Hevpeyvîn bi nivîskar M. Emîn Bozarslan re
Navê mamostayê hêja M.Emîn Bozarslan bêgoman ji xwendenan re xweş nas e. Lê neha em dixwazin, ko win dengê mamostayê welatparêz û ronakbîr bikin û li zimanê wî yê şêrîn guhdarî bikin, çawa bi devê xwe ji nûnerê Stêr Bilûrvan re û yê Gelawêj Welat re gotiye. Em hêvî dikin ko, mamosta li kêmayiyan bibûre, yên guhastina axaftinê bi zimanê nivîsandinê. Me dixwest em her tiştî li ser jîn, karûbar, bîrûbehwerî û planên mamosta M.Emîn Bozarslan nasbikin, wî jî li gor ko çax alîkarî kir bersiva me da. De lê guhdarî bikin:
Ez bixwe ji Diyarbekirê me, ji Lîcê me. Di sala 1934 bûme. Bavê min mela bû. Wî biryar da, ko kurê wî, ez, bibe mela. Dema ez bûme çar sal û çar meh û çar rojî, ez li ber destê xwe dame xwendin. Ko ez bûme diwazdeh salî, ez li pey xwendinê ji mal derketim û li ber destê malane min din ilmê feqitiyê xwend.
Sala 1956 min xwendina olkarî tewakir. Hin pirtûkên kurdî jî me dixwendin, wekî din ew bi erebî bûn. Me rêziman, lîteratûr û tiştên din jî dixwendin. Di welatê Osmaniyan de ev serbest bûn. Dema komara tirkî çêbû dibistanên olkarî qedexebûn, lê li Kurdistanê veşartî berdewam dikirin. Dema cendirme dihatin gund me xwe diveşart, gundiyan jî alîkariya me dikir. Taybetiya dibistanên hingî ew bû, ko bûbûn wek hêlînekê ji kurdîtiyê re. Erebî bû zimanê minî diduya û hêdî hêdî ez hînî zimanê tirkî tîpên latînî jî bûn. Min imtîhana şeşsalî, ya bingehî bi zimanê tirkî da û stand û di vê salê de jî ez çûme Anqarê û min imtîhana miftîtiyê da û ew jî stand. Piştre ez çûme leşkiriyê ta sala 1958. Sala 1959 li Henê bûme miftî û piştî salekê ez li Qulpê bûme miftiyê diduya, yê Malatiya.
Dengê kurdîtiyê sala 1950 cara pêşîbû ko kete guhê min û ew deng êdî ji guhê min deneket. Hêdî ez û hevalê xwe li ser wê dozê xebitîn. Piştî ez bûm karmend, vê dozê di nav hevalan de xurtir kir. Me li ser pirsa kurdî dida û distand. Hingî kesên welatparêz hindik bûn û piraniya wan kesên zehmetkêş bûn û yên me hev nas dikir, hê hindiktir bûn. Me goman dikir, ko ev doza ko dive gel rizgar bike bi çend kesan nabe. Me digot, ko doz ji gel re dive em bikin mal û ji bo vê yekê propaganda di nav gel de gerek e. Piştre êdî wê gel şoreşê bike. Wê çaxê navê Barzanî dihate gotin, me dibihîst. Piştî şoreşa îraqî , ya sala 1958 rojanameyên tirkî li ser dinivîsîn, li ser vegera Barzanî ji Yekîtiya sovyet û planên wî ji bo Kurdistanê. Me jî propaganda dikir.
Sala 1960 ez ramîm, ko dive mirov binivîse û wê nivîsandinê di nav gel de belav bike. Hewesa min jî ji nivîsandinê re hebû. Di vê salê de jî destpêka nivîsandina min bû. Zimanê kurdî qedexe bû, rabû min bi tirkî pirtûka xweyî pêşî Islamiyet açsindan şeyhlik axalik nivîsî, ya ko bi kurdî dibe Şêxîtî û axatî ji aliyê misilmantiyê ve. Tê de min şûna sîstêma axatî û şêxîtiyê di Kurdistanê de analîzekir. Di sala 1964 ev pirtûk çapbû. Pirtûkeke din min li ser kurdîtiyê nivîsî bi navê Dogunun sorunlarî, wergendina wê bi kurdî Aloziyên Rohilat. Navê Kurdistanê di wê demê de qedexe bû, me digotiyê Rohilat. Di wê pirtûkê de ez li ser derd û problêmên gelê Kurd ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve dipeyivîm. Pirtûk ji dih beşan bû, yek jê jî li ser kultûra kurdî bû. Cara pêşî bû xwestina serbestiya zimanê kurdî dihate xwestin û min li ser sê deqan pêşneyar dida:
1. Vekirina dibistanên kurdî, da zarokên Kurdan karibin bi zimanê diya xwe bixwênin.
2. Weşan, pirtûk û kovar bi kurdî bên nivîsîn.
3. Programên kurdî di radyo de bên weşandin.
Ev pirtûk di sala 1966 derket, bi ferehî belabû û şûna wê mezin bû. Lê di sala 1965 ez bi ramana kurdayetiyê gunehkar kirim û ez ji kermendîtiyê derxistim. Rabû min li Diyarbekê pirtûkxanek vekir.
Piştî derketina pirtûkê kardibestan ferman bi sergonkirina min dan û ez avêtim nêzîkî sînorê Yûnanistanê. Li wir ez du salan mam ta payîza 1968. Di her dû salan de min Alfabeya kurdî nivîsî û pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn ji tîpên erebî guherte, yên latînî û ew wergerande tirkî jî. Di destpêka payîza 1968 her du pirtûk li Stembolê derketin. Ji ber wan ez çar mihan girtim, piştre ez berdam, lê doza dadegehê dijî min dima.
Piştî ez ji zîndanê derketim, min hew dikanbû li diyarbekrê karbikim. Ez hatim Stembolê û piştî çar mihan li wir di çapxanekê de min kar kir û jin û zarokên xwe jî anîn cem xwe.
Li Stembolê min Şerefname ji erebî wergrande tirkî û ew sala 1971 derket. Berî wê ez çend caran hatime girtin, lê girtina min dirêj nedikir. Piştî derketina Şerefnamê bi çend heftiyan junta leşkerî di 12. 3. 1971 rabû. Dîse ez bi niştimanperwerên kurd û tirkên demokrat û çep re hatime girtin. Ji sala 1971ta 1974 ez di zîndana leşkerî de bûm ya li Diyarbekrê. Piştre hukûmeta sivîl em berdan.
Pirtûkek li ser rewşa Kurdistanê di dema serdestiya rêjîma leşkerî de min bi navê Icrdekîle ve dîşardakîrler çapkir. Wergerandina wê bi kurdî dibe Yên li hindur û yên li derve, ew di dawiya sala 1974 derket. Di sala 1975 min pirtûka Dewleta merwaniyên kurd ji erebî wergerande tirkî. Vê malbata kurd ji sala hezar û sedî karbidestî dikir, paytexta dewleta wan Farqîn bû. Carina bi Dewleta dostkî tê bi nav kirin. Sala 1200 Ibin Alezreq Alfarqînî ev pirtûk nivîsiye. Pirtûka Komara Mehabad sala 1976 min ji erebî wergerande tirkî û pirtûka Yûsif Diyaldîn Alpaşa Alhediyê Alhamîdiye fî Alluxe Alkurdiye di sala 1978 min çap kir. Ev pirtûk ferhengeke kurdî-erebî, tirkî ye. Sala 1978 min çend kurteçîrok bi kurdî nivîsîn û wergerandine tirkî. Di sibata 1979 bi navê Meyro derketin. Tiştê taybetî, yê vê çîrokê ew bû, ko cara pêşî bû li Tirkiyê çîrokên kurdî bi kurdî derdiketin.
Ez kanûna pêşî sala 1978 ji Tirkiyê derketim, çûme Swêdê. Berê min digot, ez dernakevim, dive em li ber zordestiyê rawestin, da wê bişkênin, dive em li vir bin. Lê ji ber ko karbidestan dest bi kuştinê kirin bi riya rêxistinên faşîst wek rêxistina Tirkêş, şertên şer hatin guhertin, êdî min biryarda ji Tirkiyê derkevim. Riya junta xwînrêj xuya dikir, min dizanîbû, ko vêca evê dawiya me be. Li Swêdê min cih girt û dîse min xebata nivîskariyê berdewam kir. Li vir bergeh (mecal) pir fereh bû, herwekî çapkirin û belakirin serbest in. Ji ber ko azadî hebû, min bername ji xwe re danî. Bernameya min bi vî awayî pêk hat:
-Çapa diduyan, ya Alfabêta kurdî sala 1981 derket
-Çapa diduyan, ya Meyro sala 1981 derket
-Çapkirina çîrokên miletê Kurd, yên li ser lawiran. Ta niha pênc pirtûk li ser vê rêzê deketine:
1. Mîr Zoro, sala 1981
2. Gurê Bilûrvan, sala 1982
3. Kêz Xatûn, sala 1982
4. Serketina Mişkan, sala 1984
5. Pepûk, di çapê de ye, dawiya sala 1985 wê derkeve. Ev çîrok di gundên Kurdistanê de bi dev tên gotin.
Serinc: Kêm derketina pirtûkan ji ber sedemên diravî ye.
Parçê din, yê bernama min li ser kovara Jîn e,
Kovara Jîn li Stembolê ji sala 1918 ta 1919 derdiket. Jimara pêşî 7. 11. 1918 derket, ya 25a 2. 10. 1919. !Kurdistan tealî cemiyetî derdixist, ta jimara bîstê Hemza Muksî berpisiyarê wê bû. Ji jimara bîst û yekê ta û bîst û pêncan Memdûh Selîm berpirsiyar bû. Her bîst û pênc jimar kurdî û tirkî bûn bi tîpê erebî bûn. Piştre hate girtin û sala 1923 zimanê kurdî qedexebû.
Li gor ko min dizanîbû berhevokek ji vê kovarê hatiye parastin û sala 1968 ev berhevok kete destê min û ez li ser xebitîm. Min ji tîpên erebî wergerande yên latînî û pêşgotinek jê re nivîsî. Di vê pêşgotinê de kovara Jîn û tevgerên kurd ji sala 1900 ta 1920 didim naskirin. Plana çapkirina kovarê di pênc parçeyan de ye. Di her parçeyekî de pênc jimar in, di wan de wê wergerandina latînî bi orîgînala erebî re bêne çapkirin. Parçê pêşî di adara 1985 de hate çapkirin, parçê diduya gerek e dawiya sala 1985 bela bibe. Parçeyên mayî jî wê bên çapkirin, herwekî ko min ji çapê re amade kirine. Programê minî diduya li Swêdê bi vê tewa dibe. Ji wir û pêde ezê kovarên kurdî, yên ji tîpên erebî wergerênime tîpên latînî û çap bikim. Ew kovar jî ev in:
a. Kovara kurdî, ya pêşî Kurdistan ji sala 1897.
b. Kovara Kurd teawin we tereqî , Stembol 1908.
c. Kovara Roja Kurd, Stembol 1912, ya Komela Hêvî.
ç. Kovara Hetawî Kurd , Komela Hêvî derxistiye.
d. Kovara Kurdistan, 1919, Kurdistan tealî cemiyetî derxistiye.
Beşê din ji programê min lêkolîna Dîwana Melayê Cizerî ye û wergerandina dîwanê ji tîpên erebî bi yên latîn û şirovekirina wê ye. Beşek jî nivîsandina çîrokên kurdî , yên folklorî ye. Gerek e bigehe pênc pirtûkan û nivîsandina çend kurteçîrokan e. Ferhengeke kurdî-kurdî amade dikim. Planekî min heye eger hê teyorî be jî, ew nivîsandina ensîklopêdiya kurdî ye, yan jî ferhenga kesan.
Dîtina min liser tevgera lîteratûrî kurdî li Europa wiha ye:
Xebateke lîteratûrî heye, lêbelê gelek kêmayî hene. Ew jî bi baweriya min ji kêmayiyên me, yên siyasî, civakî û tevgera azadîxwazî kurdî tên.
Li Europa hê li ser alfabêtek tevayî li hev nehatine. Kurdên Sûriyê û Tirkiyê tîpên latînî bikartênin. Û bi dîtina min ew çêtir bikêrî zimanê kurdî tên, lê mixabin birayên me ji Kurdistana Îraqê tîpên erebî dixwazin. Belê em rewşa wan li welêt, ko alfabêta fermî di dewletê de bi tîpên erebî ye, em vê rewşê dizanin, lê ez bawer dikim, ko kesên li Europa dikarin hêdî hêdî tîpên latînî bikarbênin. Ev tişt nebe kêmayî ye di lîteratûra kurdî de, ev kêmayiyeke ji tevgerên kurdî re. Sînorek di nav zimanê me de tê danîn bi destê me û bi destê xwe wî sînorî em bilind dikin.
Tiştekî din nêzîkirina herdû zaravên kurdî kurmancî û soranî ye. Nîzîkirina wan barê me ye, lê li Europa tiştekî ji bo vê nîne. Lewra rê li ber belakirina karên kurdî, yên lîteratûrî tê girtin. Derxistina pirtûk û kovarên kurdî li Europa pir e, ew jî tiştekî baş e, lê ji aliyê kvalîtê ve ne bilind e. Dîse jî hin pir baş in. Di kurdî de hin termînên nû nînin. Nivîskar li Europa temînên nû çêdikin. Ew jî du netîcan dide:
1. Nivîskar çewt dikeve û termîninan têne, ko bi ti awayî nahingivin zimanê kurdî. Ew jî pir ne baş e.
2. Nivîskarek termînên baş çêdike, lê nivîskarekî din jî, ji wî tiştî re termînekî din çêdike. Wilo gelek tevlîhevî di zimanê kurdî de çêdibe.
Ez li ber zimanzanan dideynim, da werin bi kêmayî di vê demê de li Europa levhatinekê ji bo termînan deynin.
Ji xwendevan Stêr re:
Spas ji Stêr re û hêviya pêşketena karê wêyî berder dikim. Xwendina zimanê kurdî pir giring e. Xwendevanino bixwênin û hêzê bidine xwe ji kovara xwe re binivîsin! Bi vê yekê nivîskar bêhtir dibin û tora kurdî zengindibe.
Stêr 7/1986
Ji ber ko Stêr nehênî derdiket min navê Bilûrvan bi kar anî û yê Kamîran Welat bi kar anî