosfêr tîrtirdibe, ewr peydedibin û rengê ezmênî pembeyî ber bi rengê şînî tarî ve diçe. Fişara (pesto) atmosfêrê bilinddibe û digehe nêzîkî nîvê fişara atmosfêra Zemînê li ser rûyê deryayê, em bibêjin dibe weke fişara atmosfêrê li cehekî ko 5500 metran bilind be. Av jî êdî dikare li cihên kûr were dîtin.
Deştên tundra li herêmên germbûna wan, ya navincî bigehe mînus 26 pileyan wê bêne peydekirin. Hijmara kesên ji Zemînê barkine Behram wê bêhtirbibe, lê rêjeya (nisbeta) yên li wir xwedêbidin jî wê bilindbibe û hijmara niştivanên Behram wê bigehe 50000 kesî. Behram weke koloniyeke nû êdî birastî cih digire. Rêyên zixurkirî jî têne çêkirin. Di nîvê faza 2 de çaxê pêwist be karek li derveyî cihên sergirtî were kirin, wê maskên oksîjênê li şûna cilên hermatîkî astronautan karibin werine bikaranîn. Piştî ko bayê bêhnberdanê were filterkirin wê dîse were bikaranîn. Atomsfêr wilo tîrbûye, ko dikare êdî pêlên dengan veguhêze, lê ji ber ko rêjeya karbondîoksîdê bilnd e, ew dike ko deng stûr û nizim bin li gor dengên ko em di atmosfêra Zemînê de dibehîzin.
Gava din helbet ew e ko mirov atmosfêrê biguhere da, ew bikaribe bêna xwe tê de bikişêne û berde. Ji bona vê yekê mirov dikare bide ser du rêyan - rêyeke byolojî û yan jî yeke kîmyayî. Rêya byolojî ew e, ko mirov texlîtne baktêryayên bijartî biçêne, yên ko bi taybetî bi standina karbondîoksîdê û berdana oksîjênê çalak in. Rêya kîmyayî di praktîkê de zortir e, lê li vir jî çare heye: Oksîjên dikare yekser ji karbondîoksîdê were standin. Hinek ji oksîjênê wê di ezmên de windabibe, lê rakêşa Behram wê bêhtirê oksîjênê biparêze.
Faza 2 wê ji sala 2080 bikişêne ta sala 2115 û buhayê faza 2 wê di salê de bigehe 45 milyard dolaran.
Faz 3 - 250 000 mirov ?
Di vê fazê de, ji sala 2115 ta 2130, germbûna navincî digehe 0 pileyê û bilindbûna rêjeya oksîjênê di atmosfêrê de berdewamdike. Gol, co û cobar, çem û deryayên piçûk peydedibin. Deştên tundra bêhtirê rûyê planêtê digirin. Hin texlîtên daran jî li vir dest bi jiyanê dikin û hêdî hêdî li cihên bi dar tebeqeke organîk rûyê erdê digire.
Bi xweşbûna mercên jiyanê hijmara kesên ji Zemînê tên bêhtirdibe û gelek zarok li vir têne ser rûyê dinyayê û hijmara niştevanan digehe 250 000 kesî. Nîvê wan li Behram bûne. Bajarkên piçûkî sergirtî li gelek cihan beldibin, îndustrî û servîce (bixwêne servîs!) geşdibin, û hijmara makîneyên hêrmatîk, yên ji bona karûbarên her texlît wilo li ser rêyan mezindibe ko êdî dikarin problêmên trafîkê peydebikin.
Buhayê faza 3 wê di salê de pir kêmbibe û ji çend milyard dolaran nabuhûre, lê Behram êdî wê di gelek waran de serbixwe be. Mirov wê ji Zemînê bi tenê dermanên nexweşiyan û hin texlîtên teknolojiya bilind bistênin.
Faz 4 - geşbûna aboriyê
Di dema faza 4 de ji sala 2130 ta 2150 germbûna navicî ji 0 digehe 4-5 pileyan û qeşaya sermedî dihele. Hijmar û gewdê çem, gol û deryayan mezindibe. Baran di wextê xwe de dibare. Tîrbûna atmosfêrê dihêle ko êdî bi rastî Behram bibe planêteke bi xêr û bêr. Mîlyonên daran têne çandin, ce, genim û çandiniyên din bi saya havîna dirêj ya planêtê di salê de gelek mûsiman didin.
Zemînî bi qeflan bardikine Behram bi taybetî semyandarên, ko dixwazin pereyên xwe di karên nû de bixebitênin. Hijmara niştevanan digehe milyonekî, lê hê jî oksîjên di atmosfêrê de ne bes e, da têra herkesî û her tiştî bike. Hin texlîtên lawiran wê di cihên sergirtî de peydebibin, lê li der ve hê jî wê ti hesp, çêlek, se yan jî teyr û tilûr neyên dîtin. Li hember vê yekê gelekî bi serî dikeve, ko mirov wê li der ve di avan de masiyan biçênin.
Buhayê faza 4 wê gelekî kêm be û li nêzîkî sala 2150 wê Behramî di rewşekê de bin, ko êdî bikaribin bi xwe buhayê her tiştê ko ji Zemînê bênin, bidin.
Faz 5 - xizneke zêr ji mirovan re ?
Li ser rûyê Zemînê 21% ji atmosfêrê ji oksîjênê biheketîye, lê hatiye xwiyakirin, ko mirov û lawirên bi guhan dikarin gişt bi sêyeka (1/3) vê rêjeyê bijîn. Ev ban 21% oksîjên di bê de wê armanc be,da Behram bigehiyê û di faza 5 de ji 2150 ta 2170 - bi alîkariya herdû mêtodan, ya kîmyayî û ya organîk - wê bigehiyê û wê vê rêjeyê biparêze jî.
Ji nû niha wê Behramî bi rastî bikaribin li derveyî cihên sergirtî bilivin û bigerin. Seyranên li nav daran, hilperkîna lûtkeyên çiyan, keştevanî û werzeş wê bibine çalakiyên her roj. Behram wê bibe koloniyeke bi xêr û bêr ji Zemîniyan re. Wê bibe cihekî xwedî berhemên pîşesazî, cihê kar, û cihê bi xamên arzan û zengîn. Êdî wê hêja be, ko mirov li wir ji xwe re qurçikekê peydebike. Mînak ji xêr û bêra Behram wê mîkro/nano-teknolojî be û bazinên elektonî yên komputran, ko wê di mezinbûna molêkulan de bin. Buhayê anîna wan ji Zemîniyan re wê bêhempa arzan be.
Niha semyanê mezin, yê ko Zemîniyan di ber planê Behram de razandbû wê li wan vegere û berî ko sedsal derbasbibe wê Behram bibe mezintirîn û bi sûdtirîn gav ko bajarvaniyê di dîroka xwe de avêtibe.
Helbebet pêwist e mirov ji xwe bipirse ma ne çêtir e, ko em wan sûmayên diravî, yên mezin li vir bikarbênin, da em Zemîna xwe bikine cihekî xweştir ji jînê re. Bêhtirên lêkolînvanan dibînin, ko bersiv herdû ye: erê û na ye.
Bêgoma mirov yekser dibîne ko dive jîna civakî were baştirkirin û girêdana bi xwerista hawîrdor re were duristkirin û dev ji destdirêjên li ser were berdan. Lê di hundurê mirov de her û her tiştek hebû ko ew dikişande ber bi xwe ve û dihişt ko ew sînoran veçirêne.Ew tişt e dike ko îro mirov xwe bi himet dide terraforma Behram û dibe ko di pêşrojeke dûr de rojek were û bide xwiyakirin, ko gelekî rast bû dema mirovan xwe bi tenê bi hêviya Zemînê ve nehşit.