Stranên kar

Jîna Kurdan bi stranên folkorî pir zengîn dibe. Ji xeynî stranên dîlanê, dîlok, lawik, şer ûyd, stranên kar jî pir belabûne. Her texlîtekî kar stranên wêyî taybetî hebûn. Bi stranên kar zehmetkêşên Kurdistanê jîna xweyî çetinî her roj hinekî sivik dikirin û bi rîtma stranan re kar zûtir ji ber wan diçû. Stranên kar civatî ne, serekevan dibêjê û tev lê divegerênin. Ev çend stran Bêkes gotin û Bilûrvan ji ber devê vî girtin. Bêkes stran bi qiret digotin, mixabin em nikarin nota wan çapbikin.

 

Jarê hebê

(Strana paleyîyê)

Serekvan:

Jarê hebê, hebê nebê

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê.

Mûsayê me çend?

Tev:

Mûsayê me yek.

Serekvan:

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê, hebê nebê

Mîr bi ewne bê û dost li herê bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê.

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Dido

Serekvan:

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê.

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Sisê

Serekvan:

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Çar

Serekvan:

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yekê xwedê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûseyê me çend?

Tev:

Pênc

Serekvan:

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Jarê hebê

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Şeş

Serekvan:

Şeşê me nîvê salê

Pencê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Heft

Serekvan:

Hevtê me hevt derge ne

Şeşê me nîvê salê

Pencê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend?

Tev:

Heşt

Serkevan:

(Ya heşta nema tê bîra min)

Hevtê me hevt derge ne

Şeşê me nîvê salê

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisiyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gu

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend ?

Tev:

Neh

Serekvan:

Nehê me bi hemlê jinê

Heştê me . . . . . . . . . . . . . .

Hevtê me hevt dêrgene

Şeşê me nîvê salê

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî dar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend ?

Tev:

Deh

Serekvan:

(Ya deha jî nema tê bîra min)

Nehê me bi hemlê jinê

Heştê me . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .

Hevtê me hevt derge ne

Şeşê me nîvê salê

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dostli hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend ?

Tev:

Yazdeh

Serekvan:

Yazdehê me sal kêm yek

Dehê me . . . . . . . . . . . . . . . . .

Nehê me bi hemlê jinê

Heştê me . . . . . . . . . . . . . . . .

Hevtê me hevt dergene

Şeşê me nîvê salê

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mîr bi ewne bê û dost li hêre bê

Rastî hebê derew nebê, jarê hebê

Tev:

Jarê hebê

Serekvan:

Mûsayê me çend ?

Tev:

Diwazdeh

Serekvan:

Diwazdehê me bi sala timam

Yazdehê me sal kêm yek

Dehê me . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .

Nehê me bi hemlê jinê

Heştê me . . . . . . . . . . . . . . . . . . .

Hevtê me hevt derge ne

Şeşê me nîvê salê

Pêncê me ferzê xwedê

Çarê me çar qapî çar

Sisyê me sê zilfê yar

Didwê me du perde gul

Yekê me her yek xwedê

Jarê hebe

Tev:

Jarê hebê

(Ta ev stran tewa nebe pale pişta xwe ji paleyiyê narakin)

 

Hoy hoy Memo

(Strana paleyîyê)

Piştî demeke drêj dawî kurê pîrê ji leşkeriyê divegere malê. Şev bû dereng bû, wî dilnehişt diya xwe ji xew şiyar bike, hema yekser diçe dikeve nav livîna kebaniya xwe. Berê sibehî diya wî dirabe, dibîne ko mêrikekî di berê bûka wê de ye. Dirabe diçe rimekê têne û di pişta kurê xwe re derbas dike. Qîrên bi bûkê dikeve, dibêje, jinamê te çi kir? Gava dê rûyê kurê xweyî kuştî dibîne vê stranê davêje ser:

 

Hoj hoy Memo jarê Memo

Memanî xweş Meman î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê nizanî

Hoy hoy Memo

Daykê korê rim danî

Hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min kûmêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mi' avda bi ava Ferêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê rim lêda

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mem axakê welêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min cehnî ye

Hoy hoy Memo jarê Memo

Birîna Memê min xwînî ye

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mem axekê Aliya

Hoy hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min boz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mi' xemlandî bi îloz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Birina Memê min pîroz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Ebas î xweş Ebas î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Bi tena terpê û kras î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê nenasî.

 

Hey felek felek

Hey felek felek felek

Hey felek felek felek

Çox soro eba belek

Ji fasada birin gelek

Ji ewana birin gelek

Hey mîro mîro mîro

Silêman û cengîro

Herdû birayên şîro

Herdû birayên mîro

Mîr megrin Silêman e

Şêr mekujin misilman e

Mîro kurê dayê

Xencera dibin ebayê

Me sefer e li ser Bexdayê

Her hatin hatin hatin

Koçêr ji zozana hatin

Ereb ji vê beriyê hatin

Ser biskê wa zirave dirêj in

Nav qolan lev diketin

Hey mîro mîro mîro.

 

 

Hey germ e

Hey germ e havîn e germ e

Ser sînga Selhê hevrîşmê nerm e

Mi' divê biramîsim mi'j bavê şerm e

Hey sar e zistan e sar e

Ser sînga Selhê hevrîşmê xal e

Mi' divê biramîsim bavê wê li mal e

Ezê lis er banî tiwê li hewşê yo

Mi' b' çavê xwe dî melakî li wê yo

Qelem bi dest e dibirê mehrê yo

Mi divê biramûsini bavê li wê yo.

 

Stêr 5/1985


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST