Çima em stêrikan bi roj nabînin ?
Zemîna me ji hawîrdor ve di nav qaşûlekî bayî (gazî) de ye, ko jê re dibêjin atmosfêr. Bi roj dema tîrêjên ronahiya Rojê di atmosfêrê ve derbas dibin bi her alî ve û bi her awayî dişkin û belawela dibin. Tîrêjên ronahiya Rojê, yên digehine me, êdî ne bi tenê ji aliyê Rojê ve tên, lê bi rastî ew ji her derê ezmên ve tên, ji ber vê yekê jî em dibînin, ko ezman tev geş e. Tîrêjên ronahiya stêrikên dûrî melûl di bara tîrêjên ronahiya Rojê, yên geş û dijwar de winda dibin û em nikarin wan bibînin.
Roj pêlên elektromagnetî diweşêne. Spektrumê van pêlan pir fereh e. Ew ji pêlên radyoyî destpêdike, ko dirêjiya pêlî l (bixwêne lambda) bi sedên metran dirêj e û pêde diçe, ta ko digehe tîrêjên Roentgenê û tîrêjên g (bixwêne gama), ko dirêjiya pêlî l=10
-10 m, ko yek ji deh milyardî ji metrê ye. Lê ji vî spektrûmî em bi tenê bergeheke (intervalekî) pir teng dikarin bibînin. Ji vê bergehê re dibêjin spektrumê optîkî. Ev spektrumê optîkî di grafê jêrîn de xwiya ye. Pêlên mayî em dikarin bi antênên radyoyî vebînin.

Tîrêjên Roentgen û tîrêjên g heger bigehine ser rûyê Zemînê ew dikarin jîndaran bikujin. Lê bi saya taqa ozonê ew di atmosfêrê ve derbas nabin. Berî ko bigehine Zemînê ew têne parzinandin û qurpandin. Bi vî awayî jiyan jî tê parastin.
Spektrûmê optîkî ne xurû ye. Ew ji gelek rengan têkel bûye: ji rengê xemrî, şîn, kesk û yên din. Her reng jî xwediyê dirêjiyeke pêlî ye (li diagram meyzêne!). Li kevîka jor ya spektrumê optîkî tîrêjên ultraxemrî cih digirin û li kevîka jêr jî tîrêjên infrasor cih digirin. Tîrêjên ultraxemrî û infrasor bi çavê tisî nayêne dîtin.
| Reng | Dirêjiya pêlî l[m] |
| xemrî |
0. 43*10 -8 |
| şîn |
0. 50*10 -8 |
| kesk |
0. 54*10 -8 |
| zer |
0. 58*10 -8 |
| sor |
0. 68*10 -8 |
Ji ronahiya Rojê ya xwiya di atmosfêra Zemînê de bêtir tîrêjên ronahiya şîn dişikin û beladibin. Ji ber vê yekê jî rengê ezmên şîn e. Rengê ezmênî şîn, ko gelek caran li cem hilbestvanan pîroz e, bi rastî ji pekîna tîrêjên ronahiyê, dema ko li molekulên bê dikevin, tê, ew molekulên ko bi çavan nayêne dîtin. Heger ti atmosfêr li dora Zemîna me nebana, tîrêjên ronahiyê wî bi tenê ji cihê Roj lê be, wê hatibana dîtin. Cihên din ji ezmên wî wek şevên sayî reş bana. Astronautên çûbûne ser serê Heyvê ezmanekî reş didîtin. Ji ber ko ti atmosfêra Heyvê nîne Roj û stêr weke xalên ronahiyê xwiya dikirin.
Şoreşgêr hijmar 2, tebaxa 1978