Ilmê tûrik

Berhvkirina Bilûrvan

Carekê yekî xwest, ko bibe mela. Rabû, çû cem seydayekî û li ber destê wî sê-çar salan feqehtîkir, ta ko ilmê dînî tewa kir. Ew jî bû mela. Rabû, xatir ji seydayê xwe xwest û xwest, ko here. Lê seydê gotiyê:

-Hê jî bimêne, da tu ilmê tûrik jî tewa bikî!

Gotina seydê nekete serê wî û da xwe û çû. Çû, çû geha gundekî. Gelekî bi rê de çûbû, westabû û çaxê limêjê jî bû. Wî berê xwe da mizgefta gund û bi limêjevaniyan re limêj kir û dea ji xwe re kirin. Li pêşiya limêjevaniyan şêxekî şaşik mezin û rihdirêj limêj dikir. Piştî limêjê şêx dest bi waza û xwendina ayetên quranê kir. Wî ew ji gundiyan re tefsîr dikirin, lê çi tefsîr, hemû şaş û tevlîhev bû. Melê naskir, ko ev şêxekî bi derûya ye, lê guh kerkirin, deynekir. Dawî şêx ayetek xwend û got, ko ev ayet ji sûretê golikê ye. Êdî melê xwe nema girt û dengê xwe kir û got, ko ti sûretê golikê di quranê de nînin, lê sûretê çelekê heye.

Çavê şêx di qafê serê wî de sorbûn, kef bi dora devê wî ket û got:

- Bi ocaxa bavê min tu bûyî gawir, mirina te weke ya kûçikekî helal e.

Çaxê ev gotin ji devê şêx pêkîn, gundî li melê harbûn, bi dar û kopal û keviran ew pîs-pîs ji gund biderkirin.

Melayê bê çere berê xwe da cem seydayê xwe. Hat û got:

-Ez hatime ilmê tûrik bixwênim.

Rûnişt, sê-çar salan ilmê tûrik jî xwend. Xatir ji seydê xwest û çû. Çû, çû dîse li gundê gonê rasthat. Çû mizgeftê, limêja xwe li pey şêx bi limêjevaniyan re kir. Lê hema, ko şêx limêj tewakir mela ji cih rabû, xwe çendkire riha şêx, mûyek ji riha wî jêkir û bi dengekî bilind got:

-Bi ocaxa şêx, yê ko mûyekî ji riha şêx li ber xwe bişewitênê, wê hemû deriyên cineta xwedê jê re vebin.

Hema, ko mela ev got, gundî harbûn û hatine şêx. Ta tu çavê xwe levxe, mûyek bi riha şex ve nehiştin.

Melê tûrikê xwe da ser milê xwe, da ser riya xwe û çû.

 

Stêr 3/1983


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST