Leystik û stranên zarokan
(Ji bona pişkkirina cihê leystikvanan e)
Pêşî ji Xwedê re, piştre ji Erdê re. Zengil zava, Mîr Mistafa. Libka tirî li te xindirî. Du marên reş, du gulên geş. Mîr xatûnê, ez û te xweş.
Serinc:
Kodê zarok dibêjin, lê ew jî weke piraniya folklorê kurdî ji bûyereke dîrokî hatiye. Em carna nîşan û şopên van bûyeran dibînin, lê bûyer bi xwe di nav xelkê de hatiye jibîrkirin. Bêgoman dîroknasên pispor bi hostayî dikarin li pey van şapan herin û hin bi hin wan bûyeran ronîbikin, dibe ko bûyerên giran û giring ji dîroka me hişkerebibin. Şirovekirina gotinên kodê li gor ko min bihîstiye ev e:
Jina Mîr Mistefa bi yar bû. Mîr Mistefa emir dide xulamê xwe da jina wî bikuje. Xulam emrê mîr pêktêne û tê da jê re bibêje, lê dibîne ko ew li dîwanê di nav civatê de rûniştiye û nikare hişkere xeberê bide mîr. Ji ber wê yekê xulam Kodê ji mîr re dibêje, da civat tênegehe.
Kodê, kodê kid barûdê tiving û barûd e. Zengil zava yarê jina mîr e. Mîr Mistafa xulam dibake mîr. Libka tirî li te xindirî ber(gule) ji bona xatirê ji devê tivingê derket. Du marên reş, du gulên geş herdû kezî û herdû çavên jina mîr in. Mîr xatûnê jina mîr e. Ez û te xweş jinik hate kuştin û xulam çêl xwe û mîr dike ko ew mane xweş.
Heyvê
(Dema dîtina heyvê dibêjin)
Heyvê, heyvê dendik beyvê. Bêrîvanê, stû miracnê, kiras kitanê. Berî hemûka, ez qurbanê.
Çîrokê(Bi vê mezin zarokên piçûka dixapênin, dema hew bixwazin çîroka bibêjin)
Çîrokê çîvanokê xetxetokê. Xet bi zerê, kete terê. Ez rincî tu rincî, ser kevirkê narinçî. Ez firîm tu mayî li cî.
Çim û çim(Pesnê rûyê mirov)
Çim û çim şkefta feqiya. Çim û çim du qulê roviya. Çim û çim du gulên geş. Çim û çim du marê reş. Çim û çim meydana xweş. Çim û çim dehla hûtiye.
QadîşoQadîşo madîşo dora dêrê b' terîşo. Elbek ceyê me heye, ko em nexwin besî me ye. Elbek nehkê kelandî li dora derê reşandî. Mirîşka hat û neqandî.
Werhakê WerhakêKeçikên piçûk bi gokê dileyizin, gokê diteptipênin û vê distrênin:
Werhakê Werhakê, kûlîlka du takê, berbejna xil û xakê. Xilxilo bilbilo, hewarkir Mûsilo. Mûsil derbo derbo, hemû çala werbû. Çalê mîr Belek in, avêtin zûrek in. Zûrekê me bi qamûş e, siwara fîşe fîşe, navê birake min Şawîş e. Sawîşkî piçûk e, me jê re anî bûke. Bûka Evdil begê, sêva ser kulekê. Sêvê dihildimo, gulê behndikimo. Gul gula hedad e, deriyê me li xwe bada. Pezê birakê min e, nav mêrga mezin e. Didoşim nadoşim, milê min naqurume.
Leglegê
Leglegê hacî begê. Ne hacî ye ne bacî ye. Kul bikeve her dû çiya, yek nemêhe ji (---)* ya.
* li vir navê neyarekî tê gotin.
HêhayêEv stran bi dankutanê re tê gotin:
Hê hayê, hime û hayê. Dan kutayê. Heçî nayê bigre tayê. Ta xirab be, jê nerabe. Danê keyê? Yê melê ye. Mela ji kû tê? Ji kavlê gû tê.
Gotinên qirdikê sersalêSerê salê binê salê, xwedê kurkî bidê kebaniya malê.
Kebaniyê deszêrînê, destê xwe bavêje kulînê, behra qirdik jê hêlînê.
Bûka baranê
Dema ko baran neyê zarok bûka baranê çêdikin, li nav gund digerênin û dibêjin:
-Bûka me baran divê, erdê me geya divê, sofiyê me zika divê û me ji xwedê baran divê.
Gundî jî dirabin avê bi zarokan de dikin.
Rovî rovîRovî rovî rovî rindik, serê tiriya rovî bi kincik. Rovî çûye mala xala, lêkirin barek hişke dare. Bihijmêrin heke ne bîst û çarê rabne rovî bi qute dara.
Yek, didoYek dido, behwer sisê, çeqla fisê, Hemko dîno, şaşik şîno, kum hêlîno, çav beloqo, simêl boqo.
Kî dikare sê caran li ser hev bibêje:Win çend çûk û çend maçûk û çend çêlî li wî alî avê ne ?
Vegerandin, gotin:
Em çil çûk û çil maçûk û çil çêlî li vî alî avê ne.