Ji wêjeya bulgarî
Mak
wergêr Zagrosê Hajo
Careke din xwe ji çiyê berda xwar. Zirav bûbû hingî çêliyên wê ew mijtibûn û çavên wê, yên birçî diçirisandin. Heke carna nêçîrek jî dikir, lê her û her birçîbûnê ew dugvaşt, ji ber ko nêçîr li xwe û çêliyên xwe levadikir.
Zarokên wê şeş in. Zû mezindibin. Kurbûna wan zortirdibe, nayê têrkirin. Carên ko bi bêhintengî ji qula xwe derdiketin gelek bûn, piştî ko demeke dirêj li benda diya xwe diman.
Diya wan ew bi hestûkî ji hestuyên hespekî mirî mijûl dikirin û diçû li xwarinê digereha. Xwe li çemên bi şek dida, dida nav deviyên asê. Guh bi ser çolê de pêjindikirin. Gundek li wê derê ye. Nêzîkî gund axur in û ne dûr li ber pala çiyê keriyê pêz diçêrin.
Cara pêşî roj li nîvro hêrîşkir. Berxek ji stukurê girt û avête ser pişta xwe. Tirs kete nav kerî de, sa dane der û peyketin, rê ji herdû aliyan ve lê tengkirin. Kêlîkek neçû şivan jî rabûn û li sa dengkirin: "GUR!GUR!".
Gur ferzenda xwe dî, bi lez û bez xwe gihande serê çiyê. Xwe li dereke vala girt, xwîna germî xweş hê bi dora devê wê ve bû. Di xwe de pingeha û kûzî... Gelek carên din jî bi vî awayî di ser ve çûn. Wî xwe kişênê nêzîkî keriyan û çaxên dirêj li pişt çilokekî mêne girêdayî bi birçîbûnê ve û bi hêviyan ve. Lê sa bêhna wê ji dûrve dikirin û şivan jî dirabûn hey ji xwe diman.
Îşev jî li keviya deviyê bû. Roj ji mêj ve çûbû ava. Dûrbûnê dengê zengilekî, yan marêna mihekê lev divegerand. Se razayî bûn. Bakî nerm ji çolê ve dihate bi aliyê deviyê de, nedihişt ko se bi nêzîkbûna gurê zanibin. Rabû ji deviyê derket û bi ser gova pêz de çû. Hingî mih, berx û bizin nêzîkî wê hebûn, êdî haya wê ji ti tiştî nema. Xwe da hev, da xwe di ser dîwêr re bavêje û... bi ser pişta xwe de ket, çaxê ko ji nişkêve agirek pêket û di laşê wê ve bihûrt. Rahişte xwe bazda. Lingekî wêyî paş di ber re dixişiqî.
Çaxê bi xirxirandin giha qula xwe, gişt bûbû nîvê şevê. Dikarîbû xwe bi rê de li her derî dirêjke, lê gomanên wê li ser zarokên wê nedihişt, ew bi hesanî xwe bide mirinê. Dixwest cara dawiyê wan bibîne û bi devkên wan, yên piçûk bileyize. Zarokan pêjna hatina wê kirin, bazdane pêşiyê... digirîn, laşkên xwe di ser laşê wê re dibirin û tanîn, hêviya ko xwarinekê bide wan dikirin. Lê gurê xwe li ser erdê dirêjdikir, hêz di xwe de nedidît ji bona şahbûna dawiyê. Zarok bi xeyd zûrîn û hatinê. Gurê serê xwe hilda û lingê xwe, yê paşê ko bi takî zirav ji çerm bi laşê wê ve mabû gezkir û ji çêlîkekekî xwe avêt. Wî xwîn alîst û ling revand. Kêlîkek nebuhûrt çêlîkan ji wî lingî bi tenê hestû hiştin.
Gurê dirêjkirî bû, bi windabûna vê jîna tijî hêrîşên mêranî, tijî şerên ne li gora hev û bi hejêkirina çêlîkên xwe dihesiya. Gomanên wê, yên dawî bi wan ve bûn. Divabû wan bi xwarin ke, wan têr ke, dilikên wan bi cih ke. Heye ko roviyek wan bibîne, wan bikûje. Çêlîkên wê hê li dora hestû diçin û dihatin, dikûzîn.
Gurê xwe kişande cem çêlîkan. Cihê bi xwîn ji lingê xwe êxista devkên wan.
Édî serê xwe danî û çavên xwe girtin... Stêrên ko di gelek şevan de rênasên wê bûn, korî bûbûn... Bayê ko carê ji dûr ve bihna nêçîran jê re tanî bêpêjin bûbû... Jîn hemû ko mala wê, ya bêsînor bû, tarî bûbû û di pêlên kûrbûnê de winda bûbû. Di vê tariyê de dirêjkirî bû, bi xweşî... bi xweşî dihesiya, ko laşê wê parçe parçe diçe devkên zarokên wê û jîna wê diherike jîna wan.