Ji folklorê kurdî:
Sed û yek hêk
berhevkirina Bilûrvan*
Çîrokeke me Kurdan heye dibêje: Carekê yekî gundî li ber cotê xwe bû cotdikir.Ji nişka ve gêsinê haletê wî li tiştekî sekinî,halo nerî gava sewîlkekî tijî zêrê zer di bin erdê de ye.Pir dilxweşbû.Ber bi êvarî hate malê ,lê berî ko li jina xwe mukir were ji xwe re got,ko ezê pêşî wê biceribênim,ka wê tiştê ez jê re bibêjim wê veşêre,yan na.Bakire jina xwe:Pitê ! De bi xwedê tiştek hatiye serê min,ko hê nehatiye serê ti kesî.Ezê ji te re bêjim,divê tu ji ti kesî re nebêjî,lê ko tu bibêjî êdî ezê ti cara nikaribim serê xwe ji şerma di nav xelkê de rakim.Jinê lê vegerand:Pepû ez ! Ezê ji kê re bibêjim ? Gotin ji vî dîwarî derdikevin lê ji devê min dernakevin.Gundî got:Pitê,ma ez çi bibêjim ? Duh ez li ber cot,min hêkek kir !
Jinikê jê re sûnd xwar,ko ji kesî re nebêje.Lê roja din dema li ber tenûrê bû nan dipêt,cînara wê hate cem.Ji xwe re ketin nav gotinan.Gotin pê xweşbûn,êdî hew xwe girt;piştî ko sed soz ji cîrana xwe standin û kir,ko bi hemû quran û pêxemberan sûndbixwe,da tiştê hatî serê mêrê wê veşêre,jê re got,ko mêrê wê jinê duh li ber cot du hêk kirin.Cînar êvarî dereng piştî şevbuhêrkê kete berê mêrê xwe û ji xwe re ketin nav gotinan.Gotin bi wan xweşbûn,êdî jinikê hew xwe girt,rabû soz ji mêrê xwe stand,da serpêhatiya cînêr veşerê û jê re got,ko cînarê wan pêr li ber cot sê hêk kirin.
Cînar gote cînêr,malê gote malê,tarê gote tarê,gund gote gund, bajar gote bajêr ta gotin geha mîr. Mîr li ser vê serpêhatiya nebînayî pir ma matmayî û xwest,yê gundî bi çavê serê xwe bibîne.$ande pey,ew anîne dîwanê li ber destê mîr danîn.Mîr jê pirsî:Bêhvankes ! Ma raste te li ber cot sed û yek hêk kirine ? Gundî got:Mîrê min tu bi aniya bavê xwe kî,yê ev gotin gehandî te got min çend hêk kirine ? Mîr got:Bi aniya bavê min,got ko te sed hêk kirine.Gundî çîroka xwe û sewlîkê zêran û jina xwe ji mîr re got.Piştî mîr rastî tev nasakir,gundî şiyande mala wî.
Stêr 5/1985
*Ji ber ko kovara Stêr bi nehînî derdiket min navê Bilûrvan bikartanî