Li se sînoran
Eduard Klaudius
Negirêdayî ZEAEZ wergerandiye
Şoreşgêr 2 , tebaxa sala 1978
- Ka pelikên te! Mêrik got.
Xelk weke keriyan derbasdibin, ez û wî jî li ser cadê di nav şeka wan de ne.
- Pelikên te nînin? Mêrik dîse pirsî.
Ez li berîkên xwe xebitîm, tevlî ez dizanim, ko vala ne. Cilên wî tev lê bûn. Pişkokên wî weke zêr diçirisandin. Ez li dûv xwe kişkişandim. Çavê her kesî lê ye, ji ber ko polîs e. Lê tikes pêça xwe nade min, ji ber ko ez penaber im. Ez mirovekî bêpelik im û dibe ko di çavên xelkê de ez diz bim jî, sêwelek bim û yan jî mêrkuj bim.
Em gehane avaya polîsan. Awirên xelkêyî bi şek her li dûv min in.
- Cilên xwe jêke!
Min cilên xwe jêkirin û ez tazî li ber rawestam. Hestûyên min di bin çermê min re beldikirin. Çermê laşê min ji gerê tev gemar û qelş e.
Yê polîs berê xwe neda min.
- Navê te ? Roja bûna te kengî ye? Kengî tu ji welatê xwe derketî?
Min bersiva pirsên wî da. Rojên ko ez ji welatê xwe derketibûm li ser dilê min dibûne weke keviran.
- Çawa tu divî ez ji te behwerbikim?
Hê ez şipê û tazî li pêş wî me, mirovekî bê cilik û bêpelik! Mirovekî bêpelik! Mêrik, unîforma wî tev lê ye. Ta niha mirov ji min re mirov bûn, lê vêca mirov hene û bi uniform hene.
- Lê ez...
Zimanê min li hev herbilî. Polîs got:
- Qepalên xwe li xwe ke.
Rûyê wî wek yê mirovekî ko di sikakeke reş de ji pişt pencerê li derve meyzêne, xwiyadikir. Wî ez ajotime îstegeheke trênan, trênên ko berbi aliyê sînoran ve diçin û ji welêt derdikevin. Ez avêtime trênekê. Odeke pencer bi dirabeyên hasinî ji min bi tenê re bû. Ji rekeha xwe min didît, çawa dar, devî, mêrg û xanî di ber pencera min re derbasdibûn, lê titiştê min di nav de nebû. Trên li îstegehekê rawesta. Min karkerin dîtin, bi ser karê xwe de tewabûn, lê ko ez dîtim, tilha xwe bi min ve kirin. Yek ji wan nêzîkî min bû û çixarek da min û beşişî. Destên wî mezin û qirêj bûn, lê kenê wî wek yên zarokan bû.
- Ji te re ! Got û bi cilên xwe yên şîn vegera cem hevalên xwe.
Ezmanê ko bê şiştibû şîndikir. Li îstegeha li ser sînor, yê polîs derî vekir û ez derxistim û ajotime ser deqa sînor.
- Di vir re here! Yê polîs got û berê min da welatê din.
Li wir jî mêrg û rez hene û dûyê agir ji xaniyan derdikeve. Her dû welat ji hev cê ne. Li vir polîsek li rex min e, li aliyê din jî polîsek li hêviya min e.
- Here! Polîsê pêşî dengê xwe li min kir.
Ez ji mêrgekê çûme mêrgeke din.
- Bi kû de? Vegere ! Polîsê li welatê din, li mêrga din, di bin ezmanê din de, gote min. Li nav rezan min cotkarek dît, bi ser pinan de tewayî bû, ber wan dixepart. Ji pişt min ve dengek dihat.
- Çima win diberdinê? Ew dengê yekî ko cilên karî şîn lê bûn.
Ez ji welatekî çûme welatekî din, ne yekî ji her du polîsan xwest, ko ez li ser erdê wî bimênim.
- Naxwe wê bi kû de here? Min dengê yê cotkar kir, dipirsî.
Wilo, ez birim û anîm, birim û anîm. Ez nema dizanim bi kû de herim, westayî ez li ser xeta sînorî ziravî reş rûniştim. Li vî alî polîsek e, li aliyê din jî polîsek e. Li vî alî cotkar e, li wî alî karkerek e. Dengê wan pev re tê.
- Çima win diberdinê, ma wê bi kû de here?
Sînor! Ez li ser sînor mam, ta Roj di nav livîneke zêrîn de çû ava. Li ber çavên min wa bû, ko polîs çûn, lê na va hê nêzîkî min in. Xeta sînor reştir dibe û êşa birînên min bêtir dibe.
Têla sînor bi direh e, serê wanî tûj di laşê min re derbasdibin. Herdû polîsan rahiştin dest û lingên min û ez di ser telê re kişkişandim.
- Nabe tu li vir bimênî, dengê xwe li min bilind dikin. Hinavên min têne dirandin, ne ji ber striyên têla sînor , lê ji ber ko cih ji min re li ti deran nîne. Polîs hê laşê min, bi jor û jêr de, di ser mêrg û çiyan ve, di nav deviyan re, li ser têla bi strî ve dikişênin.
Çavên min dar û devî, newal û zinar û mêrg didîtin, ne ewên ko ez di nav re dikişandim, lê min mala xwe, ya ko min xweştirîn rojên jîna xwe tê de derbaskiribûn, didît. Min nikarîbû ez li wir bimênim.
- Ez çi bikim, da ez karibim vegerim welatê xwe, mala xwe?
Min ji herdû polîsan pirsî. Êşê bi pirsa min re ez diguvaştim, lê wan ti bersiv li min nevegerand, hê karê xwe dikin. Dihate ber çavên min, ko dinya tev ji sînoran hatiye avakirin. Dawî wan ez di nav deviyekê de avêtî hiştim. Birînên minî herhilî xwînê dirijênin. Bayê sarî wê şevê nedihişt, ko ez di xew ve herim...
Pêjna polîsan hew tê... Ji nişkê ve rûyek bi ser min de nixwînbû. Ne rûyê tikesî bû ji yê wî karkerî pê ve. Qutikê xwe jêkir ez nixwimandim, ez germkirim. Li rex wî yê cotkar rawestayî bû, nan di dest de bû.
- Tu nikarî li vir bimênî, bi şev dinya pir sardibe. Cotkar got:
- Ez.. û ez jî! Cihê min jî heye ?
- Bi min re were. Karker got.
- Bi min re were. Cotkar got.
- Tê cihekî bibînî. Her duyan pev re got.